Jinên Afganî di dîroka huner û şer de xwedî roleke girîng in (5)

Dema em li dîroka Afganistanê dinêrin, dibînin ku hikûmetên dîktator di destpêkê de êrîşî tevgerên azadiya jinan kirine. Ji ber ku ev tevger dijminên yekem ên rejîmên dîktator in.

BAHARÎN LEHIB

Kabul - Desthilatdariya Mihemed Zahir Şah a ku çil salan domiya bi destên pismamê wî Daûd Xan ku di sala 1952’an de bi darbeyekê desthilatdarî desteser kir û li şûna wê sîstema komarê li Afganistanê bi cih kir, bi dawî bû.

Rewşa cîhanî ya piştî Şerê Cîhanê yê Duyem bandorê li rewşa Afganistanê jî kir. Daûd Xan û endamên pê re reformên piçûk ên demokratîk di pergala xwe ya qirêj de pêk anîn da ku pêşî li xwepêşandanên girseyî li welat bigrin. Sala 1960’an li Afganistanê weke lûtkeya têkoşînên demokratîk û Marksîst tê dîtin. Tevgera çep û demokrat di wê serdemê de doza jinan û mafên wekheviya jin û mêran ji aramancên wê yên sereke bûn. Ji van têkoşînan, di sala 1956’an de, yekemîn rêxistina jinan li Afganistanê ji aliyê Mîna Kîşwar Kemal (27’ê Sibata 1956’an – 4’ê Sibata 1987’an) ve hate damezrandin. Bi hejmarek jinên bi navê "Jinên Afgan ên Şoreşger" tên naskirin yekemîn rêxistina jinan li Afganistanê bi navê "Komeleya Şoreşger a Jinên Afganî (RAWA)" damezrand û ew yekemîn komeleya jinan bû li Afganistanê ku behsa civakek demokratîk û dabînkirina mafên jinan ên siyasî û civakî dikir û ragihand ku çareserî di naskirina jinan û têkoşîna wan de ye.

Li ser vê mijarê ajansa me bi yek ji jinên ku Mîna Kişwar Kemal nas dike Nadiya Ezîzî re hevpeyvînek pêk anî da ku ji me re behsa têkoşîna wê bike.

Bandora hêzên çep

Nadiya Ezîzî têkildarî bandora tevgerên çep û pêşverû yên cîhanê li ser krîstalîzekirina fikir û ramanên Mîna wiha got: “Tevgerên azadiyê bêguman bandorê li ramanên Mîna kir. Dema ku ez ketim zanîngeha Kabulê, ew serdema geşbûna tevgerên pêşverû yên li Afganistanê bû. Wê demê şermê dagirkeriya Amerîka û têkçûna wî ya li Vîetnamê, piraniya tevgerên rewşenbîrî yên cîhanê, di nav de Afganistanê, di têkoşîna li dijî emperyalîzm û reaksiyonê de bi biryartir kir. Mirov dikare bibêje ku şoreşgerên Vîetnamî ji bo jin û ciwanên Afganî bûne nimûne. Mîna ji tevgerên edalet û serxwebûnê yên li herêmê, wek Tevgera Rizgarkirina Gelê Filistînê û rola jinan tê de îlham girt. Têkoşîna hêzên çep û pêşverû yên Îranê, bi taybetî jinên şoreşger ên Îranê, herî zêde bandore li Mîna û rêhevalên wê yên jin kirin.”

Damezrandina RAWA

Der barê rewşa civakî û siyasî ya dema ku Mîna dest bi têkoşîna xwe kir Nadiya Ezîzî wiha got: “Dema ku Mîna ket zanîngeha Kabulê, em ji bo tevgera pêşverû û şoreşger li Afganistanê di serdemek dewlemendiyê de bûn. Yekitiyên xwendekaran ji aliyê "Rêxistina Ciwanan" an jî tevgera (Şola Cavîd) ve dihatin birêvebirin. Ew tevgera çep a herî mezin a Afganistanê ye ku piştgirî da Marksîzm-Lenînîzmê û ramana Maozî. Ev rêxistin di sala 1944’an de li Kabulê hat damezrandin û di sala 1947’an de bi navê ‘Şola Cavîd’ kovarek derxist. Mîna di civaka Afganî de zordarî û baviksalarî fêm kir û xwest biguherîne. Vê yekê hişt ku Mîna bi hevkarên xwe re Komeleya Şoreşgerên Jinên Afganistanê (RAWA) damezrîne.”

Salek piştî damezrandina komeleyê di 7’ê Gulana 1957’an de li Afganistanê bi hevkariya Yekitiya Sovyetê derbeyek li dijî gel û alayên leşkerî pêk hat. Di yekemîn salvegera derbeyê de xwendekarên dibistanê bi serokatiya Mîna li dijî hikûmeta êrîşkar a Yekitiya Sovyetê meşek mezin li dar xistin. Ev meş veguherî şîdetê. Her du xwendekarên bi navê Nahid û Wecîha li pêşiya xwepêşandanê bûn û leşkeran gule berdan wan.

Yekem weşan: Peyama Jinan

Komeleyê yekemîn weşana xwe ya bi navê “Peyama Jinan” derxist û ew yekemîn kovara jinan e ku di hejmara yekem de wêneyê Nahid û Wecîha tê de derketiye. Kovara “Peyama Jinan” yekane kovara jinan e ku di hejmara xwe ya yekem de rûyê sûcdar, ajanên xwecihî û biyanî û Talîbanên bingehîn eşkere kir.

Nadiya Ezîzî da zanîn ku Komeleya Şoreşgerên Jin ên Afgan piştî derbeya 7’ê Nîsanê Afganistanê veguherand eniya şer û wiha got: “Di şerê li dijî Rûsyayê de komeleyê piştgirî da gel û hêzên demokratîk. Her wiha ji bo perwerdekirina keç û xortan dixebitî û kargehek ji bo dirûtinê ji jinan re ava kir. Komeleyê klînîkek ji bo koçberên Afganî, bi taybetî jin û zarokan, ava kir. Têkoşîna Rafa bi têkçûna Yekitiya Sovyetê û hukûmeta wê bi dawî nebû. Di 8'ê Gulana 1971'ê de tevahiya Afganistanê di şerê desthilatdariyê de wêran bû, 65 hezar mirovên Kabulê hatin kuştin, xanî, muzexaneya Kabulê û hemû saziyên giştî hatin talankirin, dayikek 70 salî û keçeke 7 salî rastî tecawizê hatin.”

 Talîban cara yekem di sala 1975’an de hat ser desthilatdariyê. Talîbanê birayên sereke yên Îxwan in û heta niha rêze tawanên xwe berdewam dikin. Weke di komkujiya gelê Bamyan û Mezarê de.