Parzemîn bi parzemîn ji berê heta îro têkoşîna jinan- (7)
Li Brezîlyayê ji ber kurtaja qaçax salê milyonek jin dimirin Welatê qelebalix ê Emerîkaya Latîn Brezîlaya; di cîhanê de welatê yekem e li dijî şîdeta li ser jinan yekîneya polîsan ‘Ewlekariya Jinan’ ava kiriye lê li welatê di dorpêça polîtîkayên nêr de xizanî û jinîtî di heman kategoriyê de di rewşeke bindest de ne. Li welatê ku kurtaj lê qedexe ye, zêdetirî wan jinên reşik ên xizan, milyonek jin ji ber kurtaja qaçax jiyana xwe ji dest didin. Tenê li bajarê Rioyê rojê 16 jin rastî tecawizê tên. Jinên ku di dorpêça polîs, malbat û çeteyan de rastî şîdeta zayendî û fizîkî tên ji bo xwe rizgar bikin têdikoşin.
Li Brezîlyayê ji ber kurtaja qaçax salê milyonek jin dimirin
Welatê qelebalix ê Emerîkaya Latîn Brezîlaya; di cîhanê de welatê yekem e li dijî şîdeta li ser jinan yekîneya polîsan ‘Ewlekariya Jinan’ ava kiriye lê li welatê di dorpêça polîtîkayên nêr de xizanî û jinîtî di heman kategoriyê de di rewşeke bindest de ne. Li welatê ku kurtaj lê qedexe ye, zêdetirî wan jinên reşik ên xizan, milyonek jin ji ber kurtaja qaçax jiyana xwe ji dest didin. Tenê li bajarê Rioyê rojê 16 jin rastî tecawizê tên. Jinên ku di dorpêça polîs, malbat û çeteyan de rastî şîdeta zayendî û fizîkî tên ji bo xwe rizgar bikin têdikoşin.
Navenda Nûçeyan - Li welatê Emerîkaya Latîn li Brezîlyayê ku xwedî şêniya 203 milyon e, tevgera jinan, bi destpêka sedsala 20’an bi têkoşîna mafê dengê jinan dest pê kir. Di 1930’yan de mafê dengdanê hat qezenckirin. Di salên 1970’yan de tevgera jinan a Brezîlyayê, bû tevgerek ku bala xwe bide ser pêdiviyên bingehîn ên madî yên jinên çîna karker. Bi taybetî li taxên xizan ên bajarê bi navê ‘Fevala’ têkoşîna jinan bi pêş ket, li dijî polîtîkayên îhmalkar ên dewletê bi taybetî li ser xwedîkirina zarokan, li taxan xizmetên civakî yên bingehîn û mehaneya baş û mercên kar hat rawestîn. Li welatê ku aloziyên siyasî û dîktatorî lê hebû, ji bo jinên xizan û reşik jiyan heta tu bibêjî zor bû.
'Welatê yekem ê Ewlekariya Jinan lê hatiye avakirin e lê...
Di navbera salên 1970 û 1980'yan de li Brezîlayayê, jin li dijî polîtîkayên zayendperest têkoşiyan. Di encama têkoşîna wan de navendên asayîşê yên bi navê “Delegacias da Mulher) “Ewlekeriya Jinan” ku hemû xebatkarên wan jin bûn; ji bo têkoşîna şîdeta li dijî jinan hatin avakirin û ev yek di cîhanê de yekem bû. Navendên “Ewlekariya Jinan” bûn parçeyek ji pergala polîsên li welat lê ji ber ku piştgiriyeke tam ji dewletê nedît, nikare xebateke baş û têr li dijî şîdetê bimeşîne. Di sala 2007’an de piştî ku li welat Peymana CEDAW’ê hat pejirandin, têkildarî şîdeta li hemberî jinan, zagona “Marîa da Penha” hat derxistin û bi vê zagonê, şîdeta li hemberî jinan wekî kategoriyeke taybet hat pênasekirin. Serokdewleta Brezîlyayê Dîlma Rousseff ku gerîlayeke kevn bû, di 3 sibata 2015’an de soz da ku dê têkoşîna bi şîdeta li dijî jinan re zêdetir bikin. Dîlma ragihand ku dê li 26 bajaran Malên Jinan ava bikin.
Li Rioyê rojê 16 jin rastî tecawizê tên'
Femînîstan; di 2006-2007’an de guherînên ku dewletê di çarçoveya CEDAW’ê de kiribû bêbandor dîtin. Mînak; di pênc salan de de hejmara jinên ji aliyê hevjîn an jî xizmên xwe ve tên qetilkirin de tu guherîn çênebû. Li welat sale nêzî 6000 jin tên kuştin. Bûyerên tecawizê yên ketine qeydan pir kêm in. Li bajarê Rîo Janeîroyê li gorî îstatîstîkan; di 4 mehên destpêka 2013’an de di 1. 822 bûyerên tecawizê de tenê 70 kiryar hatine girtin. Dema ev li gorî rêjeyê were muqayesekirin ji sedî 3, 8 derbas nake. Li gorî daneyan; tenê li Rîo de Janeîroyê di rojê de 16 jin rastî tecawaizê tên û heman îstatîskên nîşan didin ku gelek jinên rastî tecawizê tên jinên reşik in.
Claudia bû sembola şîdeta polîsan
Balkêş e ku jinên ku hem marûzê şîdeta mêr, hem jî ya dewletê mane, hem reşik hem jî ciwan in. Di 16’ê adara 2014’an de li favelayeke Rîo de Jenarîoyê, jina bi navê Claûdîa Sîlvîa Ferreîra ya 38 salî ku 8 zarokên wê hebûn di pevçûna çeteyan li kolanê de birîndar bû. Dema ku polîsan ew birin nexweşxaneyê ket erdê û demek dirêj polîsan ew bi erdê ve kişandin dû re jiyana xwe ji dest da. Claudîa bû sembola jinên xizan, reşik ên tu qîmet nadin jiyana wan. Di 2014’an de ji bo Kupaya Cîhanê di çarçoveya guherîna bajarîyî de, polîsan taxên xizan (favelayan) veguherandin cihê şer. Di operasyonên polîsan de jinên weka Claûdîa di navbera çete û polîsan de bûn mexdûrên şer. Jinan di çalakiyên xwe de rûyê Claûdîa kirin pankart û di medyaya civakî de bi dirûşma “Qeza nebû” “Xeyalên min jî hebûn” çalakî li dar xistin.
Jinên reşik û xizan di dorpêça şîdeta polîs û çeteyan de man
Li gorî lêkolînên hatine kirin li Brezîlyayê, di sale de 2 hezar kes ên di navbera wan de jin jî hene ji aliy3e polîsan ve t3en kuştin. Di 22’yê tebaxê de di çalakiya Meşa Duyemîn a li Dijî Qirkirina Gelên Reşik de 50 hezar kes derketin kolanan. Di hedefa DYA’yê de mêrên reşik ên ciwan hene lê polîs jinan jî dikuje û ji sedî 60’ê wan weka Claudîa reşik in. Tîmên “Yekîneyên Pêkanîna Asayîşa Polîsan” ku di adara 2014’an de hatin avakirin, bi awayê xwepaşandanê dikevin kolanan, dagir dikin û dibin sedem ku çete jî militarize bibin. Dema ku operasyon baş derbas dibin jin rastî şîdeta polîsan tên, dema baş derbas nebin jî rastî şîdeta çeteyan tên.
Di du rojan de jinek ji ber kurtaja qaçax dimire
Li Brezîlyayê ku li cîhanê xwedî nifûsa herî zêde ya katolîk e, jin bi xwe jî ji ber kurtaj dibin yan jî dermanên dibin sedema kurtajê bi kar tînin tên darizandin. Li welatê ku kurtaj ji 1940’an ve qedexe ye lê di sale de milyonek jin kurtaja qaçax dibin, di du rojan de jinek ji ber mercên bê tendirust ên kurtajê dimire. Dewlet, di rewşên wekî tecawiz, xetera jiyanê de destûr dide kurtajê lê di pratîkê de ev rewş jî di nav de jin nikarin kurtaj bibin û hejmara jinên bi destûr kurtaj dibin di sale de 500 sedî derbas nake.
Ji ber kurtajê cezayên ecêb
Jinên kurtaj dibin, bi cezayê biçûkxistinê re rûbirû dimînin. Jinên kurtaj dibin cezayên ecêb digirin ‘naçin baran’ yan jî divê ‘ji kesê/a li balê dixebitin re bibêjin ku kurtaj bûne’ û ew jin bi piranî reşik in. Li gorî rapora parêzvana mafên jinan parêzer Ana Paula Sciamarella amade kiriye; jinên dewlemend di mercên hîjyenîk de û bi hêsanî kurtaj dibin lê jinên xizan dikevin destên çeteyan û dema tên girtin rastî cezayên biçûkxistinên tên û teşhîr dibin. Jinên ji çîna jor dema kurtaj dibin dikarin xwe bigihînin bijîjkên elît lê jinên ji çîna karker, diçin ba bijîjkên ji bo çeteyan dixebitin û perwerdeya tendirustiyê nedîtine û ji ber vê yekê dimirin. Kurtaja qaçax ji bo çeteyan qezenca pere ye. Çeteyê bi navê Aloîsîo Soraes ê karên kurtaja qaçax dikir, dema di îlona 2014’an de hat girtin di hesabê wî yê banqê de 5 milyon dolar hebû.
Çeteya kurtajê Jandira ve Elizângelayê kuştin
Di 24’ê îlona 2014’an de cenazeyê jina 27 salî ya xwedî du zarokan, Jandra Santos Cruz li bajarê Rîo de Janeîroyê hat dîtin. Jandra ya ji meha tebaxê ve winda bûbû, ji aliyê çeteya kurtajê ve hatibû kuştin û ji bo neyê nasîn hatibû şewitandin. Jandra di peyama ji hevalek xwe re avêtibû de gotibû “Ji bo min dua bike.” Di îlona 2014’an de li Rîo de Janeîroyê, Elîsangela Barbosa ya 32 salî ji ber tedawiya şaş a kurtajê xwîn winda kiribû, bi wî halê ew avêtibûn kolanê. Wesayîdek ku di ber re derbas bûbû ew biribû nexweşxaneyê lê li wir miribû. Bi hezaran jin bi pankartên “Em hemû Jandira ne” , “em hemû Elîzangela ne” derketin kolanan. Lê tevî wan çalakiyan jî tu guherînên zagonî çênebûn û neket rojeva partiyên li ser desthilatdariyê.
Çalakiyên 'Tu kes tecawizê heq nake'
Li Brezîlyayê di rojeva têkoşîna jinan de tacîz û tecawiz heye. Li gorî anketa Enstîtuya Îktîsadî ya Tetbîqî ya di 2014’an, ji sedî 26 brezîlyayiyan dibêjin ku jinên kincên vekirî li xwe dikin tecawizê heq dikin. Jin van nêrînan bi derketina kolanan şermezar dikin. Di kampanyaya medyaya civakî ya bi hashtaga “Tu kes tecawizê heq nake” de jinên brezîlyayî kincên ku ji wan re ‘vekirî’ tê gotin li xwe kirin û çalakirya şermezarî li dar xistin.
Mîhrîcaa Rîoyê û zayendperestî
Pirsgirêkeke din jî kuştina trans û homofobiyan e. Koma jinan Thînk Olga jî nexşerêya bûyerên bi heqaret û tacîza kolanan çêdibin û bi kategoriyên zayendperest û netewperest bi transfobîk û homofobîk tên binavkirin amade kir. Di karnavala li bajarê Rîo de Janeîro ya her sal di 18’ê sibat3e te dest pê dike, nêzîkahiyê zayendperest ên li dijî jinan balê dikşînin. Herî dawî jî koma siyasî ya “Ciwanên Rastgir” di rûpela Facebookê de wêne û gotinên zayendperest bi kar anî û ev yek bû sedema berteka jinan. Jinan di mîhrîcanê de li dijî tacîza kolanan ku ji ber têgihîştineke ‘hêsan’ tê dîtin çêdibin, bi kostumên jinên navdar ên weka Frîda Kahlo di karnavalê de çalakî li dar xistin.
Mîraseke girîng heye
Li welatê ku xwedî mîraseke girîng e Yekîtiya Jinên Brezîlyayê (União Brasileira das Mulheres)ya rêxistineke girîng e, bi cudakariya mercên kar, derfetên cudakar, şîdeta li nava malê re têdikoşe. Rêxistin mafên zayendî û zêdebûnê diparêze û li dijî medyaya ku jinan weka objeyê bi kar tîne derdikeve. Ji manîfestoya Yekîtiya Jinên Brezîlyayê wiha dibêje: “Li dijî zextan cîhaneke wekhevxwaz. Em jinên li cihên cuda yên Brezîlyayê dijîn, ji bo têkoşînê hatin ba hev. Ji bo me û nifşên li pêş Brezîlyaya nû dixwazin. Em Brezîlyaya ku jin tê de di warê hemwelatîbûn û kedkariyê de cudakariyê nabînin, li ser hîmê wekheviyê hatiye avakirin dixwazin.”
Li dijî netewperstiyê têkoşîna Vandayê
Aktîvîsta reşik a brezîlyayî, Vanda Nenezes 30 sal in li eyaleta Alagoas a Brezîlayayê li dijî netewperstî û zayendperestiyê dixebite. Vanda, dema 18 salî bû hevalê li balê ji ber reşik bû nikaribû biketa kulûbê. Di sala 1979’yan de komeleyek ku koka wê Afrîka, çanda wê jî ya Brezîlyayê bû ava kir. Vanda, di 1980’yan de tevli tevgera Jinan a Brezîlyayê bû. Vanda di wê demê de li ser jinên nedixuyan lêhûr bû û ji bo cudahiya neteweyan bibînin, bi rapor û lêkolînan têkoşiya, daxwazên mafên hemwelatî û wekhev ên jinên reşik ragihand tevgera jinên Brezîlyayê. Di 2002’yan de Vanda bû wezîra eyaleta Alagoas, niha jî di koma Tora Demokrasiyê û Jinan de dixebite, di navbera tevgerên reşik û feminist de diyalogê çêdike.
Yekîtiya jinên Brezîlyayê
Rêxistina herî mezin a jinan; Yekîtiya Jinên Brezîlyayê, di 1988’yan de ava bû. Li qadên cur be cur ji bo parastina mafên jinan têkoşiya, bi projeyên xwe ji bo rewşa jinan baş bibe, cudakariyê nebînin têdikoşe. Yekîtiya Jinan, tevî xebatên ji bo gihîştandin û zanîna mafên jinan, hinek kursan jî ji bo pêşxistinê li dar dixe. Mînak; ji bo di warê nexweşiya AÎDS’ê de jinan hişyar û zana bike, bi wezareta tendirustiyê re li Sao Bauloyê hezar û pênsed jin hatine perwerdekirin. Her wiha dîsa ji bo jinan kursên pîşeyî jî li dar dixe. Kursên ji bo tendirustiya jinan, şano û hunera destan jî tên organîzekirin. Mafên jinên xwecihî û yên Afro-Brezîlyayî yên rastî cudakariyê tên, jî diparêze û van kirinan şermezar dike.
Ji manîfestoya Yekîtiya Jinan Brezîlyayê: “Li dijî zextan cîhaneke wekhev. Em jinên li cihên cur be cur ên Brezîlyayê dijîn, ji bo têkoşînê hatine ba hev. Ji bo xwe û nifsên hatî em Brezîlyaya nû dixwazin. Em Brezîlyaya ku jin tê de di warê hemwelatîbûn û kedkariyê de cudakariyê nabînin, li ser hîmê wekheviyê hatiye avakirin dixwazin.”
Li dijî Jaîr Bolsonaroyê faşîst têkoşîna jinan didome
Li Brezîlyayê jin tevî kampanyaya “Wî hilnebijêrin” jî li dijî gotinên zayendperest ên serokdewletê rastgir Jaîr Bossonaro yê di 28’ê cotmeha 2018’an de hat hilbijartin têkoşîna xwe didomînin.