Li herêma Kurdistanê sala nû ya xwendinê dest pê kir lê...

Li herêma Kurdistanê 30 hezar mamosteyên bi peyman hene, hikumet û wezareta perwerdeyê ji bo van mamosteyên bi peyman riyeke çareseriyê nedîtine.

ŞÎNYAR BAYÎZ

Silêmanî - Li herêma Kurdistanê ji sala 2014’an ve xwendekarên ku zanîngeh û peymangeh temam kirîn bi awayek fermî tayîn nebûne. Li herêmê ji ber xirabiya rewşa aborî û nebûna kar wisa li ciwanên ku zanîngeh û peymangeh temamkirin kiriye ku beşek ji wan kesên zanîngeh temam kirine bi awayek xwebexş li sazî û dezgehên hikumetê kar dikin û her wiha beşek din jî mamosteyên bi peyman in. Gelek ji wan ev heft sal in bi peyman kar dikin.

Mamosteyên bi peyman gelek caran rojane daketin qadan û ji bo mafên xwe çalakî li dar xistin, name radestî serokatiya hikumetê, parlamento û wezareta perwerdeyê kirin lê belê heta niha ev pirsgirêk nehatiye çarserkirin û gelek caran ji aliyê hêzên ewlehiyê ve tundîtûjî li hemberî mamosteyên bi peyman hatine kirin û ji hêla hêzên asayîşê ve hatine girtin.

Îsal jî perwerdeya sala 2022-2023’an dest pê kir û heta niha nêzî 30 hezar mamosteyên bi peyman hene û pirsgirêka wan nehatiye çareserkirin, bi awayek fermî nayên tayînkirin û mûçeyên wan bi awayek fermî nayê dayîn.

“Erkên mamosteyên bi peyman zêdetir e lê mafê wan kêmtir e”

Mamosteya bi peyman û çalakvana medenî Govend Receb diyar kir ku mafê mamosteyên bi peyman nayê dayîn û wiha got: “Wezareta perwerdeyê mamoste kirine çend beş, ew jî mamosteyên bi peyman, bi fermî, xwebexş in ev jî wisa kiriye ku li hinek cihan bi taybetî li Dihok û navçeyên derdorê şiqe dane mamosteyên bi peyman. Gelek caran dema ku mamosteyên bi peyman ji xwendekaran re dibêjin bixwînin, xwendekar ji wan re dibêjin ‘mamoste ez jî bixwînim ez ê weke te bim’ wê demê mamoste şok dibin û nizanin ji xwendekaran re çi bibêjin.”

“Li tevahiya dinyayê bi dîploma kar tê kirin lê li herêma Kurdistanê ne wisa ye”

Mamoste Govend da zanîn ku di sala 2016’an heta 2017’an hejmara mamosteyên bi peyman şeş hezar bû, di sala 2018’an heta 2019’an bû 12 hezar. Ev rêje salane zêde dibe heta sala par dema çalakiyan dest pê kir û hejmara wan bû 21 hezar mamosteyên bi peyman lê belê niha û sala 2022’an bûye 30 hezar mamosteyên bi peyman û wiha got: “Ger di destpêkê de planek hebûya ji bo fermîkirin û bicihkirina mamosteyên bi peyman hejmara wan bi vî awayî zêde nedikir. Serkeftina tu kesê eleqeya xwe bi dîplomayê nîn e. Li hemû dinyayê xelk ji bo dîplome bigrin dixwînin ji ber bi wê dîplomeyê dikarin karên xwe bikin lê belê ji ber li herêma Kurdistanê planek ji bo kesên xwedî dîploma nîn e û hinek ev 13 sal in bi peyman kar dikin, temenê wan nêzî xanenişîniyê dibe û dema bibin bi fermî wê çawa li dahatûyê binêrin.”

“Hikumet wezareta perwerdeyê û navendên xwendinê gazin ji mamosteyên bi peyman dikin”

Mamoste Govend di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku mamosteyên bi peyman wisa hîs dikin ku bûne bazirgan li ser hikumetê û wiha got: “Wezareta perwerde û darayî sala borî biryara hejmar 14 derxist û li pey wê xwepêşandan dest pê kir, ji bo pirsgirêka mamosteyên bi peyman were çareserkirin. Lê belê vê biryarê rewş baş nekir û xirabtir kir, bi awayek qet mamosteyên bi peyman tu deman ew butçeya ku ji wan re hatine veqetandin di dema xwe de negirtin û cudahiya wan ew e ku tu destûra wan a dema ku zarokên wan çêbibin û weke din nîn e. Salek û 7 roj destûr ji bo kesên bibin dayik heye lê belê ji bo mamosteyên bi peyman ev yek ne derbasdar e.”

Her dem metirsî li ser derxistina ji kar a mamosteyên bi peyman heye”

Mamoste Govend der barê metirsiya derxistina ji kar a mamosteyên bi peyman de wiha got: “Hemû dem mamosteyên bi peyman ditirsin rojek were ewqas ked dane werin derxistin. Sala par 111 name radestî 111 endamên parlamentoyê kirin lê belê serokê parlamentoyê bi xwe hêza çareserkirina pirsgirêkên mamosteyên bi peyman nebû. Koçkirina ji derveyî welat heye û ew jî jiyana xwe ji dest didin. Ger hikumetê pirsgirêka mamosteyên bi peyman çareser bikira wê niha rêje ne bi vî awayî bûya. Her sal di destpêka salê de wezareta perwerdeyê dibêje proje û zagona me heye ji bo başkirina rewşa mamosteyên bi peyman lê belê ev yek ji rastiyê dûr e û heta niha çarenûsa wan ne diyar e. Gelek caran daxwaz ji hikumetê kirin li ser mûçeyên ku digrin tenê ji bo derûniya mamosteyan aram be lê belê wê jî nakin.”

“Di dema nerazîbûnan de mamosteyên bi peyman tên girtin”

Hemû boykot û xwepêşandan sûdê wan hene û cihê xwe digrin, ji ber wê mamosteyên bi peyman  mamoste ne û bê yî ku destê tu partî û aliyên din li pişt wan be boykot û nerazîbûnên xwe diyar kirin. Mamoste Govend wiha got: “Plana me ji bo bicihkirina daxwazên me bi awayek din boykot û nerazîbûnên xwe me diyar kirin. Di vê demê de mamosteyên bi peyman çalakiyên medenî li dar xistin û piştre nûnerê wan hat girtin. Hemû ew ciwanên ku zanîngeh temam kirine neçar in mamostehiya bi peyman bikin ji ber ku hinek di perwerdeyê de pispor in û hinek din kar dikin lê ne pispor in û tu cihên din nîn e ku kar tê de bikin, bi awayekî di qada tendirustiyê de jî bi awayek xwebexş kar dikin û ji ber di qertên ne hikumî de dikarin kar bikin, gelek ji wan bi wesîte ne û ne zarokên hejaran in.”

“Hikumetê ciwanan bêhêvî kiriye”

Mamoste Govend Receb di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Ev bêhelwestî û bêplaniya hikumetê wisa kir ku ciwan koç bikin û baweriya wan bi hikumeta herêmê nemîne, ji ber dahata wan ronî nabe û gelek ji wan li hemberî xwendinê bêhêvî dibin. Her çendî wezîrê perwerdeyê Doktor Alîn sozan dide mamosteyên bi peyman wê heta dawiya kabîneyê wê pirsgirêk were çareserkirin jî lê belê heta niha tu dengek bi vî awayî nîn e. Bi boykotkirina nrtdewama perwerdryê zelal bikin û daxwaza me ew e hemû dengê xwe derbixin û girîngî bidin 30 hezaran da ku di nava civakê de bandorek xirab careke din çênebe û daxwazên mamosteyên bi peyman werin bicihanîn.”