Li ser 9 rehendên Neteweya Demokratîk 10 salên Şoreşa Rojava - 6: Aborî

Rêvebera Komîteya Aboriya Jinê ya Kongra Star Rojava Armanc Mihemed di Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku 10 sal derbas dibe de beşa aboriya jinan nirxand û got ku jinan di warê çandinî, pîşeyî, sewaldarî û bazirganiyê de gavên baş avêtine.

SORGUL ŞÊXO

Hesekê- Di her şoreş û welatekî de lingê bingehîn aborî ye, Şoreşa Rojava ku di sala 2012'an de dest pê kir û jinan pêşengiya wê kir, li ser bingeha pergala Neteweya Demokratîk xwe birêve dibe. Lingê sereke di vê şoreşê de aboriya komunal e. Komîteya Aboriya Jin a Kongra Star ku di sala 2015'an de hatiye avakirin, gelek xebat meşandine. Jinan çiqas kooperatîf ava kirine û birêve dibin, çawa xebatên xwe bi pêş dixin û di demên pêş de plansazî çi ne,  Rêvebera Komîteya Aboriya Jinê ya Kongra Star Rojava Armanc Mihemed axivî.

Di pergala Neteweya Demokratîk de aboriya xweser

Armanc Mihemed got ku lingê bingehîn ê şoreşan aborî ye û wiha domand: "Aborî lingê bingehîn e di pergala Neteweya Demokratîk de. Armanc bi aboriyeke komînal ew e ku civak bi xwe bixebite û aboriyê bixe xizmeta xwe. Komîn li ser bingeha pêşxistina aborî li kêleka perwerde, parastin û edaletê were pêşxistin. Xwesteka me ew bû ku em projeyên biçûk û mezin bi çend jinan bidin avakirin. Ya sereke jî armanca me ew bû ku jin destê xwe li ber mêr venekin û stûyê xwe xwar nekin, aboriyeke wê ya taybet hebe. Her wiha me dixwest ku jin ji bin bandora adetên civakî derkevin û serbixwe bin. Di serdema rejîma Baasê de jî jin bê rol bûn di civakê de, ji lewre dema ku îro jin aboriyeke wê ya taybet hebe jî pê re baweriyek ku nayê şikandin dide avakirin. Bêguman jin pêşenga malbat, civak û şoreşa ne."

"Kongra Star zanista ku di warê aborî de ji jinan hatibû girtin paşve distîne"

Armanc Mihemed da zanîn ku di şoreşa li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê belav bû de, şoreşeke aborî jî pê re bi pêş ketiye û wiha got: "Di vê şoreşê de jinan xwestin û dikaribûn şoreşa aborî jî bi pêş bixin, dikaribûn xwe ji bin desthilatdariya mêr di aliyê aborî de derxin û aboriyeke wan a taybet hebe. Bêguman heya niha jî adetên civakê li ser jinan serwer in lê têkoşîna wan neqediyaye. Di hundirê malên xwe de bi hişmendiya mêr re şer dikin. Li aliyekî din jî perwerdeyên ku tên dayin roleke aktîf dilîzin ku jin tekoşînê li dijî koletiyê bikin û bikevin ser riya azadiyê. Divê ku jin di aboriya jinan de xwe kûr bikin û armanca me jî wekî Aboriya Jin a Kongra Star ew e ku zanista jinê ya jê hatibû girtin lê vegerînin û bixin nava destên wê yên bi bereket."

Aboriya Jinê xwe li ser çar beşan birêxistin dike

Armanc Mihemed da payin ku Aboriya Jinê xwe li ser çar beşan birêxistin dike û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Komîteya Aboriya Jinê xwe li ser çar beşan dide birêxistinkirin. Ev beş çandinî, pîşeyî, sewaldarî û bazirganî ne. Xebatên me di 2015'an de dest pê kirin û gava yekemîn lêvegera çandiniyê bû. Me bi çandiniyê dest pê kir, ji ber pêwîstiyên civakê yên bi genim û zebzeyan hebû. Li gorî wê jî dest bi avakirina kooperatîfên çandiniyê hat kirin. Jin bi xwe diçûn ser erdan, av didan û cot dikirin. Jinan bi xwe kooperatîf birêve dibirin. Di warê pîşeyî de jî jin rol lîstin, niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 5 kargehên konserweyê hatine avakirin û karê wan birêkûpêk dimeşe. Di kargehan de xwarinên pêwîst ji bo civakê tên çêkirin û di bazaran de bi pereyên kêm tên firotin. Her wiha kargeha Lavîn ji bo çêkirina cilan hatiye vekirin û 4 dikanên girêdayî wê hene ku di warê bazirganiyê de jî jinan di kirîn û firotinê de gav avêtine û ew tirs şikandine. Ev kargehên me li Şehba, Heleb Eşrefiyê û Şêx Meqsûd jî hene. Her wiha li Şedadê ya Hesekê jî projeyên sewaldariyê hatine çêkirin. Fêdeya ji projeyan kêm e lê armanca me ew e ku jin bixebitin û li gorî keda xwe aboriya xwe ya malê bidin meşandin."

"Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 62 kooperatîf hatin avakirin û bi hezaran jin wê birêve dibin"

Armanc Mihemed da payin ku ruxmî zor û zehmetiyan gavên baş hatine avêtin û wiha pêl da gotinên xwe: "Em di civakeke rojhilatî de dijîn, bêguman qeyd û bendên li ser jinan jî pir in. Têkoşîna wan jinan ew e ku ji bin bandora adetên civakî derkevin. Ruxmî hemû zor û zehmetiyên ku em tê re derbas dibin, hejmarek pir baş ji kooperatîfan hatiye avakirin. Li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hejmara kooperatîfên çandiniyê, sewaldarî, bazirganî û pîşeyî de digihîje 62 û bi hezaran jin di nav de cih digrin û birêve dibin. Projeyên ku me dane avakirin, dikaribûn ew buhabûna bazaran bişkînin û civak xwe lê bigre."

"Kooperatîf û erdê wan ketin bin dagirkeriyê lê niha di projeyên nû de cihê xwe digrin"

Armanc Mihemed da xuyakirin ku bi dagirkirina Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî re gelek projeyên jinan têk çûne û erdên taybet ketine bin dagirkeriyê û wiha pêde çû: "Bi dehan kooperatîfên çandiniyê, sewaldarî û çêkirina şêraniyan ku jinan birêve dibirin û jê sûd digirtin ji aliyê dewleta tirk ve hatin dagirkirin. Niha 4 projeyên me yên çandiniyê hene ku di nav de malên plastîk hatine avakirin. Ne tenê jinên herêmê lê belê jinên koçber jî nav de cih digrin. Heya ku ji me tê em ê bi jinan re dibin alîkar û li gorî derfetan projeyan qebûl bikin û bi cih bînin."

"Projeyên firinên mezin xwedîkirina masiyan û çêkirina torbeyan û aş jî hene"

Armanc Mihemed bal kişand ser projeyên firinên mezin û xwedîkirina masiyan û wiha dewam kir: "Li Dêra Zorê projeya firina mezin heye 21 jin tê de dixebitin her wiha cihê xwedîkirina masiyan heye 4 jin rêveberiya wê dikin. Di heman wextê de aş heye jin bi xwe arvan li ser pişta xwe bar dikin. Her wiha kargeha çêkirina torbeyan li Reqayê heye. Piraniya projeyên aboriya giştî jî jin nav de cih digrin. Daxwaza me jî ew e ku di salên pêş de hîn bêtir jin bi xwestek tevlî xebatên aborî bibin."

"Sal bi sal proje bi pêş dikevin"

Armanc Mihemed bi vê gotinê dawî li axaftina xwe anî: "Hêviya me ew e ku ji sala 2022'an heya 2023'an hejamara jinan zêde bibe û xwestekên wan ên xebatê bilindtir bibin. Li gorî rewşa ku herêma me tê re derbas dibe, em ê girîngiyê bidin projeyên pêwîst wekî çandinî û sewaldariyê. Me bi çandiniyê dest pê kir lê em di wir de sînordar neman, sal bi sal proje bi pêşketin û jinan bêtir di vir de xweseriya xwe dît û hîs kir. Em ê jî heya dawî bi derfetên di destên xwe de bi jinan re alîkar bin."

Sibê: Li ser 9 rehendên Netewa Demokratîk 10 salên Şoreşa Rojava - 7: Dîplomasî