Netewa demokratîk çareseriya qeyrana Rojhilata Navîn e-3

Hevseroka Kampanyaya Pêşxistina Çandiniyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Nebîla Mihemed têkildarî rehenda aboriyê got: “Projeya Neteweya Demokratîk li hemberî aboriya desthilatdar têdikoşe û ji bo bidestxistina aboriyeke xweser a gel projeyan diafirîne.”

‘Aboriya xweser û têrker bi keda civakê misoger dibe’

EBÎR MUHEMED

Qamişlo- Yek ji rehendên projeya Neteweya Demokratîk, aborî ye. Hevseroka Kampanyaya Pêşxistina Çandiniyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Nebîla Mihemed têkildarî nasîn, armanc, girîngî û beşên ku rehenda aboriyê di hundirê xwe de dihewîne ji ajansa me re nirxandin kir.

‘Aborî ked û xwetêrkirin e’

Nebîla Mihemed di destpêka axaftina xwe de danasîn û girîngiya aboriya xwezayî ya kedê anî ziman û wiha pêde çû: “Beşa aborî di hundirê projeya Neteweya Demokratîk de girîng e ku civak bikaribe li ser wê bijî. Armanca vê rehendê peydakirin û dabînkirina pêdivî û pêwîstiyên civakê yên ku bi saya wê jiyana xwe dikin mîna xwarin û vexwarinê. Her wiha ji bo ku civak aboriyeke xwe ya xweser ava bike û sûdekî ji berhemên heyî yên ser axa xwe bigire. Di civaka xwezayî de çandinî di destên jinan de bû, paşê dema ku kapîtalîzm bi pêş ket êdî ji cewherê xwe derket û veguherî aboriyeke desthilatdar di destên zilam de. Ji dîrokê ve heta niha aborî li ser kedê hatiye avakirin, ev desteserkirina ser cewherê aboriya xwezayî nakokî derxist pêş, helbet aboriya herî rast a kedê û hevgirtinê ye.”

‘Projeya Neteweya Demokratîk li dijî pawankariya aboriyê şer dike

Nebîla Mihemed bal kişand ser armanca projeya Netewa Demokratîk a tunekirina pawankariya aborî ya ku hatiye ferzkirin li ser civakê û got: “Di heman wextê de dema ku avaker û afrînera aborî û xwezayê ji vî warî hat dûrxistin, hişt ku aborî kambax bibe. Mirovan li ser berhemên xwezayê xwe têr dikirin lê niha em dibînin ku aboriya diravî yali ser bingeha pereyan tê birêvebirin. Loma projeya Neteweya Demokratîk li dijî vê yekdestdarî ango pawankariya aboriyê şer dike, dixwaze ku ji holê were rakirin. Eger aborî tenê di destên yek alî de be û wekhevî tê de tunebe êdî ev nabe aborî.”

Rehenda aboriyê di nava xwe de çi dihewîne?

Nebîla Mihemed bi rêzkirin û şîrovekirina beşên ku di nava aboriyê de cih digrin axaftina xwe wiha berdewam kir: “Rehenda aboriyê ji çend beşên cuda jêpêkhatî ye wekî bazirganî, pîşeyî û kooperatîfên cuda yên ku tên çêkirin. Li hêleke din em dikarin bibêjin ku aborî û ekolojî ji hev nayên dabeşkirin, çima? Ji ber ku ekolojiya wate derdora ku em lê dijîn, wekî xweza û berhemên ku em li ser debara jiyana xwe dikin ji vê xwezayê ye ger ev xweza talan bibe, wê demê berhem jî tune ye ji tevahî zindiyan re. Mixabin em dibînin ku ekolojiya me ber bi xirabiyê ve diçe ji destên desthilatdariyê lewre rê li pêşiya guhertina avhewayê vekir. Divê ku em xwezaya xwe biparêzin û xwedî lê derkevin, çawa ku ew berhem dide me, pêwîst e em jî xwedî lê derkevin. Bêguman projeya Neteweya Demokratîk jî heman tiştê digre dest di vê der barê de. Aborî beşa çandiniyê jî dihewîne hindî kevirekî lêker di rehenda aboriyê de ye. Rêveberiya Xweser li ser çêkirina çandiniyeke di nava civakê de kar dike. Di van salên dawî de çandinî ji milê civakê ve hatiye vederkirin û berê xwe dane warê bazirganî û pîşeyiyê, ji ber vê yekê em dixwazin çanda çandiniyê dîsa careke din di nava civakê de nûjen bibe.”

Projeyên berbiçav ên ku hatine avakirin li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê

Nebîla Mihemed destnîşan kir ku tevî zor û zehmetiyên heyî Rêveberiya Xweser dikaribû di warê aboriyê de gavên mezin bavêje û projeyan bide avakirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Piştî destpêkirina Şoreşa Rojavayê Kurdistanê bi vêxistina çirûska 19’ê Tîrmehê re, kar û xebatên aborî dihatin meşandin. Belê rehenda aborî di sala 2017’an de ji nû bi awayekî fermî hat damezrandin. Gavên mezin hatin avêtin ji bo avakirina sîstemeke aborî ya têrker li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Bêguman yek ji armancên bingehîn ên Rêveberiya Xweser; avakirina aboriyeke civakî ye. Di nava aboriyê de projeyên kooperatîf bi berfirehî hatin aktîfkirin, ev beş girîng e ji ber ku kombûnekê di nava ferdên civakên ku ji hev hatibûn dûrxistin de, çêdike. Helbet ev rûniştandina vê projeyê di demeke kin de zehmetiyên wê hene ji ber ku civak li ser hişmendiya di bin spartina desthildaran de maye ku xwe tenê wek karker dibînin ji bo hin kesan lê dîsa jî kar tê kirin ji bo serxistina projeya kooperatîfan. Her wiha kargeheke şîr û mast li bajarê Dêrikê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat vekirin, kargeheke kerton, laboratuwarên ji bo hêkan çêdikin jî hatin avakirin û çend projeyên din ên cuda di nav civakê de hem ên xweser girêdayî jinan in û hem ên giştî ne.”

‘Aboriya civakî desthilatdariyê tune dike’

Nebîle Mihemed destnîşan kir ku aboriya civakî dikare desthilatdariyê tune bike û got: “Rêveberiya Xweser a ku projeya Neteweya Demokratîk dixwaze bi pêş bixe ji hev ne qut e. Helbet daxwaza me ew e ku civak bi xwe aboriya xwe ya xweser ava bike û bikaribe desthilatdariya heyî tune bike. Rêveberiya Xweser sîstemekê ava dike ji bo kûrbûnê di hundirê civakê de û hişyarkirina wan, bi taybetî ji bo nivşên pêşerojê perwerde dê bê dayîn li ser aboriya civakî û kooperatîfan di dibistanan de.”

‘Ruhê yekbûnê ji bo hemû pêkhateyan pîroz e’

Nebîla Mihemed projeya Neteweya Demokratîk li avakerê projeyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir û wiha bi dawî kir: “Projeya Neteweya Demokratîk projeyeke pîroz e ji ber ku di hundirê xwe de hemû pêkhateyan bê ferq û cudahî dihewîne, bi vê gavê re civakbûyîn û hezkirin çêdibe, destek bi tena xwe nikare kar bike û destkeftiyan bi dest bixe. Ji vî bingehî ve ruhê yekbûnê yê hemû pêkhateyan pîroz e û em vê projeyê pîroz dikin bi taybetî li Rêber Apo mîmarê vê projeyê pîroz dikin. Yê ku ev proje ava kir û ji bo azadiya jinan û demokrasiyê têkoşiya dîsa ew bû ku tu rêberên din ev gav navêtibûn. Dibe ku gelek welat bi azadî û demokrasiyê bang dikin lê di warê pratîkî de ev yek nayê dîtin. Dê armanca me ew be ku em bi civaka xwe re aboriyek civakî ava bikin.”

Sibe: ‘Rehenda çandê bi pêşengiya jinan jiyanî bû’