Têkoşîna Clara Zetkîn , bi şoreşa jinê re gihîşt lûtkeyê 1

Bi têkoşîn û dildariyek mezin, Jinên Rojava-Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo doza azadiyê berxwedan û têkoşînê gîhandin asta lûtkeyê ku îro şoreşa Rojava, veguherî şoreşa Jinê.

 
RONAHÎ NÛDA
Qamişlo – Di asta navneteweyî de salên 1970’an de hatibe pejirandin jî, bûyer û daxwaza pîrozkirina vê rojê weke rojeke hevbeş ya jinên cîhanê salên 1800’ê tê. Di 8’ê Adara 1857’an de li Newyourgê bi hezaran jinên karker ên tekstîlê, ji bo hin daxwazên xwe çalakî li dar dixînin û daxwaa kar 8 demjimêr be, şertên kar başbibin û karê wekhev heqdestên wekhev bên dayîn. Karmend ji bo hevgirtina karkeran belav bikin bi awayekî guman şewat li wê tekstîlê rû da û di ancmê de 129 jinan jiyana xwe ji dest dan. Di sala 1857’an de li ser pêşniyara Clara Zetkîn û têkoşîna jinên neteweyn yekbûyî roja 8’ê Adarê weke roja cîhanî ya jinên kedkar dipejirînin. Di sedsala 19’an û 21’an de li beramberî her cure tundî û desthiladariyê jin li ber xwe dan. Bi derketina tevgera azadiya kurd re, jinên kurd li hemû qadan bi awayekî çalak li dijî her cure desthilatdarî û zilmê têkoşiyan. Bi pêşketinan re jina Kurd bi darxistina artêşa jinan re xwedî li roja 8’ê Adarê derket û ev roj hîn bi awayekî çalak kirin cîhanî.  Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê îlhama xwe ji têkoşîn û serkeftina jinên têkoşer mîna Şîlan Kobanê, Gulê Selmo, Arîn Mîrkan, Avêsta Xabûr û bi hezaran jinên têkoşer girtin û di encama têkoşîna jinan de îro li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jin bûne hêza sereke ya çareseriyê. Li her kar û xeabtên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jin bûn xwedî rêxistin, artêş û pêşengên siyaseta civaka demokratîk. 
Divê lêkolîna xwe de em dixwazin têkoşîn, berxwedan, azwerî û wêrekiya jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û çawa 8’ê Adarê di nava 17 salan de pîroz kirine bikin. 
1987’an jin ji bo pilana 8’ê Adarê tên gel hev
Zanista berxwedana Jinên Rojavayê Kurdistanê  di salên 1980’an de pêş dikeve. Jinên Rojava cara yekem 8’ê Adarê roja jinên cîhanê di sala 1987’an de pîroz dikin. Di wan salan de Rejîm hikûmdar e û herkes bi tirs û xofe. Lê Gelê Kurd cardin bi qirîna azadiyê têkoşînên pir mezin didin. Di wê salê de jinên xwedî sekin û têkoşer ji bo pîrozkirina 8’ê Adarê li malekî Qamişlo bi awayekî veşartî kom dibin da ku bikarin pilana xwe ya 8’ê Adarê derxînin û nîşanî tevahî cîhanê bidin ku jinên kurd ên li Rojava dengê wan heye û çi dibe bila bibe dê vê rojê pîroz bikin. Piştî pilana xwe derxistin, li malan bi awayekî veşartî 8’ê Adarê bi komên biçûk pîroz kirin.  
Sembola 8’ê Adara 2004’an: Nazliye Keçel
Cara ewil 8’ê Adarê li ser axa pîroz û bereket a Rojavayê Kurdistanê di sala 2004’an de li gundê Terteb ya bajarê Qamişlo-Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê pîroz kirin. Di wan deman de tu jin nedikarî bi awayekî azad derkeve û roja xwe pîroz bike, ji ber Rejîm yekser êrîş dikir û çalakî sabote dibû. Da ku Jinên Rojava vê rojê pîroz bikin, bi girseyekî mezin xwe bi rêxistin dikin û cilên xwe yên gelêrî diherikin qada 8’ê Adarê. Rejîma Sûriyê cardin tehemûl nekir, kêyfxweşî û şahiya jinan asteng kir û çalakî zû xilas bû. Di wê salê de gelek jin hatin bin çav kirin û girtin. Ji wan jinan a bi navê Nazliye Keçel ku ji aliyê Rejîmê ve hate girtin, heta niha jî çarenûsa wê ne diyar e. 
8’ê Adarê 2009’an li Dêrîkê hate pîroz kirin
Jinên Rojava tucaran dev ji daxwazê xwe yê azadî bernedan. Beriya ku rêxistina jinên Rojava ava bibe, jinên Rojavayê Kurdistanê cebhewî (mîlîs) kar û xebatên xwe dimeşandin. Di wan deman de zanist kur jî nebe, ew jinana bi daxwaza hebûn, îrade û têkoşîna jinê her têdikoşiyan. Bi saya bi hezaran jin-dayik di sala 2005’an de Rêxistina Jinan a bi navê Yekîtiya Star hate damezrandin. Jinên kurd ên Rojava bûbûn xwedî rêxistin û bi navê Yekîtiya Star tevlî tevahî çalakiyan dibûn û serdanê her çar aliyên Kurdistanê dikırın. Jinên Kurd ên Rojava di sala 2009’an de bi rêxistina Yekîtiya Star li bajarê Dêrîkê-Bakur û Rojhilatê Sûriyê 8’ê Adarê pîroz dikin. Di wê demê de cardin Rejîma Sûriyê êrîş kir û jin li beramber êrîşên berxwedaniyek bê hempa raber kirin û jin roja xwe pîroz kirin. 
Sembola şoreşa Jinê: Gulê Selmo
Bi şoreşa Rojavayê Kurdistanê re gelek pêşketinên ber bi çav çêbûn û şoreşa Rojava bû şoreşa jinê. Jin bi vê şoreşê re di aliyê leşkerî, siyasî, dîplomasî, aborî, çand, ragihandin û gelek xebatên reng bi reng pêşketinên ber bi çav çêkır. Endama Yekîtiya Star Gûlê Selmo bû sembola jinên têkoşer. Gulê Selmo di 13’ê Adara 2012’an de ji aliyê Rejîma Baas ve hate qetîlkirin û cenazeya Gulê Selmo li ser milên jinan hate oxirkirin. Gulê Selmo di şoreşa Rojavayê Kurdistanê de bû şehîda yekem a Yekîtiya Star. Piştî Gulê Selmo jinên kurd ên Rojavayê Kurdistanê soz dan Gulê Selmo ku xeyalê wê pêk bînin û bûn xwedî şoreş. Jin karîbûn her rojên xwe veguherînin 8’ê Adarê. 
Coşa 8’ê Adara 2012’an reng da şoreşa jinê
Jin piştî ku da xuyakirin ku şoreşa Rojavayê Kurdistanê şoreşa jinê ye, herderê bi rengê jinê xemilandin û di her kar û xebatên giştî ango xweser de rengê jinê xuya dibe û weke ku navê xwe kiriye şoreşa jinê laiqê wê jî derdikeve. Jinên Rojava di 8’ê Adara 2012’an de karîbûn gelek civîn ji jinan re li dar bixin û 8’ê Adarê ji wan re şîrove bikin. Her wiha gelek herêman ev roj bi coş hate pîroz kirin.  
8’ê Adara 2013’ê bû banga Xweseriya demokratîk 
Ruhê 19’ê Tirmehê şoreşa Rojavayê Kurdistanê û nûjenbûna Gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê pêk hat û êdî kurd jî karîbû hebûna xwe îspat bikin. Piştî ku divê salê de xweseriya demokratîk û parastina cewherî hate avakirin, jin dikarîbûn roja 8’ê Adarê li Kobanê, Efrîn û Herêma Cizîrê pîroz bikin. Jin divê salê de cara ewile ku bê ku qedexe hebe bi dil rihetiyek mezin bi cil û bergên xwe vê rojê pîroz kirin. Peyama 8’ê Adarê yên jinên Rojavayê Kurdistanê “Xweseriya demokratîk û bi hêzkirina xweparastinê” ragihandin.  
8’ê Adara 2014’an: “Rengê şoreşa Rojava, rengê jinê ye”
Jinên Rojavayê Kurdistanê di nava 4 salan de pergala xwe avakirin. Di 21’ê Çileya 2014’an de li Cizira Bakurê Kurdistanê xweseriya demokratîk hate ragihadin û jin berpirsiyariyek mezin vê pêvajoya giran hildan li ser milên xwe. Di hemû pergalan de hevserokatî derbasî jiyanê bû û jin bi vê gavê re daketin qadan û weke jinên Rojavayê Kurdistanê bi destekdayîna xweseriya demokratîk re 8’ê Adarê pîroz kirin. Jinên Rojavayê Kurdistanê bi dirûşma “Rengê şoreşa Rojava, rengê jinê ye” 8’ê Adarê li tevahî herêman hembêz kirin. 
8’ê Adara 2015’an bû sala serkeftina jinan
Çeteyên DAIŞ’ê li bajarê Kobanê êrîşek dijwar pêk anîn û armanc ew bû ku Kobanê dagirbikin, lê ruhê şervanên Azadiyê yên ku ji Arînan destpêkir, bi Viyan Penaberan gihîşt lûtkeyê. Şervanên Jin ên Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) bi dilsoziyek mezin çeteyên DAIŞ’ê li Kobanê têk birin û serkeftina xwe di 26’ê Çileya 2015’an ragihandin. Jinên YPJ’ê soza ku dan Arîn Mîrkanan gihîştin lûtkeya herî jor û xeyala jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk anîn. 8’ê Adara 2015’an jinên Rojavayê Kurdistanê û jinên Nisêbinê, li ser sinora Qamişlo-Nisêbin roja xwe  pîroz kirin û peyama jinan jî di wê pîrozbahiyê de binpêkirina sinoran bû. Di wê pîrozbahiyê de jinên kurd, ereb, asurî û suryanî bi cilên xwe yên gelêrî bi dirûşma “Kobanê neket û têkoşîna jinan dewam e” vê rojê pîroz kirin. Her wiha Jinên Heleb û Efrînê jî vê rojê bi coşek mezin pîroz kirin.
8’ê Adara 2016’an de Yekîtiya Star hemû jinan hembêz kir
Yekîtiya Star di sala 2005’an ji bo ku jinên kurd rêxistinbûna xwe ava bikin hatibû avakirin û bi berfirehbûna kara wan û bi şoreşê re Yekîtiya Star xwest ku hemû jinên herêmê û hemû pêkhateyên ku li Rojavayê Kurdistanê dijîn, hembêz bike. Di sala 2016’an de Yekîtiya Star Kongreya xwe pêk tîne û bi bîryarên hemû pêkhateyên jin xwe veduguhêrîne Kongreya Star. Divê salê de 8’ê Adarê bi dirûşma “Bi jina azad re, ber bi Sûriya demokrtîk re” û “Azadiya jin, bingeha têkoşîna civaka azad e” li bajarê Minbiç, Tebqa, Hesekê, Qamişlo, Kobanê û Efrînê hate pîroz kirin. Di vê 8’ê Adarê de Jinên herêma Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê di riya navçeya Dirbesiyê ya girêdayî Kantona Hesekê kom bûn. Her wiha Gelê navçeya Girkê Legê, Tirbespiyê û Dêrîkê li Endiwerê ya ku sinora Dêrîk û Cizîra Botan dike yek roja xwe pîroz kirin.
Jinên ereb rengê xwe dan 8’ê Adara 2017’an 
Jinên ereb yên li Tebqa û Minbicê ku di 15’ê Tebaxa 2016’an de ji çeteyên DAIŞ’ê rizgarbûn. Jinan peyamek pir girîng da tevahî cîhanê û jinên ereb bi tîlîliyan şervanên YPJ’ê pêşwazî kirin û çerşefên reş derxistin û şewitandin û bi vê peyamê 8’ê Adarê pîroz kirin. Ji wan cihan yek jî Kantona Efrînê bû ku bi dirûşma “Jin jiyan azadî” daketin qadan. Her wiha jinên Herêma Cizîrê jî li gundê Kepez a navçeya Dirbesiyê ya girêdayî Kantona Hesekê li hev dicivin û bi dirûşma “Şoreşa jinê, civaka azad ava dike” pîroz kirin. 
8’ê Adara 2018’an li Efrînê hate pîroz kirin
Dewleta tirk bi hevkarên xwe re di 20’ê Çileya 2018’an de êrîşî Kantona Efrînê kir û gelê resen ên Efrînê, divê êrîşê de 58 rojan li ber xwe dan. Li dijî êrîşên dewleta tirk gelê Efrînê bi peyama li dijî êrîşan parastina şoreşê bû. Bi hezaran jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji bo ku 8’ê Adarê pîroz bikin berê xwe dan Kantona Efrînê û di bin tang û topan de vê rojê pîroz kirin. Jinên ku beşdarî pîrozbahiyê bûn di şexsê Avêsta Xabûr û Barîn Kobanê berxwedana YPJ’ê ya li Efrînê silav kirin. Her wiha hemû herêm daketin qadan û êrîşên dewleta tirk ên ku li dijî Efrînê pêk anîye şermezar kirin. Divê salê de jî cara ewil jinên ereb a Reqayê 8’ê Adarê pîroz kirin. Di 8’ê Adara 2018’an de bi dirûşma “Parastina Efrînê, parastina şoreşa jinê ye” jin vê rojê hembêz kirin.
Çalakiyên 8’ê Adara 2019’an li dijî tecrîdê bûn
Bi pêşengtiya Rêxistina Jinan Kongreya Star 8’ê Adara 2019’an bi peyama êrîşên dewleta tirk li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate pîroz kirin. Hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi mitîngên mezin tevlî pîrozbahiyê bûn û hemû dîk bi rengê jinê xemla xwe dît. 8’ê Adara 2019’an bi dirûşma “Tecrîdê bişkînin û bi Rêber Apo re azad bijîn” hate pîroz kirin. Jinên Efrînê di kampa Şehbayê de carek din bi ruhê berxwedanê 8’ê Adarê pîroz kir. 
Peyama 8’ê Adara 2020’an berxwedan bû
Şoreşa Rojava bi yekîtiya jinên kurd, ereb, suryan, ermen, çerkez û tirkmenan pêk hat. Di sala 2020’an jî peyama jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê azadî û berxwedan bû. Bi pêşengtiya rêxistina jinan mîna Kongreya Star, Yekîtiya Jinên Suryan, Rêxistina Sara li dijî tundiya li ser jinê, Meclîsa Jinên Sûriyê, Meclîsa Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Hîlala Zêrîn bi dirûşma “Têkoşîna me azadiye, berxwedana me serkeftine” pîroz kirin. Her wiha 8’ê Adara 2020’an diyariyê Hevrîn Xelef, Yadê Eqîde û Amara Renas ku di êrîşa 9’ê Cotmeha 2019’an a dewleta tirk li dijî Serêkaniyê pêk anî, jiyana xwe ji dest dan, hate kirin. 
Şahiyên 2021’an: “Têkoşîna me temîneta şoreşa jinan e”
Jinênq Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dildariyek mezin çalakiyên 8’ê Adara 2021’an bi dirûşma “Têkoşîna me temîneta şoreşa jinan e” dan destpêkirin. Di çalakiya 8’ê Adarê de pêşengeh, şahî, civîn, meş û mîhrîcana jinan li her aliyê Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate li dar xistin. Jin bi reng, deng û hebûna xwe roja jinan pêşwazî kirin. Şoreşa Rojava bi şoreşa jinê tê pênasekirin, li tevahî çalakî, kar û xebatan de rengê jinê bi awayekî şênber derket holê û careke din jin bi sekna xwe ya wêrek, têkoşer û berxwedêr mohra xwe li dîrokê da. Her wiha çalakiya 8’ê Adarê li her derê Bakur û Rojhilatê Sûriyê mîna, Şehba, Heleb, Kobanê, Reqa, Tebqa, Minbiç, Dêre Zor, Qamişlo, Hesekê û tevahî navçeyan hate pîroz kirin.
Şahiyên sala 2022’an: “Bi pêşengiya jinan em ê bighêjin azadiya gelan” 
Bi pêşengtiya rêxistinên jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê wê 8’ê Adara îsal bi dirûşma “Em ê bi hev re şoreşa xwe biparêzin û axa xwe rizgar bikin” wê bê pîroz kirin. 8’ê Adara îsal wê diyariya şehîdên pêşeng mîna Sosin Bîrhat, Tolhildan Raman û şehîdên Yekîtiya Jinên Ciwan Nûjiyan û Viyan, Awaz Urmiye û Hind, Saade û Hevrîn Xelef hatiye kirin.  Her wiha wê 6’ê Adara îsal wê bi navendî li Herêma Firat û Şehba bi awayekî mîtîng bê li dar xistin û û di 8’ê Adarê li tevahî gund, navçe û bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bê pîrozkirin. Beriya pîrozbahiyê wê li tevahî gund, navçe û bajaran rêzeçalakiyên mîna, komcivîn, semîner, meş, sînevîzyon, diyarî ji bo malbatên şehîdan û dîlgirtiyên azadiyê, serdana birîndarên gaziyên şer, mîhrîcan û pêşengeh werin li dar xistin.
Sibê: Leyla Gulo qala pîrozbahiya jinên Rojavayê Kurdistanê ku cara yekem di sala 2004’an pîroz dikin, dike.