Perwerdeya bi zamanê dayikê hebûn û mayîndebûna civakan mîsoger dike 3

Mamosteya qonaxa seretayî Rojîn Hisên û Firyal Derwêş dan zanîn ku di dibistanê de herî zêde giringiyê bi perwerda dibistana seretayî didin û gotin: “Qonaxa seretayî bingeha avakirina hemû qonaxên xwendinê ye ji lewra divê baş li ser bê sekinîn.”

Xebatên perwerdê yên qonaxa seretayî 
Mamosteya qonaxa seretayî Rojîn Hisên û Firyal Derwêş dan zanîn ku di dibistanê de herî zêde giringiyê bi perwerda dibistana seretayî didin û gotin: "Qonaxa seretayî bingeha avakirina hemû qonaxên xwendinê ye ji lewra divê baş li ser bê sekinîn."
ROJ HOZAN
Qamişlo- Di sala 2015’an de yekem car perwerdeya bi zimanê dayikê derbasî dibistanan bû, pergala perwerdeyê ji qonaxa wê ya bingehîn dest pê kir ew jî qonaxa seretayî bû. Di vê qonxaê de hemû şaşîtiyên berê yên tirs û îşkenceya xwendekaran hatin derbaskirin û pêvajoya perwerdeyê li ser esasê bawerî, xurtkirin û avakirina xwendekar hatin bipêşexistin. Di vê qonaxa ku hê em ji xwendekar re dibêjin zarok e pêwîst e nêzîkatiyên mamoste jî li gorî wê bin da perwerdeya çand, exlaq, hînkirin di mêjiyê xwendekar de bê rûniştandin. Helbet pîvanên nû hatin afirandin bi rengekî ku xwendekar teşwîqî perwerdeyê bibin û ji bo pêşerojeke azad nifşeke xwedî zanist bê amadekirin. Bi qonaxa seretayî re qonaxa navîn gaveke jê pêşvetir de tê. Xwendekar derbasî temenekî hesas dibin êdî asyoyên mêjî fireh dibin lêgerîn û lêpirsînên nû bi dest dixin. Girîngiya avakirina nifşê pêşerojê ji qonaxa seretayî heya navîn di pergala Neteweya demokratîk de girîngiyê dide hişmendiya bi zanist û kesayeteke azad û avaker. Têkildarî mijarê mamosteyên qonaxa seretayî bal kişandin ser rêbaz û naveroka van herdu qonaxên xwendekar tê re derbas dibe.    
"Qonaxa seretayî bingeha hemû qonaxên perwerdê ye"
Mamosteya qonaxa seretayî Rojîn Hisên naveroka wane û materyalên qonaxa seretayî  ji me re şîrove kir û wiha got: “Sîstema dibistanan a qonaxa seretayî ji pêşdibistanê dest pê dike, ji ber qonaxa seretayî bingeha ji hemû qonaxên pêşerojê re yanî xwendekar çawa perwerde bibe wisa di pêşerojê de diyarker dibe. Qonaxa seretayî ji refa pêşdibistanê heya refa şeşan berdewam dike. Refa pêşdibistanê ji temenê 5 salî dest pê dike ew zarok tên amadekirin ji refa seretayî ya yekem re. Di vê refê de xwendekar hînî hejmar û tîpan dibe her wiha li kêleka wê, hin lîstokên ruhê tîmê û parvekirinê fêr dibin. Paşê dema zarok ji refa yekem re tê pêşwazîkirin ew fikirandin li ser rêbazên danûstandin û perwerdeya di dibistanê de çêbûye. Ji bo wê materyal ji hêsanî ber bi asteke zehmet ve diçe branşên wan berfireh dibin, xwendin dikeve nav û xwendekar kite dikin. Di refa duyem de branş zêdetir dibin ji bilî zimanê dayikê û waneya bîrkarî waneya civak lê zêde dibe, di vir de xwendekar hînî paqijî, hevaltî û gelek pîvanên exlaqê civakî yên baş dibin. Refa sêyemîn beşa zanyarî, muzîk, wêne, werzîş lê tê zêdekirin di vê refê de xwendekar zêde dixebitin û zanyariyên nû bi pêş dixin. Di refa 4’an de beşa zimanê Erebî li kêleka zimanê Kurdî derbasî materyalan dibe herdu pêkhate zimanê hev hîn dibin û perwerdeya wê dibînin her wiha guherînek di branşan de çêdibe. Di refa 5’an û 6’an de xwendekar êdî xwe mezin dibînin li kêleka waneyên di hemû refan re derbas bûne zimanê înglîzî lê tê zêdekirin. Di van herdu refan de mamosteyên pisporên her beşê tên cudakirin û li gorî branşa xwe perwerdeyê didin xwendekaran. Hin mamoste branşên zanyarî didin û hin jî branşên wêjeyî didin û mamosteyên ziman jî ji hev cuda dibin.”
"Rêbazên perwerdê di qonaxa seretayî de cihêreng in"
Rojîn Hisên bal kişand ser rêbazên perwerdeyê, dayîna waneyan û cudahiya danûstandina bi xwendekaran re di dibistanên seretayî de û wiha pêde çû: “Rêbazên me ne weke demên berê ne xwendekar rûniştî ne û mamoste diaxivin lê belê rêbazên me yên perwerdeyê cihêreng in. Mînak rêbazên lîstina ristan heye xwendekar bi xwe rola xwe tê de dilîzin, rêbazên alîkariyê hene xwendekar bi hev re kom dibin û li ser mijarekê nêrîna xwe tînin ziman û çareser dikin. Her wiha em derfetê didin xwendekar ji xwe bawer bin û kesayeta xwe ya azad ava bikin. Pir xwendekarên jîr û zana hene radibin weke mamosteyên xwe wane ji hevalên xwe re şîrove dikin. Bi van rêbazan, tengavî li gel şagirt çênabe û ji guherînan re vekirî dimînin.
Em zarokan teşwîqî dibistanê dikin ne weke demên berê tenê ji tirsê zarok dihatin dibistanê û perwerde dibûn. Bi îşkence û tirsê re kesayet ava nabin û ev yek bandorê li ser pêşeroja wan dike ku dema hinekî mezin dibin dest ji dibistanê berdidin. Li vir hezkirina mamoste û xwendekar heye. Dema ku xwendekar ji mamosteyên xwe hez bikin, mêjiyê wan zindî dimîne. Helbet asta zanyariyên zarokan ne wekî hev in, em bi hemû derfetên xwe hewl didin xwendekar di asta mêjî de paşde nemînin û wan xurt bikin. Malbatên zarokan ji me piştrast in û pir caran em bi wan re jî rêbazên danûstandinê nîqaş dikin û nêrîna wan li ber ber çavan digrin. Di dibistanê de herdu netew Kurd û Ereb perwerdeyê dibînin û di heman demê de li ser heman rêbazên fikrî û exlaqî perwerde dibin. Em hewl didin van zarokan li ser pêşerojeke azad perwerde bikin.”
Têkildarî rêbazên perwerdeyê di vê qonaxê de mamoste Firyal Derwêş behsa sîstema xwendinê di qonaxa navîn de kir û ev tişt got: “Xwendekarên qonaxa navîn derbasî pêvajoyeke nû ya perwerdeyê dibin, helbet her ref bilind dibe wisa sîstem jî hinekî zehmet dibe. Di vê qonaxê de neteweya Kurd û Ereb waneyên wan naveroka wê yek in lê her neteweyek bi zimanê xwe perwerde dibîne, em plan û stratejiya nû bi xwendekaran re dest pê dikin. Materyalên vê qonaxê berfireh in êdî li gorî hişmendiya xwendekar pêwîst e dîrok, erdnîgarî, çand, huner û hebûna xwe nas bikin. Agahiyên xurt li branşên wan tên zêdekirin wisa bi rengekî ku xwendekar bikşîne nava hezkirina perwerdeyê. Di beşa zanyarî de pirtûkên zanist, fizîk, kîmya, bîrkarî hene û di beşa wêjeyê de pirtûkên weke zimanê dayikê, dîrok, çand, exlaq û erdnîgarî hene. Helbet ji bo bilindkirina asta xwendinê rêbazên me jî hene em her bi rêbazên nîqaş û mînakan xwendekar dikşînin hundirê waneyan. Rêbazeke din heye ew jî rêbazê koman e pir caran em di hin waneyan de xwendekaran dikin kom û wiha pêşbirkê di nabera wan de çêdikin. A din jî şopandineke rojane ji van xwendekaran re heye em rewşa wan bi rêveberî û malbatên wan re parve dikin. Bi vê awayê xwendekar dema refa 9’an bi dawî dikin amade ne biçin qonaxa amadehî û dest bi pêvajoyeke nû ya xwendinê bikin.”
Sibê: Mamosteya dibistana amadeyî ya Qamişloyê Ala Dawûd û mamostaya zanîngehê Rohan Mistefa qunaxa xwendina amadeyî û zanîngehê dinirxînin.