“Bikaranîna çekên kîmyewî dibe sedema wêranbûna xwezayê”

Li seranserê cîhanê rewşa şer a heyî ku weke şerê cîhanê yê sêyemîn tê binavkirin bandora xwe li ser xwezayê dike. Lewra şerê ku li Kurdistanê tê meşandin û bikaranîna çekên kîmyewî jî dibe sedema wêranbûna xweza û erdnigariya Kurdistanê.

MÎHRÎBAN SELAM KAKAYÎ

Helepçe - Hebûna şer bandorê li zevî û zindiyan dike, madeya kimyewî ya di nav çekan de dema dûmana wê diçe hewa raste rast xweza û avhewa jê bandor dibe. 5’ê Hezîranê roja cîhanî ya xwezayê bû, di vê rojê de li cîhanê di derbarê parastina xwezayê de hîşyarî tên dayin ku xwezayê qirêj nekin, bandora kargeh û otomobilan gelek sedemên din e ku dibe sedemê xweza qirêj bibe. Lê belê sedemê herî sereke yê qirêjbûna xwezayê şerê ku di asta binpêkirina pîvanên mirovahiyê de tê meşandin e. Ev şerê ku bi taybetî li Kurdistanê li welatên Rojhilata Navîn bi armanca mêtingehiya li ser bedewiyên vê erdnigariyê û ji hêla hêzên kurevî yên metînger ve tê rêvebirin, bi qasî ku di asta mafê mirovî de dibe sedemê binpêkirina gelek hiqûqên navnetewî, dibe sedema wêranbûna xweza û erdnigariya van herêman jî.

Li Kurdistanê polîtîkayên talankirin û wêrankirina xwezayê tê meşandin

Di serdema rejîma Baas de, bi karanîna çekên kimyayî li dijî Balîsa, Barzan û Helepçe û komkûjiya xelkên Germiyan û ew şerê çend salan di navbera Iraq û Îranê de bombabarankirin di oparasyonên cûda de li ser Başûrê Kurdistanê berdewam kir. Gelek cûrên çekên kimyayî tên bi karanîn û hemû parçeyên din yê Kurdistanê her tim di bin gefên şer de bûn.

Nîha li Kurdistanê şerek din yê dirêj heye, ew jî êrîş û bombardûmanên dewleta Tirk a li ser çar parçeyên Kurdistanê ye. Her wiha dewleta Tirk ji bikaranîna balefirên bobabarankirinê, heyanî çekên kimyewî û cûreyên din ên çekan bigre heta birîna daran, şewitandina daristanan ziyanek mezin daye xwezayê, jiyan, zindî û hemwelatiyan û bandorek li ser cîhanê û guherîna avhewayê kiriye.

“Şer hersê pêkhateyên jiyanê av,hewa û axê qirêj dike”

Pispora xwezayê Jîno Xalid derbarê qirêjbûna xwezayê de ji ajansa ne NUJINHA re axivî û da diyarkirin ku şer û bombardûman bandorek nerênî li ser xweza û axê kiriye. Jino Xalid destnîşan kir ku ev rewş bandor li ser mirovan, koç û koçberiyê jî kiriye û wiha behsa bandoriyê şer kir: “Hebûna şer bandoriyek nerênî li ser xweza û xakê kiriye, şînatiya xwezayê hişkbûye û bandorek cidî li ser mirovan kiriye û ev yek dibe sedemê koç û koçeberiya mirov û ajalan. Cûrên madeyên kimyayi yên di çekan de heye dema ku dikeve ser ruyê erdê bandorê li xwezayê dike.”

“Çekên kîmyewî bandorê li ser avhewayê dike”

Jîno Xalid bi bîr xist ku di dema rizgariya Iraqê de cûrê çekê bi navê Dipreitid Yuranyum ku yek ji sedemên qirêjkirina hewayê ye û wiha got: “Şer jî bi taybet bandorê raste rast li ser xak û avhewayê dike ji ber madeyê kimyayî li ser xakê dimîne. Şer û bi karanîna çekên kimyayî têkelî ava jêr zevî dibe û bi rêya baranê ava li ser zevî jehr dike û rewşa avhewayê jî têk dide. Ji ber wê jî mirov, zindî û şînatî jê bandor dibin. Bi karanîna çekên kimyayî wisa dike ku xak wêra bibe û pêkhateyên jiyanê yên weke av, hewa û xakê qirêj dike.”