Gola Wanê bi xetera zuhayî û qirêjiya hawirdorî re rû bi rû ye

Gola Wanê bi hişkayî û qirêjiya hawirdorî re têdikoşe. Ekolojîstan diyar kirin ku divê ji bo gola ku qirêjî xeteriyeke mezin li ser ava dike tedbîr bên girtin, bal kişandin ku kêmbûna ava golê li gorî salên borî zêdetir bûye.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Wan – Ji qeyrana avhewayê ya di salên dawî de li cîhanê tê jiyîn Tirkiyeyê jî pareke mezin girt. Mezaxtina çavkaniyên avê û hişkahiya ji çavkaniyên avê ya heyî ava dibe qeyrana tê jiyîn kûrtir dike. Gola Wanê ya ku xwedî statuya gola herî mezin a li welat e, roj bi roj qadên hêşîn lê kêm dibin. Ji bilî qeyrana avhewayê bi hişkahî û qirêjiya hawirdorê re jî têdikoşe. Ji ber ku her sal ava golê zêdetir kêm dibe, derdora wê hişk dibe û bi bendanên HES'ên yên tê çêkirin û bermahiyên kanalîzasyonê yên dirijînin golê jî zirareke mezin çêdibe.

Kêmbûna ava golê her sal zêde dibe

Gola ku vekişîna ava wê li gorî salên dawî zêdetir bûye, gelek cureyên endemîk tê de cih digrin. Bermahiyên gerdûnî û kanalîzasyonê ji gelek cihan diherikin gola ku li qeraxa du bajaran e. Keviyên wê jî gelek caran bi qirêjiya çopê re rûbirû dimînin, di warê ekosîstema zindî de di bin metirsiyeke mezin de ye. Cigîra Komeleya Pêşvebirin û Lêkolînê ya Parastina Berhemên Dîrokî û Hawirdorê ya Wanê (WAN ÇEVDER) Arzu Dînçer ku em der barê vekişîn û qirêjiya li gola Wanê de pê re axivîn, diyar kir ku divê li dijî xeteriyên di pêvajoya dawî de hatine jiyîn, ji bo golê û dora wê tedbîr bên girtin.

“Kanalîzasyonê dirijînin nava golê”

Arzu Dînçer bal kişand ku qirêjiya di golê de di van çend salên dawî de zêde bûye, diyar kir ku hewza golê ku nifûsa wê 1 milyon û 500 kes e, bi metirsiyeke mezin re rû bi rû ye. Arzu Dînçer der barê qirêjiya tê jiyîn de ev tişt got: “Her roj bi qasî 56 hezar metreçargoşe kup bermahiyên kanalîzasyonê yên ji cihên cihwarbûnê yên li qeraxê golê tên rijandin. Ji bilî rêjeyek mezin bermahiyên kanalîzasyonê yên dirijînin golê û xerijiyên davêjin peravên golê, guherîna avhewayê û hişkayî jî bandorek cidî li golê dike. Ava golê her roj hinekî din tê kişandin. Bi taybetî di mehên havînê yên bermahiyên biyolojîk zêde dibin de, qirêjî di gelek xalan de tenduristiya mirovan tehdît dike.

"Masiyên wê yên bi nav û deng kêm dibin”

Arzu Dînçer diyar kir tesisên sefandinê yên ku li hin nuqteyên hewzê hatine çêkirin, ji ber zêdebûna buha nayên xebitandin, bal kişand ku ger li hemberê zêdebûna qirêjiyê tu tedbîr nayên girtin dê gol veguhere çaleke qirêjiyê. Arzu Dînçer da zanîn ku qirêjiya golê ya zêde dibe, zirareke mezin dide zindiyên endemîk jî û axaftina xwe wiha domand: “Sê sedemên vê qirêjiya li gola Wanê tên jiyîn hene; ji van a yekem avêtina bermahiyên kanalîzasyonê ya nava golê ye, derbasbûna hin çemên ku golê xwedî dikin di nav deverên niştecihbûnê re û bermahiyên din. Ev hişkahî û qirêjî zirareke mezin didin zindiyên endemîk ên di golê de jî. Mînak încî kefalî ya cureyek endemîk e, ji ber ku li Gola Wanê û deverên wê yên riya wê ya zêdebûne ye, bi têra xwe avê nabîne, xetereya wê ya ne zêdebûnê heye. Dîsa riya flamîngo Çelebîbag a Erdîşê jî ji ber heman sedeman bi hişkahiyê re rû bi rû ye.”

"Divê tedbîr bên girtin”

Arzu Dînçer destnîşan kir kuu ji bilî qirêjiyê ji ber hişkahiya tê jiyîn di golê de vekişîneke cidî tê jiyîn, bal kişand ku hopikên li derdora golê jî hişk bûne. Arzu Dînçer herî dawî wiha got: “Li kaniya Şamranê, Akgol, Degirmigol, gola Sîhke, bendava Zernek, bendava Karasu û bendava Erdîşê ya Wanê ji ber hişkahiyê av hatiye kişandin. Ji ber hişkahiya Gola Wanê, li gelek deverên golê giravên biçûk çêbûne û li Elcewaza Bedlîsê bû sedama çêbûna mîkroban. Şiliya kêm a demsalê bandoreke neyînî li ser çerxa herêmê dike. Di vê dema em bi pêvajoyên xetera hişkahiyê re rû bi rû dimînin de, divê ji ber kêmbûna baranê, bi awayekî xwezayî jî em tedbîran bigrin.”