Ji Îzmîrê ber bi cîhanê ve tûra biskilêtê ya jinên xemilandî
Sema Gur a ku mamosteya dîrokê ye, di 38 saliya xwe de fêrî ajotina piskilêtê bûye. Ew nîşan dide ku ji bo tu tiştî ne dereng e û dibêje: “Cîhanek wisa xeyal bikin ku mirov ji seyareyên xwe derdikevin biskilêtê diajon, ew dûmana ku hewayê qirêj dike û bikaranîna petrolê kêm bûye. Çi xeyaleke xweş e ku dê encam cîhanek paqij be ji bo mirovan.”
ZEYNEB PEHLÎVAN
Îzmîr - Bi pêşengiya Sema Gur di sala 2013’an de di roja cîhanê ya ‘Li bajaran bê seyare’, ji bo haydarkirina civakê bi navê tûr piskilêtên jinên xemilî hat avakirin. Ev projeya ku 8 sal di ser de derbas bûye jî li cîhanê bû projeyek ku berhem dide. Tûr piskilêtan a jinên xemilî; Bi taybetî di qada gelemperî de hebûna jinan zêde kiriye, bi hêzkirina hevbandoriyên li bajar û ya herî girîng jî bi ajotina piskilêtê bi mirovan re hesta azadiyê afirandiye. Bê îstîsna ew hizrên ku hemû jin dijîn digre nava xwe.
Di roja cîhanê ya ‘Li bajaran bê seyare’ de ji Îzmîrê bigre heta Tirkiye û gelek bajarên cîhanê di heman demê de ew tûrên ku tên lidarxistin, hemû li navenda bajar kom dibin. Jinên xemilî bi çîçekan piskilêtên xwe dixemilînin di rêwîtiyên xwe de kêfxweş li temaşevanan mêze dikin û destên xwe ji wan re bilind dikin. Jin bi şaîra ‘Li bajar li şûna bêhna dûkelê, bila bêhna parfuman hebe’ dest bi tûrên xwe dikin. Me bi pêşenga çalakiyên tûra piskilêtan Sema Gur re hem der barê girêdana wê ya bi piskiletê re hem jî der barê projeya ku îro li Îtalya, Swîsre, Almanya û heta Azarbeycanê li hemû cîhanê belav bûye de axivîn.
“Ajotina piskilêtê di 38 saliya xwe de ez ji bavê xwe fêr bûm”
Sema Gur, di sala 2013’an de cara yekê ev çalakî bi rêya Facebookê da destpêkirin û bi awayek ji guh belavî guhan bû. Li Îzmîrê di demek kin de ev çalakî ji aliyê jinan ve rastî eleqeyeke mezin hat. Afrînera çalakiya dîmenên rengîn ên tûra biskilêtan a jinên xemilî Sema Gur wiha behsa beriya vê projeyê têkiliya xwe û biskilêtê kir: “Berê di jiyana min de biskilêt tunebû. Her tim dihizirîm ku ez dereng mame. Li Îzmîrê wê kî li biskilêtê suwar bibe gelo rêya biskilêtê heye? Ji vê yekê qet xebera min tunebû. Dema ez çûm welatê xwe Bandirmayê, bavê min ajotina biskilêtê fêrî min kir. Ez li wir fêrî biskilêtê bûm vegeriyam Îzmîrê. Sala 1012’an bû, di 38 saliya xwe de ez fêrî ajotina biskilêtê bûm. Ev rewş ji bo havalên min jî bû surprîz. Ji min re gotin dema tu fêr bûyî em herin tûran. Bi wan re di wan deman de me tûrên kurt dan destpêkirin. Di destpêkê de nefesa min û hêza min têrê nedikir. Min gelek zorî dikişand. Ligel vê yekê jî her roj hîn zêdetir ez rêve çûm. Di heman demê de di nava komên tûr piskilêtan de helwestên mêran ez gelek aciz dikirim. Heta hinek jin di nava wan de helwestên wan wekî yên mêran bûn. Mînak dema ku min biskilêta xwe bi qurdeleyê dixemiland digot ma tu yê biskilêta çiyayan bixemilînî? Ji ew cilên ku min li xwe dikirin dihatim tûran, ji cilên min jî diaxivîn. Ez bi cilên reng û reng dihatim. Bi dîtina van fikr û tevgeran tûra piskêletan a jinên xemilî di dişê min de ava bû.”
Di sala yekemîn de 250 jin beşdar bûn
Sema balê dikşîne ser projeya xwe û wiha axaftina xwe didomîne: “Ez hizirîm ku dema li cihê seyareyê biskilêt bi kar bînim wê praktîktir be. Min li cîhanê jî dît ku mirov bêyî cilên wan û aksasuarên wan ên ajotina biskilêtê hebe jî siwar dibin û digerin. Piştre bi havalên xwe re me henekên xwe bi vê hizra wekî ya mêr kir. Me jî digot ‘Dema ew weke mêr bigerin, em jî wê wekî jin bigerin.’ Di rastiyê de xemil peyvek îronîk bû. Hevalên min gotin em ê çalakiyekê di medyaya civakî de bidin destpêkirin. Min hêvî nedikir ku wê kesek beşdar bibe lê di nava 10 rojan de hezar kesan nivîsandin gotin ew ê beşdarî çalakiya we bibin. Di heman demê de pêşniyarên hevalên me yên mêr ku me henekên xwe bi wan dikir jî hebûn. Behsa ‘Li bajaran roja bê wesayîd kirin.’ Me jî di meha Îlonê de di roja yekşemê de dest bi vê tûrê kir. Di tûra me ya ku di 2013’an de dest pê kir de 250 jin beşdar bûn. Wê demê ez ne di ferqê de bûm ku medyaya civakî wê ewqas bi bandor be. Min ji xala bi bernameyek bi plan dest pê nekir. Jixwe ez gelek mabûm matmayî ku evqas kes beşdar bûne. Ev çalakî bi temamî ji jinan pêk dihat. Rihê min bi nepejirandina hizrên mêr dest pê kir û jinên ku piştgirî ji bo vê yekê kirin zêde bûn. Sala destpêkê dihizirîm ku êdî vê nekim lê ew eleqeya medyayê dabû nîşandan ez gelek jê matmayî mam.”
“Xeyalên min ew bû ku ez van tûran derbasî welatên din bikim”
Sema diyar dike ku dema tûra wê rastî eleqeyek mezin hatiye yekser xwe di destpêka organîzasyonek mezin de dîtiye. Dema hem ji jinan, hem jî ji mêran nêrînên xweş digre, bi taybetî dema dibihîse ku hinek jin bi saya vê tûrê fêrî ajotina piskilêtan bûne di xala berdewamkirina van tûran de cesareta wê hîn zêdetir bûye. Sema serpêhatiya xwe ya tûran a di sala 2013’an de daye destpêkirin û dengvedana wê wiha vedibêje: “Em di wê ferqê de bûn ku me cesaret daye jinan. Armanca min jî jixwe ev bû. Mirovên ku terzê cilên wan cuda ye, tên tûrê ji hemû jinan re vekirî çêdibe. Di nava 8 salan de xala ku em hatinê ew e ku li 130 bajaran di heman demê de tûr tên kirin. Ev kar êdî ji hêla jinên bi xwestek ve tê kirin. Di tûrên me de kî ji terzê bixwaze dikare li xwe bike terzê ku bixwazim dikarim cilan li xwe bike. Ev hem çalakiyeke jinan e hem jî çalakiyeke jîngehparêzan e. Bi çûyîna piskilêtê dide diyarkirin ku çalakiyek çiqas xweş û bi tendirust e. Niha di hemû cîhanê de li 150 bajaran ‘Tûra jinên xemilî’ pêk tê. Xeyalên min ew in ku ez van tûran derbasî welatên paşvemayî bikim. Li welatên ku li wan şer heye bi jinên ku vê organîzasyonê bi rêve bibin re ligel wan bikim. Mînak li Sûriye, Misir û Tahranê pêk bînim. Ev hizir ji aliyê mirovan ve hêsan tê dîtin. Lê di sala 2013’an de dema ku min ev fikir beyan kir, bi çavên hêsan lê dihat mêzekirin. Cîhanek wisa Xeyal bikin ku mirov ji wesayîdên xwe tên xwarê li piskilêtan siwar dibin, ew dûkel û petrola ku cîhanê qirêj dike kêm bûye xeyal bikin. Encam dê navendek paqij ji bo mirovan ava bûya. Ji sala 2013’an ve em dibêjin jinên xemilî cihên ku biçinê bila bi piskilêtê herin, bi vê yekê jî em balê dikşînin ser qeyrana avhewayê.”