Pirsûs di sala xwe ya 11’emîn de ye: Şopên ku li pey kumkujiyê mane –3

Kudret Aksu, dayîka Silêman Aksu ku beriya 11 salan li Pirsûsê ligel 32 ciwanên din hatibû qetilkirin, bal kişand ser êşa xwe ya kûr û bang li dayîkan kir: “Dilê me şewitî, bila dilê tu dayîkên din neşewite. Ez hîn jî aştiyê dixwazim.”

MEMÎHAN HÎLBÎN ZEYDAN

Colemêrg – Di 20’ê Tîrmeha 2015’an de, 300 kes li Navenda Çanda Amara ya li navçeya Pirsûsa Rihayê ji bo ku pêlîstok û alîkariyên mirovî bigihîjînin zarokên li Kobanê li hev kom bûn. Wan dixwest daxuyaniyek çapemeniyê bidin û piştre ber bi Kobanê ve biçin. Lê di dema daxuyaniyê de, di encama êrîşeke xwekujî ya DAIŞ’ê de 33 kesan jiyana xwe ji dest dan û zêdeyî 100 kes birîndar bûn.

33 kesên ku hatin qetilkirin ji bajarên cuda û ji komên pîşeyên cuda bûn. Hinek ji wan hê xwendekar bûn.

Silêman Aksu yê 26 salî, mamosteyê Îngilîzî yê ji navçeya Gevera Colemêrgê, jî di komkujiyê de jiyana xwe ji dest da.

Di salvegera komkujiyê de, me serdana dayîka Silêman Aksu, Kudret Aksu kir. Dayîka ku piştî mirina kurê xwe tenduristiya wê nemaye wiha got: “11 sal derbas bûn, çiqas nexweşiyên min hebûn hemû di van 11 salan de derketin holê.”

Silêman Aksu di 22’ê Çileya 1990’an de li Geverê, di malbateke xwedî deh zarokan de ji dayîk bû. Beşa Mamostehiya Zimanê Îngilîzî ya Zanîngeha Çukurovaya Edeneyê temam kiribû, dest bi karê xwe kiribû lê tenê sê salan mamostehiyê kir.

Kudret Aksu beriya ku çîrok û serpêhatiyên kurê xwe vebêje, wêneyek kurê xwe anî. Wiha behsa kurê xwe Silêman kir: “Ew baş û bi rehm bû. Dema 5 salî bû min ew şand dibistanê, roja yekem, min ew danî dibistanê, ez vegeriyam malê. Silêman piştî min hat malê. Min jê pirsî çima, wî got, ‘Mamoste min şand malê û got ku ez pir biçûk im.’ Min bi destê wî girt û çûm dibistanê. Min ji mamosteyê wî re got, ‘Te çima Silêman şand? Ez dixwazim ew bixwîne.’ Mamoste got ku ew pir biçûk e ji bo dest bi dibistanê bike. Di dawiyê de, min ew qanih kir û Silêman li dibistanê hişt.”

‘Ji bo zarokan tişta ku ji destê wî dihat dikir’

Kudret Aksu diyar kir ku Suleyman Aksu xwendina xwe ya seretayî, navîn û amadeyî li Geverê qedandiye beriya ku ji bo zanîngehê biçe Edeneyê û perwedeya xwe li Zanîngeha Çukurovayê temam bike. Da zanîn ku kurê wê gelek ji alîkariyê hez dikir û got: “Ji bo zarokan çi ji destên wî dihat dikir û bi taybetî bi zarokên ku dayîk û bavê wan tunebûn re zêdetir eleqedar dibû.” Kudret Aksu piştî 11 salan hesreta xwe ya ji bo kurê xwe wiha anî ziman: “Dema ku Silêman çû zanîngehê, ji ber ku min dizanibû ez ê bêriya wî bikim, ez gelek giriyam.”

Di çenteyê wî de pênûs defter û pirtûk hebûn

Silêman Aksu yê mamoste, girîngî dida perwerdeya zarokan, piştî ku bihîst alîkariya mirovî dê ji bo Kobanê were rêkirin, biryar da biçe wê derê. Silêman Aksu biryara xwe bi dayîka xwe re parve kir û bi gotina; ‘Em ê alîkariyan bigihîjînin û ji bo zarokên wir pirtûkxaneyek vekin’ hewl da dayîka xwe qanih bike.

Kudret Aksu wiha didomîne: “Alîkariya ku berhev kir bar kir û çû lê xayînan nehiştin Silêman derbas bibe. Ew saet 5’ê êvarê ji vir ket rê û roja din saet 10’ê sibehê nûçe hat. Ez pir dûrî wî bûm, birîna Silêman kûr bû, nikaribûm bigihîjimê. Dema ku ez gihîştim, min birînên wî dîtin. 11 sal in, ez li her dera Geverê diqîrim, qîrîna min gihîştiye her çar perçeyên Kurdistanê. Ez meraq dikim gelo dengî min çûye Silêman jî?”

Dil 33 parçe ye

Kudret Aksu got ku her sal piştî komkujiyê êşa di dilê wê de ji bo kurê wê û 32 kesên din kûrtir dibe û wiha berdewam kir: “Ew hemû birayên Silêman bûn. Ez ne tenê êşa kurê xwe, ya hemûyan hîs dikim. Heta ku ez sax bim, wan 33 ciwanan ji bîr nakim, ez ê her dem wan bi bîr bînim.” 

Kudret Aksu da zanîn ku piştî qetilkirina Silêman Aksu jiyana wan gelek hatiye guhertin û got: “Ew weke mezinê malê bû, mamoste bû dê bizewiciya, li xwişkên xwe û me xwedî derdiket.” Her wiha destnîşan kir ku piştî qetilkirina Silêman, birayê wî hatiye girtin û 7 salan di girtîgehê de maye.

‘Bila kesên destê wan di komkujiyê de hebû hesab bidin’

Kudret Aksu got: “Salvegera mirina Silêman e, 11 sal derbas bûn. 7 caran êrîşî gora wî kirin. Di destê Silêman de pêlîstokên zarokan hebûn. Tekane çeka kurê min pêlîstok, defter û pênûs bûn. Ez dixwazim kujerên kurê min hesab bidin. Polîsê Pirsûsê, AKP, Ahmet Davutoglu hemûyan dizanibûn dê çi bibe, destê wan hemûyan di vê komkujiyê de heye.”

Kudret Aksu bi van gotinan hestên xwe anî ziman: “Bi salan e ez digirîm, li her kolanê li kurê xwe digerim, ez têm malê ew ne li malê ye. Dema hevalên wî yên mamoste tên malê, ez nahêlim biçin. Dema ew nayên, ez dipirsim, ‘Ma te Silêman ji bîr kiriye? Çima tu nayê?’ kurê min qetil kirin. Ez rojê du caran serdana gora wî dikim lê dîsa jî difikirim ku kurê min dê vegere. Ez bawer nakim ku ew miriye û dê careke din venegere.”

‘Dilê min şewitî’

Kudret Aksu diyar kir ku tevî hemû tiştên qewimîne jî ew daxwaza aştiyeke bi rûmet dike û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Baweriya me bi birêz Abdullah Ocalan tam e. Abdullah Ocalan gavên pêwîst avêtine lê wan tu gav navêtine. Dayîk aştiyê dixwazin; dilê me şwitiye, bila dilê tu dayîkên din neşewite. Dema cenazeyê Silêman di hembêza min de bû, ez k, bp ‘Aştiyê qêriyam. Agirê di dilê min de qet venamire. Ji dema ku Sileyman çûye ve heta ez nikarim razêm; 11 sal in min serê xwe nedaniye ser balîfê, nekarim ji xwe re nivînek rehet daynim û razêm.”