Aktivîsta derdorê Denîz Gumuşel: Darên Akbelen û Cûdiyê yek in

Endezyara derdorê Denîz Gumuşel ku ji ber li dijî jêkirina darên li Akbelenê têdikoşiya hatibû binçavkirin û ketina wê ya Mîlasê hatibû qedexekirin, têkildarî talana tê kirin got: “Hemû daristan, darên li Akbelen û Cûdiyê yek in.”

PELÎN OZKAPTAN

Navenda Nûçeyan – Li daristana Akbelen a li navçeya Mîlasa Muglayê bi hevkariya Lîmak Holding û IC Holding û Enerjiya YK’yê ji bo ocaxa komirê were çêkirin dest bi jêkirina daran hatiye kirin. Bi salan e têkoşîna li dijî vê yekê didome. Şêniyên gundê Îkîzkuylu û parêzvanên jiyan û xwezayê, 4 sal in ji dema ku projeyê dest pê kiriye ve heta niha, hem bi riyên hiqûqî hem jî îdarî çalakiyên xwe yên li dijî talana xwezayê didomînin.

Ji bo ku pêşî li berxwedanê bigrin komên ku daran jêdikin di 24’ê Temûzê de bi gelek komên leşkeran re hatin lê parêzvanên xwezayê yên ku ji gelek bajaran hatibûn, dest bi nobetê kirin. Komên leşkeran bi dijwarî êrîşê berxwedêran kirin, gelek kesên ku di navbera wan de parlamenterên Partiya Çepên Kesk jî hebûn derb kirin. Ji roja ku dest bi jêkirina daran kirine heta niha, gelek kesên ku têdikoşin jî hatin binçavkirin.

‘Bi hezaran dar hatin jêkirin’

Yek ji kesên ku şîdetê dît û hat binçavkirin jî ji Komîteya Derdorê ya Îkîzkoyê Endezyara Derdorê Denîz Gumuşel e. Denîz Gumuşel, dema ku xwest pêşî li jêkirina daran bigre hat binçavkirin û dûre bi biryareke ecêb hat berdan. Ketina Mîlasê li Denîz Gumuşel hat qedexekirin. Denîz Gumuşel diyar kir ku beriya 24’ê Temûzê, 4-5 caran wan jêkirina daran asteng kirine û got: “Di 24’ê Temûzê de bi hêzeke leşkerî ya zêde hatin vê derê û mixabin li dijî wê hêzê me nikaribû pêşî li jêkirina daran bigirta, bi hezaran darên me hatin jêkirin.”

Nobeta li daristana Akbelenê didome

Denîz Gumuşel got ku piştî ketina wê ya Mîlasê hatiye qedexekirin careke din hatine binçavkirin û wiha behsa cezayê ku vê carê danê kir: “Vê carê jî dadgehê qedexeya derketina derveyî welat, şertê kontrola edlî û ketina daristanên Akbelenê qedexe kir. Bi min re ceza dan 6 kesên din jî. Îtiraza min a li dijî biryarê jî hat redkirin. Ji ber wê heta lêpirsîn bi dawî bibe dê qedexe bidome.”

Denîz Gumuşel got ku bi van cezayan armanc ew e berxwedanê bişkînin û wiha domand: “Dixwazin gundiyên Îkîzkoyê bi tenê bimînin. Ji gelek bajarên welat hevalên me hatine vê derê, ji bo ku vê yekê asteng bikin van biryaran didin lê nobet didome, parazvanên jiyanê yên nû tevli çalakiyê dibin.”

‘Darên li Akbelen û Cûdiyê yek in’

Denîz Gumuşel behsa jêkirin û şewitandina darên li daristanên herêma Çiyayê Cûdiyê jî kir û got: “Polîtîkayên dewletê yên şewitandina gund û daristanan ji salên 1980- 1990’an ve didomin. Vê yekê teqtîkeke ji bo çewisandina gel e.” Denîz Gumuşel têkildarî rexneyên ji bo bêdengiya şewitandina daristanên Cûdiyê jî wiha got:

“Ez difikirim ku du sedem hene. A yekemîn; tevî ku gelek kes dizanin xweza yek e, tu cih ji cihekî din girîngtir nîn e jî ji ber tirs û xofê dengê xwe dernaxin. Mînak li Akbelenê têkoşîna li dijî şîrketa Lîmakê hêsantir e. Dema ku hinceta ‘ewlehiya dewletê’ dikeve dewrê gelek kes difikirin ku dema li dijî derbikevin dê ji bo wan xeter be. Ya duyemîn li gorî min hinek kes bawer nakin ku ev qetliam ji aliyê dewletê ve tê kirin. Hê jî xwedî wê ferasetê ne dibêjin qey dewlet diparêze. Dibe ku bibêjin ev yek spekulasyon in lewre propagandayên pir cidî hene.”

Denîz Gumuşel ji bo çareseriya vê yekê jî got: “Her du îhtîmal jî vê yekê nîşan didin; heta ku tekoşîna hevpar tunebe, mirov ne dikarin tirsa xwe bişkînin ne jî ji van manîpulasyonên polîtîk rizgar bibin. Heta ku zimanê me bigere em ê bibêjin hemû daristan, darên li Akbelen û Cûdiyê yek in.”

‘Ev rastiya kapîtalîzmê ye’

Denîz Gumuşel bal kişand ku talana ku ji Derya Spî heta Derya Reş, ji Akbelenê heta Cûdî tê kirin yek ji rastiyên kapîtalîzmê ye û got: “Çawa ku ji bo em bikaribin hilberîna bêsînor bidomînin pêdivî bi madeyek xam heye, kapîtalîzm jî ji bo qezenca xwe qat bi qat zêde bike, xwezayê weke çavkaniya madeya xam a bêsînor dibîne lê di gerdûnê de ji bo her tiştî sînorek heye.”

Denîz Gumuşel diyar kir ku mirov dema cih û warê xwe yê jiyanê winda dikin dest bi têkoşînê dikin, bi demê re jî şiyarî û hestiyarî ji bo her derê bi wan re çêdibe û wiha domand: “Mirov dizanin jiyana bi xwezayê re di nava aştiyê de çi ye yan jî dema ku ew aştî xira bibe jiyan çawa jê bi bandor dibe. Ev yek zêdetir ber bi perspektîfa zanîn û ekolojîk ve dibe. Mînak gundiyên Îkîzkoyê dibêjin ‘Em beş û parçeyek ji xwezayê ne, xwedî wî nîn in û di ser de nîn in.’ Lewre piştî ku xweza tune dibe baştir fam dikin ku çi ye û çawa ye, xwedî çi girîngiyê ye.”

‘Têkoşîna ji bo ekolojiyê têkoşîna meşrû ya ji bo jiyanê ye’

Denîz Gumuşel got ku sermaye jî çavkaniya ku pê xwedî dibe tune dike û bi van gotinan domand: “Em ê di demek pir nêz de vê bibînin. Krîza avhewayê dê were asteke wisa ku dê di gelek sektorên hilberînê de êdî hilberîn neyê kirin. Mînak ji ber germahî û hişkahiyê dê av negihîje santralên termîk û nikaribin bixebitînin. Em ê 10 sal paşê vê yekê bibînin. Tişta ku kapîtalîzm dike dê pergala wê ya ku bi xwe ava kiriye jî têk bibe lê divê em li benda vê nemînin lewre ew texrîbat di heman demê de tê wateya tunebûna jiyana me û zindiyên di xwezayê de. Ger em li bendê bin heta ‘aqilê wan were serê wan’ em ê şaşiyê bikin lewre motîvasyona wan li ser texrîbkirin û tunekirinê ava bûye. Ji ber wê têkoşîna ekolojîk têkoşîneke pir meşrû ya ji bo jiyanê ye.”

‘Berxwedana Geziyê veguherî têkoşîneke civakî’

Denîn Gumuşel bi bîr xist ku berxwedana Geziyê ya ku ji bo pêşî li jêkirina daran were girtin dest pê kiribû, veguheriye têkoşîneke civakî û got: “Bertekên ku mirov ji bo xwedîderketina li nirxên civakî nîşan didin, ji bo muxalefeta civakî xalên gelek girîng in, rê vedikin. Ji bo ku tevgera ekolojîk jî bibe bingeha têkoşîneke siyasî divê em gelek tiştan bikin. Pêdivî bi têgihîştina partiyên siyasî û rêxistinbûn û girseyîbûna xweser a mirovan heye.”

Denîz Gumuşel gotinên xwe wiha bi dawî kir:

“Gezî ji bo me hemûyan bûbû hêvî lê dûre ji ber ku me wê bihevrebûna mirovan veneguherand rêxistinbûneke berdewam, em niha rastî êrîşên mezin tên. Desthilatdariya AKP’ê bi hemû hêza dewletê, êrîşê kesên ku îhtîmal hebû bûyerên wekî Geziyê derxin kir û zextek pir mezin li ser civakê çêkir. Tevî vê yekê jî divê em bikaribin bi awayê rexnetir li rêxistinên xwe yên xweser binêrin. Ji bo van tevgerên me yên muxalif mayînde bibin, ber bi siyasetê ve biçin divê em bizanibin çi pêwîst e em bikin. Divê em li ser van bingehan hevpar bibin û bikevin tevgerê.”