Şitilgeha ‘Şehîd Rojeng’ hewl dide ku xwezaya Kobanê vejîne

Şitilgeha ‘Şehîd Rojeng’ ku li Kobanê ye, wek yek ji cihên şitlan ên ku cûreyên dar û gulan ji bo bajar peyda dike derdikeve pêş û ji bo bi bihêzkirina şitlan bi sûde.

NORŞAN EBDÎ

Kobanê – Şitilgeha ‘Şehîd Rojeng Cûdî’ ku bi armanca berfirehkirina qadên şîn û pêşxistina çanda paqijiya jîngehê hatiye damezrandin, li Kobanê di warê dar çandin û pêşxistina nebatan de wek çavkaniyek girîng dixebite. Di şitilgehê de darên daristanê, darên fêkiyan û gelek cureyên kulîlkan hene.

Hebûna şitilgehan li bajaran mîna gaveke girîng ê di parastina jîngehê de tê hesibandin. Ev tesîs ji bo destekkirin, zêdekirina qadên şîn, baştirkirina kalîteya hewayê û piştgiriya jiyana xwezayî di nav bajêr de baş e. Her wiha ji bo ku hişmendiya jîngehê belav bibe û beşdariya gel di çandina daran û hewildanên çandina kûlîlkan de teşwîq bikin, dibe alîkar.

Di vê çarçoveyê de, di sala 2024’an de ji aliyê Rêxistina Jîngehê ya Kobanê ve li Rojava şitilgeha ‘Şehîd Rojeng Cûdî’ hat vekirin. Şitilgeh li qadek 13 donimî ya di nav daristana Kobanê de hate avakirin. Di şitilgehê de bi hezaran darên fêkî, daristanê û her wiha gelek gul û kulîlk şîn dibin. Bi vê taybetmandiya wê navendek hilberîna girîng ku destek dide xebatên darkirina herêmî ye. Li şitilgehê ji derveyî darên fêkî û daristanê, nebatên ku li salonên malan şîn dibin, cûreyên ku di hewaya vekirî de şîn dibin, bi hezaran gul û kûlîlk hene.

‘Şitilgeha Rojeng bedewiyeke taybet dide bajêr’

Ji rêveberiya şitilgehê Cîhan Mihemed diyar kir ku dema mirov behsa gul û kulîkan dike, jiyan û xweza tê bîra mirovan û wiha got: “Ji ber vê, em dikarin şitilgeha ku tije dar, gul û kûlîlk wek bihuşta li ser rûyê erdê binirxînin.” Cîhan Mihemed da zanîn ku Saziya Jîngehê ya Kobanê girîngiyek mezin dide zêdekirina hejmara şitlan a li bajêr. Cîhan ragihand ku ji ber vê yekê, beriya sê salan li daristana Kobanê ‘Şitilgeha Şehîd Rojeng Cûdî’ hatiye vekirin.

‘Her sal bi hezaran şitil tên çandin’

Cîhan Mihemed da zanîn ku berhemên şitilgehê ne tenê ji bo firotinê, di heman demê de bê pere li gel tên belavkirin û wiha domand: “Her sal bi hezaran gul, kulîlk û şitil li welatiyan tê belavkirin da ku li mal û baxçeyên xwe biçînin. Ev jî sûd dide zêdebûna şînkirina cade û kolanan. Li şitilgehê hejmarek zêde cûrên nebatan hene. Ev der di aliyê bedewî û pêşxistina jîngeha Kobanê de bûye navendek bingehîn.”

‘Her şitil ji bo bîranîna şehîdan tê çandin’

Cîhan Mihemed got ku “Di vê şitilgehê de, an jî li her cihekî bajêr her tayek şîn, gul û darên tên çandin, ji bo bîranîn û giyanê şehîdên azadiyê hatiye veqetandin. Ev peyamek ku têkiliya di navbera jiyan, bîranîn û fedakariyê de diyar dike ye.”

Cîhan Mihemed bal kişand ser navê ku dane şitilgehê û wiha vegot: “Ev nav ji bo hemû jinên ku di têkoşîna ji bo welatekî azad û jiyaneke bi rûmet de jiyana xwe ji dest dane hatiye diyarîkirin. Ev nav bi taybetî ji bo zindî hiştina bîranîna Şehîd Rojeng Cûdî ku di oxira azadiyê de jiyana xwe ji dest dayî hatiye dayîn.”

‘Têkiliyek taybet a jinan bi xwezayê re heye’

Cîhan Mihemed diyar kir ku jinên ku li şitilgehê dixebitin, di hemû waran de, ji rêveberiyê bigie heta hilberînê, roleke girîng dilîzin û wiha pê de çû: “Jin di çandin û lênêrîna rojane ya kulîlk, nebat û daran de gelek hewl didin. Ev hewldan di serkeftina projeya jîngehê de diyarker in. 10 jinên ku li şitilgehê dixebitin her roj bi lênêrîna daran û kulîlkan re eleqeder dibin. Hebûna jinan ji bo berdewamiya projeyê pir girîng e.”

‘Çandina kulîlkan cureyekî cuda yê bedewiyê dide bajêr’

Cîhan Mihemed da zanîn ku şitilgeha Şehîd Rojeng Cûdî hem di estetîka bajêr de bi sûd e û hem jî rasterast xizmeta gel dike û destnîşan kir ku kesên ku dixwazin gul û nebatan bikirin bi gelemperî berê xwe didin şitilgeha wan. Cîhan di dawiya axaftina xwe de wiha got:“Avakirina welatek bedew, bi parastina jîngeh, xwezayê û zêdekirina qadên şîn li bajarê Kobanê derbas dibe. Çandina kulîlkan cureyek cuda yê bedewiyê dide bajêr û dîtbariyek zindîtir dide wê.”

Rojenk Cûdî ku navê wî yê rastî Rojeng Hacî Kerxo bû û li bajarê Kobanê ji dayîk bûye, di 12’ê Tîrmeha 2019’an de li herêma Garê ya Başûrê Kurdistanê dema têkoşînek ji bo jiyanek azad dimeşand, tevlî karwana nemiran bû.