Mala Jin bû modela şoreşa jinê - 2

Endama Rêveberiya Mala Jin a Herêma Cizîrê Îlham Omer ji bo kar û xebatên Mala Jin da zanîn ku Mala Jin wekhevî û demokrasiyê esas digire û got: “Me bi sê jinan Mala Jinê ava kir, îro bi hezaran jin tevli vê xebatê bûne.”

“Mala Jin wekhevî û demokrasiyê esas digire”

RONAHÎ NÛDA

Qamişlo- Bi şoreşa 19’ê Tîrmehê re gelek pêşketinên mezin li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk hatin. Jinên Kurd dikaribûn şoreşa Rojavayê Kurdistanê veguherînin şoreşa Jinan. Îro jinên Kurd pêşengiya pergala neteweya demokratîk ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatibû diyarkirin, dike. Bi pêşketina şoreşê re Mala Jin ku karibû jin nasnameya xwe tê de biparêze, rolek mezin di gava destpêkirina şoreşê de lîst. Mala jin di 20’ê Adara 2011’an de yekem li bajarê Qamişlo-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye avakirin. Tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi giştî 62 Malên Jin hatiye avakirin, ji wan yek jî li paytexta Sûriyeyê Şam û herêma Zorava hatiye avakirin. Îro tevahî jinên cîhanê, îlhama xwe ya xwebûnê ji şoreşa jinan digire û bi wê îlhamê jin careke din vediguhere cewhera xwe ya xwedêwandiyê. Divê komîteyê de hemû endam ji dayikan pêk tên. Yek ji pêşeng û avakera Mala Jin Îlham Omer ku rolên mezin divê saziyê de dilîze û dikare bibe deng, nasname û hebûna jinan. Îlham Omer yek ji Rêveberiya Mala Jin a Herêma Cizîrê ye. Endama Rêveberiya Mala Jin a Herêma Cizîrê, Îlham Omer têkildarî avabûn, kar, xebat, zehmetî û xweşiyên ku divê saziyê de ava kirine û rola mezin di nava civakê de lîstine parve dike.

“Mala Jinê 2011’an hat avakirin”

Îlham Omer da zanîn ku Mala Jinê di sala 2011’an de hatiye avakirin û wiha anî ziman: “Mala Jinê di 20’ê Adara 2011’an hat avakirin. Di şoreşa Rojavayê Kurdistanê de şoreş pêk hat û me di aliyekî şoreş girt destên xwe û aliyek civak girt destên xwe. Em bi vê rêbazê li xwe vegeriyan, loma me hewce dît ku em Mala Jinê ava bikin da ku civakê bînin aliyê xwe. Yekem car Mala Jinê li bajarê Qamişlo hatiye avakirin. Ji ber di herêmê me de derfet û ewlehî hebû loma me vê malê da avakirin. Li tevahî Sûriyeyê şer hebû û gelek mirovên Sûriyeyê ji ber herêma me bi ewle bû dihatin vir û bi cih dibûn. Civaka me û jinên Sûriyeyê dema hat gel hev, hewce hat dîtin ku em vê malê ava bikin.”

“Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 62 Mala Jinê heye”

Îlham Omer da zanîn ku 62 Mala Jinê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye avakirin û wiha domand: “Me piştî ku Mala Jinê li Qamişloyê da avakirin, me belavî tevahî Rojavayê Kurdistanê kir û paşê jî me li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ava kir. Piştî ku herêmên Ereban mîna Reqa, Tepqa, Dêrezor û Minbic ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar bû me Mala Jinê ava kir. Niha 62 Mala Jinê li tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye avakirin. Her wiha du mala jin a Suryanan bi navê Eştarût heye. Her wiha li kampên koçberan jî Mala Jinê heye û alîkariya jinên koçber di her aliyê de dikin.”

“Mala Jin Sulh û Edaleta Jin dibin çareseriya jinan”

Îlham Omer da zanîn ku ew li gorî rêziknameya Mala Jinê xwe li ser 4 bendan bi rêxistin dikin û wiha got: “Li gorî rêziknameya Mala Jinê em xwe komîteyên mîna Sulh, rêveberî, perwerde, Ragihandin û arşîvê bi rêxistin dikin. Dîwana edaletê jî di 2011’an de hat avakirin, me nîqaşên wê kir ku dîwan ji karê me re jî pêwiste. Niha têkiliya edalet, mala jin û sulh bi hev re heye. Piştî ku civak xwe me girt, em dikarin bêjin ku mala jin, him ya jinê ye, him jî ya civakê ye. Em wek xweser bûn civakî ku mêr jî tên serdanê û mişkûleyên xwe li Mala Jinê çareser dikin. Di konferansa me ya 2016’an de biryar hate girtin ku meclîsa edaleta jin bê avakirin. Meclîs hate avakirin û li ser bingeha cîhanî hate avakirin. Bi hezaran mirovên cîhanê hatin serdana me û pergala me meraq kirin ku me çawa avakiriye. Me çima pêwîstî dît Meclîsa Sulh, Edalet û Mala Jin ava bikin, ji ber di nava giştî de me didît jin jî hin caran nedigişt mafê xwe bi dest bixe. Piştî ku Meclisa Edaleta Jin hate avakirin, me dît ku em jî dikarin mûdaxele, alîkarî û çareseriyan ji bo jinan ava bikin. Em her dem bi edalet, sulh û mala jin re dirûnin û pirskirêk û çareseriyên pêwist nîqaş dikin. Weke Rojava me karîbû bi pergala xwe mînak bibin ji bo tevahî jinên cîhanê re.”

“Li Mala Jinê wekhevî û edalet heye”

Îlham Omer pirskirêkên ku rastî tên û çareser dikin wiha parve dike: “Mala Jin êşa civakê, jin-mêr  û malbat-zarok  çareser dike. Di gava destpêkê de em di nava civakê de nedihatin qebûl kirin, da ku em bên qebûl kirin me mêzekirinek da civakê ku li Mala Jinê wekhevî û edalet heye. Em di mala Jinê de him mêr û him jî jinê rast dikin. Edalet di kijan alî de be, em li gor wê yekê nêz dibin. Civak jî dît ku wekhevî û edalet heye, loma pirskirêkên ku dijîn berê xwe didin li gel me.”

“Dayikên temenê wan mezin cihê xwe di Mala Jinê de digrin”

Îlham Omer sedema ku endamên Mala Jinê ji dayikan pêk tên wiha şîrove kir: “Di nava civakên Rojhilata Navîn de her dem ji kesên temenê wan mezin re rêz tê dayîn. Ji bo ku civaka me rêz û girîngî bide vê xebatê, dayik cihê xwe digirin. Her wiha ji bo ku em endaman bi pêş bixin û perwerde bikin, dayik dema tevlî kar û xebatan dibin em ciwanekî jî didin kêleka wan, wan jî hînî kar, rêbaz û dan û standinê dikin. Her wiha dayik tecrûbeya wan a jiyanî pir zêde ye, dema mişkuleyên civakê guhdar dike, ji aliyê tecrubeyê de dikare çareser jî bike. Civaka me jî kesên temenê wan mezin guhdar dike û tiştên ku dibêje pêk tînin. Elbet hin dayik jî hene ku digotin di dema me de wiha bû, ew jî bila me bivê şîrovê re dest pê kir ku divê zîhniyet bê guhertin û divê dayik bêjin, min jiya, divê yên piştî min nejî. Da ku zîhniyet bê guhertin, em qalip nêz nebûn, em bi dem û merhêleyên re nêzî guhertin û veguhertinê bûn. Piştî zagona jin di sala 2014’an de derket, em hîn zelal bûn ku em ê çawa nêzî pirskirêkên ku jin rastî tên, çareser bikin. Di zagona jinê de ji her du zayendê re wekhev nêzbûyîn heye.”

“Azadî û wekhevî di karê me de heye”

Îlham Omer da zanîn ku ew karîbûn bibin îlham ji jinên ereb re û wiha pê de çû: “Elbet em hin zehmetiyan dijîn û tam nehatiye rûniştandin, lê em dikarin bêjin ku gava wê hate avêtin. Zehmetiyên ku me jiya, herêmên ereban bû, lê em dikarin bêjin ku bi civîn û semîneran me karibû jinên ereb jî zane bikin. Jinên ereb wek eşqek mezin, me hembêz dikirin, ji ber azadî û wekheviyê di pergala me de didît. Jin rehetiya xwe di Mala Jin de dît û mafê xwe nas kir. Dema bajarê Reqa ji çeteyên DAIŞ’ê hate rizgarkirin, em wek Mala Jin me berê xwe da Reqa û me jinên ereb re civîn li dar xist, em dikarin bêjin ku bi sedan jin berê xwe dan û bi baldariyek mezin nêz bûn. Me gav di herêmên ereban de avêt û ev yek me kêfxweş kir.”

“Di sala 2021’ê de me 56 jin ji xwekuştin û qetilkirinê xilas kir”

Îlham Omer da zanîn ku hin kes hene pergala wan di nava civakê de reş dikin û got: “Ji bo ku pergala me di nava civakê de bê reşkirin, gotinên mîna Mala Jin mala berdanê nêz dibûn. Lê me jî bersiva vê şîroveyê da ku Mala Jin mala perwerdeyê ye. Her wiha Em wek mala jin rastî, tehdît û gotinan hatin em beramberî hemû zehmetiyan têkoşiyan. Ger mala Jin, mala berdanê bûya, ewqas doz nedihat çareserkirin. Di sala 2021’ê de me 56 jin, ji xwekuştinê û qetilkirinê rizgar kiriye. Mirovên ku li ser Mala Jin ne rast diaxivin, em dibêjin kesên ku dixwazin tevliheviyan li Rojava bikin, saziyên me reş dikin. Elbet kêmasî hene lê reşkirin jî heye. Wek tevgera jin esasekî me heye û em biçin ku jî em ê bikaribin pergala xwe deynin. Dozên ku tên ber destên Mala Jinê, her du aliyan jî bi kêfxweşî û razî bi dawî dikin. Daxwazên me ne tenê çareserkirina êşan e, daxwazên me zanakirina jinan e.”

“Mala Jin li Fransayê xelatek wergirtiye”

Îlham Omer da zanîn ku Mala Jinê li Fransayê xelat wergirtiye û wiha domand: “Jinan di şoreşa Rojavayê Kurdistanê de gelek gavên mezin avêtin, ji ber jin dayik, xwîşk, hevjîn û heval bûn. Jin di şoreşa Rojavayê Kurdistanê de pêşengtî kir, ji lewra karibû destkeftiyên mezin bi dest bixe. Mala jin li tevahî cîhanê belav bûye. Her wiha Mala Jin li Fransayê xelat jî wergirt. Ev yek jî serkeftina me diyar dike. Pir jinên cîhanê hatin û pergala me naskirin û gelek kes bandor bû ku dixwastin li welatên xwe jî vê pergalê ava bikin. Gelek jinên enternasyonal tên Mala Jinê û li gel me perwerde dibînin. Pêşketinek ber bi çav heye û wê her domdar be.”

“Zewaca di temenê biçûk û pirzewacî zehmetiyên mezin çêdike”

Îlham Omer pirsgirêkên ku tên ber destê Mala Jinê wiha parve dike: “Pirskirêkên renge reng tên ber destê me. Piştî ku 2014’an zagona jin derket, hin tişt zelaltir bû. Lê halê hazir pirskirêka ku herî zêde em rastî tên, zewaca bi temen biçûk û pir jiniye. Em li beramber van pirskirêkan têdikoşin û li gor zagona jinê nêz dibin. Da ku em van kêmaniyan di nava civakê de kêm bikin, em giranî didin perwerdekirina civakê. Dijmin dizane ku tişta herî zêde li gel kurdan exlaq û wekheviye, ji ber wê dijmin van yekan bi lîstokan berdide herêmên me.”

“Mêran jî guhertin û veguhertinên li Mala Jinê dîtin”

Îlham Omer da zanîn ku mêr jî tên pirsgirêkên xwe li Mala Jinê çareser dikin û wiha got: “Di tevahî şoreşên cîhanê de, dema şoreş dest pê dike, ew welat wêran dibe. Wek herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê me nehişt ku herêmên me belav bibin. Gelek mêr jî hene ku tên zehmetiyên ku dijî gel me û çareseriyan dixwazin. Hin tişt hene ku mêr jî zehmetiyan dijîn. Êşên mêran jî hene, em ê her li pey jinanbin, lê pirskirêk çibe jî em ê wekhev û demokratîk nêz bibin. Em nahêlin jin jî, mêr jî zehmetiyan bijîn. Em tucaran jinan navêjin, em berovajî perwerde dikin. Pir mêr jî hene, ger mala jin bê reşkirin, ew qebûl nakin û parastina Mala Jinê dikin. Gelek mêr guhertin û veguhertin li Mala Jinê dîtin. Pir tişt hene ku di deqeyê de were rûxandin, lê avakirin gelek zehmete. Dema mirov tiştek avabike, têkoşîn û berxwedan dixwaze, ji lewre heta ji destê me werê em ê civaka xwe avabikin û ji zîhnîyeta desthilatdar xilabikin. Em herdem dibêjin jin bingeha her tiştî ye. Gelek jin hebûn ku ferq û cudahî dixistin di nava zarokên xwe, me ji bo vê yekê jî bi jinan re niqaş meşandiye. Elbet terbiyeya malbatê jî pir girîng e.”

“Malbata demokratîk li ser wekheviyê tê avakirin”

Îlham Omer malbata demokratîk wiha şîrove dike: “Malbata demokratîk li ser wekheviyê tê avakirin. Divê wekhevî di navbera her du zayendan de hebe. Beriya ku em dest bi derdorê bikin, divê di destpêkê de mala xwe de rastbûnek ava bikin. Malekî demokratîk û wekhev divê ji mal dest pê bike, heta diçe civakê bê avakirin. Divê her mirovek pirtûka Rêber Apo bixwîne da ku bikaribe malbata demokratîk ava bike.”

“Bi sê jinan dest bi kar kirin îro bûn sedan jin”

Îlham Omer da zanîn ku bi şoreşê re gelek pêşketin pêk hatin, ji wan yek jî avakirina Mala Jinê ye û wiha got: “Me bi şoreşa Rojavayê Kurdistanê re gelek gavên mezin avêtin, Mala Jinê jî di nava civakê de gelek gavên mezin avêt. Gelek mirovên rojnamevan, rewşenbîr û siyasetmedar tên serdana me û bala wan şoreşa me dikişîne, ev yek bi xwe jî gavek erêniye. Mala Jin ji bo civakê pêşenge. Mala Jinê wek nav jî li tevahî cîhanê belav bûye. Me bi sê endaman dest bi vê karê kir, îro bi hezaran jin tevlî vê karê bûye. Piştî herêma Dêrezorê ji destê çeteyan rizgar bû, me yekem Mala Jinê li wir vekir û bi sedan jinên ereb berê xwe dan me da ku em bibin çareserî ji bo wan jinan. Dibe me bi sê jinan gav avêt, lê bi felsefeya Rêber Apo û keda şehîdan hişt ku em bibin bi sedan jin. Ew her sê jin hertiştî dabûn ber çavê xwe ku îro bi sedan jin dest bi kar kiriye. Îro bi sedan jinên kurd, ereb, sûryan, tirkmen, çerkez, êzîdî û ermen di nava vê karê de ne û mafê jinê diparêzin. Sê jin artêşek Mala Jinê ava kir. Me ne tenê pirskirêkên jin, li kêlek wê perwerde, parastin, tax û mala xwe diparast.”

“Mala Jin ji bo jinan derman e”

Îlham Omer bang li jinên Rojavayê Kurdistanê kir ku çi êşa wan hebe, dikarin werin mala Jinê û wiha bi dawî kir: “Di dawiyê de banga min ji tevahî jinên Rojavayê Kurdistanê heye ku jin xwe azad bikin û gavên mezin bavêjin. Çi êşa wan hebe, Mala Jin ji bo wan dermane. Em beşek ji Kongreya Starin û dayika hemû jinanin. Em wek Mala Jinê bi civaka xwe re gavan davêjin û em bi civaka xwe kêyfxweşin. Em bi hêvîne çi jin be û çi mêr be da ku em êşa wan guhdar bikin û çareser bikin herdem amadene.”

Sibê: Endama Meclisa Edaleta Jin a Kantona Qamişlo Henîfe Mihemed xebatên Mala Jin a di Edaletê de dinirxîne.