Gola Bîsotun a li Kirmanşanê jî bi temamî ziwa bû!
Bi temamî ziwabûna Gola Bîsotun a li Kermanşanê, kûrahiya krîza avê ya bajar radixe ber çavan. Pispor diyar dikin ku hişkesaliya mayînde gelek bi hêz bûye û herêm rûbirûyî xeteriya ekolojîk e.
NASIM EHMEDÎ
Kirmanşan – Di hefteyên dawî de nûçeyên bi temamî ziwabûna Gola Nîlûfer, hişyariyên derbarê qada avê ya Hashilan hatiye asta xeternak, pirgirêka krîza avê ya li bajarê Kirmanşan ê Rojhilatê Kurdistanê ku herku diçe kûr dibe, carek din bû rojev. Ragihandina bi temamî ziwabûna Gola Bîsotun ku yek ji sembolên dîrokî û xwezayî ya herêmeye, li bajar asta alarmê hê mezintir kir.
Gola ku li qûntarê çiyayê Bîsotun û di nava qada mîrasa dinyayê ya Bîsotun de cih digre, salên demdirêj di çavkaniya ava çandiniya gundên derdor de rolek girîng listiye û di sala 2001’an de kete lîsteya bîrdariya netewî ya Îranê. Di salên 1930’an û 1940’an de li ser çavkaniya ava herêmê golek biçûk hate avakirin, piştre hate berfirehkirin û dîtîna mezin a îro girt. Gola Bîsotun ku bi şûnwarên dîrokî yên di demê Med, Ahamenîş, Part, Sasanî de tijî ye, yek jî parçeya herî girîng a Kompleksa dîrokî ya Bîsotun ava dike. Ev girîngiya arkeolojîk û çandî ya herêmê, di sala 2006’an de bi ketina Lîsteya Mîrasa Dînyayê ya UNESCO di asta navnetewî de hate tacîdarkirin.
Kêmbûna asta avê, di hilberîna çandiniyê de xeteriyê zêde dike
Ziwabûna Gola Bisotun, ne tenê bandorê li girîngiya dîrokê herêmê dike, di heman demê de raste rast gefê li qadên çandiniyê dixwe ku gol bi salane çavkaniya avdana çandiniyê dike. Kêmbûna cidî ya di asta avê de, xeteriya kêmbûna çandiniyê zêde dike, çavkaniya debarê yê gelê herêmê jî dixe xeteriyê. Li gel vê tinebûna golê, di aliyê ekosîstema herêmê de gefek mezin ava dike. Windabûna hatina avê, rê li ber tinebûna nebatên derdor û cûrên ajalan dike. Xirabûna zivrîneka jiyana xwezayî, îhtimala hilweşîna ekosîstema Bîsotun bihêz dike. Hişkesaliya di golê de tê jiyîn, ne tenê jiyana ajalên avê dixe xeteriyê, çûkên girêdayî çavkaniyên avê û ajalên din ên bejayê jî ji bandorên nerênî yên hişkesaliyê bi awayek cidî bandor dibin. Bi vî awayî hem hevsengiya cûrbûnên biyolojîk û ekolojîk ên herêmê bi lez lewaz dibe.

Îhtimala bi temamî tinebûna golê
Midurê baregeha Bisotun, Samet Ejafî, diyar kir ku gol beriya du salan bi temamî ziwa bûye, piştre bi baranên werzî, bi awayek demkî cardin av girtiye. Samet Ejafi got ku îsal gol cardin bi temamî ziwa bûye, kêmbûna demê di navbera demên hişkesaliyê de, hişkesaliya mayînde bihêz kiriye. Ji ber vê di demek nêz de îhtimala tinebûna Gola Bisotune, êdî ne senaryoyek dûr e.
Ev krîz tenê bi Gola Nîlûfer û Bîsotun re ne sînordar e. Serokê Daîreya Parastina Hawirdor a bajar Saeed Dezfulinejad, destnîşan kir ku li gelemperî Kirmanşanê, gelek av bi temamî ziwa bûne an jî hatine ber ziwabûnê. Daxuyaniyên rayedaran û rewşa heyî, xelaya avê ku li herêmê tê jiyîn, tenê gefê li ekosîstema xwezayê nake, di hema demê de bi awayek berfireh potansiyela rê li ber vekirina encamên civakî, aborî û hawirdor dihilgire, radixe ber çavan.
Xelaya avê ya li herêmê, bû sedem bigihe asta hê girantir
Her çemd hinek rayedar tişên tên jiyîn wek ‘hişkesaliya demkî’ bi nav dikin jî, daneyên heye berevajî vê rewşê nîşan dide. Midurê Giştî yê Daîreya Meteorolojiyê ya Bajr Alî Mihemed Zuravand îfade kir ku ev peyîz weke werza herî hişk ya 40 salên bûrî kete qeydan. Li gorî pisporan ev tablo, hem guherîna avhewayê û hem jî encamên xetayên rêveberiya çavkaniyên avê ku ev demek dirêje didome û rewşa hawirdor ya bajar gihaye astek krîtîk.
Zêde bikaranîna çavkaniyên ava bin erd, nebûna planek demdirêj ji bo parastina golan û ne cidîgirtina hişyariyên pisporên hawirdor, rê li ber bi lez xilasbûna çavkaniyên ava Kirmanşanê vekir. Kirmanşan ku demkê weke ‘welatê avê’ dihat binavkirin, îro jî vê mîrasa xwe ya çandî û xwezayî winda dike. Tinebûna Gola Bisotun, ne tenê bûyerek hawirdore, di heman demê de di asta sembola hilweşîna bînyada xwezayê bi qonax e. Ziwabûna vê gola ku di lîsteya mîrasa netewî û navnetewî de qeydbûyî, nîşan dide ku krîza avê li herêmê êdî ne demkiye, gihaye asta mayînde.
Debe ku ji ber xeleya avê koç destpê bike
Ger rewş wiha bideome, ziwabûna gol û çavkaniyên din ên avê bi awayek mayîn, ne tenê îhtimaleke, di heman demê de weke dawiyek jêneveger tê nirxandin. Ev tablo gefê li ewlehiya çandinî û ava herêmê dike, şertê debarê ya bi hezaran malbatên gundewar jî bi awayek cidî dixe xeteriyê. Di demek nêz de li gundên ku girêdayî çavkaniyê avê ne, dibe ku koçên neçarî bên jiyîn. Pêlek wiha ya koçê, wê tenê pergala herêmê ne guhere, li giştî bajar û welat de wê rê li ber zextên aborî û çandî veke.
Xistina Gola Bîsotun di lîsteya golên ziwa ya li bajar de, weke nîşaneyak ku Kirmanşan ketiya krîzek kûr a avê tê dîtin. Qêrîna bêdeng a Bîsotun, asta hişyariya dawî hildigire. Ger ev hişyarî neyê dîtin, êdî golek ku winda bikin namîne.