Li ser 9 rehendên Neteweya Demokratîk 10 salên Şoreşa Rojava - 1

Şoreşa 19’ê Tîrmehê ya ku ji bo tevahî gelên cîhanê bû nîşaneya jiyana azad û wekhev 10 sal in li ser bingeha pergala Neteweya Demokratîk xwe birêxistin dike, birêve dibe, xwe bi hemû pêkhateyên xwe diparêze û li dijî hemû êrîş û gefan hebûna xwe diparêze

BÊRÎTAN ZINAR

Navenda Nûçeyan - Di her çaxê de dîrok careke din nûbûnê ava dike û ronahiyê dide ser rûyê erdê û dibêje bila ev bibe ronahiya riya şad, bes e ji tarîtî û xemgîniyê re. Bila tovên genimê yekem ên hatine reşandin mirovahî li derdorê bûye yek şîn bibin û zindî bibin. Bila textê xwedawendan nû bibe.

Belê, tov û çirûskên agirê ronahiyê carek din li Rojhilata Navîn xwe pêçand û geş bûn, şewq dan li warê berxwedanî û qehremaniyê Kobanê. Yên ku hembêz kir xwediyên hêviya çira yekem, hembêz kir pêla şoreşê û dest bi şoreşa hêvî û tevahî mirovahiyê kir. Li Kobanê bû malavahiya ronahiyê û ber bi Efrînê û Heleb û Cizîrê yek bi yek bajarên ku pêla vê şoreşê hembêz kirin rûpoşa tarîtiyê qelaştin, li Minbic, Reqa, Tebqa û Dêrezorê bihara gelan bi hev re hembêz kirin.

Deh salên ku di ser vê şoreşê de derbas bûn mîna dayikek ku hêviyê ji mirovahiyê re diwelidîne, hemû çand, ol û neteweyan hembêz dike. Hemû dilxwazên azadiyê yên cîhanê bi dîtina rastiya ku ev şoreş cihê hêvî û xilasiya mirovahiyê ye pêl bi pêl herikîn şoreşê. Ev şoreş bi saya bi hezaran qehremanan hat parastin û niha jî ew qehremanên doza azadiyê canfeda ne ji bo her bihustek axa welat a bi xwîn hatiye avdan biparêzin. Bi pêşengiya Kurdan û hembêzkirina hemû neteweyan mil bi mil şoreşê ava kirin û parastin.

Bi fedaîtiya jinan a gav bi gav, pêl bi pêl cihê xwe di vê şoreşê de girtin tu astengiyan li pêşiya xwe nas nekir, azadiya xwe di pêşxistina şoreşê de dîtin û lewre herî zêde jî jinan şoreşê parastin. Li Kobanê bi Arînan riya serkeftinê vekirin, li Minbic û Dêrezorê kirasên reş ên ku ji fikr û ramanên wê re tarîtiyê tînin qetandin, bi Hevrînan hebûna xwe mîsoger kirin û pêl bi pêl bi xwîna xwe hemû kêliyên şoreşê bi tîpên zêrîn nivîsandin.

Şoreşa Jinan a di 19’ê Tîrmeha 2012’an de li Kobanê mîna çirûskek biçûk deng veda, deh sal in li ser bingeha pergala Neteweya Demokratîk veguherî pêleke mezin a agirê şoreşê û tevahî Rojhilata Navîn û cîhanê bi fikrên azadiyê geş dike. Her gav û kêliyên şoreşê ruxmê hemû êrîş û gefên faşîstan bi pergala xwe ya parastinê ji heft salî heya heftê salî xwe diparêze û gefên dijminên mirovahiyê vala derdixe. 

Pergala dewletê xwe dispêre mêtingehiya li ser keda jinan

Mafê her neteweyê heye çarenûsa xwe diyar bike. Di tevahiya dîrokê de lêgerînên mirov ên ji bo rêvebirinê çêbûye. Şêweyê rêvebirinê bi qasî pêşveçûna mirovahiyê bi şêweyên cuda pêk hatiye. Lê bi taybetî di çend hezar salên dawiyê de lêgerînên mirovan ên ji bo rêvebirina civakê, bûne kirde ango amûra bingehîn a meşandina hegemonyaya kes ango komek. Lewre pergala dewlet û netew-dewletê pênaseya vê ya herî kûr dike. Ger em bala xwe bidinê hemû civak ango netew destpêkê vê yekê difikrin ‘em jî bibin xwedî dewletek’. Bêguman ji bo gelekî mîna gelê Kurd ê bi taybetî du sed salên dawiyê metingehiya herî kûr li ser hatiye ferzkirin, ax, hebûn û nasnameya wê di bin pencê qirkirinê de maye ev gotin gelek caran tê bilêvkirin. Lê li ser vê yekê nayê fikrandin bê ka dewlet di rastiyê de pênaseya çi dike û gotin di cih de be çawa mijokdariya li ser nasnameyan dike ku destpêkê beriya her tiştî vê yekê li ser keda jinan ferz dike.

Bi awayekî pir zelal pergala netew-dewletê hebûna xwe dispêre pergal û hişmendiya kapîtalîzmê. Ango bi awayekî hêj berfirehtir ji bo kara herî zêde (bêguman ji bo vê destpêkê rêbazê tê bikaranîn metîngehiya li ser kedê ye) rêxistinkirina pergala herî di cih de ye. Di tevahiya dîrokê de sepan û pêkanînên dewlet û netew-dewletê vê yekê destnîşan kir ku çima netew-dewlet ji bo mirovahiyê xeteriyek e mezin e. Lewre ya herî baş ew e ku mirov bersiva vê yekê di bûyerên ku di roja me ya îro de tê jiyîn pênase bike. Di sedsala ku em di nav de dijîn sedema hemû pirsgirêkên civakî, şerên ku diqewimin, polîtîkayên qetlîam û qirkirinê, guherîna avhewayê, hişkesaliya di vê serdemê de tê jiyîn, nexweşiyên cur be cur ên belav dibin hemû jî nexweşî û xerabiyên ku bi vê pergala netew-dewleta  xwe dispêre hişmedî û bîrdoziya kapîtalîzmê pêk tên. Bi taybetî polîtîkayên komkujî û qetilkirina li ser jinan tê ferzkirin, serdestiya li ser biryar û bedena jinan bêguman diyardeyên ku çavkaniya xwe ji vê pergalê digrin e. Bi giştî pergala dewletê û bîrdoziya wê ya xwe dispêre mêtingehiya li ser kedê herî zêde jî pênaseya êrîşa li ser hebûn û nasnameya jinan e.

Pergala Neteweya Demokratîk a bi Şoreşa Rojava re şênber bû riya xilasiya ji pergala mêtinger e

Li hemberî van nexweşiyên ku di sedsala em tê de dijîn bi gelemperî tê jiyîn bêguman yekane riya xilasiyê jî pergala Neteweya Demokratîk e ku yekem car bi Şoreşa Rojava re xwe şênber kir û deh salên şêweyê rêvebirin û rêxistinbûna jiyanê li ser vê pergalê dimeşe. Şoreşa 19’ê Tîrmehê ya ku ji bo tevahî gelên cîhanê bû nîşaneya jiyana azad û wekhev 10 sal in li ser bingeha pergala Neteweya Demokratîk xwe birêxistin dike, birêve dibe, xwe bi hemû pêkhateyên xwe diparêze û li dijî hemû êrîş û gefên dijminahî yên li dijî şoreşê hebûna xwe diparêze.

Li hemberî hemû cureyên şerê taybet ê li ser jinan tê meşandin, polîtîkayên talan, kuştin û qetilkirina jinan pergala neteweya demokratîk jiyana hevbeş, azad û wekhev a ji bo hemû pêkhateyên civakê û bi taybetî jî ji bo jinan bi pêş dixe. Ji bo zanîna vê rastiyê bêguman şertên jiyanê yên beriya şoreşê li Rojavayê Kurdistanê dihat jiyîn û di deh saliya şoreşê de pêşketinên di warê civakî, siyasî û parastinê de di şexsê jinan de bi pêş ketiye şopandin û lêkolînkirin girîng e. Lewre çi di warê siyasî, bîrdozî de, çi di warê çandî, parastin û dîplomasiyê de be, pêşketinên ku di qada jinan de li ser bingeha pergala Neteweya Demokratîk bi Şoreşa Rojava re ava bûye, şêweyê jiyana hevpar a di navbera hemû pêkhateyên civakê de vê rastiyê nîşan dide ku pergala neteweya demokratîk a bi şoreşa rojava re şênber bû, deh salên xwe temam dike ji bo parastina mafên jiyan û hebûna jinan her wiha ji bo parastina nirxên mirovahiyê yekane rê ye. Ev rastî jî îro li tevahiya cîhanê bûye sedema çavkaniya hêviyên mirovahiyê ya ji bo jiyana azad û wekhev.

Şoreşa Rojava xwe li ser van 9 rehendan birêxistin dike:

Kesayeta azad-hemwelatîbûna azad û jiyana komînal a demokratîk

Ji bo avakirina pergala Neteweya Demokratîk bêguman yek ji xalên herî girîng ferd-hemwelatîbûna azad, jiyana komunal a demokratîk e. Lewre li dijî pergala ku hemû tiştên kesayetê bi ferdparêziyê ve girê dide, bîrdoziya ezezetiyê belav dike ku ev yek di pergala kapîtalîzmê de şênber e; rehenda ferdê azad û jiyana komunal a demokratîk xwe dispêre jiyana wekhev û hevpar a ku her kes ji civakê bikaribe di pêşxistin û pergala civakî de cihê xwe bigre.

Jiyana polîtîk û Xweseriya Demokratîk

Civakekîbêyî ku pêdiviya wê bi dewlet, desthilatdar, çînayetiyê hebe dikare hebe lê bi teqezî tişta ku civakê li ser lingan digre û hebûna wê mayînde dike polîtîka ye. Lewre mîna ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a pêşengiyê ji pergala Neteweya Demokratîk re dike dibêje “Civakek exlaqî û polîtîk, civakek demokratîk e.” Ango bêyî ku exlaq û polîtîka hebe, hebûna civakek nayê fikirandin.

Bi şoreşa Rojavayê Kurdistanê ango Şoreşa Jinê re yekemîn car komun di Cotmeha sala 2010’an de ango beriya şoreşê li gundan hatin damezirandin. Di Cotmeha sala 2011’an de jî TEV-DEM hat damezirandin. Piştî wê bi nûnertiya 354 kesan Meclisa Gel a Rojavayê Kurdistanê hat avakirin ku ji sedî 40’ê meclisê ji jinan pêk dihat. Di 21’ê Çileya 2014’an de jî pergala kantonê bi sê beşan Kantona Cizîrê, Kantona Kobanê û Kantona Efrînê hatin avakirin.

Piştî destpêka şoreşê ango 19’ê Tîrmeha 2012’an ku pêlên xwe yên destpêkê li Kobanê deng veda qadên ku bi şoreşê rengdar bûn her ku çû bi serkeftinên ku di qada leşkerî de hatin bidestxistin zêdetir bûn. Di sala 2016’an de damezrandina Federasyona Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat îlankirin. Li gel pêşketinên ku di qada giştî de çêbû jinan pergal û meclisên xwe yên xweser di bin banê Kongra Star û Meclisên wê de ava kirin. 

Jiyana civakî

Yek ji rêbazên ku pergal û hişmendiya kapîtalîzmê pê êrîşî civakê dike, bi polîtîkayên parçekirina civakê birêvebirina wê ye. Lewre di pergala neteweya demokratîk de yek ji rehenda ku hebûna wê ji bo avakirina civakê li ser bingeha jiyana wekhev û azad a di navbera hemû pêkhateyên civakê de girîng e, rehenda jiyana civakî ye. Polîtîkayên nijadperest ên li ser gelên Rojhilata Navîn hatiye meşandin bûye sedema dijminahiya netew, ol û pêkhateyan a li hemberî hev. Pergala Neteweya Demokratîk li ser bingeha şikandina vê hişmendiya nijadperest xwe birêxistin dike. Ev yek jî bi Şoreşa Rojava re ku bi xebatên hevpeymana civakî lûtkeyên wê jiya hêj bêhtir şênber bû, civak bi hemû pêkhate, ol û baweriyên cuda li ser bingeha jiyana azad û wekhev rêxistinbûna xwe ya xweser dimeşînin. 

Hevjiyana azad

Di dîrokê de dema ku hişmendiya mêr-serweriyê bi jinan da wendakirin, ji hebûn, nasname û keda wan dizî; destpêka berovajîbûn û di bin destê feraseta mêr-dewletê de fetisandina gelan jî pênase dike. Lewre di pergala neteweya demokratîk a bi Şoreşa Rojava re vejiya, bingeha azadî û wekheviyê hevjiyana azad a di navbera mêr û jin de ye. Bi pêşketina şoreşê re xebatên ji bo derbaskirina vê feraseta mêr-serwerî û baviksalariyê xebatên perwerdekirinê di nav deh salan de bi hemû hêza xwe berdewam kirin. Bi şoreşê re pêşketinên mîna pergala hevserokatiyê pênaseya van pêşketinan dike.

Xweseriya aborî

Bêguman yek ji xalên ku pergala kapîtalîst bi riya wê êrîşî civakê dike aborî ye ku hebûna xwe jî li ser mêtingehiya li ser keda jinan û civakê dike. Lewre jiyana demokratîk bi aboriyek xweser a ji dûrî pergal û hişmendiya kapîtalîst gengaz e. Şoreşa Rojava ku di sala 2012'an de dest pê kir û jinan pêşengiya wê kir, li ser bingeha pergala Neteweya Demokratîk xwe birêve dibe. Lingê sereke di vê şoreşê de aboriya komînal e.

Avahiya hiqûqê

Dîrok û bi taybetî pêvajoya ku em di nav de dijîn gelek caran vê yekê piştrast kir ku zagonên bi aqil û hişmendiya mêr-dewletê hatine avakirin, ji bo çareserkirina pirsgirêkên civakê têr nakin, berovajî krîz û aloziyên di nav civakê de heyî kûrtir dikin. Pergala Neteweya Demokratîk li ser bingeha pîvanên civaka exlaqî û polîtîk avahiya xwe ya hiqûqê ava dike û li hemberî pirsgirêkên civakî dibe bersiv. Avahiya hiqûq û edaletê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser bingeha hiqûqa demokratîk hatiye sazkirin. Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pergala xwe ya hiqûqî weke alternatîfa hiqûqa netew-dewletê ku li şûna exlaq û polîtîkayê ye, zagonan bi kar tîne.

Çand

Di esasê xwe de çand pênaseya hemû tiştên bi destên mirovahiyê û bi pêşketina mirovahiyê re çêbûne ye. Lewre çawa ku êrîşên pergal û hişmendiya kapîtalîst bi rê û rêbazên cur be cur li ser çandê bi pêş dikevin, ji bo her netew û pêkhateyên ku di nav pergala Neteweya Demokratîk de dijîn parastina çandê ya ku pênaseya hebûn û nasnameyê bi xwe ye, yekane mîsogeriya hebûnê ye.

Pergala parastinê

Bêguman ji bo hebûna civakek pergala parastinê diyardeyek jêveneger e. Rehenda parastinê ya Neteweya Demokratîk tenê parastina çekdarî nahewîne. Lewre hemû tiştên ku civakê dike civak beşa parastinê dihewîne. Ev parastina çandê dibe, parastina hiqûq, pîvanên civaka exlaqî-polîtîk dibe hemu jî dikevin nava beşa parastinê. Bi şoreşa 19’ê Tîrmehê re her çiqas destpêkê parastina çekdarî li pêş be jî aliyên parastina nirxên civaka exlaqî-polîtîk jî li gel vê parastina çekdarî meşiya. Ango bi qasî ku di warê leşkerî de serkeftin hatin bidestxistin li gel van serkeftinan gel li tevahiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meclis û saziyên xwe yên xweser ava kirin. Lewre ji bo mayîndekirina van serkeftinên ku di deh salan de hatine bidestxistin rehenda ku nebe nabe parastin bi xwe ye. Bi qasî dîroka pêşketina pergala neteweya demokratîk a li Rojavayê Kurdistanê û tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîşên dewletên ku xwe dispêrin hişmendiya mêr-dewletê jî qut nebûne. Lewre li hemberî van êrîşan jî şoreşa ku bi pêşngiya jinan, ked û berxwedana tevahî pêkhateyên civakê bi pêş ket 10 sal e li dijî êrîş û gefên dagirkeriyê di nav berxwedaneke bêhempa de ye. 

Dîplomasî

Rehenda dîplomasiyê bi heman awayê li ser nirxên civaka exlaqî û polîtîk parastina civakê û li ser bingeha pêdiviyên civakê li dijî polîtîkayên netew-dewletê yên parçekirin, dabeşkirin û rêvebirina civakan, bipêşxistina têkiliyên di navbera civakan de dihewîne.

Sibê: Li ser 9 rehendên Neteweya Demokratîk 10 salên Şoreşa Rojava: Jiyana polîtîk û xweseriya demokratîk