Bedelên bêdeng ên şer û krîzan: Zarok

Êşa zarokan li deverên şer xerabtir dibe, ji ber ku şer bûye kabûsek rojane ku jiyan, ewlehî û perwerdehiya wan dizîne. Bi milyonan zarok bi rastiyek dijwar re rûbirû dimînin ku niha û pêşeroja wan tehdît dike.

XEDÎR EL-EBAS

Navenda Nûçeyan – Şer û pevçûnên çekdarî li deverên cuda yên cîhanê nîşan didin ku zarok koma herî zêde bandordar in, ku rastî binpêkirinên berfireh ên mafên wan ên jiyan, ewlehî û perwerdeyê tên. Bandorên şer li ser wan dighîje aliyên psîkolojîk, civakî û tenduristiyê yên demdirêj. Ji ber vê yekê lêkolîna van bandoran ji bo têgihîştina mezinbûna pirsgirêkên ku pêşeroja nifşekî tehdît dikin, girîng e.

Şer û pevçûnên çekdarî di nav pirsgirêkên herî cidî de ne ku di dehsalên dawî de Rojhilata Navîn û Afrîka pê re rûbirû ne û bûne sedema wêraniyên berfireh, hilweşîna binesaziyê û koçberbûna bi milyonan sivîlan. Lê zarok ji van pevçûnan herî zêde bandor bûne û hê jî bandor dibin, ji ber lawaziya wan û girêdayîbûna wan a tevahî bi hawîrdorek ewle û aram ji bo pêşkeftina wan.

Şerên li Xeza, Lubnan, Sûdan, Îran, Yemen, Sûriye, efganistan û welatên Efrîkayê bûne sedema windahiyên giran ên mirovî, rêjeyên bilind ên kêmbûna xurekê, xirabûna tenduristiya derûnî, têkçûna perwerdeyê û belavbûna diyardeyên xeternak ên wek leşkerkirina zarokan û zewaca di temenê biçûk de.

Binpêkirin û windahiyên mirovî yên li dijî zarokan

Li Îranê ku vê dawiyê şerekî aşkera ji aliyê hem Dewletên Yekbûyî yên Emrîkayê û hem jî Îsraîlê ve hatiye meşandin, bombebaran û pevçûn bûne sedema kuştina bi sedan zarokan. Agahiyên navneteweyî nîşan didin ku pêlên tundiyê bûne sedema kuştina nêzî 244 zarokan û birîndarbûna hezar û 767 zarokan. Bombekirina Dibistana Bijîşkî ya Shajara li bajarê Minabê trajediyek mezin bû ku tê de 168 zarok hatin kuştin. Rêxistinên mafên mirovan her wiha girtinên berfireh ên zarokên birîndar û heta êrîşên li ser tîmên bijîşkî yên ku hewl didan wan rizgar bikin, belge kirine.

Li Lubnanê qurbaniyên sivîl zêdebûneke dramatîk dîtine. Ji destpêka aloziyê ve, zêdetirî hezar û 422 kes hatine kuştin û 4 hezar û 294 kes birîndar bûne, di nav wan de bi sedan zarok hene. Rêxistinên mirovî texmîn dikin ku her roj wekhevî tevahiya pola dibistanê ji ber topbaranê tê kuştin an birîndarkirin. 5 nexweşxane û 49 navendên tenduristiyê jî hatine bêkêrkirin û ambulans rasterast bûne hedef.

16 hezar zarok mirine û zêdeyî milyonek hewceyî alîkariyê ne

Li Xezayê trajedî xirabtir dibe. Li gorî UNICEF’ê 16 hezar zarok hatine kuştin û zêdetirî 50 hezar zarok jî birîndar bûne. Lê ev hejmar bi tena serê xwe tevahiya rêjeya karesatê nîşan nadin. Nexweşxane tijî ne, dermanên bingehîn kêm in û gelek zarok ji ber birînên ku di şert û mercên normal de dikarîbûn werin dermankirin dimirin. Her wiha zarok ji ber hilweşîna hema bêje tevahiya binesaziyê, ji kêmbûna giran a ava paqij û xwarinê dikşînin û zêdetirî 1.1 milyon zarok hewcedarê alîkariya mirovî ya lezgîn in.

Dema ku em berê xwe didin Yemenê, em dibînin ku yek ji şerên herî dirêj û wêranker ji bo zarokan e. Raporên Neteweyên Yekbûyî destnîşan dikin ku ji destpêka şer ve zêdetirî 11 hezar zarok hatine kuştin an jî birîndar bûne.

Zirarên ku zarokan ji ber şerê li Sûriyeyê dîtine

Li gorî raporên mafên mirovan, li Sûriyeyê ji sala 2011’an vir ve zêdetirî 29 hezar zarok hatine kuştin. 6.5 milyon zarokên din jî hewcedarê alîkariya mirovî ya lezgîn in. Koçberiya dubare rewşa derûnî ya zarokan wêran kiriye. Bi sed hezaran zarok ji ber bombebarana domdar û windakirina endamên malbatê jî, travmaya psîkolojîk a giran dikşînin.

Zarok herî zêde ji pevçûn û şeran bibandor in

Li Afrîkayê ku çavkaniyên xwezayî bi birînên şer ve girêdayî ne, bi milyonan zarok rastiyek dijîn ku qet naşibe zarokatiyê. Welatên ku pevçûnên dirêj dijîn wek Sûdan, Komara Demokratîk a Kongoyê, Somal, Malî, Nîjerya, Kamerûn û Komara Efrîkaya Navîn, ji çerxa tundiyê ku xewnên ciwanan dixwe û birînên kûr li ser jiyan û pêşeroja wan dihêle, bêpar nînin.

Sûdan yek ji krîzên mirovî yên herî xirab ên cîhanê dijî. Raporên Neteweyên Yekbûyî destnîşan dikin ku zêdetirî 13 milyon zarok hewceyî alîkariyê ne û welat bi mezintirîn krîza koçberiya zarokan a cîhanê re rûbirû ye. Bi sed hezaran kes ji kêmbûna xwarinê ya akût dikşînin û nexweşiyên vegirtî li kampên qerebalix ên ku bê av û paqijî ne, pir belav dibin. Rêxistinên navneteweyî her wiha rewşên tevlîkirina zarokan bo şerên çekdarî belge kirine.

Li Komara Demokratîk a Kongoyê, rewş hê xirabtir e. Ev welat di nav sûcdarên herî xirab de ye di warê leşkerkirina zarokan ji aliyê komên çekdar ve. Li Somaliyê, bi dehan salan şer û pevçûnan binesaziya perwerde û tenduristiyê wêran kiriye. Zarok ji ber nebûna ewlehiya xwarinê ji kêmbûna xurekê dikşînin û ji bo gihîştina dibistanan ku pir caran di bin gefê de ne an jî tên hilweşandin, zehmetiyan dikşînin. Bandorên şer, digel hişkesaliyê û xizaniyê jiyanê dikin têkoşînek rojane.

Malî, Nîjerya, Kamerûn û Komara Efrîkaya Navîn di nav deverên şer de ji bo zarokan di nav xirabtirîn cihan de ne. Êrîşên çekdarî bi tundiya mezhebî û terorîzmê ve girêdayî ne, dibin sedema girtina dibistanan û zêdebûna revandin û leşkerkirina bi zorê. Zarok di nav tirsa domdar de dijîn, ji perwerde, lênihêrîna tenduristiyê û xwarina têrker bêpar in, di heman demê de koçberî têkiliyên malbatî xirabtir dike û hawîrdorek nearam diafirîne.

Afganistan yek ji wan welatan e ku herî zêde ji ber şerên dehsalan bandor bûye û zarok ji van şeran herî bêparastin û bandordar bûne. Rewşa ewlehiyê ya nearam, hilweşîna aborî û kêmbûna xizmetguzariyên bingehîn hawîrdorek dijwar afirandine ku jiyan û pêşeroja zarokan tehdît dike. Her ku şer berdewam dike, encamên psîkolojîk, civakî û tenduristiyê ji bo tevahiya nifşek ku di nav tundî û bêpariyê de mezin bûye, kom dibin.

Beşdarbûna zarokan di şeran de û bandorên wê yên neyînî

Yek ji binpêkirinên herî giran di şerên çekdarî de diyardeya entegrekirina zarokan di şeran de ye, çi bi rêya leşkerkirina rasterast be çi jî bi rêya bikaranîna wan di erkên xeternak de be, ku zarok dibin beşek ji qada şer, berî ku ew bikaribin wateya jiyanê fam bikin. Wan davêjin eniyên pêş.

Raporên Neteweyên Yekbûyî nîşan didin ku di salên dawî de bi hezaran zarok hatine tevlîkirin, hin ji wan tenê 10 salî ne. Ev zarok wek cerdevan, hilgirên cebilxaneyê, an jî şervanên eniya pêşîn têne bikaranîn. Di rewşên din de ew neçar dimînin ku rolên lojîstîkî yên wek berhevkirina îstîxbaratê an veguhastina dabînkirinê bigirin, erkên ku ji şer bi xwe ne kêmtir xeternak in.

Rêxistinên navneteweyî destnîşan dikin ku hin zarok ji ber xizanî û birçîbûnê têne tevlîkirin, hinên din jî bi zorê an jî bi çekan têne tevlîkirin. Tenê li Yemenê, Neteweyên Yekbûyî ji destpêka şer ve zêdetirî 4 hezar bûyerên tevlîkirina zarokan belge kiriye, lê texmînên nefermî nîşan didin ku hejmara rastîn dibe ku pir zêdetir be. Li Sûdanê, valahiya ewlehiyê bûye sedema zêdebûna tevlîkirina zarokan ji hêla komên çekdar ên cûrbecûr ve, lê li Sûriyeyê di salên şer de bi hezaran zarok li gelek deveran hatine tevlîkirin.

Li Afganistanê zarok tevlî şer tên kirin û bikaranîn, çi bi zorê, teşwîqên aborî, an dibistanên olî yên bê rêzikname. Raporên navneteweyî yên dawî nîşan didin ku heta sala 2024’an bi hezaran zarok di nav refên Talîbanê de mane, tevî ku tevgerê komîteyên ji bo pêşîgirtina li tevlîkirinê ragihandiye. Neteweyên Yekbûyî di sala 2023’yan de herî kêm 400 binpêkirin li dijî 120 zarokan belge kir, di nav de rewşên tevlîkirin û bikaranîna rasterast di operasyonên çekdarî de hene. Her çend di sala 2025’an de gelek raporên NY û yên mirovî hatin weşandin jî, wan ti amarên nû li ser hejmara leşkerên zarok li Efganistanê negirtine nav xwe.

Her çend rayedarên Îranî hejmarên fermî yên li ser hejmara leşkerên zarok eşkere nakin jî, rêxistinên navneteweyî piştrast dikin ku di du salên borî de bi sedan zarok beşdarî erkên lojîstîk û ewlehiyê bûne, ku hin ji wan li deverên hesas ên di nav bajaran de pêk tên. Temenê leşkergiriyê îsal bi bandor daket 12 salî, ku derî ji bo beşdarbûna zarokên temenbiçûk di çalakiyên ku ew ji xetereyên wan haydar nînin de vekir.

Bandora şeran li ser perwerdehiya zarokan

Pêvajoya perwerdehiyê yek ji wan qadan e ku li deverên şer û pevçûnan bi lez herî zêde meyla hilweşînan heye û zarok pir caran yên pêşîn in ku bedela vê yekê didin û perwerde bûye luks ku bi milyonan zarok nikarin bighîjinê. Wêrankirina dibistanan, koçberkirina malbatan, windakirina mamosteyan û veguherandina saziyên perwerdehiyê bo stargeh an baregehên leşkerî, hemûyan berdewamiya perwerdehiyê kiriye karekî hema hema ne gengaz.

Raportên Neteweyên Yekbûyî nîşan didin ku zêdetirî 28 milyon zarok li Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê ji ber şer ji dibistanê bêpar mane. Tenê li Sûriyeyê, 2.4 milyon zarok li derveyî pergala perwerdehiyê ne, di heman demê de ji sê yeka dibistanan ji destpêka şer ve zirar dîtine an jî wêran bûne. Li Yemenê, zêdetirî du milyon zarok ji perwerdeyê bêpar mane û zêdetirî 2 hezar û 500 dibistan hatine wêrankirin an jî ji bo armancên leşkerî hatine bikaranîn. Li Sûdanê, koçberiya berfireh bi milyonan zarok bê perwerde hiştine, bi hezaran dibistan ji ber şer hatine girtin an jî veguhertine stargehan.

Li Xezayê perwerde hema bêje rawestiyaye, bi dehan dibistan wêran bûne an zirar dîtine, hinên din jî ji bo kesên penaber bûne stargeh. Zarokên ku carekê xeyal dikirin vegerin polên xwe, niha di nav tirs û wêraniyê de asê mane, bê pirtûk, mamoste an jîngehek fêrbûnê ya bi ewle. Li Lubnanê bombebaran û koçberiyê perwerde li seranserê deverên berfireh asteng kiriye, di heman demê de pergala perwerdehiyê ji ber hatina hejmareke mezin a zarokên koçber di bin zextek mezin de ye.

Li Efganistanê, şer bûye sedema girtina bi hezaran dibistanan û kêmbûna kalîteya perwerdeyê, ji bilî sînordarkirinên li ser perwerdehiya jinên ciwan. Daneyên nîşan didin ku di navbera salên 2021 û 2024’an de 1.4 milyon jinên ciwan ji perwerdehiya navîn bêpar mane, di heman demê de bi milyonan zarok ji ber xizanî, koçberî, an tirsa êrîşan ji dibistanê bêpar mane.

Her wiha nebûna perwerdeyê metirsiya karkeriya zarokan û tevlîkirina wan bo şerên çekdarî zêde dike û şansên zarokan ji bo pêşerojek çêtir kêm dike. Perwerde ne tenê mafek bingehîn e, di heman demê de xeta yekem a parastinê li dijî xizanî, tundî û tundrewiyê ye. Dema ku zarok ji perwerdeyê bêpar dimînin, civak bi tevahî bi windakirina nifşek tevahî re rûbirû dimîne.

Koçberî û kêmbûna xurekê

Koçberî yek ji encamên herî wêranker ên demdirêj ên şer e, ku bi sed hezaran zarok di şert û mercên nemirovane de dijîn. Bi her pêla nû ya şer re, malbat neçar dimînin ku ji malên xwe birevin û zarok di kampên qerebalix de dimînin ku bê ava paqij, lênêrîna tenduristiyê û xwarina têrker in. Li Sûdanê 4.5 milyon zarok, li Yemenê 4 mîlyon û 1.7 mîlyon zarokên Sûrîyeyî di kampên bê av û paqijiyê de dijîn.

Ev rastiya dijwar bûye sedema zêdebûneke bêhempa di rêjeyên kêmbûna xwarinê ya akût de di nav zarokan de, taybetî li Sûdan, Yemen, Sûriye û Xezayê ku raporên NY nîşan didin ku bi mîlyonan zarok ji kêmbûna xwarinê ya giran dikşînin û bi hezaran ji wan di xetereya mirina ji birçîbûnê de ne.

Bandorên şer ser jiyan û tendrustiya zarokan

Li Yemenê 2.2 milyon zarok ji kêmbûna xwarinê ya akût dikşînin, ji wan jiyana 540 hezar kesan di xetereyek tavilê de ye. Li Sûdanê koçberiya berfireh krîz girantir kiriye, bi milyonan zarok di kampan de dijîn û ji ber kêmbûna pêdiviyên bingehîn bêpar in, ev yek jî bûye sedema kêmbûna xwarinê ya berfireh û nexweşiyên vegirtî. Li Xezayê dorpêçkirin û wêrankirina binesaziyê bûye sedema kêmbûna xwarin û avê ya giran, ku zarokan bêtir li hember nexweşî û kêmbûna xwarinê bêparastin dike, ji sedî 95 zarokên Xezayê ji bêewlehiya xwarinê dikşînin. Her ku koçberî li Lubnanê berdewam dike, zêdetirî 822 hezar û 600 kes neçar mane ku ji malên xwe birevin, ji wan 300 hezar zarok niha di şert û mercên dijwar de dijîn ku ji standardên ewlehiyê yên herî bingehîn bêpar in.

Koçberî zarokan ji ewlehiyê jî bê par dike

Koçberî ne tenê zarokan ji xwarinê bêpar dihêle, di heman demê de wan ji hesta ewlehiyê jî distîne. Jiyana li kampan tê wateya nebûna nepenîtiyê, nebûna cihên ewle ji bo lîstinê, zêdebûna rêjeyên nexweşiyan û stresa psîkolojîk a windakirina mal, dibistan û hevalan. Her ku şer berdewam dikin, koçberî ji rewşek demkî vediguhere rastiyek daîmî û zarokan neçar dike ku salên jiyana xwe di hawîrdorekê de derbas bikin ku pêşveçûna wan a laşî û derûnî ya saxlem asteng dike.

Zewaca zarokan di nav pêlên koçberî û şer de

Zewaca zarokan ne kêmtir xeternak e ji tevlîkirina nav komên çekdar, ji ber ku ew ji bo malbatan bûye rêyek ji bo revîna ji xizaniyê an jî lêgerîna hestek derewîn a parastinê ji bo keçên xwe. Raporên UNICEF’ê nîşan didin ku rêjeyên zewaca zarokan li herêmên şer pir zêde bûne. Li Yemenê ji sedî 32 zêdetir keç berî 18 saliya xwe dizewicin û ji sedî 9 berî 15 saliya xwe.

Li Sûriyeyê, ev rêje di nav penaberan de li hin deveran gihîştiye ji sedî 36, lê li Lubnanê ev rêje di nav penaberên Sûrî de gihîştiye ji sedî 27, lê di nav jinên Lubnanî de kêmtir e. Li Sûdanê texmîn nîşan didin ku ji sedî 34 keç berî 18 saliya xwe dizewicin, bi zêdebûnek girîng li herêmên şer.

Zewaca temen biçûk jiyanek bi xeter ava dike

Ev hejmar asta trajediya ku zarok dijîn nîşan didin. Wergirtina zarokan ji perwerdeyê bêpar dike û wan dixe ber travmayên psîkolojîk û fîzîkî yên cidî, di heman demê de zewaca di temenê biçûk de keçan ber bi jiyaneke tijî xetereyên tenduristiyê ve dibe, di nav de tevliheviyên ducaniyên zû, şîdeta navmalî û qutbûna daîmî ya perwerdeyê hene.

Zarok ji ber şer û pevçûnan windahiyên herî mezin in

Di vê dîmena tarî de ku ji Rojhilata Navîn heta Efrîka û Asyayê dirêj dibe, xuya ye ku zarok di her şerê ku ji ber berjewendiyên siyasî an pevçûnên çekdarî çêdibe de windahiyên herî mezin in. Hejmar ne tenê îstatîstîk in; ew rûyên zarokên biçûk in ku ji mafên xwe yên bingehîn ên jiyan, ewlehî û perwerdeyê bêpar mane. Çarenûsa van zarokan divê ji şansê re neyê hiştin û cîhan nikare bêkar bimîne dema ku nifşek di bin xirbeyên tundî, koçberî û birçîbûnê de tê pelçiqandin.

Parastina zarokan ne tenê hilbijartinek e

Rizgarkirina pêşeroja wan ne gengaz e. Çareserî bi wê yekê dest pê dikin ku parastina zarokan ne hilbijartinek e, lê ji bo civaka navneteweyî û neteweyên şerker mecbûriyetek ehlaqî û qanûnî ye. Neteweyên ku zarokên xwe winda dikin şiyana xwe ya ji nû ve rabûnê winda dikin, lê civakên ku wan diparêzin û hêviya wan vedigerînin bingehek zexm ji bo aştî û pêşkeftinê ava dikin.