Cegerê Tirkiye tê vemirandin

Li gelek deverên Tirkiye êşa şewatên daristanan dom dike. Di dema ku cegerên welêt têne vemirandin de hemû daxuyaniyên siyasî li ser nebûna mûdexeleya bilez a agir tên nîqaş kirin. Şewat çima û çawa dest pê kir? Çima nehat mudaxele kirin? Daxuyaniyên çawa hatin dayîn? Em di nûçeyên xwe de li bersivên van pirsan geriyan.

SARYA DENİZ
Navenda Nûçeyan - Tirkiye ji 28’ê Tîrmehê vir ve bi şewata daristanan re rû bi rûye. Şewatên daristanan li zêdeyî 100 deverên welêt belav bû û hîn jî li hinek deveran bandora wê dom dike. Di şewatê de 8 kesan jiyana xwe ji dest da. Bi hezaran ajal mirin û daristan hemû bûn xwelî. Çima û çawa şewat derketin û çawa hat mudaxelekirin, vegotinên rayedaran gelek hatin nîqaşkirin. Di şewata ku cegere Tirkiyeyê têde bû xwelî de gelek lawazî derketin pêş. Wiha xûyaye ku wê ev îdea demek dirêj werin axaftin.
Emê di nûçeya xwe de, balê bikişînin li ser pêvajoyê ka çawa tê meşandin û çi diqewime. Îdîa hatin kirin ku şewat ne di guheztina avhewa yan jî bi qeza di encama sabotajê de derketiye û di medyaya civakî de gelek parve kirin hatin parvekirin. Lêpirsîn hat vekirin ku şewat ji ber sabotajê çêbûne. Lêpirsîn hîna jî berdewam dike.
Îdîayên sabotaj û avadan
Serokkomarê Tirk Recep Tayîp Erdogan di daxuyaniya xwe ya dawî de ragihand ku li ser îdîayên sabotajê lêpirsîneke berfireh dane destpê kirin. Erdogan got ku ger ev îdîa di encama lêpirsînê de werin piştrastkirin, dê bersûc bi sezayê herî giran were sezakirin. Sozên Erdogan ên ku ji bo şewitandina zindiyan tezmînata darayî bidin rastî bertekan hatin.
Îdiaya sabotajê jî li ser fikarên ku wê herêmên şewitandî ji nû ve bên vekirin, hat avakirin. Lêbelê, ev îdiayane bi bîranîna pratîkên berê têne eşkere kirin. Di vî warî de hêj delîlek berbiçav anjî lêpirsînek tuneye.
Derbarê îdîayan de, Wezîrê Karên Hundir Sûleyman Soylu diyar kir ku wan "nêzî 300” agahdarî girtine û ew van agahiyan dinirxînin.
Îfada û nijadperestiyên ku ji şewatê hatin
Di rojên destpêkê ya şewatê de îdiaya PKK’ê hat kirin. Ev îdîa li ser medyaya civakî pir belav bû. Ev îdîa di çapemeniya nivîskî û dîtbarî de jî cih girt.
Hat ragihandin du PKK!’yiyên ku li navçeya Turgutluya Manîsayê hatine girtin "dema ku li 3 parêzgehan ji bo şewitandina daristanan keşf dikirin" hatin girtin. Lê belê ev nûçe ji aliyê Walîtiya Manîsayê ve hat derewandin. Piştî bomberdûmanên bi vî rengî yên li ser medya civakî, gelek nivîsên nîjadperest ên li ser Kurdan cihê xwe girtin. Vîdyoyek ku tê îdîakirin kêliyên ku agir bi dironê li daristanan reşandiye , hate parve kirin.
Melih Gokçek: “Kesên alçak bi dironan şewat derdixin Li çepê vîdyoyê binihêrin, hûn ê lingê dironê bibînin.” piştî ku Midûriyeta Giştî ya Ewlekariyê (EGM) ragihand ku têkiliya dîmenan bi Tirkiyeyê re tune ye ew video hate rakirin.
“Dereng mûdaxeleya şewatan hat kirin”
Wezareta Çandinî û Daristanê bi Komeleya Hewayî ya Tirkiyeyê (THK) ji ber ku di mûdexalê şewatan de dereng man e, bû cihê rexneyan. Bi taybetî hejmara balafirên vemirandina agir li Tirkiyeyê têrê nekir ango nebû. Wezîrê Çandinî û Daristanê Bekir Pakdemirli daxuyanî da û got ku di envantera wezaretê de agirkuj û helîkopter tune ye. Di derbarê çend wesayîtên destwerdanê de jî agahiyên nakok hatin dayîn. Li gorî daxuyaniya nivîskî ya THK’ê ku di 29’ê Tîrmehê de dabû, sê balafirên Tirkiyeyê hene ku ew dikarin ji bo mûdexelaya şewatan bi kar bînin. Lêbelê, THK paşê diyar kir ku ‘bi tevahî 20 balafir’ ji bo vemirandina şewatê hatine bikar anîn. Li aliyê din jî, di daxuyaniyên cihêreng de, tê fêm kirin ku balafirên mijara gotinê balafirên Rûsî ne ku ji hêla THK ve hatine peyda kirin.
Daxuyaniyên nakok
Wezîr Pakdemirli di daxuyaniya xwe ya din de jî îdîa kir ku balafirên THK ji bo mûdaxaleya şewatan nayên bikaranîn ji ber ku kapasîteya wan têrê nake. Piştre, Serokomar Recep Tayyîp Erdogan piştî lêkolînên xwe yên li navçeya Manavgat a Antalyayê, ku şewata daristanan lê dewam dike, daxuyaniyek da û got: “Sedema sereke ya pirsgirêkên balafiran ewe ku THK nekarî fîloya xwe nû bike. Hejmara balafirên me bi balafirên ku ji Ukrayna, Rûsya û Azerbaycanê û di kêliya dawî de ji Iranê tên zêde bûye. Emê bi xurtkirina fîloya xwe ya ji bo vemirandina şewata daristanan bidomînin.” Li gorî daxuyaniya Erdogan a ji rojnamevanan re, hejmara helîkopterên hatine bikaranîn 452, hejmara balafiran jî di 30'ê Tîrmehê de 5-6 e. Li gorî daxuyaniya herî dawî ya Serokatiya Ragihandinê ji 2’ê Tebaxê vir ve, ‘16 balafir, 9 IHA (firokeyên bêmirov) û 52 helîkopter’ mûdaxaleyî şewata daristanan kirine.
Xebatên vemirandina şewatê yên di sala 2019’an de hatîn taybetkirin
 
Ji aliyek din ve, nûçeyên di derbarê vemirandina agir de di çapemeniyê de nîqaş gelek mezin kirin. Nivîskarê Rojnameya Cumhuriyetê û Nûnerê Tele1ê yê Egeyê Tuncay Mollaveisoglu di hevpeyvîneke televîzyonî de îdia kir ku; ‘Xebatên vemirandina agir di sala 2019’an de hatine taybetkirin.’ Agirê daristanê yê ku di sala 2019’an de li Muğlayê qewimî bi bîr xist û îdîa kir ku "Wezareta Daristanê xebata vemirandina agir ji THK girt û li şûna wê pargîdaniyên taybetî anî.
Wezareta Çandinî û Daristanê ev îdîaya taybetkirinê red kir.
Agir gihişt santrala termîkê
Di şewata daristanan de yek ji mijarên ku herî zêde tê nîqaşkirin santrala termîkê bû. Şewat li Santrala Termîk a Kemerkoyê ya li Örenê jî belav bû. Di daxuyaniya şîrketa santralê de hat gotin ku “Li dijî belavbûna şewatê ya santralê tedbîrên pêwîst hatin girtin.” Lê belê, ne wisa bû. Li pey hev teqîn çêbûn. Taxên nêzî termînalê hatin valakirin. Pisporan diyar kirin ku di hundirê santralê de madeyên teqîner ên dijwar hene. Ya herî xeternak gaza hîdrojenê ye, ku ji bo hênikkirina jeneratoran tê bikar anîn. Gaza ji santrala hîdrojenê ji bo karanîna paşê di tangan de tên hilanîn. Ger agir bi van tankan bikeve, ev tê wateya felaketek mezin. Rayedarên Santrala Termîkê ya Kemerkoyê agahî parve kirin ku tank hatine valakirin û av li şûna wan hatiye danîn û ev xeterî hatiye astengkirin.
Bihezaran qadên hêktar şewitî
Li gorî daneyên Midûriyeta Giştî ya Daristanan, di navbera salên 2011-2015'an de her sal 2 hezar û 319 şewat derdikevin. Di van şewatan de, 6 hezar û 371 qada hêkdar a daristanê wêran dibin. Hejmara navîn a salane ya şewatê di navbera salên 2016 û 2020 de 2 hezar û 770 e. Hejmara qada daristanî ya di van salan de şewitî gihaye 11 hezar û 818’an. Tenê di sala 2020’an de, 3,399 şewat derketin. 20 hezar û 971 qada hekdar a daristanê şewitîne. Tê dîtin ku qeyrana avhewa wê kûrtir bibe, tê texmin kirin ku ev hejmar hîn zêdetir bibin.
Bi hezaran ajal mirin
Di şewatan de bi hezaran ajal jiyana xwe jî dest dan. Gelek kes seferber bûn ku ajalan ji şewatê rizgar bikin. Lê belê, di nîvekê de wêneyek mezin ya karesatê heye. Ji ber vê yekê ji bo ajalên ku bi agir bandor bûne çi dikare were kirin?
Ji qada şewatê dûr bixin.
Wê bibin jîngehek germ. (Germahiya laş dadikeve. Her çend li derva germ be jî, jîngehek germ hewce ye.)
• Devera şewitî bi ava germ bişon. (di germahiya 12-18 dereceyan de.)
• Cihê şewitandî veşêrin. (Heke gengaz be, hûn dikarin kincek stewr şil bikin û wê veşêrin.
Serê ajalê bipêçin. ( bi cil û bergan)
• Tevgera wê sînordar bikin. (Hûn dikarin wê bixin nav deverek wekî qutiyek, qefesek.)
• Wê bibin cem veterîner. (cihêki bêdeng û  bê strêsta roniye peyda bikin.)