Mîrateya têkoşîna 136 salan: 1’ê Gulanê

Têkoşîna ku karkerên hemû cîhanê bir 1’ê Gulanê, çîroka berxwedaniyê ya li dijî koletiyê ye.

ELÎF AKGUL

Stenbol - Di têkoşîna 136 salan de çi qewimî, çi guherî? Jinên ku di nava vê berxwedanê de li her derê û qadan du caran keda wan xwarin, çi kirin? Em ê hewl bidin di dosyaya xwe de bersiva van pirsan bidin. Em îro dosyaya xwe bi bîranîna pêvajoya ku çîna karkerên cîhanê ber bi 1’ê Gulanê ve dibe dest pê dikin.

Karker, di şert û mercên xebatê yên tirsnak ên sedsala 19’an de, rojê 18 demjimêr tenê ji bo mûçe bigrin dixebitîn. Mafên wan ên civakî tune bûn. Gelek ji wan li holikên nêzî fabrîqeyan diman û piranî emrê wan ji 40 salan derbas nedikir.

Di 21’ê Nîsanê de hosteyên keviran ên Awustiralî yên li Victoriayê, weke berdewamiya tevgera rojê bi giştî çalakiya dev ji kar berdanê li dar xistin. Ev bû mêrasîma bîranîneke ku her sal tê lidarxistin û ji bo xebatkarên Amerîkayê yên çalakiya yekem a rawestandina kar li dar xistin bû îlham. 1’ê Gulanê, ji bo bîranîna bûyera Haymarket a sala 1886’an ya li Chicagoyê, wek Roja Karkerên Navneteweyî hat hilbijartin.

Ew sala ku di 1’ê Gulanê de dest pê kir, greveke giştî ya ji bo di rojê de tenê 8 saetan kar bikin hebû. Di 4’ê Gulanê de, piştî ku kesekî nasnameya wî nediyar bombe avêt, polîs xwest mîtînga ji bo piştgirîdayîna grevê hatibû lidarxistin, belav bike û ket tevgerê. Polîs, bi guleyan bersiv dan karkeran. Di encama êrîşê de herî kêm çar sivîl, heft polîs mirin û ji derveyî sed û pazde sivîlan şest memûrên polîs jî birîndar bûn.

Piştre bi sedan serokên karkeran hatin girtin. Her çar piştî darizandinek bêhiqûqî hatin darvekirin. Di 5’ê Gulanê de rojek piştî darvekirinan, li Wisconsin û Milwaukeeeyê milîsên eyaletê bi çekan êrîşê çalakvanan kirin. Guleyên milisan zarokek dibistanê û mêrêk ku li baxçeyê xwe mirîşkan xwedî dikir jî di nav de 7 kes hatin kuştin.

Ji bo bangan bersiv hat dayin

Ji sosyalîstên Fransî Raymond Lavigne, di salvegera protestokirina Şikagoyê de, ji bo navneteweyî banga protestoyan kir û di 1890’an de kongreya yekem a Enternasyonala Duyemîn kom bû. Di 1'ê Gulana 1890'an de karkeran ji DYA û gelek welatên Ewropayê bersiv dan bangê. 1’ê Gulanê, di kongreya duyemîn a Enternasyonalê ya 1891’ê de bi fermî wekî bûyerek salane hat pejirandin.

Yekemîn 1’ê Gulana xwecih: 1860

Di serdema Osmaniyan de, ji salên 1860’î û vir ve ji aliyê Ermeniyan ve dest bi pîrozkirinê hatiye kirin. Ji sala 1886’î vir ve, hîn zêdetir girseyî bû, bi pîrozkirina beşdarbûna zêde ya li piraniya gundên Ermenî yên Butania, Kîlîkya û Ermenistana Rojava civakî bû, ji aliyê karkeran ve dest bi pîrozkirinê hat kirin.

Di sala 1923’an de, li Stenbolê karkerên tûtinê, fabrîqayên leşkerî û karkarên rêhesin, nanpêjan, karkerên tramvaya Stenbolê, telefon, tunel û gazxaneyê 1'ê Gulanê li kolanan pîroz kirin. Pankartên “Bila dest daynin ser şîrketên biyanî”, "Rojê 8 saet xebat", "Betlaneya hefteyê", "Sendîkaya serbest û mafê grevê" hatin hilgirtin.

Di sala 1976’an de li Tirkiyeyê tevgera kedkar û tevgera ciwanan mil bi mil bi pêş ketin, li dijî faşîstan têkoşîna çînayetî dan. 50 sal piştî sala 1923’an 1’ê Gulanê Cejna Karkeran bi mîtîngeke mezin li Qada Taksîma Stenbolê hat pîrozkirin. 1’ê Gulana 1976’an a ji aliyê Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) ve hat organîzekirin, li Tirkiyeyê bû destpêka pîrozbahiyên 1’ê Gulanê yên girseyî.

1’ê Gulana bi xwîn

Salek piştî wê, di 1’ê gulana 1977’an de li Tirkiyeyê êrîşek ku tu carî nayê jibîrkirin çêbû. Nêzî 500 hezar karker, kedkar beşdarî mitînga 1’ê Gulanê ya ji hêla DÎSK’ê ve li qada Taksîmê hat organîzekirin bibûn. Dema Serokê DÎSK’ê Kemal Turkler hat dawiya axaftinê ji derdorê dengê çekan hat. Ji ser banê avahiya Îdareya Sular û ji Otêla Intercontinental, gule berdan ser girseyê ku di wê demê de hê jî gelek kes ber bi qadê ve diçûn. Polîs bêyî ku dengê çekan rawestînin, dengê sîrenên panzeran vekirin û ber bi girseya gel ve çûn. Ji bo ku zêdetir gelê ku ji Kazancî Yokuşê direviyan bitirsînin, careke din gule hat berdan. Mirov li hev qelibîn, ketin bin panzeran û hewl dan birevin.

28 kes bi pelçiqandin û xeniqandinê, 5 kes bi guleyan, kesek jî ket binê panzerê û jiyana xwe ji dest da. Nêzî 130 kes jî birîndar bûn. Piraniya kesên ku mirin di encama kamyona di destpêka Kazancî Yokuşê hatibû parkkirin û rê girtibû hatin qetilkirin. Di wê roja ku dê di dîrokê de wekî “1’ê Gulana bi xwîn” derbas bibe, 9 jin hatin qetilkirin: Dîran Nergîs, Hacer Îpek Sarman, Hatîce Altûn, Jale Yeşîlnîl, Kiymet Duman, Leyla Altiparmak, Meral Ozkol, Nazan Unaldi û Sîbel Açikalin.

Kiymet Duman a hemşîreyek ji Bozcaadayê bû, bi hevjînê xwe û zaroka xwe ya di zikê xwe de ji bo tevli 1’ê Gulanê bibe, ew şev li Kazancî Yokuşê li mala hevala xwe Hacer Îpek Sarman mabû. Hatîce jî xwendekara Kovara Ciwanên Milîtan-Riya Gel û xwendekara fakulteya veterînêriyê bû, ew jî di 1’ê Gulana bi xwîn de hat qetilkirin.

Sîbel, bi eslê xwe ji Antakyayê, xwendekara Zanîngeha Stenbolê ya Beşa Birkarî bû. Dema hat qetilkirin 18 salî bû. Di nava jinên hatin qetilkirin de ya herî ciwan Jale Yeşîlnîl bû. Jale di sala 1960’an de ji dayik bûbû, dema hat qetilkirin 17 salî bû, di Liseya Aryamehrê de xwendekara pola 3’yan bû. Rêhevalên wê di roja 2’yê Gulanê de navê dibistanê kirin Liseya Jale Yeşîlnîl.

Berpirsiyarên komkujiya 1'ê Gulana 1977'an tu carî nehatin girtin û hesab nedan. Lê belê hesabê 1'ê Gulana bi xwîn dîsa li çîna karkerên Tirkiyeyê û muxalîfên çep hat birîn.

Destpêkê kolan, piştre mîtîngên 1’ê Gulan hatin qedexekirin

Di sala 1979’an de li Stenbolê pîrozbahiyên 1’ê Gulanê hatin qedexekirin û qedexeya derketina derve hat ragihandin. Seroka Giştî ya Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP) Behîce Boran û nêzî hezar kesên ku di 1'ê Gulanê de li Stenbolê derketin kolanan hatin binçavkirin. Behîce Boran û 330 endamên Partiya Karkerên Tirkiyê di 6’ê Gulanê de hatin girtin. Komek sendîkayên girêdayî DÎSK'ê li Îzmîrê pîrozbahiya 1'ê Gulanê ya "Bidestûr” li dar xistin.

Di sala 1980’an de jî DÎSK’ê li Mêrsînê mîtîngek ku 50 hezar kes tevli bûn li dar xist. Di mîtîngê de Cigîrê Serokê Giştî yê DÎSK'ê Riza Guven hat binçavkirin. Bi cûntaya 12’ê Îlonê re 1’ê Gulanê jî hat qedexekirin.

Dîsa karkeran qedexeyan şikand. Di sala 1989’an de dema pîrozbahiya 1’ê Gulanê hat qedexekirin, kesên ku xwestin derkevin Qada Taksîmê rastî êrîşa polîsan hatin. Di encama gulebarana polîsan de ciwanek karker ê bi navê Mehmet Akîf Dalci yê 17 salî jiyana xwe ji dest da. Li Mecîdiyekoy û Taksîmê gelek kes hatin girtin.

Dema di kombûna Civata Giştî ya Turk-Îşê ya Kanûna 1990’î de biryara pîrozkirina 1’ê Gulanê hat dayîn, Hak-Îş jî di dîroka xwe de cara yekem 1’ê Gulanê pîroz kir.

Polîsan ji bo pêşî li çalakiyên 1’ê Gulanê bigrin, li Stenbolê tedbîrên tund ên ewlehiyê girtin. Di navbera polîs û komên ku xwestin li taxan çalakiyê bikin de pevçûn derketin. Di dema bûyerên li Pangaltiyê de xwendekara zanîngehê Gulay Beceren ji aliyê polîsan ve hat gulebarankirin û felc bû.

Piştî qetlîamê 30 sal şûnde dîsa Taksîm

Heta 1’ê Gulana 2007’an ku 30’emîn salvegera 1’ê Gulana bi xwîn e, Qada Taksîmê ji bo karkeran girtî bû. Di sala 2007’an de bi hezaran karker û kedkar ji riya Fatîh, Beşîktaş û Şîşliyê ber bi Taksîmê ve meşiyan. Polîsan dîsa êrîş kir. Dema tevahiya Taksîmê hat dorpêçkirin, bi sedan kes rastî tundiya polîsan hatin û hatin binçavkirin. Lê hewldanên dewletê tu encam nedan. Bi sedan kes di 1'ê Gulana 2007'an de ji bo bîranîna kesên 30 sal berê hatin qetilkirin û ji bo ji nû ve xwedî li qada 1'ê Gulanê derbikevin, ji kolanên navberê hatin Qada Taksîmê.

Di 1’ê Gulanên 2008 û 2009’an de, tevî heman qedekirin, tedbîr û tundiya polîsan jî bi karkerên ku bi awayekî xwe gihandin Qada Taksîmê re bi encam bû. Her çend hikûmeta AKP'ê destpêkê ragihand ku dê ji "hejmareke maqûl re destûr bê dayîn" jî hejmara maqûl ji aliyê karkeran ve hat diyarkirin.

Roja 22’ê Nisanê 2009’an, di Lijneya Giştî ya TBMM’yê de pêşnûmeya 1’ê Gulanê wek “Roja Ked û Hevgiriyê” bibe rojeka betlaneya fermî hat qebûlkirin. Zêdetirê 5 hezar kes li qada Taksîmê 1’ê Gulanê pîroz kirin. Her wiha dîsa bi sedan kes di 1’ê Gulanê de di binçavan de bûn.

Di sala 2010’an de piştî 32 salan cara yekem Qada Taksîmê ji bo ‘çalakiyê’ hat vekirin. Ji sê riyên mezin çûndina Qada Taksîmê hebû; Gumuşsuyu, Mecîdiyekoy-Şişlî û Bulvara Tarlabaşiyê. Berî bernameyê, sendîkayên ji bo kesên ku di bûyerên 1977’an de jiyana xwe ji dest dan, qurnefîlên sor danîn Kazancî Yokuşuyê. Bi coş û heyecaneke mezin bi beşdariya zêdetirî 200 hezar kesî şahiyek bi heybet hat lidarxistin. Li Êlihê Meydana Cumhuriyetê piştî 20 salan cara ewil ji bo pîrozbahiya 1’ê Gulanê hat vekirin. Li Enqereyê jî çalakvanan 1’ê Gulanê li Qada Sîhhiyeyê pîroz kirin.

Qedexekirina Taksîmê: 2013

Sala 2013’an bû salek ku tevgerên civakî, xwepêşandanên girseyî û dewlet doza tundiyê zêde kir. tenê piştî 27 rojan hikûmeta AKP’ê ku hesabê berxwedana Geziyê û hesabdayîna Teksîmê dikir, di 1’ê Gulana 2013’an de, qada Taksîmê bi hinceta “Înşaeta Projeya Peyarêtîkirina Teksîmê” û “tedbîrên ewlehiyê girt.

Tevî vê daxuyaniyê jî girseya gel hewl da biçe Taksîmê, li gelek cihan di navbera polîs û çalakvanan de pevçûn derketin. ÇHD’ê diyar kir ku herî kêm 26 kes hatine binçavkirin; 3 jê giran 7 kes birîndar bûne û rakirine nexweşxaneyê. Dîlan Alp a 17 salî li Tarlabaşiyê ji ber guleya gazê ya polîs avêt li serê wê ket bi giranî birîndar bû.

Ji nû ve hat qedexekirin

Piştî ku di sala 2014’an de hat ragihandin ku hikûmet dê destûr nede pîrozbahiyên 1’ê Gulana 2014’an, hemû riyên ku diçûn Qada Taksîmê ji aliyê polîsan ve hatin girtin. Li Stenbolê ku 39 hezar polîs lê erkdar in, rewşa awarte hat ragihandin. Polîsan êrîşê karkerên ku xwestin li ber avahiya DÎSK'ê ya Şîşliyê kom bibin û ji bo pîrozkirina 1'ê Gulanê ber bi Taksîmê ve bimeşin, kirin. Rojnameger jî di nav de bi dehan kes birîndar bûn û zêdetirî 100 kes jî hatin binçavkirin. ÇHD'ê di daxuyaniya xwe ya çapemeniyê de diyar kir ku 3 jê parêzer 266 kes hatine binçavkirin û nêzî 50 kes jî birîndar bûne.

Sala 2015’an ji gelek aliyan ve di warê bikaranîna mafên demokratîk de bû mîladek. Salên pêşve bi Hewldana Darbeya 15’ê Tîrmehê re kiryarên qedexe “qanûnî bûn.” Taksîm ji bo karkeran, karkerên madenê, ji bo Kurd, jin, sosyalîst û LGBTI+’yan hat girtin. Tevî vê yekê jî ev şerê qadê ku bi têkoşîna 1'ê Gulanê dest pê kiriye, hê jî didome û gel dev ji Taksîmê bernade.