Li Tirkiye rastiya zarokan – DOSYA 2

Ceylan, Ugur, Cemîle, Enes… ev navan wek lîste dirêj dibe û diçe. Îro hîn jî der barê Ceylan Onkol de edalet pêk nahatiye, lê qetlîamên nû pêk tên. Zarokên Kurd di şer de dibin hedefa yekem.

SARYA DENÎZ

Navend Nûçeyan - Li Tirkiyeyê qetlîama zarokan, destdirêjî, tacîz, karkirina zarokan û gelek mijaran de binpêkirin hatin qeydkirin, di heman wextê de pêvçûn û pêvajoyên şer de bi sedan zarok jiyana xwe ji dest dan. Qetlîamên ku bi destê dewletê pêk hatin kiryar an qet ceza negirtin an jî ji hinek kesan re cezayê wek 'xelat‘ hat dayîn. Hinek kiryar rûxmê sucên  pêkanîn derbasî meqamên nû bûn. Encamên polîtîkayên şer ên becazatiyê ya desthilatdariya AKP-MHP her roj diçe sucên nû pêk tên. Gelek zarok di çapemeniyê de nabûn rojev, li ser vê halê jî hatin sûcdarkirin. Ceylan Onkol, Ugur Kaymaz, Cemîle Çagirga û gelek zarokên ku di lîsteyên ku dirêj dibe tenê navên wan man.

Zarokên Kurd hedef hatin nîşandan

Tê diyarkirin ku bi taybet jiyana zarokên Kurd ji ber pêkanînên dewleta Tirk li Kurdistan û Tirkiyê dibin xeteriyê de ye. Îro dewleta Tirk sînorên xwe jî derbas dike û dibin navê ‘operasyonên derveyî sînor’ qetlîamên xwe li ser zarok û sîvîlan berdewam dike. Ji ber şerên li bajarên Kurdistanê bi hezaran zarok zirarê dîtin.  Serokomarê Tirkiyê Tayyîp Erdogan zarokên Kurd kir hedef û piştî axaftina xwe ya di sala 2006’an de kir û got ‘Jin jî be zarok be jî dê li hesirên çavên wan neyê meyzekirin’ zarok bi şeklekî sîstematîk hatin hedef girtin. Hinek di malên xwe de, hinek li gel bavê xwe, hinek dema çêrandina lawiran û hinek jî dema li kolanan lîstok dileyîstin hatin qetilkirin.

Di 15 salan de 21 zarok ji ber meşîneyên zirxî hatin qetilkirin

Li gor “Rapora sala 2012’an a Binpêkirinên Mafên Jiyana Zarokan a heremên Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê  ya Komaleya Mafên Mirovan (İHD) di pêvajoyên di navbera 1988-2013’an de ji ber pêvajoya bi pevçûn 569 zarok jiyana xwe ji dest dan. Komele diyar kir ku di nav 15 salan de 21 ji wan zarok 44 kes ji ber lêdana maşîneyên zirxî û erbeyên ku polîs û leşker bikardianîn jiyana xwe ji dest dane. 23 zarok û 94 kesan jî ji ber lêdanê birîndar bûne. Li gorî daneyên Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) di navbera salên 1997-2011'an de 477 zarok ji aliyê leşker û polîsan ve an jî di encama teqîna cebilxaneya leşkerî de hatine qetilkirin.

Di 12 saliya xwe de 13 mermî

Navê Ugur Kaymaz di hafizeya her kesî de bi cîh bû. Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê di 21'ê Mijdara 2004’an de Ugur Kaymazê ku hîn 12 salî bû li ber deriyê mala xwe bi bavê xwe yê Ahmet Kaymaz re ji aliyê polîsan ve hatin gulebarankirin û qetilkirin. Di laşê Ugur Kaymazê biçûk de 13 gule hatin derxistin. Piştî bûyerê bav û kurê ku li kêleka wan çekên kalaşnîkov hiştibûn, ji aliyê Walîtiya Mêrdînê ve ji raya giştî re weke "terorîstên amadekariya çalakiyê dikin" hatin nîşandan. Her 4 polîsên ku ji bo komkujiyê dihatin darizandin, beraat kirin. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) Tirkiye ji ber "binpêkirina mafên jiyanê" mehkûm kir.

Kesên ku li Roboskiyê hatin qetilkirin 19 ji wan zarok bûn

Li Roboskiyê di şeva 28 Kanûna 2011’an di encama topbarana balafirê şer ên artêşa Tirkiyeyê 19 ji wan zarok 34 kes hatin qetilkirin. Kes nexwest ku qetlîamê bibîne. Medyaya navendî ev mijar neşopand heta ku roja din daxuyanî li ser malpera fermî ya Serfermandariya Giştî hate weşandin. Gundiyan neçar man cenazeyan bixwe bikşînin. Rûxmê salên derbas bûyî hîn tu kes nehatin darizandin. Doza ku malbatan vekir ji aliyê ECHR paş de vegeriya.

Cemîle Çagirga…

Ji bo Cemîle Çagirga ya 10 salî ku di dema qedexeya derketina derve de hat qetilkirin û cenazeyê wê 11 rojan di dolaba cemedê de hat hiştin, tu gav nehatin avêtin. Têkildarî qetilkirina Cemîle jî îfadeya kesî nehat girtin.

Di heman pêvajoyê de li navçeya Sûrê ya Amedê Helîn Hasret Şen a 12 salî di 12'ê Cotmeha 2015'an de dema diçû firinê ji aliyê wesayîta zirxî hat gulebarankirin û jiyana xwe ji dest da.

Edalet pêk nehat

Der barê Miraç Mîroglu yê 7 salî de ku dema li ber deriyê mala xwe li duçerxeya xwe siwar bû ji aliyê wesayîta zirxî ve hat qetilkirin, sûcê herî sereke zarok hat dîtin. Polîsê ku ji doza Enes Ata û Mahsun Mizrak ê berpirsyar got, "Ji min re peywir hat dayîn, min kir" û bê ceza ma. Dîren Basan di bin panzêra tîmên tevgera taybet de ma. Kujerên Dîren Basan jî nehatin darizandin. Li Amedê zarokê 5 salî Efe Tektekîn bi wesayîta zirxî ya polîs Îdrîs Aksoy bikardianî qetil kir. Berfîn Dîlek a 7 salî, Bûnyamîn Bayram ê 6 salî, Taha Kiliç ê 4 salî, Hakan Sarak ê 5 salî û gelek zarokên din ji ber lêdana wesayîta zirxî jiyana xwe ji dest dan.

Par li navçeya Gever a Colemêrgê wesayîta zirxî ya çawîşê pispor ê li Fermandariya Cendirmeyan a navçeyê dixebitî li Erdem Aşkan ê 5 salî qelibî. Erdem jiyana xwe ji dest da. Piştî bûyerê çawişê pispor bi kontrola edlî hat berdan.

Perçeyên Ceylanê…      

Ceylan Onkol jî dema hat qetilkirin hîn 12 salî bû. Di 28'ê Îlona 2009'an de dema ku li bejahiya Şenlîkê ya navçeya Licê ya Amedê sewal diçêrand, bi guleya hawanê ya ji qereqola derdorê hat avêtin jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê wê 6 saetan li cihê ku lê hat qetilkirin ma. Ji dema ku Ceylan hat qetilkirin binpêkirinên hiquqî destpêkir. Dozgerê ku 3 roj şûnde bi hinceta "ewlekariya jiyanê tune ye" çû cihê bûyerê. Tesbîtkirina li herêmê ji Serdozgeriya Komarê ya Licê re hat dayîn. Di raporên leşker û polîsan ên der barê bûyerê de hatin amadekirin de hat îdiakirin ku Ceylan Onkol bi tahrayê hatiye xistin.

Di rapora ku ji aliyê efserê cendirmeyê Yuksel Şanliturk ve hat amadekirin de, îdiaya "Malbata Onkol ji bo tazmînatê ji dewletê werbigirin xwe weke mexdûr nîşan dane" cih girt. Di dosyaya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Licê de "biryara lêgerîna daîmî" hat dayîn. Biryar sewqî Konseya Dewletê hat kirin. Di 16’ê Gulana 2019’an de Şûraya Dewletê biryara tazmînatê ya ji bo malbata Ceylan Onkol betal kiribû û biryar dabû ku dosyaya tazmînatê di çarçoveya prensîba “berpirsiyariya hişk” an jî “kemasiya xizmetê” de bê dîtin.

Li ser vê yekê Dadgeha Îdarî biryar da ku di 8’ê Adara 2021’ê de bi giştî 283 hezar TL tazmînata madî û manewî bide malbatê. Di bûyerê de biryar hat dayîn ku Ceylan Onkol ji sedî 10 û ji sedî 90 jî rêveberî sûcdar e. Malbatê serî li Konseya Dewletê da. Wezareta Karên Navxweyî di îtiraza xwe ya temyîzê de îdia kir ku di bûyerê de tu sûcê wan tune ye. Malbata Onkol hîn jî li benda edaletê ne, dayika Ceylan Onkol Salîha Onkol a ku perçeyê laşê keça xwe di fîstanê xwe de kom kir hîn jî wek roja ewil lêgerîna xwe ya edaletê berdewam dike.

Dijminatiya li dijî zarokên Kurd li tevahî Kurdistanê

Di pêvajoya AKP de dijminatiya li dijî zarokên Kurd sînoran jî derbas kir û li tevahî Kurdistanê belav bû. Dijminatiya li dijî zarokan ku di wan demên dawî de tê jiyîn herî zêde li rojavayê Kurdistanê tê xuyakirin. Li Bakur û Rojhilatê Kurdistanê zarok û sîvîl li ber çavên cîhanê hatin hedef girtin. Efrîn, Serêkaniyê, Grê Spî, Qamişlo û gelek cîhan qetlîam nesekînin. Komkujiya Kobanê ya di 25'ê Hezîrana 2015'an de ji aliyê DAIŞ'ê ve bi piştgiriya Tirkiyeyê hat kirin, weke komkujiya herî mezin a dîroka Rojava hate bibîranîn. Di Komkujiya Kobanê de ji 400 kesên ku hatin qetilkirin 40 ji wan zarok bûn. Li Şengalê gelê Êzîdî hat hedef girtin. Zarokên keç hatin qetilkirin, di bazarên koleyan de hatin firotin. Hate diyarkirin ku di êrîşên 9’ê Cotmeha 2019’an de li Serêkaniyê 3 hezar zarok mexdûr bûne. Heyva Sor a Kurdî diyar kir ku di êrîşa dewleta Tirk de 11 zarokan jiyana xwe ji dest dane. Ev zarok bi çekên kîmyewî yên qedexe hatin qetilkirin.

Di hedefan de zarok hebûn

Di êrîşên li ser Efrînê yên sala 2018’an de dîsa zarok bûn hedef. Ji 10 kesên di 2’ê Kanûna 2019’an de li Tel Rifatê dema li kolanan dilîstin ji ber topbarana dewleta Tirk jiyana xwe ji dest dan 8 jê zarok bûn. Li gorî raporên rêxistinên mafên mirovan ên li herêmên Efrîn-Şehba, Cizîr û Firatê ku xebat didin meşandin di sala 2023’an de herî kêm 41 zarok ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wî hatine qetilkirin. Di 6 mehên sala 2024’an de di encama êrîşên dewleta Tirk de 1 zarok jiyana xwe ji dest daye û 16 zarok jî birîndar bûne.

Wargeha Mexmûrê ku ji aliyê gelê Kurd ve hatiye avakirin û nîvê wê ji zarokan pêk tê, her tim tê bombekirin. Her wiha ambargoyeke giran li ser kampê heye. Li kampa ku bi hezaran zarok di bin şert û mercên dijwar de dijîn, her tim lêdan berdewam dike.