Ne cînayet qirkirina zayendê

Di van rojên dawiyê de kesên ku di cîhana huner, wêje û medyayê de tên nasîn, di vîdeoyên ku di medyaya civakî de parve dikin, têgeha qirkirina zayend derbas dibe. Em dikarin bibêjin ku ev yek bûye sedem ku ev têgeh were bihîstin. Platforma Jinan a ji bo Wekheviyê jî (EŞÎK) li dijî qirkirina zayendê kampanyayek dabû destpêkirin û bang kiribû ku meclis peywira xwe bi cih bîne. EŞÎK, kuştina jinan a her roj wekî “qirkirina zayendê” bi nav kiribû, bang kiribû ku her kes piştgiriyê bide kampanyayê. Baş e, gelo qirkirina zayendê çi ye, ji ku derket? Em ê jî bi vê dosyayê pênaseya qirkirina zayendê bikin, bibêjin ka kengê û ji aliyê kê ve hatiye kirin. Di beşa duyemîn de jî em ê behsa qirkirina zayendê ya li cîhanê ango behsa welatên ku herî zêde komkujî li ser jinan pêk tê bikin. Em ê hewl bidin behsa faktorên siyasî, çandî, civakî û bîrdozî, polîtîkayên desthilatdar ên pêşî li qirkirina zayendê vedikin bikin. Di beşa sêyemên a dosyayê de jî em ê hewl bidin bertek, pêşniyarên ji bo çareseriyê yên rêxistinên jinan ên li dijî qirkirina zayendê ku li Tirkiyeyê zêde bûye vebêjin. Em ê behsa zagonên ku pêşî li qirkirina zayendê digrin, peyman û daxwazên jinan ên di vê mijarê de hene bikin.

Di van rojên dawiyê de kesên ku di cîhana huner, wêje û medyayê de tên nasîn, di vîdeoyên ku di medyaya civakî de parve dikin, têgeha qirkirina zayend derbas dibe. Em dikarin bibêjin ku ev yek bûye sedem ku ev têgeh were bihîstin. Platforma Jinan a ji bo Wekheviyê jî (EŞÎK) li dijî qirkirina zayendê kampanyayek dabû destpêkirin û bang kiribû ku meclis peywira xwe bi cih bîne. EŞÎK, kuştina jinan a her roj wekî “qirkirina zayendê” bi nav kiribû, bang kiribû ku her kes piştgiriyê bide kampanyayê. Baş e, gelo qirkirina zayendê çi ye, ji ku derket? Em ê jî bi vê dosyayê pênaseya qirkirina zayendê bikin, bibêjin ka kengê û ji aliyê kê ve hatiye kirin. Di beşa duyemîn de jî em ê behsa qirkirina zayendê ya li cîhanê ango behsa welatên ku herî zêde komkujî li ser jinan pêk tê bikin.  Em ê hewl bidin behsa faktorên siyasî, çandî, civakî û bîrdozî, polîtîkayên desthilatdar ên pêşî li qirkirina zayendê vedikin bikin. Di beşa sêyemên a dosyayê de jî em ê hewl bidin bertek, pêşniyarên ji bo çareseriyê yên rêxistinên jinan ên li dijî qirkirina zayendê ku li Tirkiyeyê zêde bûye vebêjin. Em ê behsa zagonên ku pêşî li qirkirina zayendê digrin, peyman û daxwazên jinan ên di vê mijarê de hene bikin. 
EKİM ZEYNEP YAGMUR
Enqere- Jin her roj, li her derê cîhanê, ji ber ku jin e tê qetilkirin. Li hin welatan bebikên keçik bi xetera mirinê re rûbirû ne. Dixwazî li derve, dixwazî li cihê kar, dixwazî li malê; ji lixwekirina cilan, heta ken û tevgera wan, mudaxeleyê wan tê kirin. Di nava tora têkiliyan de jin her roj ne ji bo jiyana ku mafê wê yê xwezayî ye, ji bo bikaribe bijî têdikoşe. Ji ber ku sûcdar taximên cilan li xwe dikin, bi gotina halê baş, dibe sedema kêmkirina ceza lê jinên ku şîdetê dîtine yan jî hatine qetilkirin, rengê cilên li xwe kirine, makyaj, hatina dereng a malê, wekî sedemên tehrîkê tên dîtin û cezayê kujeran kêm dikin. Dema behsa jinên rastî şîdeta fizîkî, gotin û zayendî hatine tê kirin, nîqaş dikin vê yekê heq kiriye yan na; sûcdaran mexdûr îlan dikin. Şîddet, bi pêşdaraziyên dînî, kevneşopî, polîtîkayên cudakariya zayendî û bi zagonan tê meşrûkirin.
Ji bo şîdeta li dijî jinan ji holê rabe, destpêkê divê dewlet û hemû saziyên têkildar ên desthilatdariyên siyasî berpirsyariya xwe bi cih bînin, bi hemû sazî û dezgehên sivîl û fermî re hevkariyê bikin, ji bo vê pirsgirêka jiyanî ji holê rabe, hemû polîtîkayên civakî bixin dewrê. Platforma Jinan a ji bo Wekheviyê (EŞÎK) diyar kiribû ku qetilkirina jinan li Tirkiyeyê gihîştiye asta “qirkirina zayendê” li ser vê esasê kampanyayek dabû destpêkirin û daxwaz kiribû ku meclis bi rojeva lezgîn kom bibe. Belê qirkirina zayendê çi ye?  
Femînîcîde wekî têgeha sûcê nefretê ya xwe dispêre zayendê tê pênasekirin
“Femînîcîde” ango qirkirina zayendê, bi piranî wekî qetilkirina bi qest a jin an jî zarokên keçik te pênasekirin. Ango pênaseya sûcekî nefretê ya ji ber zayendê pêk hatiye. Nivîskara femînîst Diana E. H. Russell, wekî kesa yekem a di sala 1976’an de vê têgehê penase kiriye tê zanîn lê Carol Orlock jî di sala 1975’an de Antolojiya Femîcîdeyê amade kiriye lê nehatiye çapkirin. Ji vê dîrokê û şûnve li ser têgeha femîcîdeyê, di derdorên akademîk de nîqaş zêde bûne û ev têgeh ji nû ve hatiye nirxandin, li ser hatiye fikirîn û naveroka wê hatiye berfirehkirin. Femîcîde wekî femînîcîde hatiye bikaranîn.
Nivîskara femînîst Diana E.H. Russell, vê gotinê bi hevoka “Jin ji ber ku jin in ji aliyê mêran ve ten qetilkirin” pênase dike. Russell, balê dikşîne ku mêr, bi ajoyên zayendperest jinan qetil dikin. 
Di sala 1976’da li ser têgeha femînîcîde têgeha hiqûqî hatiye zêdekirin û li “Dadgeha Cînayetên Jinan a Navneteweyî ya li Brukselê ji bo sûcên li dijî jinan hatibû lidarxistin, ev têgeh hatibû ser ziman û bal hatibû kişandin ku cînayetên jinan polîtîkayek zayendî ye.”
Femînîcîde, wekî têgeh, di rojeva navneteweyî de, li Amerîkaya Latîn, bi taybetî li Guatemala û Meksîkayê di salên 1990’an de dest pê kir, di salên 2000’an de zêde bû ji ber qirkirina zayendê ya ku heta roja me didome hat bikaranîn. Bi kurtasî, femînîcîde; wekî pênaseya komkujiyên jinan ên ku tewlet teşwîq dike, hedef digre û qest dike te binavkirin. 
Sedemên civakî û siyasî yên komkujiyan hene 
Hinek femînîst dibêjin ku mirov komkujiyên jinan ên li cihên wekî Amerîkaya Latîn, Hindistan û hwd. zêde bûne wekî rêze cînayetan bibîne kêm dimîne. Hin femînîst û parazvanên mafên mirovan, tegeha femîcid teng dibînin, diyar dikin cînayet û komkujiyên li dijî jinan ji ber sedemên civakî û siyasî ne jî. Ji ber wê, ji bo rawestandina komkujiyan divê rastiya civaka zayendperest li ber çavan were girtin.
Zemîna îdeolojîk a qirkirina zayendê 
Têgeha femînîce wateya wê qirkirin e, bi dirûvpêxistina peyva jenosît, tê wateya qirkirina jinan; cara pêşîn di sala 1801’ê de hatiye bikaranîn. Hatiye diyarkirin ku cînayetên li dijî jinan bûyerên ji hev cuda nîn in, awayên qirkirina li dijî jinan in û di sala 1976’an de li Brukselê di Trîbunala Navneteweyî ya Şîdeta li dijî Jinan de Dîana Russell wate û naverokeke siyasî li vê têgehê zêde kiriye. 
Bi pênaseya têgeha femîcîde, diyar bûye ku polîtîkayên qirkirinê yên li ser jinan, takekesî, îstîsnaî nîn in, polîtîkayek e. Sedema bingehîn a ku bû sedem di vê sedsalê de nîqaşên li ser qirkirina jinan zêde bibin, pergala kapîtalîzmê ya ku xwe bi pergala baviksalar bi sazî bûye û mekanîzmayên mêtinkar ên li ser jinan qewîmtir û zêdetir kiriye ye. Vê pergalê rêbaz û navgînên ku keda jinan, bedena wan biçewisîne bi pêş xist, jinan kir meta. Ji vî aliyê ve jin, wekî mêtinkariya herî kûr a vê pergalê tên dîtin.  
Zayendperestî wekî aliyê îdeolojîk ê ve pergalê, her mêrî bi potansiyelek wekî berdewamiya vê pergalê û kiryarê qirkirina jinan dibîne û bi teşe dike. Fikirîna jinan a di warê sûcdarî, bêçarebû, kêm, bêhêz, bê parastin, serîtewandin dê bi zayendperestiyê têkûz bibe. Gelek jin carna wisa hîs dikin ku tiştên dijîn ji pergalê zêdetir, ji wan sîrayet dike yan jî wekî ku ew tenê van tiştan dijîn. Ji vê aliyê ve femînîcîde (qirkirina jinan) ji bo dîtina vê rastiyê bandoreke girîng afirandiye.  
2012 Viyana Deklarasyona Femîcîde Qirkirina Jinan/Qirkirina Zayendî/pênaseya femînîcîdeyê wiha kiriye:
1) Cînayeta partner a di nava malbatê de
2) Cînayeta bi îşkence û dijminahiya jinan
3) Bi nave namûsê qetilkirina jin û zarokên keçik
4) Di dema şer de hedefgirtina jin û zarokên keçik
5) Cînayetên ji ber cihêz hatine kirin
6) Ji ber nasnameya zayenda civakî qetilkirina jin û keçên ciwan
7) Ji ber cihê jê ne qetilkirina jin û keçên ciwan
8) Ji ber tercîhkirina zarokên kur qetilkirina zarokên keçik
9) Cînayetên têkildarî astengdariya lebata zayendî ya jinan 
10) Qetilkirina ji ber sûcê sêrbaziyê 
11) Sûcên wekî madeyên hişbir, bazirganiya mirovan, yên bi organîze di nava 
Femînîcîde de cih digrin. 
Sibê: bi şêweyek sistematik û pilankirî weke politikaya dewletê qirkirina zayendî