"Me karî rêjeya zewaca zarokan û bûyerên telaqê kêm bikin"

Saziyên jinan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo bicihanîna zagonên jinan dixebitin da ku gelek diyardeyên neyînî di civakê de ji holê rakin.

SÎBÎLYA EL-ÎBRAHÎM

Minbic - Diyardeya zewaca di temenê biçûk de ne tiştekî nû ye, lê şerê ku li Sûriyê diqewime û kontrolkirina komên tundrew li ser herêmê bi salan bû sedema belavbûn û zêdebûna wê. Saziyên jinan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo bicihanîna zagonên jinan dixebitin da ku gelek diyardeyên neyînî di civakê de ji holê rakin û karîbûn belavbûna diyardeya zewaca di temenê biçûk de bi awayekî berçav li bajarê Minbicê kêm bikin. Ji sala 2011'an ve, krîzên civakê zêde bûne û di encamê de rêjeya zewaca di temenê biçûk de li hemû herêman zêde bûye.

Ji dema kontrolkirina komên terorîst ên weke Cebhet El-Nesra û DAIŞ'ê, ku li wir ji bo piştgirîkirina gelek diyardeyên neyînî kar dikirin di nav de jî zewaca di temenê biçûk de, herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûne şahidê binpêkirinên eşkere yên mafên jinan. Piştî rizgarkirina herêmê ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk ve, çi bi çek û çi bi şerê taybet, êrîş nesekinîn.

Li gorî amarên Mala Jinê di salên dawî de rêjeya zewaca di temenê biçûk de li bajarê Minbicê zêde bûye, di sala 2022'an de li Minbicê û gundewarê wê giheştiye 20 haletên û hejmara dozên telaqê yên ku ji ber zewaca di temenê biçûk de derketiye gihîşt 62 dozan.

Li gorî rapora Mala Jinê ya Minbicê û gundewarê wê hat destnîşankirin ku sedemên zêdebûna dozên telaqê di van demên dawî de ji ber rêjeya zêde ya pirzewacê, pirbûna nakokiyan û pirsgirêkên zewacê, ji bilî rewşa nebaş a jiyanê û bêkariyê û destwerdana dê û bavan di navbera hevjînan de ye.

"Pêkanîna qanûnên jinan pêwîstiyeke lezgîn e"

Berdevka Navenda Lêkolînên Jineolojî Yasmîn Qoco diyar kir ku pêkanîna qanûnên jinan pêwîstiyeke lezgîn e û wiha axivî: "Dagirkirna bajarê Minbicê ji aliyê DAIŞ'ê ve bû sedem ku gelek malbat di temenê biçûk de keçên xwe bizewicînin. Şert û mercên dijwar ên ku gelê Sûriyê zêdetirî deh sal in tê de derbas bûne bûne sedema belavbûna zewaca di temenê biçûk de. Zewaca di temenê biçûk de gelek bandorên neyînî dike. Xort jî beriya ku bigihin 18 saliya xwe tên zewicandin. Divê em balê bikşînin li ser rewşa zewaca xortan jî, ne tenê keçan. Beriya 18 saliyê laşê zarok temam nebûye, pêşketina zêhnî û hişmendiya wî jî têra berpirsiyariyê nake, ji ber vê yekê ji ber ducaniyê, wîladetê an jî kurtajê bûyerên mirinê û pirsgirêkên laşî çêdibin. Her wiha ji ber ku mêr jî di temenekî biçûk de dizewicin ji berpirsiyariyê direvin û pirsgirêkên malbatê dest pê dikin."

"Kampanyayên hişyariyê ji bo hemû endamên civakê"

Yasmîn Qoco da zanîn ku bûyerên hevberdanê zêde dibin, nemaze dema ku keç biçûk be yan jî herdu alî jî biçûk bin û wiha axivî: "Berpirsiyariya rêxistinên jinan e ku balê bidin kampanyayên hişyariyê ji bo hemû endamên civakê, ne tenê ji bo jinan û ronîkirina metirsiyên zewaca di temenê biçûk de û bandorên neyînî yên vê diyardeyê. Rêxistinên femînîst bi riya semîner û civînan kampanyayên xwe yên hişmendiyê berfireh kirin. Rêxistinên femînîst timî kampanyayên hişyariyê li dar dixin û encamên zewaca di temenê biçûk de û metirsiyên wê li ser keç û xortan ronî dikin. Qanûn dikare vê diyardeyê bi sepandina cezayên tund li ser her kesê ku destûrê dide zewaca di temenê biçûk de, bi dawî bike bike. Divê Encumena Dadwerî yasayên tund ferz bike û vê zewacê saz neke, bi vî awayî alîkariya rêxistinên jinan bike ji bo bidawîkirina vê diyardeyê. Şerekî taybet li ser civakên me tê kirin."

Statîstîkên metirsîdar ên zewaca di temenê biçûk de û bûyerên telaqê

Rêvebera Mala Jinê ya Minbicê û gundewarê wê Îman El-Hemşo got ku di sala 2022'an de li Mabinc û gundewarê wê hejmara bûyerên zewaca di temenê biçûk de gihîşt 20 haletan, li gel 62 dozên telaqê û wiha pê de çû: "Dozên telaqê encama destwerdana dê û bavan û rewşa aborî bû. Me ji yekî zêdetir haletên zewaca di temenê biçûk de rawestandin. Mala Jinê di hin rewşan de ji ber nerazîbûna hin malbatan nikare zewaca di temenê biçûk de bisekinîne. Divê zagona jinan were sepandin da ku diyardeya zewaca di temenê biçûk de were astengkirin û rêjeya telaqê kêm bibe. Ji bo pêşîgirtina li zewaca di temenê biçûk de û pirzewacê, divê qanûnek were sepandin. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê yasaya me ya jinan heye, lê em daxwaz ji Desteya Dadê ya Jinan dikin ku bi tundî vê zagonê pêk bîne. Ger em van her du diyardeyan bi dawî bikin, wê civaka me bibe civakeke exlaqî."

"Ez daxwaza sepandina yasaya ku zewaca di temenê biçûk de qedexe dike dikim"

Jina ciwan H.M a 19 salî ji bajarê Minbicê, behsa serpêhatiya xwe ya bi zewaca di temenê biçûk de kir û wiha got: "Ez di temenê 16 salî de zewicîm. Ji aliyê hevjînê xwe û malbata wî ve şîdetên cur bi cur li min hat kirin, gelek caran rastî lêdanê hatim û min radikirin nexweşxaneyê. Hevjînê min, min kiribû wekî kole. Ji ber ku temenê min biçûk bû, min nizanîbû ez çi bikim, min derdê xwe jî ji malbata xwe re nedigot ji ber ku min digot qey çare tune. Zewaca di temenekî biçûk de wek avêtina te di bîreke kûr de ye. Min nema dikarî tehmûl bikim ji ber vê yekê min biryara hevberdanê da. Malbata min jî piştgiriya min kirin ji ber ku wan êdî dizanîbûn ku hevjînê min şîdetê li min dike. Min gelek caran xwest xwe întîhar bikim. Vê zewacê jiyana min serûbin kir, min dev ji xwendina xwe berda û pêşeroja xwe hilweşand û niha ez ji şert û mercên giran ên derûnî êşê dikişînim. Her kes ji min re dibêje jina berdayî û ev yek min pir diêşîne, lê ez qet li ser biryara xwe ya hevberdanê poşman nebûme. Di temenekî biçûk de bi tu hincetekê zarokên xwe nezewicînin. Ez daxwaza sepandina yasaya ku zewaca di temenê biçûk de qedexe dike dikim."

Astengiyên li pêşiya ferzkirina qanûnên jinan li Minbicê

Hevseroka Meclisa Dada Civakî ya Minbicê û gundewarê wê Mufîde El-Hesen li ser sedemên ne sepandina qanûna jinan li bajarê Minbicê axivî û wiha got: "Li Minbicê û li gelek herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ber urf û edetên ku di van civakan de hene heta niha qanûna jinan bi têra xwe nehatiye bicihanîn. Ji ber vê yekê heta niha Qanûna Jinan ji aliyê Meclîsa Zagonsaz ve nehatiye pejirandin. Peymana zewaca di temenê biçûk de nayê pejirandin ji bilî rewşên awarte, wek keçek zewicî di 17 saliya xwe de ku zarokek wî heye û bi salan zewicî ye. Weke Meclîsa Edaletê em hewl didin bi belavkirina hişmendiyê vê diyardeyê bidawî bikin. Ji dema rizgarkirina bajarê Minbicê heta roja îro, me karî bi kampanyayên hişyarkirinê rêjeya zewaca di temenê biçûk de û bûyerên telaqê kêm bikin. Dê di pêşerojê de kar ji bo derxistina qanûnên tund ji bo rêgirtina li vê diyardeyê bê kirin. Eger qanûna jinan ji aliyê encûmena zagonsaz ve were pesendkirin, em ê wê bi cih bînin, ji ber ku me daxwaza sepandina yasaya jinan kir da ku jin hemû mafên xwe bi dest bixin û diyardeya zewaca di temenê biçûk de kêm bibe."