Cûmana Xelîl: Armanca komeleya me parastina şûnwarên dîrokî ye

Seroka Komeleya Oryant Şerq a Parastina Şûnwarên Sûriyeyê Cûmana Xelîl têkildarî kar û xebatên komeleya xwe got: “Hezkirina min a ji şûnwar û cihên dîrokî re bû sedem ku ez xebatekî wisa bi pêş bixim. Armanca komeleya min parastina şûnwarên dîrokî ye.”

ROJ HOZAN

Qamişlo-Li Sûriyeyê gelek cih û şûnwarên dîrokî hene destnîşanî dewlemendiya şaristaniya wê dikin. Her wiha destnîşanî jiyana hevpeş û hevpariya çanda mirovahiyê dikin. Her çiqas dem û zeman derbas bibe jî ew şûnwarên ku mirovên berê li pey xwe hiştine tên dîtin der barê wan de dîrokek xwedî taybetmendiyên cuda derdikeve pêş. Bi şerê li Sûriyeyê re gelek şûnarên dîrokî hatin rûxandin, dizîn û firotin her wiha gelek cih û girên dîrokî bê parastin man vê yekê hişt ku destdirêjî li ser şaristaniya mirovahiyê bê kirin. Cûmana Xelîl a bi temen 22 salî li bajarê Qamişlo-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijî. Cûmana xwendekara zanîngeha Firatê ye beşa bazirganî û aborî dixwîne. Her hezkirina wê ji zaroktiyê ve ji şûnwarên dîrokî re hebû û dixwest wê xeyala xwe pêk bîne. Di sala 2020’an de Cûmana bi komek hevalên xwe re Komeleya Oryant Şerq a Parastina şûnwarên Sûriyeyê ava kir û rêveberiya wê dike. Armanca komeleya wê parastina şûnwarên dîrokî ye her wiha ji nûverastkirin, rêzkirin û belgekirina wê ye. Têkildarî naskirina kar û xebatên komeleyê Seroka Komeleya Oryant Şerq a Parastina Şûnwarên Sûriyeyê Cûmana Xelîl ji me re axivî.

“Armanca komeleya me xwedîderketina li şûnwarên dîrokî ye”

Cûmana Xelîl hezkirina xwe ya ji şûnwarên dîrokî re anî ziman û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Hezkirina min ji şûnwaran û cihên dîrokî re bû sedem ku ez xebateke wisa bi pêş bixim. Ji ber ku hezkirina min ji zaroktiyê ve hebû min dît ev erka min e ez şûnwarên herêma xwe bidim nasîn û biparêzim. Jixwe  armanca komeleya min jî wiha ye rêzkirin, belgekirin û rastkirina van şûnwaran e. Me dît di êrîşên DAIş’ê de li ser herêmên me gelek gir û şûnwarên me hatine dizîn, rûxandin û windakirin ji bo wê min xwest ez ji nû ve li van şûnwaran xwedî derbikevim. Niha jî li bajarên dagirkirî weke Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî gelek berhemên li şûnwaran tên dizîn û li derve tên firotin ev kiryar destdirêjiya li ser şaristaniya mirovahiyê ye. Pêwîst e em hemû derfetên xwe bikin xizmeta parastina dîrok û çanda xwe. Ji ber ku mirovên bê dîrok wê bê pêşeroj jî bin û şûnwarên me destnîşaniya dîroka me ne.”

“Komeleya me li cihên dîrokî xebateke girîng da meşandin”

Cûmana Xelîl bal kişand ser kar û xebatên ku heya niha komeleya wan dane meşandin û wiha pêde çû: “Di navbera du salan de komeleya me gelek kar û xebatên girîng û bi encam dan meşandin. Destpêkê me hemleya danasîna şûnwaran da birêvebirin der barê vê yekê de li gundewarên derdora girên dîrokî me semîner li ser girîngiya parastina şûnwaran dan. Her wiha me li cihên dîrokî weke Til El-Bêder, Girê Mozan xebateke girîng da meşandin der barê wê de me şûnwarên wê ji nû de rast kirin û komî hev kirin. Karê me yê din jî rêzkirin û belgekirina mîsyonên derve yên berî sala 2011’an li herêmên me kar dikirin, ji ber piştî 2011’an tu mîsyonên derve li vir der barê şûnwaran de kar nekirine. Em dixwazin şûnwarên berê ji aliyê mîsyonan ve hatine dîtin ji xerakirinê werin parastin û bi alîkariya Desteya Şûnwaran me ev xebatên xwe bi pêş xist. Niha em bi riya hedefgirtina dibistanan dixwazin zarokan jî hînî şûnwarên wan ên dîrokî bikin da zanebûneke wan ji dîroka herêmê re çêbibe der barê vê yekê de me bi alîkariya mamosteyan semînerên bi rengê wêne ji cihên dîrokî pêşkêşî zarokan kir. Her wiha hin caran em zarokan dibin cihên dîrokî da ku bi rastî xweîderketinek ji nifşê pêşrojê jî hebe. Piştî van hemleyên me gelek alîkarî ji aliyê gel ve ji bo me hatin pêşkêşkirin. Êdî gelê herêma me bi xwe di zanebûna parastina şûnwaran de ye em bi hêvî ne wiha berdewam bike.”

“Hebûna me bi saya dîrok û şûnwarên me ne

Cûmana Xelîl plansaziya komeleya xwe ya parastina şûnwarên li Sûriyeyê eşkere kir û wiha bi dawî kir: “Jixwe yekemîn navenda belgekirinê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê komeleya me ye. Plansaziya me ya dema pêş jî heye ku bi rastî em bikaribin xwe bigihîjînin hemû cihên dîrokî û şûnwarên wê biparêzin. Hebûna me ya îro bi saya şûnwarên me ye, bi saya dîroka me ye. Şûnwar ne tenê parçeyên dîrokî ne, di hundirê xwe de şaristaniyeke tijî zanist dihewînin.”