Dêra Elîbîskê dewlemendbûna dîroka Efrînê nîşan dide
Ji bermahiyên dîrokiyên herêma Efrînê dêra gundê Elîbîskê ya navçeya Recoyê.
HESNA MIHEMED
Şehba- Piştî Şoreşa Rojavayê Kurdistanê û avabûna Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li Efrînê gelek cihên dîrokî yên hatine jibîrkirin û îhmalkirin bi lêkolîn û xebatên komîteyên berpisyarî wek Kargeriya Şûnwaran hatin keşifkirin. Yek ji wan cihan jî dêra gundê Elîbîskê ya navçeya Recoyê ye lê ji aliyê rejîmê ve ev cihê dîrokî hatibû jibîrkirin. Ev dêr li gorî lêkolîn û dîrokê vedigere dîroka Bîzansê. Cihê dêrê 10 km. ji navenda navçeya Reco, 15 km. ji gundê Elîbîskê û ji navenda bajarê Efrînê 35 km. dûr e.
"Dêra Elîbîskê vedigere dîroka Bîzansiyan"
Bîzansî parçeyek ji Impratoriya Romayê ne û bi îbadkirina ola Xirîstaniyan dihatin naskirin. Impratoriya Bîzansî di sala 330'an de piştî zayinê hat avakirin û di sala 1543'an de piştî zayînê bi destên Împratoriya Osamanî hat tunekirin. Împratoriya Bîzansê li gelek deverên cîhanê hukmê xwe meşand bi taybetî li Sûriyeyê, di demên ku Bîzans li Sûriyeyê man gelek cihên dîrokî, olî û sembolên ku nîşanî nasnameya wan dikin li tevahî deverên Sûriyeyê ava kirin û weke dîrok li şûna xwe hiştin. Yek ji wan cihên dîrokî dêra gundê Elîbîskê bû ku dîroka wê vedigere Împratoriya Bîzansî.
"Bi tabloyên mozaîk hatibû xemilandin"
Di çarçoveya kar û xebatên kargeriya şûnwaran a herêma Efrînê yên ji bo derxistina cihên dîrokî yên veşartî û hatine jibîrkirin, kargerî gihîşt dêra gundê Elîbîskê ya ku bi hezaran salan hatiye jibîrkirin. Ev dêr di sala 2015'an de bi riya lêkolîn û kolandinê hat keşifkirin. Ji ber ku ev cih di nav herêmeke çiyayî de ye û nêzî sînorên dewleta tirk e û dikeve ser deştên Tirkiyeyê, kargeriya şûnwaran ji bo ku cihê dîrokî ji dizî û xirakirinê biparêzin dîwar li derdora dêrê girtin her wiha bi peykerek metalî ser wê girtin.
Dêra Elîbîskê erdê wê bi gelek tabloyên mozaîk hatibûn xemilandin, di van tabloyan de neqşeyên mîna lawir, nebat û geometrî hatibûn neqişkirin. Ev neqş jî li gorî lêkolînê vedigere Împratoriya Bîzansê dema ku li deverên Sûriyeyê mane ev dêr ava kirine da karibin bi ola xwe îbadet bikin û heya niha weke dîrokek hatiye pênasekirin.
"Çewisandinê li ser nasnameya herêmê ferz dikin"
Piştî ku dewleta tirk û çeteyên wî şerê xwe li ser herêmê anîn û ew dever dagir kirin êdî dest bi dizî û talankirina cihên dîrokî kirin, bi armanca çewisandina nasnameya herêmê. Di dîroka 3'ê Îlona 2020'an de û li gorî çavkaniyên herêmî hat diyarkirin ku cihê arkeolojîk ê li gundê Elîbîskê bi riya rakirina peykera madanî hatiye dizîn û tabloyên mozaîk jî hatine derxistin û firotin. Ji destpêka êrîşên dewleta tirk a dagirker ve li ser axa Efrînê cihê dîrokî yê gundê Elîbîskê rastî şer û pevçûnên giran dihat. Ji ber êrîşên ku li ser herêmê hatine kirin Kargeriya Şûnwaran nikaribû lêkolênên xwe berfirhtir bike li ser dîroka dêra Elîbîskê.
"Gelek parçeyên dîrokî hatin keşifkirin"
Der barê cihê dîrokî yê gundê Elîbîskê de rêvebera karkgeriya şûnweran a herêma Efrînê Esmehan Ehmed ev tişt bi lêv kir: "Dema ku ji aliyê hin kesan ve kolandin ji bo dîtina şûnwaran dihat kirin, hin gundiyên Elîbîskê em agahdar kirin, ji ber vê yekê me ekîpek xwe ya pispor ji bo ku ev cih bê keşifkirin ava kir. Ev cih nêzî gundê Elîbîskê yê navçeya Recoyê ye, di heman demê de nêzî sînorên dewleta tirk a dagirker e. Di encama lêkolînê de tabloyên mozaîk derketin, ev tablo jî li gorî lêkolînê vedigerin serdemên Bîzansê, bi xwe ev cih jî weke dêr hatin keşifkirin. Dêra Elîbîskê rastî gelek binpêkirin û kiryaran di demên kevnar de hatiye. Ji bilî tabloyan dîwarên kevnar jî hatin derketin. Li ser tabloyan wêneyên lawir û nebatan hatine çêkirin. Her cara ku me lêkolîn dikir parçeyên dîrokî bi me re derdiketin. Ji bo ku em wê cihê biparêzin ser û derdora wê giştî hat girtin, ji ber ev dêr di nav eraziyek de bû û di heman demê de ji sînor nêz bû, armanca me bi parastina wê ku di demên pêş de lêkolînerên navneteweyî jî derbasî dêrê bibin da ku nasnameya wê nas bikin."
"Tu dewlet helwestên cidî nîşan nade"
Esmehan bal kişand ser kiryarên ku dewleta tirk li dijî dêra Elîbîskê kiriye û ev tişt got: "Dewleta tirk a dagirker piştî Efrîn dagir kir yekem car berê xwe da dêra Elîbîskê û ew rûxand. Li ser kiryarên dewleta tirk û çeteyên wê belge di destên me de hene. Parçeyên dîrokî ku di dêrê de hatibûn kişfkirin hatin dizîn û firotin îsbatên ku dêr aîdî herêmê ye û cihekî dîrokî ye li gel me hene em dikarin piştî vegera Efrînê ji dewletên navneteweyî bixwazin vegerînin ji ber ku ji kîjan dewletê yan bajarê hatibin firotin em tabloyên xwe nas dikin. Tevî rapor û belgeyên ku em ji dewletên navneteweyî re dişînin jî tu helwest li hemberî kiryarên dewleta tirk ên di cihên dîrokî de tên kirin nîşan nedane."