Mîrateya têkoşîna 136 salan: 1’ê Gulanê 3

Di sala 2022’an de jinan pêşengî ji têkoşîna karkeran a her diçe mezin dibe û rêxistina wan re kir. Em li ser vê mijarê bi yek ji wan jinên pêşengî ji rêxistinbûna karkeran re kiriye Seroka DGD-SEN’ê Neslihan Acar re axivîn.

ELÎF AKGUL

 

Stenbol- Ji dawiya sala 2021 ber bi sala 2022’an ve bayê berxwedana karkeran ê her diçe bilind dibe pêre jî rêxistinbûna wan mezin dibe. Li aliyê din jin weke kadroyên pêşeng ên çîna karkeran, di sendîkayan û qadên berxwedanê de li pêş cih digrin.

 

Neslihan Acar jî yek ji van pêşengan e. Seroka Sendîkaya Karkerên Depo, Bender, Dersxane û Behran (DGD-SEN) Neslîhan Acar, di berxwedana Mîgros a îsal de dîsa yek ji pêşengên herî li pêş a berxwedanê cih digre bû.

Dema ser depoya TOMA'yan de girtin hat binçavkirin; piştî hat berdan dîsa bêhna xwe di qada berxwedanê de girt. Her wiha berxwedana Mîgros bi ser ket.

 

Me bi Neslihan Acar re derbarê pêşketina rêxistinbûna karkeran a 2 salên dawî, şert û mercên ku karkeran bi her awayî berbi berxwedanê ve dibe û keda jinan ya her diçe zêde dibe, axivîn.

 

Neslihan Acar da zanîn ku îro daxwazek karkeran a "daxwaza heysiyet û nûnertiyê” heye û dibêje ku berxwedanên sala 2022'an weke kivarkê piştî baranê bi dawî nabe û kokên we heye. Neslihan Acar diyar kir ku jinên ku bi şewbê re ji jiyana karsaziyê hatin dûrxistin û kedxwariya wan a kedê du qat zêde bû, di vê pêvajoyê de hîn leztir tên rêxistin kirin.

 

“Bi şewbê re kedxwariyek tirsnak destpêkir”

 

Ji destpêka şewba Adara 2022’an û vir ve pirsgirek û berxwedana karkeran pir zêde hat rojevê. Destpêka sala 2022’an di nêzî 30 kargehan de berxwedan hebû. Ev rewş çawa derket holê?

 

Dema ku me di sala 2020’ de yekem car şewb dît, bangên “li mal bimîne” dest pêkir. Gelek tedbîrên koronayê û teşwîq hatin ragihandin. Lê di wan teşwîq û tedbirên hatin standin de karker tunebû. Berevajî ji karkeran re gotin “hûnê bi xebitin”. Bi taybet karkerên ku di depoyan, şîrketên kargoyan de dixebitiyan û yên kuryetî dikirin bi dijwarî xebitîn. Di gelek tekstîl û febriqe yan de karker hatin paşgokirin. Di depoyên ku 100-150 kes dixebitiyan de 400 kesan dest bi kar kirin. Di vê pêvajoyê de kedxwariyek tirsnak dest pê kir.

 

Di şewbê de şert û mercên xebatê çawa hatin guhertin?

 

Beriya şewbê jî karkeran bi saetên gelek dirêj, bi desteserkirina cidî ya mafan dixebitiyan. Lê bi şewbê re, mînak seatên xebatê yên karkerên depoyê ji 12 saetan derket heta 16-17 saetan. Karker neçar man 10 meh bê navber, bêyî betlana dawiya hefteyê û beyî rojek jî betlane bikin, xebitîn. Di berxwedana Mîgrosê de êdî karker di rewşa xilasbûnê de bûn.

 

”Şewb nexweşiyek çîna karkeran e

 

Di pêvajoya pandemîk de, hukûmetê tedbîrên wekî qedexekirina jikaravêtinê û betlaneya bê mûçe girtin. Ma gelo ev bi kêr nehatin?

 

Hat gotin ku "şewb wekhev nêzî her kesê dibe ", lê şewb êdî vegeriya ye nexweşiyek çîna karkeran. Piraniya mirinên ku her roj 300-400 tên ragihandin ji kedkarên xîzan û malbata wan pêkdihat. Yekane tedbîra ku dewletê girt ew bû ku ji malbatên karkeran re bêje "li mal bimînin". Dema ji bo patronan hîbeyên mîlyar dolar dihatin kirîn, ji bo karkeran maskeya 50 qurişî jî nehat dayîn. Di dawiyê de, karkeran jî fêm kir ku dewleta ew difikirin ku dê di rewşek weke şewbê de bi wan re be, di rastiyê de ne li gel wan bû. Şewbê hinek ji ev perde rakir.

 

Di vê ferasetê de çi guherî?

 

Karkeran êdî pozîsyona çînî ya dewletê pir zelal dîtin. 4 milyon karker bi muçeyek mirinê yê weke 1.400 TL yan xebitîn. Dema ji kar avêtin hat qedexe kirin, karkerên ku îtîraz kirin heta yên korona bûn jî bi Kod-29’ê re ji kar hatin avêtin derxistin. Dema şewb yekem car dest pê kir karker paşve vekişiyan û xwe girtin karên xwe, lê ev ne domdar bû. Her wiha ji vê qadê ne tenê patron û dewlet, sendîka jî vekişiya bûn. Bersiva sendîkayan a ji bo karkerên ku dixwestin mafê xwe yê revîna ji kar bi kar bînin ev bû: "Niha dema hilberînê ye, patron çi bêje ew e, gelê me ji me xizmet hêvî dike."

 

Çi karkeran neçar kir ku cihên xwe yên kar veguherînin qadên berxwedanê?

 

Ji ber ku em di hewzeyan de xebat dimeşînin dizanin, jixwe hêrsek mezin hebû. Lê bi şewbê re, rewşek dikele avabû. Piştre, dema ku derzî derket û girtinan bi dawî bû, vê carê jî enflasyon zêde bû. Ji Mijdara 2021’an pê ve, hêza kirînê bi cidî daket. Beriya hevdîtina mûçeya asgerî ya 4 hezar û 250 TL’yî dewlet, Turk-Îş û sermaye ji ber ku agahiya wan ji vê rewşa kelandî hebû, dixwestin mûçeya asgerî bi lez bê ragihandin. 4 hezar û 250 TL hat îlankirin, lê rewşa heyî nema dikarî bû bi vê mûçeyê were jiyîn. Kirêya ku hezar lîre bû, bû du hezar lîre. Bihayê ceyran, av û nan du qat zêde bû.

 

“Pandemiyê qada xebata jinan bandor kir”

 

Di nava tevgera karkeran de berxwedanên jinan her tim şopa xwe hiştiye. Vê yekê jinên berxwedana Farplas, Mîgros û Trendyolê ya sala 2022’an şopand. Motivasyona jinan a cih girtina van berxwedanan çi bû? Çi wan derxist kolanan?

 

Ev berxwedanan, wek kivarkên ku piştî baranê jî nişka ve derdikevîn holê, jî nişka ve derneket. Şewb di heman demê de jiyana kar ya jinan jî tune kir. Jinan li malê girt. Mesaiya jinên rojê 17-18 saetan dixebitin du qat zêde bû. Ji ber ku em xwe li malê girtin, lê di heman demê de hertim xwar û vexwar. Di karên malê û lênêrînê de zêdebûnek cidî çêbû. Jinên xwedî barekî bi vî rengî bi giştî di rêxistinbûnê de li paş dimînin. Ji ber ku li pêşiya wan pir astengî heye. Dema hûn van astengiyan derbas bikin jin jî dest bi rêxistinbûnê dikin. Lê şewb ev pêvajo lez kir. Ji ber ku êdî hat rewşêk nay domandin. Ji ber ku jin di nava malan de tên girtin. Ji ber ku jin neçar dimînin bi xespên giran ên mûçe û mafan bixebitin.

 

Teqez sala 2022’an bi bayê berxwedana karkeran dest pê kir. Lê wek we gotî, ev berxwedan wek kivarkên piştî baranê derket, gelo raboriya wê tune bû?

 

Li vî welatî 320 herêmên pîşesazî yên organîze heye. Û yên nû avadibin. Dîsa herêmên serbest hene. Tu herêmek pîşesazî yên organîze nemaye ku berxwedana karkerên nebîne. Berê em ji bo parastina mafên xwe li ber xwe dida. Bi sala 2022’an ve em bûn şahidê berxwedanên ku maf distînin, maf dixwazin û berxwedanên pêşeng. Nêzî 30 hezar karker rabûn ser piyan. Ji sedî 90’ê wan jî xebatkarên zanîngehê yên ciwan pêk tên. Cara yekem beşdarî çalakiyan dibin. Mînak, li Trandyolê profîlek pir ciwan heye. Piraniya wan mezûnên zanîngehê ne. Kardêr wek xebatkar dixebitinê kardêrî dike, lê di heman demê de hemû mafên we yên karkerî jî xesp dike. Şîrketan dide ava kirin. Ev çîroka kedxwariyek mezine. Dîsa li depoya Migrosê ciwanên ku divê li zanîngehê bin, ji ber ku mafê wan ê perwerdehiyê ji destê wan tê girtin dixebitin, lê di dawiyê de ew razîbûna xwe nîşanî karê depoyê ku yek ji wan karkeriya herî dijwar e li cîhanê ye. Ger em li tekstîlê dinêrin kedxwariyek cidî ya kedê heye. Li Alpin çorap ê berxwedanek ku ji sedî 70’ê jî karkerên jin pêkdihat, çêbû.  Bi dagirkirinek 24 saetan, ji sedî 70’ê  zam girtin. Hem jî karkeran rêxistina xwe ya bingehîn ava kirin.

 

"Pêwîstî bi rêxistinên bingehîn heye"

 

Gelo vê pêvajoyê pratîkên rêxistinbûyînê jî guherî?

 

Karkeran ji ber ku dîtin sendîkayan li pişt patronan rêz dibin, rêxistinên xwe yên bingehîn ava kirin. Em dibînin ev karkarên ku radibin ser piyan ne bi sendîkayan, bi rêxistin û meclîsên xwe yên bingehîn re radibin ser piyan. Çalakiyên milîtanî dikin. Ji ber ku dîtin ku dewlet wan bi tememî li ber wijdana patron hiştiye. Ji ber vê sedemê li herêmên qedexe dagirkeriyên bi navê “neqanûnî” kirin. Tevî ku hemû amûrên zehmet yên polîsan êrîşê wan jî kir, heta ku bi ser nekevin, gav paşve neavêtin. Karkerên keştiyên ku digotin "Nekarin bi ser bikevin" raste nekarîn hemû daxwazên li patron bidin qebûl bikin. Lê bi salan li bajarekî karkeran ê weke Alîagayê ku bajarekî 30 sal in radestî sendîkayên zer, rêveberiyên MHP û çeteyan hatiye kirin, çalakiyeke gelekî xurt bi rêxistin kirin. Berê dema karkerek digot “ez carek din nakim, zehmet e” êdî niha dest bi gotina “dema em dîsa bikin” dikir. Ji berxwedanan ders girtin. Niha jî komîte û meclîsên xwe li ser zemîneke rast birêxistin dikin. Tenduristî û ewlehiya karker, bi asbestî nîqaş dikin. Dibe ku niha derdor bêdeng bûye, lê hêrsa ku di binê xwe de kom dibe dê dîsa xwe bi awayekî pir bi hêz nîşan bide. Karkerên ku ji partiyê heta muxdariyan, ji şaredariyê heta sendîkayê ji hemû nûnertiyan hatin derxistin, îro têkoşînek wan ya heysiyet û rûmetê heye. Ji bo vê têkoşînê pêwîstî rêxistinên bingehîn heye. Li depoyan bi avakirina komîte û meclîsan, em pêvajoyên ku karker karibin hiş û vîna xwe ya kolektîf îfade bikin, birêxistin dikin. Mîgros nîşana vê ye. Ev modeleke rêxistinî ku, em kêm diaxivîn û dema diaxivîn jî gotin û hewlesta karkeran bi xurtir bike ye.

 

Di vê pêvajoya ku enflasyon gihiştiye lûtkeyê, ji bilî lawazkirina hêza kirînê di tunebûna wê de, karker bi çi daxwazan diçin 1’ê Gulanê?

 

Em di xala sifirê de ne. Hema bêje hemû maf hatine xespkirin. Di destê me de tiştek nema ye. Dema çîna karker îro rabû ser piyan, daxwazên xwe pir zelal diyar kir. Ya yekemîn: em nikarin debara xwe bikin. Em nikarin bi van mûçeyan bijîn. Ya duyemîn nûnertî ye. Ya sêyem, pirsgirêka bendavê ya li sendîkayên ku weke me têdikoşin, heye. Mafê me ya çêkirina peymana kolektîf ji destê me tê girtin. Hikûmet vê yekê bi awayekî antîdemokratîk li ser me ferz dike.

 

Ji ber vê yekê daxwazên karkeran ya rakirina bendên sendîkayan, qedexeyan, rakirina astengiyên li pêşiya rêxistinî, rûmet û pêşerojê heye. Ji ber ve yekê di sala 2022’an de her kes got, “ çîn qediya, êdî têkoşîna nasnameyan heye” di vê pêvajoyê de karker rabûn ser piyan û gotin, “ Ev têkoşîn ji min ne serbixwe ye.” Dagirkeriyên kargehan yên pir bi milîtan û pir cidî hatin bi rêxistin kirin. Îro jî li Taksîmê banga me ya 1’ê Gulanê heye. Ji ber ku ev der îradeya çînî ye. Em îro bi têkoşîneke milîtanî, bê rawestan dixebite, bi lêgerîna lihevnekirin û feraseta qada hevpar û bi daxwazên ku min li jor rêz kirin, diçin 1’ê Gulanê.