“Geliyê Godernê” ya bi bedewiya xwe ya bêhempa mirovan heyran dihelê, dê di bin avê de bimîne!

Arjîn Yildirim diyar kir ku ji ber Bendava Farqînê ya ku tê plankirin dawiya vê salê bê temamkirin dê ekosîstem zirarê bibîne û bal lê kişand ku ger Geliyê Godernê dibin avê de bimîne, dê jîngehên gelek cureyên zindiyan tune bibe.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed - Bendava Farqînê ya ku di navbera Farqîn û Qulpê de çêkirina wê didome, tê payîn ku dê dawiya îsal bikeve meriyetê. Bendava ku weke dûyemîn projeya herî mezin a Tirkiyê tê zanîn û ji 8 bendav û 23 tesîsên avdanê pêk tê,  wê bibe sedema ku Geliyê Godernê ya dîrokî û bi dehan gund li bin avê bimîne. Bendava ku rûxmê bangawaziyên jîngehparêzan çêkirina wê berdewam dike, wê zirar û ziyanek mezin bide awhevayê.

Ji bo mêtîngeriyê, xweza tê talankirin

Ji endama Komeleya Ekolojiyê ya Mezopotamyayê Arjîn Yildirim a ku em bi wê re li ser bendava ku tê payîn bi temambûna dawiya îsal re bikeve fealiyetê axivîn, da zanîn ku îfadeyên rayedaran ên ji bo bendavê yên wekî "Dêşta bejî dê bi avê re rû bi rû bimîne", "Em ê di çandiniyê de bibin dêwên cîhanê" an jî "Pêdiviya me bi enerjiyê heye" ji bo pêşîgirtina bertekan e. Arjîn Yildirim, balkişand ku ji bo kedxwarî xweza tê talankirin û diyar kir ku argumanên ji bo vê talanê tên bikaranîn her tim eynî ye.

Arjîn Yildirim, da zanîn ku bi bendava ku bê çêkirin re dê li herêmê beriya avhewa û ekosîstema avahiya demografîk biguhere, diyar kir ku bi temambûna bendavê re dê bi sed hezaran kes neçarê koçberiya bi darê zorê bê kirin. Arjîn Yildirim, ger pêvajoya îstîmlaka bi dixwaz encam nede  îmhakirina bi dilxwazî ​​têk biçe, dê madeya berjewendiya giştî bikeve meriyetê û ger ew jî nebe dê bi gelemperîkirina lez û qadên jiyanê yên mirovan were desteserkirin.

“Tê xwestin ku cotkarên biçûk ên çandiniyê dikin bên tunekirin”

Arjîn Yildirim diyar kir ku bi girtina bendavê ya avê re hilberîna çandiniyê ya herêmê jî tune bibe û wiha axivî: “Hewl tê dayîn cotkarên piçûk ên ku bi pêngava di çandiniyê de yekbûyîn re, bi qasî ku pêkan e çandiniya xwezayî û sewalkariyê dikin, bên tunekirin. Qadên jiyanê bi tevîhevkirinê re tên mezinkirin û ji bo sermaye xebatên binesaziyê tên kirin.”

“Dê ekosîstem zirarê bibîne”

Arjîn Yildirim balkişand Geliyê Godernê ku bi bedewiya xwe ya dîrokî û xwezayî tê naskirin jî bi dawîbûna bendavê re dê di bin avê de bimîne, da zanîn ku li geliyê gelek cureyên nebatên endemîk û zindî dijîn. Arjîn Yildirim der barê girîngiya geliyê ku dê tunê bibe de ev tişt anî ziman: “Bi gelemperî geliyan korîdorên firîna çûkan in û di qadên daristanî yên li wir de li ser rêyên koçê navendên bêhnvedanê ne. Heşandina (dolgu) ku dê bi Bendava Farqînê re çêbibe, dê daristanan tune bike, korîdor tijî bike û korîdorên jiyanê yên çûkan jî ji destê wan bê girtin. Jîngehên xwezayî yên beraz, rovî û bi dehan cureyên (sürüngen) dê di bin avê de bimîne û şansê wan ê jiyanê nemîne. Ev gola bendavê ku xwedî pîvanek mezine di asta mîkro de bibe sedema guherîna avhewa û tevahiya ekosîstem dê jê zirarê bibîne. Dê rejîma baranê biguhere, asta şilîbûnê zêde bibe û helbet tunebûna cureyên endemîk dest pê bike. Ji ber ku cureyên endemîk; cureyên ku ji tav, av, hewa û axê ya wê herêmê avabûne ne.”

“Divê talan û wêrankirin bê rawestandin”

Arjîn Yildirim di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Divê vê wêrankirin û talankirina Geliyê Godernê ya bi awayekî xemsar bê rawestandin û ev qada ku piraniya 10 krîterên UNESCO’yê pêk tîne, bi serlêdanek lez were parastin.”