Çiyayê Kizwana

Çiyayê Kizwana yê ku weke sîlsîleyekê ber bi Hesekê ve dirêj dibe di demên cuda de navên cuda girtiye. Hinek navên tên zanîn Homa û Torzêt an go zeyîta kezwana ne.

NECAH MEÎŞ
Hesekê - Çiyayê Kizwana an jî bi navê dinê Çiya yê Ebid El-Ezîzê û di pêvajoyên berê de ji ber koçeran xwe lê girtiye jêre Homa û Torzêt jî gotiye. Her navek ji van çawan girtiye, em çavek li dîroka wê bigerînin. Ev çiya dikeve Başûr Rojavayê bajarê Hesekê bi 40 Km yan û ji dur ve weke silsîleyekê xwiya dike, lê di nava xwe de berfirehe, bi sê geliyên sereke ji hev cuda dibe. Ji Şengalê despêdike û bi xetek nizim dirêjî aliyê Hesekê dibe.  
Çiyayê Homa 
Di demên berê de ev çiya cihê koçeran bû ye û ji cihên dur koçer havînan hatine xwe li vî çiyayê bi xêr û bereket girtine. Ji nava deştên berfireh koçeran berê xwe dane wê û ji xwe re kirine wargehên koçeriyê. Loma jê re çiyayê Homalê jî tê gotin. Navê Homa pir pîroz dihat dîtin, di ola Zerdeştiyan de bi giyayê Homa agirê girozya pêdixistin. Pîroziya navê Homa ji wê demê tê. Di kurdiya kevnare de Homa tê wateya gewre û xudayê pîroz. Navê Ebd El-Ezîz jî lêkirine, ji ber ku gora Ebid El-Ezîzê Geylanî kurê Şêx Ebid El-Qadirê Gêlanî li wê ye piştî wê jî navê çiya guherandine. Ev navane hemû berhemdarî û dewlemendiya çiya datînin ber çavan.
Çuka xudawenda
Di zaravayê dumilî de jî Homa çuka xudawendan a ku pir li bilindiyan fir didin ku kes nikare xwe bigihîne wê ye. Beriya mîladê bi navê Torzêt dihat nasîns, wata navê torzêt zeyta kizwana ye. Xuyaye koçeran navê hormel lê kiriye û niştecihên herêmê jî navê berhemê wi yê herî qîmet torzêt lê kirine. 
Şonwarên kevnare
Gelek şonewarên kevin gelek kelehên mîna Keleha Sukera, gundê Dubaxî, gorên ku bi nivîsên kurdî li ser hene tên dîtin. Li gorî agahiyên welatiyên herêmê tam nayê zanîn kîjan alê lêhiyek rabûye û şêniyên eşîra sinkê piranî di wê lêhiyê de ber avê çune û fetisîne, ji ber wê jî bûyera lêhiya sinkê li herêmê tê zanîn. Kanî û avên wê hebûne ku niha piraniya wan ziwanbûne. Berê avên wê dibûn yek û diherikîn çemê Zirkanê yê ku navê xwe ji êla Zirikan girtiye. Berê kaniyek ava wê xweş hebû li ser wê jî darek mezin hebûye, jêre gotine dara keçikan. 
Kelha Sukera ya jî gelek kevnareye, niha tenê şiwênwarên parastina wê mane, wekedin xirabûye. Hemû welatiyên diçin seyîranê û roja xwe li çiya derbas dikin, teqez serdanekê li Kelhê dikin. Her kevirek wê dîroka xwe ya dêrîn nişan dide, lê weke avahî pir tiştek nemaye. Ji derveyî wê çend kelehên dinê jî weke keleha Meqluce hene. 
Herî zêde jî çiya bi darên kizwana tê nasîn
Li gorî rewş û rêdera niha navê wî çiyayê Kizwana ye, ji ber ku darên wê yên Kizwana pir in. Lê piştî ku koçberên ji deverên cuda hatin derdorê bi cih bûn, darên wê birîn û şînatiya wê neparastin. Herî zêde jî di pêvajoya aloziya Surî sala 2011’an de rejîma Surî mazot nedida welatiyan. Welatî neçar man darên heya wêdemê weke çavê xwe parastin bibirin û li ber zarokên xwe germ bikin. Çiyay hêdî hedî rût ma ye. Aliyê çiya yê ber bi deşta Hesekê ve dirêj dibe hê jî hinek daristanên kizwanan xwiya dikin. Lê navsera û piraniya deverên wê rute. Dibe ku dar hatine birîn, lê pel û pincarê wê jî ne kême. Ji cartirê heya cercîr, sîrika zozanan û kereng gelek nebat û pincar lê şîndibin. 
Di pêvajoyên dawiyê de jî bûye cihê seyîrangeha welatiyên herêmê. Sê mehên biharê her roj bi hezaran mirov diçin seyîranê, heya êvarî dema xwe li wê diborînin. Jinên ku di avahî û bajaran de bêriya axê kirî, hema xwe didin berpesarên çiyê û pincar kom dikin. Ji xwe cercîra wê têra hemû Rojava heye. Ji derveyî pincar, şînatiya wê jî gelek xweş xwiya dike, gulên renga reng bûharek bedew xwe nişan dide.