Li Sûriyeyê dîroka guherîna demografîk û encamên wê

Bertekên li hemberî guhertina demografîk li Sûriyeyê yek ji krîzên herî kûr ên endezyariya nifûsê nîşan didin. Praktîzekirina sîstematîk di tevî serdemên siyasî yên cuda de bûne sedema jêbirina nasnameyên herêmî û belavbûna civakên xwecihî.

SÎLVA EL ÎBRAHÎM

Navenda Nûçeyan – Guhertina demografîk li Sûriyeyê berdewamiya pêvajoyek endezyariya nifûsê ya dîrokî ye ku ji hêla rejîma Baasê ve dest pê kiriye û ji hêla dagirkeriya Tirk ve bi riya siyaseta Tirkkirin û koçberkirina bi darê zorê li bakurê welat ji bo jêbirina nasnameya dîrokî kûrtir bûye. Îro, ev rêbaz di bin desthilatdariya hikûmeta demkî ya bi serokatiya Ehmed Şera (Colanî) de bi riya ‘koçberkirina bêdeng’, xizankirin û desteserkirina mal û milkan didome û nexşeyeke civakî ya parçebûyî li pey xwe dihêle ku xizmetê ji desthilatdariya nû re dike. Pergaleke civakî ya parçebûyî li dû xwe dihêle ku xizmeta berjewendiyên rejîma nû dike.

Têgîna ‘guherîna demografîk’ wekî yek ji bertekên herî eşkere yên li hember krîza Sûriyeyê derketiye holê, ev rewşa piştî pratîkên sîstematîk ên ku armanc dikin nifûsa xwecihî ji axên wan derxin û wan ji herêmên ku lê dijiyan koç bikin, derket holê. Lê belê, ev siyaset ne tenê berhema krîza heyî ye; berdewamiya stratejiya endezyariya demografîk e ku rejîma Baasê piştî hat ser desthilatdariyê pejirandî bû.

Ev pêkanîn li gorî qanûna navneteweyî, sûcên li dijî mirovahiyê ne. Li gorî Statuya Romayê ya Dadgeha Ceza ya Navneteweyî, ‘derbaskirin an koçberkirina bi zorê ya nifûsê’ ku weke beşek ji êrîşeke berfireh an sîstematîk li dijî sivîlan tê kirin, weke sûcek li dijî mirovahiyê tê hesibandin. Her wiha, xala 49’an a Peymana Çaremîn a Cenevreyê ya 1949’an bi eşkere koçberkirina bi zorê yan dersînorkirina kesan an komên mirovan ji cihên wan ên rûniştinê ber bi herêmên din ve qedexe dike.

Li Sûriyeyê ku tê texmînkirin nifûs nêzî 23 milyonî ye, xwedî demografiyek pir cihêreng e. Her çendî Erebên Sunî piraniya nifûsê pêk tînin jî mezhebên din ên Îslamî yên wekî Elewî, Îsmaîlî û Şîe jî hene. Ev cihêrengî her wiha Durzî, civakên Xirîstiyan ên mezheb û etnîsîteyên cuda (wek Suryanî, Asûrî û Ermenî) û komên etnîkî û olî yên mezin ên wek Kurd, Tirkmen, Çerkez û Êzidî jî digre nava xwe.

Li gel vê yekê, kokên guherîna demografîk li Sûriyeyê digihîje serdema dagirkeriyê. Di dema parçekirina Rojhilata Navîn de piştî Şerê Cîhanê yê Yekem, hêzên navneteweyî hewl dan bi xêzkirina sînorên erdnîgarî yên ne li gorî belavbûna nifûsê bûn, kontrola xwe li ser herêmê ava bikin. Fransayê bi sepandina polîtîkaya ‘parçe bike û hukum bike’ bi tevlîkirina hinek kêmenetewan û xelatkirina siyasî û leşkerî parçebûnên civakî kûrtir kir. Ev nêzîkatî bi zelalî di projeya ‘dewletên biçûk ên mezhebî’ de ku di serdema Mandata Fransayê de hat afirandin û di damezrandina ‘Hêzên Taybet ên Levant’ de hat dîtin. Ev avahî li ser prensîba tevlîkirina hinek koman di pergalê de dema ku yên din derxistin bûn. Di encamê de, têkiliyên di navbera komên civakî de qels bûn û avakirina nasnameyek neteweyî ya hevpar asteng bû.

Di serdema Esed de endezyariya demografîk

Li gel bidestxistina desthilatdariya Sûriyeyê ji aliyê rejîma Baasê ve di sala 1968’an de û Hafiz Esed di sala 1970’an de bûyîna serokê dewletê, nêzikatiyek dişibiya siyaseta manda ya Fransayê ku xelatkirina hinek koman û dûrxistina yên din hat pejirandin. 53 salan, rejîma Baasê bal kişand ser xurtkirina bandora malbata Esed û derdora wan a nêzîk di nav civaka Elewî de.

Bi demê re, ev rêbaz veguherî siyaseteke sîstematîk a ‘endezyariya demografîk’

 ku bi taybet  bajarên mezin ên wek Şam û Humsê dike hedef. Malbatên elewî yên nêzî rejîmê bi pêşkêşkirina derfetên jiyanê yên berfireh û derfetên cûrbecûr hatin teşwîqkirin ku li van bajaran bi cih bibin.

Her wiha, ji bo van malbatan qeydên niştecihbûna xwe veguhezînin qeydên nifûsê yên heyî yên bajarên bicihbûnê hêsantir bû. Armanc ew bû ku rastiyek demografîk a nû were afirandin û ew di nav tevna civakî ya dîrokî ya bajaran de werin entegrekirin.

Kembera Ereba

‘Kembera Erebî’ projeyek erebkirin û endezyariya demografîk bû ku di sala 1965’an de ji hêla hikûmeta Sûriyeyê ve hate pejirandin û di sala 1974’an de hate bicîhanîn. Armanca projeyê ew bû ku li seranserê sînorê Tirkiyeyê şerîtek sînor bi qasî 275 kîlometre dirêj û 10 heta 15 kîlometre kûr çêbike.

Ev kember li rojhilat ji Dêrikê heta rojava Serêkaniyê dirêj dibû. Proje bi desteserkirina erdên cotkarên Kurd û bicihkirina eşîrên Ereb ên ji herêmên cîran anîne van deveran hate pêkanîn. Erdên çandiniyê yên berhemdar hatin neteweyîkirin û li malbatên Ereb ên ji herêmên Reqa û Helebê anîne hatin belavkirin.

Armanca vê polîtîkayê ew bû ku yekparçeyiya erdnîgarî û demografîk a Kurdan li ser sînor parçe bike û herêmê veguherîne herêmeke nifûsê ya girêdayî hikûmetê. Her wiha armanc dikir ku têkiliyên dîrokî yên di navbera civakên Kurd ên ku bi Peymana Sykes-Picot hatine parçekirin qels bike. Ev pratîka sîstematîk hewl da ku di pergala nifûsê ya li ser sînor de nehevsengiyek bi zanebûn çêbike, Kurdan ji pozîsyona wan a wekî piraniya mutleq dûr bixe û wan bike kêmneteweyek parçekirî.

Projeyên pêşveçûnê û guhertina demografîk

Di heman serdemê de, projeyên pêşketinê ji bo zêdetir parçekirina demografîk jî hatin bikar anîn. Piştî çêkirina Bendava Tişrînê li ser Çemê Firatê, çend gundên Kurdan, bi taybet yên li rojavayê Kobanê û li kêleka çem, di bin avê de man.

Li şûna ku tezmînatê bide kesên ku li herêmên wan ên resen bandor bûne, rejîma Baasê erdên alternatîf ji malbatên ku piraniya wan Ereb in, ji gundên rojhilatê Helebê re veqetandin. Bi vî awayî, projeyên pêşketinê ne tenê ji bo armancên aborî, di heman demê de ji bo armancên siyasî yên ku armanca wan guhertina pergala nifûsê bû jî hatin bikar anîn.

Ji plansaziya siyasî heta encamên krîzê

Polîtîkayên demografîk ên berê dihatin bi karanîn, tenê bingehek ji bo nexşeyek nû ya nifûsê ku paşê derbikeve holê amade kir. Ev tabloya nû di dema pevçûn û serhildanên ku di sala 2011’an de dest pê kirin de şikil girt. Guhertina demografîk bi hilweşandina rejîma Baasê di dawiya sala 2024’an de gihîşt qonaxek nû. Operasyonên leşkerî, koçberiyên girseyî û guhertinên di hevsengiya hêzê de, li ser erdê bûn sedema kêmbûnek girîng a nifûsa welat.

Nifûsa Sûriyeyê, ku di sala 2011’an de bi qasî 21 milyon bû, niha daketiye dora 16 milyonan. Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî, zêdetirî 13.4 milyon Sûryeyî ji cih û warên xwe bûne. Ji van, zêdetirî 6.7 milyon li Tirkiye, Lubnan, Urdun û welatên Ewropî wek penaber dijîn, di heman demê de bi qasî 6.5 milyon di hundir de koçber bûne. Ev tevgera dijwar a nifûsê bûye sedema kêmbûna nifûsê, bi teybet li deverên ku di navenda xwepêşandanan de ne, di heman demê de malbatên dilsoz ên rejîma kevin li deverên di bin kontrola xwe de kom bûne. Di heman demê de, koçberiya mezin a ciwanan sînorek jeopolîtîk û rastiyek civakî ya nû afirandiye. Bi vî rengî, aktorên cûda yên li ser erdê hewl dane pergalek demografîk a nû biafirînin da ku xizmetê ji qadên xwe re bikin.

Di dema DAIŞ’ê de guhertina demografîk

Ev destwerdanên ku nasnameya nifûsê hedef digirtin, ne tenê bi aliyên kevneşopî yên şer ve sînordar bûn. Rêbazên DAIŞ’ê, ku aktorekî sereke yê şer bû, jî bi van armancên jeopolîtîk re li hev kirin.

DAIŞ’ê bi zanebûn civakên herêmî li deverên ku di bin kontrola xwe de bûn kir hedef; ji bo armancên siyasî û etnîkî, bi taybet li dijî nifûsa Kurd, koçberkirina bi darê zorê û desteserkirina milkan bi kar anî. Ev siyaset hêdî hêdî veguherî operasyonek koçberkirinê ya sîstematîk.

Ev pêvajo, ku di sala 2013’an de bi derxistina niştecihên gundên Kurdan ên wekî Susik, Yarqawi û Qiz‘alî yên li dora Serêkaniyê (Rasileyn) û Girê Spî (Til Ebyad) dest pê kir, di sala 2014’an de bi desteserkirin, talankirin û şewitandina malên Kurdan li gundên derdora Kobanê gihîşt lûtkeyê.

Di sala 2015’an de, ev kampanya berfirehtir bûn û niştecihên gundên herêma Til Birak a parêzgeha Hesekê jî girt nava xwe. Di Hezîrana heman salê de, DAIŞ’ê fermanek fermî derxist û daxwaza derxistina Kurdan ji navenda bajarê Reqayê kir.

Di Tîrmeha 2015’an de, rêxistinê operasyonên girtin û desteserkirina milkên berfireh li ser bi sedan kesan li herêma Babê û gundên rojhilatê Helebê da destpêkirin. Di encama van kiryaran de, bi hezaran kes neçar man ku ji malên xwe derkevin û li deverên ewletir ên wek Efrîn, Hesekê, Qamişlo û Kobanê bicih bibin.

Jêbirina nasnameya dîrokî û endezyariya ji nû ve vegerandina Tirkiyeyê

Operasyonên leşkerî yên Tirkiyeyê û komên çekdar ên ku Tirkiye piştgiriyê dide wan li Efrînê di sala 2018’an de û li Serêkaniyê (Rasileyn) û Girê Spî (Til Ebyed) di sala 2019’an de polîtîkayên guhertina demografîk dijwartir kirin. Di encamê de, bi sed hezaran niştecihên herêmî yên Kurd, Êzidî û Xiristiyan ji cih û warên xwe bûn û di pergala nifûsa herêman de guhertinên berfireh çêbûn.

Li gorî raporên belgekirî, di nav de daneyên ku ji hêla Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê ve hatine weşandin, ji ber operasyona li ser Efrînê zêdetirî 300 hezar sivîl koçber bûne. Weke din, rêjeya nifûsa Kurd li herêmê ji ber astengkirina vegera wan û desteserkirina milkên wan bi girîngî kêm bûye.

Li Serêkaniyê û Girê Spî, koçberiyê bandor li zêdetirî ji sedî 85’ê nifûsa herêmî kiriye. Tê îdiakirin ku li Serêkaniyê, nifûsa Kurd a bi qasî 70 hezar kêm bûye û tenê çend sed kes mane û hebûna dîrokî ya civakên Ermenî, Suryanî û Êzidî hema hema bi tevahî winda bûye.

Ev guhertina demografîk a tund ligel polîtîkayeke Tirkîkirinê ya sîstematîk pêk hat ku pratîkên wekî pêşvebirina zimanê tirkî û lîreya tirkî, herêman bi parêzgehên tirkî ve girêbidin û guhertina navên cihan ji bihevre hatin meşandin. Wek din, tê îdiakirin ku gav hatine avêtin da ku berhemên dîrokî werin tunekirin û taybetmendiyên çandî yên herêmî werin jêbirin, û bi hezaran kes ji malbatên komên çekdar ên ku ji hêla Tirkiyeyê ve têne piştgirî kirin li deverên valakirî hatine bicihkirin.

Rûyê nû yê endezyariya demografîk

Li gel hilweşandina rejîma Esed di 8’ê Kanûna 2024’an de, cewherê krîza Sûriyeyê bi awayekî bingehîn neguherand; berevajî vê, rê li ber serdemeke nû ya rêveberiyê vekir. Hikûmeta demkî ya bi serokatiya Ehmed Şara (Colanî) rêbazên sîstematîktir ji bo berdewamiya endezyariya demografîk pejirand.

Tê gotin ku li şûna koçberkirina rasterast a leşkerî û bi darê zorê, amûrên wek zexta aborî, xizankirin û desteserkirina milkê têne bikar anîn. Tê gotin ku nifûsên xwecihî, bi taybet li herêmên peravê û beşa navendî ya welat, bi zextek aborî ya giran re rû bi rû dimînin ku wan neçar dike ku erdên xwe bifroşin û koçber bibin.

Her wiha hat diyarkirin ku çavkaniyên darayî yên girîng ji bo kirîna milkên li deverên peravê hatine bikar anîn, bi vî rengî armanc ew bû ku pergala demografîk were guhertin. Di vê pêvajoyê de bi taybet lawaziya aborî ya civaka Elewî hatiye bikaranîn û milk ji derdorên nêzîkî rêveberiya demkî re hatine veguhestin.

Polîtîkaya ‘koçberkirina bêdeng

Hat îfadekirin ku Komîsyona Lêpirsînê ya Neteweyên Yekbûyî berê raporên li ser bûyerên li deverên gundewarî yên Lazqiye, Tartûs û Hamayê weşandiye û tê gotin ku îro, li şûna tundiya eşkere, rêbazên ‘koçberkirina bêdeng’ derdikevin pêş.

Tê îdiakirin ku kuştinên bê edaletî li gundewarên Hemayê û Humsê pêk hatine û piştre jî bi hinceta ‘desteserkirina sûc’ mal û zeviyên çandiniyê hatine desteserkirin.

Bi îdiaya ku raporek Enstîtuya Ewropî ya di sala 2025’an de hatiye weşandin, cudakariya civakî zêde dibe, pergala perwerdeyê li gorî têgihîştineke olî ya taybet ji nû ve tê bi teşekirin û hinek cihên îbadetê yên aydî civakên ne-Sunî zirarê dibînin. Her wiha tê gotin ku ev yek koçberiya kêmneteweyan bileztir dike.

Hat diyarkirin ku di heman serdemê de, Idlib bûye navendek ji bo kombûna şervan û malbatên wan ên ku piştgiriya rejîma nû dikirin; bi vî awayî, pergala demografîk li ser milekî diyarkirî ji nû ve hate şekildan.

Pirsgirêka vegerê li Efrîn Serêkaniyê û Girê Spî

Tê gotin ku her çend peymana ku di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û hikûmeta demkî de di 29’ê Çileya 2025’an de hatiye îmzekirin, tevî vegera koçberan bo malên wan pêşbînî dike jî encamên li ser erdê sînordar mane.

Gelek kesên ku hewl didin vegerin Efrîn, rastî berxwedana malbatên komên çekdar ên ku ji aliyê Tirkiyê ve tên piştgirîkirin hatine ku red dikin ku milkên xwe biterikînin. Her wiha tê gotin ku derbarê vegera koçberên li Serêkaniyê û Girê Spî de tu pêşketinek berbiçav çênebûye û nifûsa herêmî bi salan e di kampan de dijî.

Li Sûriyeyê di demên dawî de guhertinên demografîk, nîşan didin ku hilweşîna rejîmek û derketina holê ya rejîmeke din bi serê xwe krîzê bi dawî nake. Tê gotin ku rêbaz guherîne û bikaranîna eşkere ya hêza leşkerî bi zexta aborî, desteserkirina milk û polîtîkayên nerasterast ên nifûsê ve hatiye guhertin.

Li gorî vê nirxandinê, pêkanînên endezyariya demografîk ên berdewam gefê li cûrbecûriya dîrokî û civakî ya Sûriyeyê dixwin, welat ber bi pergaleke civakî ya parçebûyî ve dibin û pirsgirêkên ku di pêşerojê de tamîrkirina wan dijwar be diafirînin. Ji ber vê yekê, mijara guherîna demografîk weke yek ji aliyên herî kûr û dijwar ên krîza Sûriyeyê tê dîtin.