Jinên Enfal ê yên winda 33 salin li ku ne? (4)

‘Ji çar zarokan tenê lawikek min maye’ Atiye Husen Mehmud a ji nava qafilan berî bigihin kampên mirinê bi zarokên xwe re reviyaye got: “Ez du canîbûm, sê zarokên min jî biçukbûn, bavê zarokan jî çu hinek tişt bigire û carekdin li me nevegeriya. Ez tirsiyam û bi zarokan ve ji nava qafileyê reviyam. Ji çar zarokan tenê kurê min ma. Ji bo kurê xwe bidim jiyandin û xwendin min ked da û ew mezin kir.”

‘Ji çar zarokan tenê lawikek min maye’
Atiye Husen Mehmud a ji nava qafilan berî bigihin kampên mirinê bi zarokên xwe re reviyaye got: “Ez du canîbûm, sê zarokên min jî biçukbûn, bavê zarokan jî çu hinek tişt bigire û carekdin li me nevegeriya. Ez tirsiyam û bi zarokan ve ji nava qafileyê reviyam. Ji çar zarokan tenê kurê min ma. Ji bo kurê xwe bidim jiyandin û xwendin min ked da û ew mezin kir.”
Silêmanî - Hamleyên destpêka Enfal ê bi çekên kîmyewî, bomberdûman û serdegirtinên bejahî despêkir. Mirovên ji êrîşên kîmyewî û bomberdûmana hewayî rizgar bûn, hatin komkirin û birin li kampên Leylan, Şarbajer, Topzava û Taqtatê bicîh kirin. Ji wê jî bi qamiyonan ber bi cihên nediyar ve birin û carekdin agahî ji wan nehat girtin. Jinên bi awayekê ji wan qafîlên mirinê rizgar bûn diyar kirin ku, bi deh hezaran mirov ji aliyê mangayên înfazê ve hatine gulebaran kirin û di gorên komî de hatine veşartin. Ji jinên ji wan qafilan reviyaye Atiye Husen Mehmud a wê demê ducanîbûye û ji Enfalê ew û kurê xwe tenê mane diyar kir ku hîna çavê wê li reye û bêhêvî nebûye…
Atiye Husen Mehmud a ku tevî zaroka xwe ji Enfalê maye wan kêliyên timî bûye kabusa xewnên wê wiha vedibêje: “Di sala 1987’an de her roj balefiran bombeyên gazên jehrî li ser me di barand. Bi şev me xwe di şikeftan de diveşart, roj cardin vedigeriyan cihê xwe. Tevahiya salê karê me evbû, tiştek nema ser me neceribandin. Dîtin bi bombebarana hewayî nikarin dawiyê li me bînin, vêcarê jî operasonên bejayî despêkirin. Sala 1988’an leşkerên rejîma Baas hatin ketin nava mala, bi çavsorî em derxistin. Li kesê nediborîn, ên digirtin bi xwe re dibirin ên dinê jî derdixistin. Em derdixistin, derdora me jî hemû leşkeran girtibû û em dur birin…”
‘Bavê zarokan çu êdî venegeriya’
Atiye da zanîn ku dema leşkeran ew ji malên wan derxistin nehêlan tişekê bi xwe re bibin û wiha domand: “Em ji malên me derxistin, ewqas ser me de qêr dikirin me tiştek li gel xwe nebir. Ne xwarin, ne vexwarin û ne tiştek em li zarokan bikin. Dema em ji nava malan derxistin weke qafileyek mezin em dan hev û birin. Hevjînê min li malê vegeriya ji bo hinek tişt ji zarokan re bîne û bê bigihe me. Ew çu û carekdin venegeriya… Li gorî yên ew dîtine dema bavê zarokan û çendek dinê çune hinek tişt ji malên xwe bigirin û bînin di vegerê de ketine destê leşkeran. Wekedin em tiştekê jê nizanin. Ji xwe wê demê gelek xizmên me windabûn û hîna ti agahî ji wan nîne. Ji ber me hestiyên wan jî nedîtine, hîna çavên me li rêyane, dibe ku rojekê li deverekê re derkevin. Me jî xwe ji qafila mezin dizî û xwe veşart. Ez ji wan leşkeran ditirsiyam, bi awayekê me xwe dur xist û xwe veşart.” 
‘Ji çar zarokan tenê lawikek min ma’
Atiye ya ku wê demê ducanîbû ji tirsa cardin têkeve destê leşkeran xwe û zarokên xwe veşartiye zehmetiyên wê demê wiha anî ziman: “Jinek ducanî li gel sê zarokan ez di wan çolan de ji leşkeran direviyam û diçum. Ez ku de diçim nizanim, ji bo jiyana zarokên xwe bi çolan ketime. Heya me xwe gihand cihekê û serê xwe xist ber avahiyekê vêcarê jî li derfetên kar geriyam. Heya êvarî dixebitîm ji bo bikarim nan bidim zarokên xwe. Ji çar zarokan dawiyê tene lawikek min ma. Di wan zoriyan de dem diherikî û diçu. Lawikê min mezinbû êdî divê bidim xwendin. Ez fikirîm kesê min û wî nîne, ez çî dikim divê kurê xwe bidim xwendin. Nasnameya me tinebû, kesê li dibistanê kurê min ne dipejirand, weke ku em nînbû, ne nav û ne nîşanê me tinebû. Bi zorê min qeyîda wî da çêkirin. Bi heqdesta xwe min pirtûk jê re girt û ew da xwendin. 
‘Ji bavê zarokan neyinikek maye’
Atiye bibîrxist ku tenê neyînika hevjînê wê maye û wiha berdewam kir: “Heta ez jî weke yên hatin qetilkirin serê min li ferşê hedê dikeve, ezê ser wan rojan û tiştêm me bi çavê xwe dîtine bêjim û bêjim… Ez ji bavê zarokan û xizmên xwe yên winda bêhêvî nebûme, timî dibêjim dibe ku yek bê û mizgîniya saxiya wan bide min. Tenê neyînikek hevjînê min li cihê wî maye. Ev 31 sale li bendême bê ez wê neyînikê weke bendêmayîna xwe nîşanbidim û bi wan xeyalan dijîm. Heya hestiyên wan nebinim bawernakim. Ez ji xwe re dibêjim hema bila li welatekê girtîbin dibe ku rojekê vegerin. Her li ser wan difikirim û carnan jî ber xwe de stranan ser wan dibêjim. Li rojên beriya Enfal ê mam e. Hema tenê dimînim li wan rojan vedigerim. 
Sibê: Sebriye Ehmed Kerîm a bi du zarokên xwe ve ji nava qafileyên mirinê yên Enfal ê maye.