Mala Jin bû modela şoreşa jinê - 4

Endama Meclisa Sulhê, Recih Salîh der barê kar û xebatên Sulhê de nêrîna xwe wiha dide: “Em wek Mala Jin, Sulh û Edalet dixwazin hevsengiyek di civakê de ava bikin.”

“Meclisa Sulhê cihê çareseriyê ye”

RONAHÎ NÛDA

Qamişlo- Meclisa Sulhê yek ji destkeftiyên şoreşê ye ku di sala 2011’an de hat avakirin. Komîteya Sulhê lihevkirinê di nava civakê de ava dike û roleke mezin di nava civakê de dilîze. Beriya ku pergala neteweya demokratîk li Rojavayê Kurdistanê pêk were, mala gel a dadgeha gel nebû, bi çirûska Rojavayê Kurdistanê re Meclisa Sulhê jî dikaribû rolên mezin bilîze. Sulh di komînan de gelek rolên mezin dilîze. Her wiha divê Meclisê de jî kesên temen mezin cihê xwe digre. Mala Jin a Sulhê jî bi pêşketinan re hat avakirin. Armanca Meclisa Jin di Mala Jin de ew e ku pirsgirêkên ku civak-jin dijîn çareser kirine. Armanca Mala Jin û Sulhê yek jê armanc çareserkirina zehmetiyên jinan ango civaka dijîn e. Meclisa Sulhê bi armanca wekhevî, demokrasî û aramî di nava civakê de ava bike hatiye avakirin. Têkildarî kar û xebatên Meclisa Sulhê Endama Meclisa Sulhê ya Kantona Qamişlo, Recih Salîh nêrîna xwe parve kir.

“Meclisa Sulhê bi şoreşê re dest bi karê xwe kir”

Recih Salîh da zanîn ku komîteya Sulhê di sala 2011’an de hatiye avakirin û got: “Di destpêka şoreşê, sala 2011’an de Komîteya Sulhê hat avakirin. Di wê demê de meclisa gel hebû û dozên sulhê li wê derê dihatin çareserkirin. Her ku şoreşa me berfireh bû, pergala me jî berfireh bû, paşê meclisa gel bû eyaleta sulhê. Gelek karên serkeftî hatin meşandin di sala 2013’an de dadgeh hatin avakirin. Gelek endamên sulhê piştî ku dadgeh hat avakirin, derbasî dadgehê bûn. Piştî pergal hat rûniştandin bajarok, xet, navçe û komîn hatin avakirin ku Meclisa Sulhê cihê xwe tê de digire. Piranî endamên di Meclisa Sulhê de cihê xwe digrin mirovên temenê wan mezin e. Beriya ku dadgeh bê avakirin, Mala Jin û Sulhê hat avakirin.”

“Armanca me aramiya di nava civakê de ye”

Recih Salîh armanca Meclisa Sulhê di Mala Jin de wiha rave dike: “Armanca me ya esasî di Meclisa Sulh û Mala Jin de ew e ku pirsgirêkên ku civak rû bi rû dimîne çareser bike. Di dema berê de serokeşîr odeyek wan a taybet hebû li wir sulh dikirin. Armanca me û Mala Jin yek e em dixwazin pirsgirêkên civakê ango jinan çareser bikin. Em li gorî daxwaza civaka xwe tevdigerin ger civak li Mala Jin rehet be em rêdikin wir û li gel me rehet bin em tînin gel xwe. Jixwe Mala Jin, Sulh û Edalet yek meclis in. Dema ku doz mezin be ev komîte li gel hev kom dibin. Sulha me jî wek demên berê û niha jî bi rêxistinkirî hatiye avakirin. Di meclisa Sulhê me de bêtir fêmkirin, guhdarkirin û çareserkirin heye. Di Meclisa Sulhê de hem jin hem jî mêr cihê xwe digrin. Kesên ku di Sulhê de cihê xwe digrin divê bi rêxistinkirî bin û xwedî afrînerî bin da ku bikaribin pirsgirêkan çareser bikin. Armanca me sererastkirina civakê ye, em hewl didin pirsgirêkan çareser bikin. Em dixwazin aramî di civaka me de hebe. 

“Ewlehiya karê me siriyet e”   

Recih Salîh zehmetiyên ku jin rastî wan tên û rêbazên ku çareser dikin wiha parve dike: “Hin zehmetiyên jinan hene ku divê mirov bi tenê bi wan rûnê û zehmetiyên wan çareser bike. Hin jin hene ku dixwazin doza xwe bînin edaletê ango Mala Jinê tirsek dijîn. Ji bo wê xusûsên taybet ên jinan hene ku em bi siriyetek mezin veşêrin. Dema doza jinan hebe em gelek hesas nêzî wê pirsgirêkê dibin. Her wiha taybetmendiyek doza me hene ku jin li kijan bajêrî bijî em doz li wê derê pêk tînin. Wek Mala Jin û Sulhê ewlehiya karê me siriyet e.”

“Bi zagona jinan pirsgirêkan çareser dikin”

Recih Salîh zehmetiyên ku her zayend rastî wan tên û çareser dikin wiha parve dike: “Ger jin ewlehiya xwe bixwaze doza wê jî diçe Mala Jinê. Dema jin di destpêkê de tên Sulhê doza xwe didin û Sulh jî doza wê baş guhdar dike û li gor wê nêz dibe. Doz çawa be li gor wê hemû banga hemû aliyan tê kirin. Ne tenê doz di navbera hevjînan de ye di heman demê de hin doz hene ku di navbera cîran bi cîran, bira-xwîşk, bav, zarokan de ye. Ger doz di navbera her du zayendan de be, em bi siriyetek mezin nêzî pirsgirêkên wan dibin. Elbet em her du aliyan jî baş guhdar dikin û li gorî wê nêzî wan dibin, ji ber ku di karê me de wekhevî esas e. Em gelek caran dihewînin ku her du aliyan li hev vedigerînin û gelek caran jî li hev tên. Em di gelek dozan de bi zagona jinan pirsgirêkan çareser dikin. Bi hezaran salan e jin rastî zehmetiyan hatine û çareserkirina wan pirsgirêkan karê me ye. Karê Mala Jin, Edalet û Sulhê karê hevbeş e. Dema pirsgirêkek di navbera jin û zilaman de hebe, em yekser ranakin dadgehê, di destpêkê de em rêdikin Mala Jinê ger bigihîje dereceya dawî, em radikin dadgehê. Dema doz diçe dadgehê, ger jin be yekser Edaleta Jin dozê digre û di her celseyê de di dadgehê de amade dibe.”

“Mala Jin, Sulh û Edalet hevsengî di nava civakê de ava dikin”

Recih Salîh da zanîn ku Mala Jinê, Sulh û Edaletê hevsengî di nav civakê de ava dikin û got: “Beriya hezar salan jin rastî, zehmetî, êş û bedelan hatiye. Em dikarin bêjin ku ji sedî not mafên jinan nîn e. Piştî şoreşa jinê, hêviyek mezin ji jinan re ava bû. Em nabêjin jin ango mêr li jor be, em dibêjin divê wekhevî di navbera herdu zayend û civakê de hebe. Em ne tenê malekî rast dikin, em civakekî rast dikin. Dema em dibêjin wekhevî û jiyana azad, ji hemû civakê re dixwazin. Armanca me ya esasî ew e ku em wekheviyê bixin navbera jin, mêr û civakê. Em wek Mala Jin, Sulh û Edalet dixwazin hevsengiyek di civakê de ava bikin. Îro ez bi fikra wekhev, azad û demokrat li mala xwe de bikim wê sibê zarok û neviyên min jî bikin. Mirovek dikare civaka xwe di riya giştî de tevan qezenc bike û dikare wekhevî, aştî û azadiyê bixe nava civaka xwe. Jiyana azad, wekhev û armanc, encax dema zîhniyeta desthilatdar di nava civakê de xilas be, gengaz e ku bi cih were.”

“Mala Jin Sulh û Edalet meclisek e”

Recih Salîh harî dawî karê Mala Jin, Sulh û Edaletê wiha anî ziman: “Mala Jinê, Sulh û Edalet yek meclîse. Dema doz mezin be em yek komîte çêdikin û wiha çareser dikin. Em wek meclîs malan ziyaret dikin. Mala Jinê, Sulh û Edalet li ser yek armancê kar dikin, ew jî çareserkirina civakê û qezençkirina jinan e. Dema çareserî ji jin û civakê re lazim dike em wek Meclîs herdem amadene. Civîn, tekmîl û pilana me bi hev re yek e. Dema kar û armanc yekbe tensîq jî xurt dibe. Armanca me ewe ku em sulhê xwe pêştir bibin û berxwedaniyek mezin raber bikin. Divê wek Meclîs em bikin armanc ku pirskirêkên civakê nemînin. Em di rojê de gelek doz çareser dikin û barê dadgehan sivik dikin. Em wek Sulh her du tarafan guhdar dikin û wekhev nêz dibin û her du aliyan jî dilê wan nahêlin û razî dikin. Em bi hêvî ne ku gelê xwe hîn zêde hişyar bikin û ji pirsgirêkan xilas bikin. Meclisa Sulhê ji bo gel cihê çareseriyê ye ji lewre divê civak berê xwe bidê me û pirsgirêkên wan çareser bikin. Em wek Mala Jin, Sulh û Edaletê ji bo civaka xwe karên xurtir bimeşînin.”

(Sibê: Endama Rêveberiya Mala Jin Behiye Mûrad rola perwerde di Mala Jinê de dinirxîne.