Perwerdeya bi zamanê dayikê hebûn û mayîndebûna civakan mîsoger dike 4

Hevseroka Hemangiya Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Rohan Mistefa û Mamosteya qonaxa amadeyî Ala Dawûd têkildarî xebatên perwerdê yên dibistana amadeyi û zanîngehê gotin: “Armanca me ji vekirina zanîngehan ne tenê em derfetê ji bo xwendekaran vekin ku xwendina xwe berdewam bikin lê armanca me ew ku zanîngehên alternatîf ji bo zanîngehên hişmendiya hemû rejîmên desthilatdar di Rojhilata Navîn de.”

“Zanîngehên me alternatîfa zanîngehên sîstemê ne” 

ROJ HOZAN
Qamişlo - Bi firehiya zemîna perwerdeya demokratîk di pergala Neteweya Demokratîk de êdî dezgehên akademîk ji bo xwendekarên pêşerojê hatin amadekirin. Di qonaxa amadehî de xwendekar ji bo pêşwazîkirina asoyên fireh ji bo zanistê tên amadekirin da bikaribin wisa derbasî zanîngehê bibin. Helbet rêbazên perwerdeyê ji qonaxa amadehî û heya derbasbûna zanîngehê ji van qonaxên din pir ferq dike, ji ber xwendekar mezin dibin û mêjiyê wan dikare kombûnên mezin ji agahî û lêkolînan bigre. Her wiha rêbazên wanedayînê jî tên guhertin êdî lêkolîn, proje, nirxandin û ezmûn derbasî branşên wan dibin û wisa xwendekar ji bo erke pêşerojê tên amadekirin. Armanc ji vê yekê ew e ku xwendekar bibin xwedî sekneke xurt di xebatên pêşerojê de û bikaribin guhertinên mayînde û serkeftinên mezin bi xwe re bînin. Têkildarî mijarê mamosteyên qonaxa amadehî û zanîngehê li ser wê agahiyên fireh ji me re parve kirin.
“Di qonaxa amadehî de xwendekar ji bo zanîngehê tên amadekirin”
Mamosteya qonaxa amadeyî Ala Dawûd sîstema perwerdeyê di qonaxa amadehî de wiha anî ziman: “Di qonaxa amadehî de refa 10, 11û 12’an perwerdeyê dibînin. Di vê qonaxê de em xwendekaran amade dikin da berê xwe bidin zanîngehê û wiha xwendekar pêşeroja xwe diyar dikin ka dê çi bixwînin. Refa 10 hemû branşên wêjeyî û zanistî di nav hev dene. Di dawiyê de xwendekar li gorî hizra xwe beşa wêjeyî yan zanistî ji xwe re hildibjêrin. Di refa 11’an de branş cuda dibin branşên wêjeyî waneyên weke erdnîgarî, felsefe, dîrok, zimanê dayikê û wêje hene. Di branşên zanistî de waneyên weke fizîk, kîmya, bîrkarî, civak û zanyarî tên dayîn. Jixwe sîstema amadehî di sala 2021’ê de esasê xwe da rûniştandin berê tenê refa 10 û 11’an bû lê ev du sal in refa 12’an jî ketiye nava materyalên Rêveberiya Xweser û bi rengekî fermî branşên wê tên dayîn. Xwendekar dema refa 12’an diqedînin derbasî zanîngehê dibin û li gorî asta bi dest xistine beşa xwe di zanîngehê de hildibjêrin. Rêbazên me yên wanedayînê bi xwendekaran re rêbazên pir exlaqî ne û li gorî sîstema nirxandinê bi rêve diçin. Xwendekarên me dema wane dibînin roja din her yek radibe û li gorî fêmkirinên xwe ji mamoste re dinirxîne. Pir caran em derfetê didin xwendekar bi xwe jî wane amade bikin wiha em bawerî û sekneke xurt di hundirê xwendekaran de ava dikin da ku sibê derbasî zanîngehê bibin xwedî kesayetek xurt bin.”
Rêbazên wanedayînê di qonaxa amadeyî de
Ala Dawûd rêbazên wanedayînê di qonaxa amadehî de şîrove kir û wiha domand: “Mamosteyên me yên qonaxa amadehî her yek di beşa xwe de pispor e û di gelek akademî û perwerdeyan re derbas bûne. Em pir balê dikşînin ser qonaxa amadehî ji ber pêşeroja xwendekar ev merhele diyar dike. Di akademiyan de mamoste rêbazên wanedayînê dibînin û ev yek jî dimîne li ser beşa branşê mînak rêbazên çîrokê, rêbazên pirs û bersivê, rêbazên mînakên li ser mînakan û gelek rêbazên din em bi xwendekaran re bi kar tînin bi vê yekê re xwendekarên me qebûlkirinek xurt û rûniştandina agahiyê di mêjiyê wî/ê de zêdetir dike. Di branşên zanistî de jî xwendekar derbasî cihê dîdektîv dibin û waneya xwe bi rengekî pratîk dibînin. Jixwe weke mamoste tekmîl û civînên me jî hene der barê xwendekaran de em rewşê dinirxînin her wiha rêveberî û malbatê ji rewşa xwendekar agahdar dikin. Her meh projeyek ji her xwendekarî/ê der barê mijarekê de tê xwestin ger beşa wêje be wê proje wêjeyî be ger beşa zanistî be wê proje zanistî be. Em dixwazin bi yekê xwendekarên me bibin xwedî tecrube. Xwendekarên Ereb û Xirîstiyan jî heman sîstem û materyal ji wan re tên pêşkêşkirin û tu ferq û cudahî nîn e di navbera xwendekarên hemû neteweyan de tenê ziman tê guhertin ji ber ku weke em her dibêjin di sîstema perwerdeya pergala Neteweya Demokratîk de her netewek bi zimanê xwe pêwîst e perwerdeya xwe bibîne.”
“Em giringiyê didin nêrîna meclisa xwendekarên zanîngehê” 
Hevseroka Hemangiya Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Rohan Mistefa ji me re nirxandin kir. Rohan Mistefa der barê avakirina zanîngehan û sîstema wê de wiha dest bi axaftina xwe kir: “Bi avabûna pergala Rêveberiya Xweser re gelek sazî û dezgeh hatin damezrandin yek ji van saziyên akademîk zanîngeh bûn. Armanca me ji vekirina zanîngehan ne tenê em derfetê ji bo xwendekaran vekin ku xwendina xwe berdewam bikin lê armanca me ew ku zanîngehên alternatîf ji bo zanîngehên hişmendiya hemû rejîmên desthilatdar di Rojhilata Navîn de. Zanîngehên ku bi hişmendiya desthilatdar, yek çand, yek ziman, yek netew didan pêş, em red dikin û li şûna wê zanîngehên bi fikrên Neteweya Demokratîk ku di nava xwe de pirçandî û zimanî didin pêş dipejirînin. Em derfet didin ku xwendekar ji hemû pêkhateyên civakê tevli zanîngehan bibin û xwendina xwe berdewam bikin. Rê û rêbazên me yên perwerdeyê jî di zanîngehê de cuda ne, yek jê sîstema rêvebirinê ya ku ji herdu zayendan weke hevserokatî tê birêvebirin. Ji rêveberiya zanîngehê heya beş û peymangehên wê sîstema hevserokatiyê heye. Em girîngiyê didin meclisa xwendekaran jî ku ji meclisa jin taybet û ji meclisa giştî pêk tê der barê de xwendekar hemû nêrînên xwe têkildarî pêvajoya perwerdeyê tînin ziman û tevlî dibin. Ev sîstem dihêlê ku zanîngehek demokratîk û atmosfêreke wisa biafirînin û civak li gor wê çandê em perwerde bikin.”
“Zanîngehên me alternatîfa zanîngehên sîstemê ne”
Rohan Mistefa naveroka materyalên ku li zanîngehê tên dayîn ji me re da nasîn û wiha pêde çû: “Naveroka materyalên me ne li ser dîrokek an jî çandeke serbixwe ne, em dîrok û çandên hemû herêmê di nav de dihewînin. Li kêleka wê rêbazên wanedayîn û nirxandinê bi xwendekar re tên meşandin, em dixwazin ev bibe alternatîf ji sîstema tenê ezmûn re. Niha xwendekar di sîstema ezmûn û nirxandinê re jî derbas dibin her wiha sîstema lêkolînan jî roleke xwe ya girîng di serkeftina xwendekaran de dilîze. Mamoste ji xwendekarên xwe mijareke lêkolînan dixwazin bi vê yekê xwendekar bi pey agahiyan dikevin ku wan agahiyan kom bikin û bigihîjin wê heqîqetê. Beşa pratîk jî esas e di zanîngehê de em dixwazin zanîngehê bikin cihê guhertina nêrînên şaş. Bi riya perwerdeyê em dikarin zemînên xurt ava bikin bi perwerdeya azad û demokratîk em civakek azad û demokratîk jî ava dikin. Ciwanên me sibê piştî derçûnê wê bi hişmendiya azad di sazî û rêxistinên me de kar bikin. Bila ji niha ve di zanîngehan de erk û berpirsyariya xwe nas bikin da bi rengekî durist xebata xwe bigihîjînin serkeftinê.”
Sibê: Jiyan û têkoşîna yek ji mamostayên di zimanê Kurdî de bi îsrar xebitiye Xaliya Ehmed