Ji Rosayan heyanî Sarayan ber bi bihara jinan ve - 1

Dîroka jinan a ku xwe dispêre gelek êrîşên kûr ên li ser hebûn-xwebûn û nasnameya jinan bi xwe, di heman demê de xwedî berxwedaniyên têr û tijî ye ku ji dîroka dûr xwe digihîjîne kêliya niha û ji kêliya niha ber bi pêşerojên azad, bi rengê bihara jinan diherike.

 
BÊRÎTAN ZINAR
Navenda Nûçeyan- Peyva ‘dîrok’ di hiş û hizrandinên me de xwedî wateyek bi çi rengî ye gelo? Dîrok tenê rabirdûyek ku hat û derbas bûye, yan hebûneke zindî ya di hemû gavên me, hizrandin û hemû kêliyên me de ber bi dahatûyê ve diherike ye? Gelo dîrok me ava dike yan em di nav deryaya dîrokê de, di navbera rabirdû û dahatûyê de hebûn û xwebûnê diafirînin? Belê di rewşek wiha de gelo çawa bû li erdnîgariya ku jin lê gihîştin textê xwedawendiyê û bi hebûna xwe şîr da mirovahiyê; li heman erdnîgariyê jin ji hemû mafên xwe yên jiyanê bêpar hatin hiştin û hat xwestin ku di nav rûpelên dîrokê de ew rengê şîrê ku daye mirovahiyê li ser dîroka wê ya rasteqîn bibe kefen û li hebûna wê bê pêçandin?
Bêguman ji bo fêmkirina binkeftin û tunekirina dîroka jinan, bi awayekê rast pênasekirina dîrokê pir girîng e. Pênasekirina dîrokê ya rast encax em dikarin bi dîroka jinan a bi qasî zext û êrîşên li hemberî hebûna wan bi hezaran salan hatiye meşandin binirxînin. Berxwedaniyên pir giranbuha yên ji sekna berxwedêr Îştar û Înannayan ber bi têkoşîna şopdarên wan ên mîna Rosayan, Clarayan, Sarayan, Leyla Qasiman, Şîrîn Elemhulîyan û her wiha ber bi zarokên xwedawendan ên şîrhelal dirêj dibe, berdewam dike. 
Êrîşên li ser xweza-erdnîgariyê, destpêkê li ser hebûna jinan tên kirin
Hevoka ku dibêje ‘Dîroka koletiya jinan hê nehatiye nivîsandin, dîroka azadiya wê jî li bendê ye ku were nivîsandin’ di rastiya xwe de pênaseya herî xweş a rastiya dîroka jinan radigihîne. Dîroka me ya kûr û dûr a bi hebûna jinan û bi hevsengiya însan a bi xwezayê re her wiha hevsengiya însan a bi însan re dest bi rêwîtiya kûr a mirovahiyê kiriye; bi derketina aqilê serweriya mêr veguheriye berovajîbûna dîroka jinan lewre jî berovajîbûna dîroka tevahî mirovahiyê. Aqilê mêr serweriyê destpêkê bi êrîşkirin û talankirina li ser erdnîgariyê, dest bi êrîş û talankirina dîroka jinan kir. Ji ber ku jin û xweza-erdnîgarî du têgeh û hebûnên ku di rasteqîn de girêdayî hev in.
Li hemberî xwedawendan lîstikên desthilatdaran 
Di mîtolojiyan de şerê di navbera Enkî û Înanna, Mardûk û Tîamat de tê meşandin, bilêvkirina pêvajoya êrîşên destpêkê yên ku bi aqil û hişmendiya mêr serweriyê li ser jinan hatiye meşandin e. Lewre weke di mîtolojiyê de jî tê dîtin, diziya Enkî ya li ser nuvedanên xwedawend Înanna; yekemîn diziya li ser nûvedanên jin û bi vê awayê jî yekemîn diziya li ser hebûn û nasnameya jinan e. Her wiha mîtolojiya Marduk û Tîamat ji bo naskirina vê pêvajoya bi şerên giran meşiyaye rastiya ku heya roja me ya îro jin di nav de dijîn pênase dike. Li gorî mîtolojiyê Mardûk ê neviyê Tiamat bi piştgiriya tevahî xwedayên mêr serwer ên newêrin xwe nêzî şerê li hemberî Tiamatê bikin, hemû hêzên xwe didin Mardûk û wî weke fermandarê xwe yê şerê li hemberî Tiamatê hildibijêrin. Ji bo Mardûk textekî pir bi îhtişam çêdikin. Hemû hêz û desthilatdariyê didin ber destên Mardûk. Mardûk beriya şer dest pê bike ji xwedayên gel xwe re wiha dibêje: “Ey bavê min serî netewînin... Dibe ku ew jin pir bi hêz e; lê mêrekî, jê bihêztir e.”
Roja şer tê... Di kêliya ku Tîamat Mardûkê bixe, Mardûk fermanê dide çar birayên xwe. Bi vê re serê Tîamatê jêdike, bedena wê dike sê parçe... Ji serê Tîamatê çiyayek çêdike, ji her du çavên Tîamatê çemê Dîcle û Firatê diherikîne... Ji parçeyekî bedena Tîamatê ezmanan ava dike û ji parçeyê din ê bedena wê jî erdnîgariyê ava dike da ku bi tu awayê careke din negihîjin hev. 
Ev her du mînakên ku di mîtolojiyê de tê bilêvkirin destnîşan dikin ku yekemîn êrîş û dagirkeriya li ser  hebûna jinan, bi vî awayê hatiye pêkanîn. Aqilê mêr serweriyê bi xwînmijiyekî mezin êrîş dibe ser hemû nûvedan û hêza jinan, dixwaze bi desteserkirina hêz û nûvedanên jinan desthilatdariya xwe demdirêj û domdarkir bike. Lewre dîroka koletiya jinan a xwe dispêre 5 hezar salan, her çiqas di mîtolojiyê de bi van êrîşan tê bilêvkirin jî bi destên aqil û hişmendiya mêr serweriya ku desthilatdariya xwe li ser tunekirin û tunehesibandina dîrok û hebûna jinan ava kiriye heya roja me ya îro jî bi êrîş û zextên hîn girantir berdewam kiriye. 
Sibê: Bi avabûna netew dewletan êrîşên li ser hebûna jinan û li hemberî vê berxwedanên jinan