Gola ku bi baranê zindî bû bi germahiyê re careke din zuha dibe

Bi barana zêde ya zivistan û biharê re av ket hinek beşên Gola Urmiyeyê û hêviyan zindî kir lê belê bi hatina Havînê re careke din asta avê kêm bû ev yek jî nîşan dide ku heta polîtîkayên li ser avê neguherin çareserî nabe.

 ZÎLAN ATMANÎ

Urmiye Berf û barana ku îsal zêde bû, wekî gelek cihan, beşek Gola Urmiyeyê tije av kir lê Benderên Qobadlo ya li başûr rojhilatê golê, Rahmanlo û Danaloyê, keviyên li rojhilat û derdora herêmên weke Îskeleya Ax Gonbad, tevî baranê jî bi temamî zuha man. Li van qadan bi kîlometreyan av tunebû. Li gorî pêvandinên ku hatin kirin, di destpêka meha Hezîranê de nêzî 4 milyar metrekup av ket Gola Urmiyeyê. Baran û berfa ku di pênc salên dawî de herî zêde bû, bû sedema vegera çûkên koçber û hinek cureyên ku di di ekosîstema golê de dijîn.

Piştî berf û baranê gol bi av, hatina çûkan û şînahiyên li derdorê careke din zindî bû vê yekê hêviyên ku dibe Gola Urmiyeyê bikeve rewşa xwe ya berê zêdetir kir lê ev hêvî nedomiya. Piştî çend rojan asta avê careke din kêm bû û her ku hewa germ bû erda golê careke din bû cihê xwê û kortaleke zuha. Tê gotin ku dê heta dawiya meha Cotmehê bidome û heta wê demê herî kêm milyar û pêncsed milyon metrekup av bibe hilm.

Bikaranîna ji bo çandiniyê bandoreke neyînî dike

Yek ji faktorên ku bû sedema zuhabûna golê, gera qeyîkan a li quncikê ava nêzî pirê bû. Bi vê yekê xwestin birînên kûr ên golê û cihên zuhabûyî veşêrin. Çavkaniyên sereke yên ava gola bi xwê, çemên Gadar, Nazlu, Mahabad, Baranduz, Zarrineh Rud û Simineh Rud, bi destpêka demsala çandiniyê re, ji bo çandiniyê tên bikaranîn û bi tunebûna mekanîzmayên pêşîgirtinê, ji nîvî zêdetir av ber bi rehên golê ve diherike.

Plana bendavê fikaran çêdike

Li ser Çemê Baranduz ê li Urmiyeyê, bi 90 bendavan re bi avakirina bendaveke din re fikar zêde bûn. Vê yekê ji bo aktivîstên hawirdorê bû sedema fikareke nû. Aktivîsta hawirdorê Kzhal K. got: “Hecma ava vî çemî, di barîna zêde ya weke îsal ji ber ku li cihên bilind bû sedeme cemedê, pêvajoya restorasyonê asteng bû.

Mînak ger ava rûbarên Mahabad an jî Zarrinehê, ji bo çandiniyê zêdetir werin bikaranîn dê ji nîvî zêdetir çavkaniya ava rûbar, rasterast birije nava golê û ger li ser vî rûbarî bendaveke were çêkirin dê Gola Urmiyeyê ber bi tunebûnê ve biçe.

Nabe ku bigihîje rewşa xwe ya berê

Gola Urmiyeyê ya xwedî 5 hezar kîlometrekare, ji bo bigihîje rewşa xwe ya berê divê ku hecma avê nêzî 15 milyar metrekupe be. Bi awayekî din, ji bo berdewamiya asta ekolojîk tê texmînkirin ku nêzî hezar û 274 metre ye. Vê hejmarê, nîşan dide ku pir zor e gol bikeve rewşa xwe ya berê.

Li Îranê ji aliyê hikumetê ve heta îro tevî projeyên ku ketine meriyetê jî, ji ber pirsgirêkên pergalî û neketina meriyetê ya polîtîkayên restorasyonê, hewldanên rizgarkirina Gola Urmiyeyê bi ser neketin.

Xetera zuhabûna didome

Şînbûna hinek beşên Gola Urmiyeyê, ji başbûnek zêdetir rewşeke demborî ye. Di beşek mezin a golê de jî xetera zuhabûnê didome. Di nirxandinên li ser pêşeroja golê de cudahî hene, hinek pispor diyar dikin ku êdî restorasyon ne pêkan e. Hinek jî dibêjin ku gol tenê bi bikaranîna bendavan û bi rêkûpêkirina bikaranîna ava çandiniyê, dibe ku ji nû ve gol bikeve rewşa xwe ya berê. Divê were gotin ku herdu faktor jî hê di planên rêveberiyê de cihekî cidî negirtine.