Li Rojavayê Kurdistanê vejandina zimanê Kurdî 1

Li Rojavayê Kurdistanê bi gelemperî perwerda zimanê Kurdî di sala 2013’an de her roj perçeyek dihat dayîn. Di sala 2018’an de hemû qonax bi zimanê Kurdî hate perwerdekirin. Heta zanîngeh jî hatin vekirin.

SARA EGÎD

Navenda Nûçeyan –Kurdî zimanekî bi koka xwe zimanekê resen yê gelê Arî di Mezrabotan de ye, her wiha zimanê dayîkê û xwemalî yê gelê Kurd e, ku li seranserê beşên mezin ên Rojhilata Navîn, bi taybetî li Kurdistana ku dagirkeran ew kiriye çar perçe. Yanê li Iraq, Sûriye, Tirkiye û Îranê belav bûye. Di zimanê Kurdî ya latînî de 31 tîp hene. Tevî hebûna pirsgirêkên siyasî û çandî jî ev ziman di tevahiya dîrokê de statuya xwe parastiye, ku girêdana wê ya xurt bi nasname û mîrata Kurdî bi hemû warên wê re nîşan dide.

‘Zimanê Kurdî ji bo gelê Kurd hêmanek yekgirtî ye’

Balkişandina ser yekkirina hewildanên ji bo pêşxistina zimanê Kurdî û pêşvebirina bikaranîna wî ya di warên cûda yên jiyanê de, wek perwerde, dîrok, ilm, felsefe, medyayê, gavek girîng ber bi parastina wî û mîsogerkirina berdewamiya wî ya ji bo nifşên pêşerojê ve ye. Lê tevî vê yekê jî Zimanê Kurdî yek ji wan Zimanan e ku rastî polîtîkayên helandina bizanebûn hat. Li seranserî dîrokê gelê Kurd ji bo ku xwe û zimanê xwe biparêzin xwe her spartin rêbazên cûda. Tevî vê jî li her çar aliyên Kurdistanê pergalên desthilatdar hewldan ziman ji hebûnê ber bi tûnebûne ve bibin. Gelê herêmê li şûna ku bi zimanê xwe biaxive li ser hat ferzkirin ku bi zimanê dagirker biaxive û bibe zimanê sereke.

Li Rojava zimanê Kurdî ji qedexê ber bi dibistan û zanîngehan ve

Rojavayê Kurdistanê ku piraniya gelê herêmê bi Zimanê dayîkê diaxive, rastî polîtîkayên qirkirin û helandinê hat. Di serdeam rejîma Bassê de heta li malê jî axaftina bi zimanê Kurdî hema hema qedexe bû. Gelê herêmê ji Efrînê bigre heya Kobanê, Hesekê û Qamişloyê, kesî nedikarî diyar bikira ku ji pêkhateya Kurd e çawa wê bi zimanê xwe biaxive, îfade bike, çanda xwe biparêze. Ji ber ku çand bi hebûna ziman dewlemend dibe û tê parastin. Tevî zor, zext, binçavkirin, qedexekirin û girtinê jî gelê Kurd bi dizî di malên xwe de, di odeyên biçûk de perwerdeya Zimanê Kurdî didîtin û bingeha naskirina ziman dîtin. Her wiha dayîkên ku pitikên xwe mezin dikirin di dergûşan de ew bi lorandina bi zimanê Kurdî xwedî dikirin da ku guhê wan ji zarokatiyê de fêrî zimanê resen bibe.

Ev rewş ji bo kesên hez dikirin ku xwe fêrî zimanê dayîkê bikin pir xweş dihat û her dem di oxira vê riyê de dimeşiyan. Bi destpêka Şoreşa Rojavayê Kurdistanê re jî ev zext hê jî berdewam bû. Zimanê Kurdî nedihat qebûlkirin û mufredatên dibistanan tenê bi zimanê Erebî bûn. Ji ber vê yekê jî xwendekar mecbûr bûn ku ji temenê zarokatiyê de xwe fêrî zimanekî biyanî bikin.

Di sala 2011’an de tevî vê yekê û bi despêkirina “Bihara Erebî” re gelê Sûriyeyê jî ket nav vê rewşê. Wan jî banga azadiyê kir. Gelê Kurd jî xwest ku hebûna xwe bi hemû awayan mîsoger bike ji lewra dest bi têkoşînê kir. Her çend ezmûnek nû be jî hin gav hatin avêtin. Ji ber ku qada perwerdê qada herî zêde tê de civak pêşketin ava dike, ji bo wê jî yekem karê ku hat destpêkirin vekirina astên perwerda bi Zimanê Kurdî bû. Her çiqas ev ast ne mîna zanîngeh û peymangehan bin jî, gavek mezin bû. Piştre êdî dibistanên ku rejîma Bassê jê derket yan jî herêmên ku tê de çirûska şoreşê  pê ket, li wan deveran mufredetên dibistanan veguherîn zimanê Kurdî. Her çiqas tenê di heftiyê de rojek an jî çend seat bin jî, ev kevirê destpêkê û bingehîn bû ku hat avêtin. Li Rojavayê Kurdistanê ya ku mîna beşên din ên Kurdistanê zimanê Kurdî bi dizî dihat xwendin, yekem car di sala 2007’an de Saziya Zimanê Kurdî hat vekirin ku bi dehan kesan bi awayekî veşartî xwe li ser hîmên ziman perwerde dikir.

Li Rojavayê Kurdistanê pêşveçûna zimanê Kurdî

Li Rojavayê Kurdistanê bi gelemperî perwerda zimanê Kurdî di sala 2013’an de her roj perçeyek dihat dayîn. Di sala 2015’an de bi awayekî fermî mufredatên refên 1,2,3 bi zimanê Kurdî dest pê kirin. Di sala 2016’an de êdî qonaxa Seretayî bi giştî bi zimanê Kurdî bû tenê hetfê du seat bi zimanê Erebî û seatek bi zimanê Îngilîzî bû. Di sala 2017’an de qonaxa navîn veguherî zimanê Kurdî. Di sala 2018’an de hemû qonax bi zimanê Kurdî hate perwerdekirin. Heta zanîngeh jî hatin vekirin. Her wiha di nava meteryalên perwerdê de madeya (Sinc) Çand û Exlaq û (Zanista Jinê) Jineolojî yekem car di dibistanên Rojavayê Kurdistanê de bi fermî dihat dayîn.

Efrîn:

Di navbera salên 2012 û 2018’an de, perwerde li Kantona Efrînê pir bi pêş ket û hejmara xwendekaran beriya dagirkeriya Tirkiyê nêzî 50 hezar xwendekar di hemû astan de bû. Di 6’ê Îlona 2011’an de, yekem dibistana bi zimanê Kurdî li gundê Duraqliya navçeya Şera hat vekirin. Hewldan hebûn ku saziyek ji bo zimanê Kurdî bê damezrandin. Zimanê Kurdî li dibistanên Efrînê hate fêrkirin û dersên zimanê Kurdî heftê sê an çar caran pêk dihatin.

‘Li Efrînê Dibistan, Akademî û SZK’

Dibistana Seretayî ya Şehîd Fewzî li navçeya Şera. Saziya Zimanê Kurdî (SZK) hate damezrandin. Xalek din a hinekî tevlihev ew bû ku civak ji bo pejirandina mufredata zimanê Kurdî razî bibe. Ji ber ku perwerdê heta sala 2012’an mufredata rejîmê dişopand. Di sala 2013’an de Akademiya Şehîd Ferzad Kemanger hate vekirin. Di destpêkê de, mamosteyan dewreyeke perwerdeyê ya du mehan derbas kirin, her dewreyekê 30 mamoste dersan dan û wan dewreyên rêziman û wêjeya Kurdî wergirtin. Ji vê akademiyê 650 mamoste mezûn bûn û paşê Akademiya Şehîd Arîn Mîrkan hate vekirin û heman erk pêk anî. Li Akademiya Şehîd Zozan peymangehên çandinî, teknolojiya agahdariyê û zanista komputerê, mekanîk û wêjeyê hat vekirin.

400 mamoste ji beşên cûrbecûr, di nav de xebatên jinan, felsefe, fîzîk, kîmya, dîrok, erdnîgarî û aborî, tevlî Akademiya Şehîd Zozan bûn. Van mamosteyan ji bo perwerde û pêşveçûnê qursên perwerdehiyê girtine da ku ji sala yekem a dibistana navîn heta sala sêyemîn a lîseyê xwendekaran perwerde bikin.

Peymangeha Viyan Amara

Li Efrîn û Şehba, Heleb, Serê Kaniyê jî dibistan bi Zimanê Kurdî bûn. Her wiha li Efrînê Pemangeha Viyan Amara destpê kir û mamoste tê de ji bo xwendina branşan derçûn. Peymangeha Şehîd Viyan Amara ku wekî Peymangeha Viyan a Ziman û Wêjeya Kurdî jî tê zanîn, saziyeke perwerdeyî ye ku li herêma Efrînê hatiye damezrandin. Di destpêkê de wekî yekemîn peymangeha ziman û wêjeya Kurdî li herêmê hatiye damezrandin.

Beşên Peymangehê: Ji bo berdewamkirina xizmetkirina gelê herêmê bo herêma Şahbayê hat veguhestin, Peymangeh berfireh bû û beşên girîng ên zanistî û wêjeyî, yên herî berbiçav jî di nav xwe de digirt mîna bîrkarî, zanist û fîzîk.

Serê Kaniyê:

Rêveberiya herêmê  sîstemeke perwerdehiyê ya pirzimanî pejirand ku bi zimanên Kurdî, Erebî û Suryanî ders dida. Mufredatên nû hatin destnîşankirin ku li ser felsefeya “neteweya demokratîk” û dîroka herêmê disekinin. Li bajar 117 dibistanên seretayî, 32 dibistanên navîn û 4 lîse hebûn, ku hin ji wan bi du zimanan ders didan.

Li gel vekirina hejmarek ji Akademiyên ku tê de mamoste li ser bîrdoziyê perwerde distendin, her wiha Akademiyên branşan jî hebûn. Hem ev akademî tê de dewreyên vekirî hem jî yên girtî dihatin dîtin û bi sedan mamoste ji vir mezûn bûn.

Tevî êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser herêma Efrînê û talankirina herêmê jî, gel berê xwe da Şehbayê û li wir bi cih bûn. Lê belê tu carî gel dev ji perwerda bi zimanê dayîkê berneda. Li Şehbayê her koneke û her kampek, veguherî dibistanek perwerdekirinê. Di heman demê de jî ev yek ji bo gelê Serê Kaniyê jî derbasdar bû ku tevî êrîşên hovane yên dewleta Tirk a dagirker di sala 2019’an de gel li kampên penaberiyê zarokên xwe ji perwerdê bêpar nehişt.

Hesekê    

Saziya Zimanê kurdî, bi pêşketina qada perwerdehê heta asta zangîngehê jî bû cihek balkêş. Her kesî ji bo fêrkirina zimanê dayîkê berê xwe dayê. Endama Saziya Zimanê Kurdî Hemrîn Hisên tekez kir ku zimanê Kurdî di destpêka şoreşê de ji hundir vê saziyê dest pê kir û bipêş ket û heta roja îro jî hewlên xwe yên ji bo hînkirina zimanê dayîkê didomîne.

‘Di destpêka Şoreşê de mamoste hem xwendekar hem jî mamoste bûn’

Hemrîn destnîşan kir ku gelê Kurd di Şoreşa Rojava de ji bo pêşxistina qada perwerdê di çend qonaxan re derbas bû û yek ji destkeftiyên herî mezin ên vê şoreşê pêşxistina perwerdehiya bi zimanê dayîkê ye. Hemrîn rave kir ku perwerdehiya wan a bi zimanê dayîkê li malan dest pê kir û bi rêya Saziya Zimanê Kurdî bipêş ketiye. Hemrîn wiha pê de çû: ”Civaka Kurd di Rojavayê kurdistanê de malên xwe ji bo hînkirina zimanê dayîkê vekirin û fêrî ziman bûn. Piştî avakirina SZK’ê derfetên fêrkirina ziman berfirehtir bûn. Bi riya SZK’ê gelek mamosteyan astên ziman xwendin û ji bo derbaskirina dibistanan hatin amadekirin. Dema rejîma Baasê xwe ji dibistanan vekişand, wan civaka xwe bê perwerde nehişt. Dibistan hatin vekirin û bi polên yekem, duyem û sêyem dest pê kirin. Piştre pêwîstî hat dîtin ku ev qad bêtir bipêş bikeve û pêdivî bû ku perwerde ji seretayî heta navîn û amadehî were dirêjkirin. Ev gav ji bo mamosteyan pir dijwar bû, lê wan bi hewldanek mezin van astengiyan derbas kirin. Ji aliyekî ve, wan mamoste li dibistanan ders dan û ji aliyê din ve, li peymangeh û Akademiyan perwerde didîtin û xwe li ser metryalên ziman perwerde dikirin. Bi vî rengî, wê demê mamoste hem xwendekar û hem jî mamoste bûn.”

‘Pêşveçûna perwerdê gav bi gav bipêş ket’

Hemrîn da zanîn ku gelê Kurd di nava dîrokê de bi gelek êş û polîtîkeyên dûrxistin û înkarkirinê re rû bi rû man, lê dîsa jî dev ji doza xwe berneda û ji bo pêşxistina vê qadê şerê polîtîkeyên înkarê kirin. Hemrîn wiha got: “Di despêka Şoreşê de astengiyên giran li pêşiya perwerda bi zimanê dayîkê û pêşxistina wê ya di nav civak û dibistanan de hebûn. Lê mamosteyan bi dilsoziya xwe ya ji bo pêşxistina zimanê xwe yê dayîkê, van zehmetiyan derbas kirin û gelê Kurd ji bo wan çavkaniyek sereke ya piştgiriyê bû. Pêşveçûna perwerdê gav bi gav bipêş ket, bi taybetî jî bi danasîna materyalên xwendinê li dibistanan û vekirina akademiyan, saziyên perwerdehiya mamosteyan û zanîngehan.”

‘Ji bo parastina hebûn û nasnameya Kurdî her kes berê xwe dide SZK’ê’

Projeya fêrkirina ziman ji sala 2011’an dest pê kir. Hemrîn bi van gotinan dirêjî da nirxandinên xwe: “Êşa ku nedibû di nava dibistanan de bi zimanê xwe ya dayîkê biaxive û cejnê xwe pîroz bike, di dilê her Kurdekî de heye. Şoreşa Rojava derfetek girîng pêşkêş kir ji bo parastina nasname û zimanê Kurdî. Vê şoreşê rê li ber pêşxistina perwerdehiya bi zimanê dayîkê vekir. Tevî vekirina dibistan, peymangeh û zanîngehan jî, Saziya Zimanê Kurdî xebata xwe didomîne ji ber ku armanca gelê Kurd ne tenê kar e, lê parastina hebûnê ye. Ji ber vê yekê, gelek dêûbav serdana saziya me dikin, li kêleka zarokên xwe zimanê xwe yê dayîkê fêr dibin, jêhatîbûna xwe ya ziman bipêş dixin û zarokên xwe perwerde dikin.”

‘Gelê kurd qada perwerdehî û fêrkirinê bi coşek mezin bi pêş xist’

Hemrîn destnîşan kir ku di Sûriyêyê de dubarekirina pergala yek al, yek ziman nayê qebûlkirin û wiha bibîr anî: “Em tu carî êş û azarên ku me li dibistanên rêjîma Baasê jiya, ji bîr nakin. Zimanê Erebî li ser me dihat ferzkirin û axaftina bi zimanê Kurdî bi rêhevalên xwe re qedexe bû. Her Kurdekî ev êş jiya, Ji ber vê yekê, gelê Kurd bi coş û fedakariyeke mezin qada perwerdehiyê bi zimanê xwe yê dayîkê bipêş xist.

‘Komara Erebî ya Sûrî pirrengiya civakî ya Sûriyê temsîl nake’

Hemrîn da zanîn ku Komara Erebî ya Sûrî pirengiya civaka Sûriyê temsîl nake û wiha bilêv kir: “Dema ku em li Komara Erebî ya Sûriyeyê dinhêrin, em hebûna pêkhatiyên din yê Sûriyê tê de nabînin, ji ber vê yekê ev nav cihêrengiya civakî ya li Sûriyeyê temsîl nake. Hebûna gelê Kurd û zimanê wan divê di destûra Sûriyeyê ya nû de bê naskirin. Şoreşa Rojavayê Kurdistanê bi armanca pêşvebirina doza Kurdî û parastina zimanê Kurdî dest pê kir. Her tîpek di zimanê Kurdî de fedekariya şehîdan temsîl dike. Em qebûl nakin ku Kurdî tenê di polên dibistanê de bê hînkirin. Me tecrubeyek jiyaye, materyalên me hene, mamosteyên me amada ne û nifşek ava kirine. Ji bo wê ne gava yekem e ji bo me ku hikûmet nîqaşa wê bike, ya tê xwestin ku di destûrê de mîsoger bibe. Mufredata me, dibistanên me û zimanê me yê dayîkê xeta sor e; em ê înkara wan li Sûriyeyê qebûl nekin. Em welatiyên vê axê ne, ne biyanî ne û divê zimanê me nebe derseke ku li dibistanan tê fêrkirin.”

Hemrîn di dawiya axaftina xwe de bang li gelê Kurd kir ku di vê pêvajoya hesas de xwedî li nasname û hebûna xwe ya Kurdî derkevin.

Xwendina bi zimanê dayîkê hem fêrkirin hem jî jiyan hêsantir kir

Kobanê

Rêvebera dibistanên Kobanê Ezîze Îsmaîl, yek ji mamosteyên kevin e di nava pergala perwerdehiyê de. Ezîze diyar kir ku dema ku ferdekî dixwest bi zimanê dayîkê fêr bibe rastî zexta rêjîma Bassê dihat û dihat giritn. Ezîze destnîşan kir ku di deverên Sûriyeyê de tu kesî nikarîbû xwe fêrî ziman bike û wiha axivî: “Lê dema ku ciwanên Kurd ji bo ku li derveyî Sûriyeyê kar bikin bi taybetî li Lubnanê dikarîbûn bi awayekî rihettir xwe fêrî zimanê dayîkê bikin. Cara yekem bû ku xwendekarên Kurd bi zimanê xwe yê dayîkê dixwendin û dinvîsandin. Lê belê vê yekê li wan zanebûn û fêrkirin hêsantir kir. Ji ber ku ew zarok bi salan e li ser zimanê dayîkê rabûye dema ku derbasî dibistanên ku bi zimanê biyanî tê hînkirin rastî zor û zehmetiyan tê.”

‘Di sala 2015’an de bi navê Şehîd Osman yekem dibistana Kurdî li Kobanê vebû

Mamoste Ezîze wiha berdewam kir: “Yekem dibistana Kurdî li bajarê Kobanê di sala 20215’an bi navê Şehîd Osman ku li bajar berxwedanî kiriye û şer daye meşandin vebû. Li Kobanê 106 dibistan hene, her wiha hejmara xwendekaran 27 hezar û 700 xwendekar in û nêzî hezar û 150 mamoste di sektora perwerdê de kar dikin. Daxwaza gel û xwendekaran yê sereke ew e ku bi zimanê xwe perwerdeya xwe bibînin. Hebûna mirov bi ziman e, dema ku ziman bê qedexekirin hebûna ziman bê wate dibe.”

‘Sîstema perwerda me sîstemek nirxandinê ye’

Ezîze ragihand ku di dema rêjîmê de xwendin li gor feraseta dewletê bûye û wiha domand: “Em ketin ferqê ku dîroka dihat dayîn, tê de tu tiştek têkildarî dîroka gelê Kurd nebû. Ji bo me wek şokek bû ji ber ku me dîroka xwe nasnedikir. Di nava pergala perwerda me de beşa Zanista Jinê (Jineolojî) heye û nû ye ku behsa jin û azadiya wê dike. Armanc ji materyalên Kurdî ew e ku xwendekarek ku ji her alî ve zana be û çêkirî be ne wek materyalên rêjîmê ku camîd bûn. Sîstema me ya perwerdê nirxandin e û şagirt divê ku her tiştî fam bike û wisa pola xwe derbas bike.”

Berdewam dike