Ji sî sal nebûnê heta çaryeka temsîlê: Bilindbûna siyasî ya jinan li Mexrîbê

Pêvajoya nêzîkî 60 salî li Mexrîbê, ji heyamek zêdetirî 30 salan ku jinan di parlementoyê de temsîliyeta wan tune bû heta temsîliyeta îroyîn ku nêzîkî çaryeka temsîlê ye, veguherînek nîşan dide ku bi reforman hatiye teşekirdin.

HENAN HERÊT

Mexrîb – Di 30 salan de ji nebûna temamî ya jinan a di parlementoya Mexrîbê de, heta hebûna wan a niha ku nêzî ji çaran yekê endamên meclîsa qanûndanînê ye, dîrokek wê ya dirêj a veguherînên siyasî, destûrî û hilbijartinê heye. Lê li pişt hejmaran pirsek din heye: Gelo ev veguherîn di guhertina prensîbên nûnertiya siyasî de bi ser ketin, an tenê encamên wan rast kirine?

30 salan, parlementoya Mexrîbê wek qadek siyasî ku nîvê civaka ku tê payîn nûnertiya wê bike nedihat nîşandan, hate birêvebirin. Ji hilbijartinên yekem ên qanûndanîna piştî serxwebûnê ya sala 1963’an, heta destpêka salên 1990’î, yek jin jî ji bo meclîsê nehat hilbijartin. Bêyî îstîsna an bûyerek şoreşger, ev nebûyîn sedîsed bû.

Her çiqas jin di tevgerên berxwedanê, sendîkayan, xebata civaka sivîl û heta di avakirina dewleta xizmetê ya piştî serxwebûnê de beşdar bûn jî, di dema nivîsandina qanûnê de ew bi temamî winda bûn. Wê demê pirs nehat kirin: Çima jin di parlamentoyê de tune ne? Ji ber nebûna wan xuya bû ku beşek ji ‘xwezaya siyasî’ ya pergala hilbijartinê bi xwe ye.

Parlamentoyek ji nîvê civakê hatiye çêkirin

Di navbera salên 1963 û 1984’an de, Mexrîb di pêvajoyek siyasî û civakî de derbas bû û bi avakirina dezgehên gav bi gav piştî serxwebûnê ve tê diyarkirin. Vê pêvajoyê hevsengiya hêzê di nav civak û dewletê de ji nû ve şekil da û rasterast bandor li ser cewher û sînorên beşdariya siyasî kir.

Di vê heyamê de, welat bû şahidê çar hilbijartinên li pey hev ku tê de ti nûnerên jinan di Meclîsa Nûneran de tune bûn. Ev ne encama metnek qanûnî ya eşkere bû ku jinan ji holê radike û bêtir nîşana pergala siyasî û civakî  ku derxistinê bi rêbazên nepenî ji nû ve hilberand bû. Hilbijartinên wê demê bi mantiqek cuda ji pêşbirka nûjen dihatin birêvebirin; torên herêmî yên bandorê, kesayetiyên navdar û têkiliyên malbatî di destnîşankirina encaman de di nav derdorên teng de rolek diyarker lîstin.

Di vê çarçoveyê de, nebûna jinan ne tenê tesadufî bû, encama pergalek temsîlkirinê bû jî, ku li ser têkiliyên civakî yên newekhev ava bûye, pergalek ku hîn prensîba wekheviyê di hemwelatîbûna siyasî de qebûl nekiribû.

Hebûna di asta bingehîn, nebûna di pêvajoyên biryardanê de

Tevî nebûna wan a bi temamî ya di parlementoyê de, jin di nav partiyên siyasî de hebûn. Lê belê, ev hebûn bi tenê bi seferberî, rêxistinkirin û xebata civakî ve bêyî ku tu berfirehkirinek rast di meqamên biryardanê an jî navendên namzedkirinê de hebe sînordar bû. Beşdarbûna partiyê nedihat wateya beşdarbûna di pêvajoyên biryardanê de.

Ji derveyî çarçoveya partiyê, jinan di van deman de di qadên giştî de rolên girîng lîstin. Ew beşdarî têkoşînên serxwebûnê bûn, beşdarî berxwedan û çalakiyên sendîkayan bûn û bi awayek aktîf di komeleyên herêmî û qadên civakî de beşdar bûn, beşdarî perwerdeya nefermî, xizmetên civakî û organîzekirina înîsiyatîfan bûn. Lê belê, tevî firehiya wan, ev hebûn negihîşt saziyên hilbijartî an jî dezgehên qanûndanînê.

‘Nebûna jinan ne diyardeyek demkî ye

Sekretera Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk a Mexrîbê Îlham Belfahlî, dibêje ku nebûna jinan ne diyardeyek demkî ye, encama têkiliyek tevlihev a di navbera siyaset, çand û pergala  civakî de ye. Ev şîrovekirin ji çarçoveya sazûmanî wêdetir diçe û têgihîştina civakê ya li ser siyasetê digre nav xwe. Derxistin ne tenê qanûnî bû; di heman demê de di nav pergalek çandî ya kûr de cih girtibû ku siyasetê bi hêz û pevçûnê ve girêdide (qadên ku bi kevneşopî bi mêran ve girêdayî ne) û hebûna jinan bi qada taybet ve sînordar dike. Bi demê re, ev têgihîştin veguheriye qaîdeyên nenivîskî ku bandorê li mekanîzmayên namzedkirin, hilbijartin û avakirina elîtên siyasî dikin.

Destpêka qelşa di pergalek girtî de

Herêma Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqayê ya berfirehtir, di heman demê de veguherînên siyasî yên ku bi nîqaşek zêde li ser reformên siyasî û nîqaşek berfireh li ser beşdarbûn û temsîlkirinê ve dihatin diyarkirin, dijiyan. Ev di çarçoveya serdema piştî Şerê Sar û derketina holê ya têgehên nû yên têkildarî demokrasî û mafên mirovan de qewimî. Ev avhewaya herêmî bi awayek nerasterast di nîqaşa navxweyî ya li Mexrîbê de jî hate nîşandan ku tê de mijarên reformên siyasî û ji nû ve avakirina jiyana giştî hêdî hêdî dest bi navenda nîqaşên giştî kirin.

Di vê demê de, tevgera jinan a Mexrîbê wek aktorek mafên mirovan a her ku diçû bi bandortir bû, derket holê. Gotara wê ji daxwazên civakî ber bi parêzvaniya beşdariya siyasî û nûnertiya di saziyên hilbijartî de ve çû. Bi vî rengî beşdarî veguherandina nebûna jinan a ji rewşek ‘normal’ ji bo mijarek ku di raya giştî de tê nîqaşkirin bû.

Partiyên siyasî di pêvajoyek ji nû ve bicihkirina xwe ya di navbera mantiqa dijberiyê û vebûna gav bi gav a ji bo beşdarbûnê de derbas dibûn. Vê yekê ji bo ji nû ve nirxandina mekanîzmayên namzediyê cîhek sînordar afirand û rê da nîqaşên navxweyî ya li ser nûkirina elîtan. Vê yekê, di encamê de, rê li ber namzetiyên jinan ên berê yên hatine dûrxistin vekir. Di sala 1993’an de, tenê du jin ketin parlementoya Mexrîbê: Badiaa Skalli û Latîfa Bennanî Smires. Her çend ev ji gavek hejmarî zêdetir, wek gavek sembolîk xuya bike jî, ew destpêka qutbûnek bi dehsalan a serdestiya mêran nîşan dida.

Rêya aktîvbûna beriya saziyê

Badiaa Skalli di sala 1944’an de ji dayîk bû û ezmûna wê ya siyasî di salên 1960’an de dema ku tevgerên opozîsyonê yên çep yek ji girîngtirîn rêyên nîqaşên siyasî li derveyî saziyên fermî ava kirin bipêş ket. Ketina wê ya Parlamentoyê ne bûyerek ji nişka ve bû, encama rêwîtiyek dirêj di nav xebata partiyê de bû; pêvajoyek ku hebûna wê hêdî hêdî ji çalakiyên rêxistinî ber bi beşdarbûna di nîqaşên siyasî yên di nav partiyê de di demek ku temsîliyeta jinan di meclîsê de hema hema tune bû, bipêş ket. Hilbijartina wê di xalek werçerxek siyasî de pêk hat ku tê de pergala nûnertiyê ya kevneşopî dest pê kiribû. Nîşanên yekem ên şikestinê nîşan bide û hatina wê dimenek sembolîk da ku ji statuya wê ya kesane derbas bibe û destpêka guhertinek sînordar di qaîdeyên ketina Parlamentoyê de nîşan da.

Veguhestina ji rêxistina partiyê ji bo nûnertiyê

Li aliyê din, Latîfa Bennanî Smîres bi rêya xebata rêxistinî ya di nav Partiya Îstîklalê de derket holê û berî ku rolên nûnertiyê bigre ser xwe, di nav pergala partiyê de ezmûn bi dest xist.

Rêwîtiya wê ya siyasî ne li derveyî mentiqa partiyên kevneşopî bû, beşek jê ya girîng bû; ji ber hebûna wê di serî de bi xebat û asta navxweyî ve girêdayî bû.

Ketina wê ya Parlamentoyê di sala 1993’yan de, nîşana veguherînek ji ‘nûnertiya rêxistinî’ di nav partiyê de ji bo ‘nûnertiya siyasî’ di nav dezgeha qanûndanînê de bû. Di demekê ku kota an mekanîzmayên ji bo piştgiriya saziyî ya nûnertiya jinan hîn bipêş neketibûn de ev bipêş ket.

Bi vî awayî, hilkişîna Latîfa Bennanî Smîres û Badiaa Skallî ne encama guhertinek di qaîdeyên lîstikê de bû, îstîsnayek bû ku bi saya têkiliya çarçoveya siyasî ya guherbar bi rêyên takekesî yên ku wan di nav salan de di nav pergalên partiyê de girtibûn, gengaz bû.

Lê belê, ev serkeftina sembolîk nekarî di nûnertiya siyasî de veguherînekê çêke. Di hilbijartinên 1997’an de hejmara parlamenterên jin tenê bi du kursiyan hat sînorkirin; Badîaa Skallî û Fatîma Belmouden di Meclîsa Nûneran de wezîfedar bûn. Li gorî hilbijartinên sala 1993’an navek guherî jî, lê hejmar wekî xwe dimîne. Di destpêka salên 2000’an de ev rawestayî berdewam kir, eşkere bû ku êdî armanc ne tenê anîna hejmarek sînorkirî ya jinan di parlamentoyê de, ji nû ve şekilkirina rêgezên gihandina meclîsê ye.

Dema ji vî alî ve lê bê nihêrtin, hilbijartinên 2002’an bi pejirandina lîsteya neteweyî ya ji bo jinan hatî veqetandin mekanîzmayek kotayê ye. Armanc dike ku nûnertiya jinan di parlamentoyê de zêde bike, lewma qonaxek nû da destpêkirin.

Anîna kotayan û ji nû ve avakirina pergala nûnertiyê

Hilbijartinên sala 2002’an di pêkhatina nûnertiya siyasî ya jinan de bû xalek veguhertinê. Pejirandina lîsteya neteweyî ya ji bo jinan hatiye veqetandin, bû sedem ku hejmara parlementerên jin bighê 35’an ji sedî 10 derbas bibe. Ev guhertin di çarçoveya balkişandina nû ya li ser pirsa nûnertiya siyasî di bin zexta zêde ya tevgerên jinan û mafên mirovan de pêk hat. Van tevgeran argûman kirin ku kêm nûnertiya  jinan êdî nikare tenê bi faktorên civakî bê ravekirin. Her wiha, nehevsengiyek pergalî di mekanîzmayên namzedkirinê yên di nav partiyên siyasî de eşkere kir. Ji ber vê, pergala kotayê ne wek qutbûnek ji normên heyî, wek mekanîzmayek gav bi gav ji bo vegerandina hevsengiyê di pergalek nûnertiya newekhev de derket holê.

Tevî danasîna lîsteyên neteweyî û guhertinên di qanûna hilbijartinê de, ev guhertin ji sererastkirinek kûr a pergala hilbijartinê bêtir wek ji nû ve dabeşkirina teknîkî ya nûnertiyê ma. Ev guhertin bi tenê bi çêkirina lîsteyên neteweyî yên girtî û sererastkirina rêza namzedan ji bo mîsogerkirina nûnertiya jinan ve sînordar bûn. Bêyî ku bingeha pêşbaziyê di navçeyên herêmî de biguherin; navçeyên herêmî bi heman mantiqa kevneşopî berdewam kirin. Di vê wateyê de, li şûna ku qaîdeyên lîstikê hilweşînin, van reforman nehevsengiyê bi rêya mekanîzmayên paralel ku rê dan zêdebûna hejmara parlamenterên jin, bêyî ku şert û mercên ku elîtên siyasî lê têne avakirin biguherin birêve birin.

Bi hilbijartinên 2007’an re, hejmara parlamenterên jin bi 34’an sabît bû; ev ast hema bêje sabît e ku berdewamiya heman pergala temsîlkirinê, tevî berdewamiya karanîna mekanîzmayên piştgiriyê nîşan dide. Vê yekê piştrast kir ku zêdebûna hejmarî bi guhertinek pergalî di mentiqa nûnertiyê de nehatiye.

Protesto qûralên nûnertiya siyasî ji nû ve nivîsî

Hilbijartinên 2011’an ne tenê ji ber encamên ku jinan derxistin, di heman demê de ji ber çarçoveya siyasî ya beriya wan jî xalek werçerxê di nûnertiya jinan de temsîl kir. Ev pêşketin piştî Tevgera 20’ê Sibatê ku di sala 2011’an de wek beşek ji pêla ‘Bihara Gel’ a herêmî derket holê. Ev bû sedema berfirehbûna nîqaşên li ser reformên siyasî, nûnertiya demokratîk û têkiliya di navbera dewlet û civakê de.

Di vê çarçoveyê de, mijara beşdariya siyasî êdî bi mekanîzmayên dengdanê ve sînordar nîne, her wiha di nav xwezaya komên ku di saziyên hilbijartî de têne temsîlkirin û sînorên vebûna wan ji bo pêkhateyên cihêreng ên civakê dirêj dibe. Di nav vê tevgerê de, Mexrîb destûrek nû pejirand ku beşa 9’emîn a wê wekheviya zayendî pêşbînî dike û armanc dike ku prensîba wekheviyê mîsoger bike. Ev veguherîna destûrî di pergala nûnertiyê ya di nav Meclîsa Nûneran de jî xuya bû; hejmara jinan li gorî astên berê bi girîngî zêde bû, gihîşt bi qasî 67 nûnerên jin, an jî bi qasî ji sedî 17’ê tevahî endaman.Lê belê, ev zêdebûn ji çarçoveya berfirehtir nehat veqetandin. Ew bi zexta siyasî û sembolîk a ku ji hêla bûyerên 2011’an ve hatî ferzkirin ve girêdayî bû. Têgeha ‘beşdariya siyasî’ di gotara fermî de ji nû ve pênase kir. Her wiha ji nû ve sazkirina qismî ya pergala hilbijartinê û berfirehkirina mekanîzmayên çalakiya erênî.

Lê belê ev veguherîn, tevî girîngiya xwe, sînorkirinên reformê jî eşkere kirin. Her çend hejmara jinan di parlementoyê de zêde bû jî, mijara desthilata fiîlî di navendên biryardanê, partî û komîteyên parlementoyê de bi tundî hate rojevê. Vê yekê Destûra Bingehîn a 2011’an kir xalek veguhêz li şûna xalek dawî li ser rêya wekheviya siyasî.

Siyasetmedar Fatîma Mazî ev nirxandin kir: “Destûra bingehîn a 2011’an mekanîzmayên çalakiya erênî berfireh kirin. Lê hin sînorkirin, hîn jî di meriyetê de ne, di nav de rê li ber hin nûnerên jin digirin ku ji bo dema duyemîn bi heman formatê bibin namzet ku ev yek bûye sedem ku hin nûnerên jin derbasî navçeyên hilbijartinê yên herêmî bibin.”

Ji nûneratiyê ber bi pirsgirêka bihêzkirinê ve

Nûnertiya jinan di deh salên pêş de jî meyla xwe ya ber bi jor ve domand, di hilbijartinên 2016’an de gihîşt 81 parlamenterên jin û di hilbijartinên 2021’an de jî gihîşt 96’an. Ev hejmara herî zêde di dîroka parlamentoyê de bû.

Fatîma Mazî da zanîn ku di hilbijartinên 2021’an de, lîsteya neteweyî hatiye betalkirin û li şûna wê lîsteyên herêmî hatine belavkirin, ev yek jî partî neçar kirine ku jinan di pozîsyonên sereke de bi cih bikin. Ev yek bû sedema zêdebûna bêhempa ya hejmara parlamenterên jin. Lê belê, vê zêdebûna hejmarî nîqaşa li ser cewherê nûnertiyê bi dawî nekir. Her çend hejmar pêşveçûnek eşkere nîşan didin jî, hejmarek lêkolîner û aktivîstên mafên mirovan bawer dikin ku beşek girîng a vê veguherînê hîn jî bi mekanîzmayên çalakiya erênî ve girêdayî ye û hejmara jinên ku bi rêya pêşbaziya rasterast li navçeyên herêmî digihîjin parlamentoyê sînordar dimînin.

Vê rewşê bi vî pirsê tîne rojevê: Gelo reform di guhertina şert û mercên ketina parlamentoyê de bi ser ketine, an tenê di rastkirina encamên xwe de bi ser ketine?

Pirsgirêka çaresernekirî

Tevî pêşketinên hejmarî jî, partiyên siyasî di nûnertiya jinan de wek xelek herî lawaz dimînin. Di pergalên nûnertiyê de, gihîştina parlementoyê bi hilbijartina namzedan û rêxistinkirina lîsteyên hilbijartinê dest pê dike. Hêza rast li vê derê ye.

Tevî hebûna jinan di nav rêxistinên partiyan de zêde dibe jî, nûnertiya wan di meqamên biryardanê û pêvajoyên namzedkirinê de ji hebûna wan a li asta bingehîn pir kêmtir e. Ji ber vê, gelek çavdêr bawer dikin ku pirsgirêk êdî ne tenê zêdekirina hejmara parlamenterên jin e, ji nû ve belavkirina desthilatdariyê di nav rêxistinên siyasî de ye, da ku ne tenê nûnertiya jinan, di heman demê de beşdarî hilberîna biryarên siyasî jî bibin.

Ezmûneke nû ji bo rêwîtiyek dirêj

Zêdetirî 30 sal piştî ku du jinên destpêkê ketin parlementoyê û zêdetirî 20 sal piştî pejirandina pergala kotayê, nîqaş li dora sînor û xwezaya vê nûnertiyê dizivire. Bi nêzîkbûna hilbijartinên yasadanînê yên bê re, tevgerên jinan û mafên mirovan hilbijartinên 2026’an wek ceribandinek nû ya hêza reformên berê ji bo afirandina guhertinek domdar dibînin.

Piştî salan ji balkişandina ser zêdebûna hejmaran, nîqaş niha ber bi pirsên tevlihevtir ve diçe: Gelo jin dikarin bi rêya pêşbaziya rasterast kursiyên zêdetir bi dest bixin? Gelo partiyên siyasî dê di bilindkirina rêberên jin ji bo postên biryardanê û namzedkirinê de biserkevin? Û gelo gengaz e ku ji mentiqa piştgiriya îstîsnayî ber bi mentiqa derfetên wekhev ve biçin?

Her wiha, nîqaşa li ser pêşeroja mekanîzmayên çalakiya erênî ji nû ve dest pê dike. Têkoşînek di navbera wan kesên ku bawer dikin ev mekanîzma ji bo çareserkirina nehevsengiyek dîrokî ya ku bi tevahî nehatiye çareserkirin pêwîst in û yên ku bawer dikin ku dijwariya rastîn di guhertina pergala  siyasî ya ku ev nehevsengî di serî de çêkiriye de ye tê jiyîn.

Di navbera hejmaran û pergalê de

Ezmûna nûnertiya jinan li Mexrîbê rêwîtiya pêşveçûnek bêhempa li gorî xala destpêkê nîşan dide. Mesafeya ku ji parlementoyek bê jin di navbera salên 1963 û 1993’an de heta desteyek qanûndanînê ya bi dehan endamên jin îro hatiye derbaskirin, bê guman girîng e.

Lê belê, şîrovekirina vê pêşketinê tenê bi rêya hejmaran ji bo fêmkirina tiştê ku diqewime  têr nake. Li pişt her gavek hejmarî reformên hilbijartinê an destûrî, an jî zextên mafên mirovan ku rê li ber berfirehbûna hebûna jinan vekirin, hebû. Pirsa mayî ev e ku gelo ev veguherîn bi rastî di guhertina mekanîzmayên hilberîna hêza siyasî di nav partiyan û saziyên hilbijartî de bi ser ketine an na ye.

Di navbera nebûna temamî ya ku di dehsalên pêşîn ên serxwebûnê de diyar bû û hebûna îro di rewşa parlemanî de cihê xwe digire de, pirs ev e: Gelo qaîdeyên lîstika siyasî bi rastî guherîne, an tenê encam hatiye guhertin? Dibe ku hilbijartinên 2026’an ceribandina rast a bersiva vê pirsê be.