Ji Rosayan heya Sarayan ber bi bihara jinan ve – 2

Bi avabûna şaristanî û pêşketina dewletê re êrîş û dagirkeriya li ser hebûna jinan ket qonaxek nû. Dewlet, bi çînayetî û desthilatdariya ku bi aqilê mêr serwerî û hebûna xwe dirûst dike, weke yekemîn bîrdoziya desthilatdariyê, zayendparêziyê bi şêwe dike.

 
BÊRÎTAN ZINAR 
Navenda Nûçeyan- Yekemîn pergalên dewletê bi aqilê serweriya mêr hatine pêşxistin û xwe dispêrin metîngehiya kedê heya roja me ya îro bi şêweyên cuda hatiye. Dewletên ku pergal û hebûna xwe li ser feraseta dagirkeriyê dane avakirin, bi êrîşkirina li ser nirxên civaka exlaqî û polîtîk a xwe dispêre pergal û civaka jin-dayikê, li ser erdnîgariyan talan û xespê pêk anîne û li gel vê yekê jî mîna xenîmeta şer jinan dîl girtine. Di hemû şerên ku bi feraseta dewletbûnê, li ser erdnîgarî, çand, bawerî û hebûna civakek din hatine pêkanîn de bi qasî dagirkirina erdnîgariyê, hebûna jinan jî hatiye dagirkirin. Bi tecawiza ku li ser jinan hatiye pêkanîn, tevahî nirx, hebûn, çand û ernîgariya wê civakê hatiye tecawizkirin û her wiha bi dîlgirtina jinan civak jî hatiye dîlgirtin. Di van şerên dewletê ku bi aqilê mêr serdestiyê çêbûne de mêr hatine kuştin lê jin mîna destkeftiyên şer, hatine dîlgirtin, weke kole hatine bikaranîn. 
Li hemberî êrîşên mêr-dewletê lêgerîna azadiyê ya jinan
Li hemberî feraset û êrîşên mêr ên bi avakirina dewletan hîn bi awayekê pergalî li ser jinan hatiye pêkanîn, gelek berxwedaniyên jinan ên dîrokî derketine pêş. Li hemberî êrîşên bi hezaran salan ên li ser fikir, rih, beden û nasnameya hebûna jinan hatine pêkanîn; bi hezaran salan berxwedaniyên pir giranbuha hatine jiyîn. Berxwedan û têkoşîna jinan a li hemberî mêr-serwerî û aqilê dewletê ku pê re şênber bûye, di sedsala 19’emîn de bi awayekî herî dijwar û birêxistinkirî berdewam kiriye û di vê sedsalê de jinan di warê têkoşîna xwe ya mafên wekhev de rojevek pir mezin dane avakirin. Her çiqas ev dîroka jinan a 5 hezar salan, ji aliyê heman feraset û hişmendiya mêr-dewletê ve ku xwe dispêre xespa maf û hebûna jinan weke dîroka bêdeng û nexuya hatibe hiştin jî; dîrok bûye şahidê gelek bûyerên berxwedan û têkoşîna jinên azadîxwaz. 
Li hemberî vê feraseta qirker a mêr-dewletê, jinên Amazonê yên li ser şopa Înanna û Tîamatê meşiyane, jinên zana yên bi tawana pîrebokiyê hatine şewitandin û gelek jinên zanyar ên mîna Hypatyayan di vê serdema ku bi şewitandina jinan hat xwestin dîroka jinan sêwî bimîne û di nav tarîtiyê de bê hiştin de, ji bo tevahî jinan bûne çavkaniya hêviyê û bûne ronahî. Jinên ku ji berxwedana wan û gelek berxwedêrên jin hêz girtine di 200 salên dawiyê de meşa têkoşîna hîn birêxistinkirî û pergalî dane meşandin. Di vê pêvajoya zayîna nû ya jinan de bêguman bedelên mezin dane. Li hemberî dîroka 5 hezar salan a rastî qirkirina herî pergalî hatine, di van 200 salên dawiyê de yekemîn car berxwedana xwe veguherandine çanda têkoşînê ya ku di her gav û kêliya têkoşîna azadiyê de dilind û mîsoger dibe. 
Mêtingeriya li ser keda jinan: Pergala kapîtalîst 
Pergala kapîtalîst a ku piştî avabûna pergala dewletê weke navend li ewropayê bi pêş ketiye, bi awayeke ber bi çav li ser keda jinan mêtingehiyê pêk aniye. Jinên ku vê pêvajoyê di encama polîtîkayên xizankirina civakê û bi vê awayê ji bo xwe, afirandina koleyên bi mûçe yê vê pergala kapîtalîzmê neçar dimînin ku li fabrîkayan kar bikin di asteke herî jor de rastî metîngeriya li ser keda xwe tên. Lewre jinên ku neçar tên hiştin, di van fabrîkayên navenda kapîtalîzmê de kar bikin, li gel keda malê di qada ji derveyî malê de jî weke çîna duyemîn, zayenda duyemîn rastî nêzîkatiyên zayendperest tên. Lewre ew di rewşa bûyîna karkera karkeran de ne û weke xwediyên keda wan nexuya di nav pergalê de cih digrin. Ji aliyekî ve tê xuyakirin ku ew ji zindana malê tên derxistin lê ji aliyê din ve û di rastiyê de di nav qada mêtingerî û zindaneke hîn mezintir de tên girtin, keda wan du qat zêdetir ji ya heyî tê binpêkirin. 
Li hemberî vê yekê destpêkê li van fabrîkayên ku lê kar dikin dengê jinan li hemberî bêmafî û newekheviyê digihîjin hev û piştre ev deng kêlî bi kêlî bilind dibe û dîwarên mêtingeriyê yên li ser keda wan hatine çêkirin derbas dikin. Ev dengê serîhildanê, li kolan, tax û bajaran belav dibe.
Êdî ji bo jinan weke qadeke nû ya têkoşînê lêgerîna maf û wekheviyê dest pê dike. Ev lêgerîna maf û wekheviyê di dawiya sedsala 18’emîn de bi daxwazên mîna bûyîna hêza biryar a di qada siyasî de û her wiha bi daxwazên wekheviya mûçeyan dest pê dike. Lêkolînerên dîroka jinan vê pêvajoya lêgerîna maf a jinan ji sala 1789’an, ji Şoreşa Fransayê didin destpêkirin ku beriya şoreşê li Fransayê asteke pir mezin jinên kedkar hebû. Di pêvajoya şoreşê de jinên Fransî bi awayekî zelal ji aliyê şoreşê ve helwest digrin û her wiha yên ku Şoreşa Fransayê didin destpêkirin jî jinên li Parîsê bi xwe ne. 
Şoreşa Fransayê û serhildanên jinan 
Serhildana destpêkê ya jinan di 5’ê Cotmeha 1789’an de pêk hat. Jinên ku dest bi serhildanê kirin di pankartên xwe de cih dan dirûşma ‘bi riyên adil bidestxistina nanê rojane’ daxwazên xwe yên wekheviyê bilêv kirin. Dirûşma Şoreşa Fransayê ‘Azadî, Biratî û Wekhevî’ ye. Lê yên ku di vê dirûşmê de behsa wan tê kirin hemwelatiyên mêr in. 
Dîsa di vê şoreşa ku jin pêşengiya wê dikin de rêveberiya şoreşê di destên mêr de ye. Jinên pêşeng ên di vê şoreşê de cih digrin dixwazin dîroka ku li dijî jinan hatiye dirustkirin, mafên wan ên jiyanê, azadî û wekheviyê ji destên wan hatiye girtin, biguherînin. Ew jinên ku bi tu awayê mafên wan ên hilbijartinê nayê dayîn û ji derveyî komeleyê tên hiştin, di navbera dîrokên 5’ê Cotmeha 1789’an û 10’ê Tebaxa 1792’an de, herî zêde jî di serhildana bihara 1795’an de ristekê pir girîng dilîzin. 
Jinan di vê serhildanê de erkeke pir mezin û dîrokî hilgirtine ser milên xwe û di heman demê de tenê bi vê re sînordar neman û komeleyên jinan dirust kirin, platformên nîqaşan dan avakirin. Yek ji van platformên ku bi destên jinên serhildêr hat avakirin Komeleya Hemwelatiyên Jinên Komarperest ên Şoreşger bû. Her wiha di şoreşê de jin mafên xwe yên siyasî bi dengekî ji her demê zêdetir bilind dikin.
“Împaratoriya bihêz a xwezayê êdî bi pêşdarazî û derewan nayê dorpêçkirin”
Jinên ku bi awayekê çalak û serhildêr pêşengiya şoreşê kirin dixwestin mafên xwe yên hilbijartinê bi dest bixin û her wiha di komarê de bikaribin di qedemeyên leşkerî û sîvîl de erk bigrin. Ew dixwazin mafên xwe yên siyasî û jiyanî bi dest bixin. Lê pêşengiya jinan a ji şoreşê re weke gelek şoreşên di asta cîhanî de hatine jiyîn piştî pêkhatina van şoreşên ku xwe ji aqil û feraseta mêr rizgar nekirine, yên destpêkê li hemberî wan êrîş tên pêkanîn dîsa jin in. Lewre piştî dirustkirina Şoreşa Fransayê komeleyên jin tên qedexekirin, pêşengên jin ên şoreşê yên mîna Olympe de Gouges, Rosa Lacombe bi giyotînê tên qetilkirin. Ruxmê hemû pêşengiya wan a şoreşê û fedakariya wan a mezin jî careke din li ser jinan hat ferzkirin ku ‘bi tiştên mêran dane wan’ razî bibin. Bi vê awayê jî careke din hat xwestin ku hemû berxwedanî û têkoşîna wan a dîrokî di bin siya serweriya mêr de bê hiştin. 
Careke din dîrokê piştrast kir ku çi di nav şoreşê de be, çi jî ji derveyî şoreşeê be heya ku aqilê mêr ê serweriyê neyê derbaskirin û şoreş di bingeha azadiya jinan de pêk neyê dê bi tu awayê zext û êrîşên li ser hebûn û nasnameya jinan ranewestin. Lewre jinan li hemberî zext û ferzkirinan aqilê mêr-dewletê bi tu awayê qebûl nekirin.
Berxwedanê bi awayên herî mezin û li ser şopa jinên serhildêr û berxwedêr berdewam kir. Ji ber ku gotinên Olype de Gouges ji bîr nekirin ku ew ji bo jinan wiha dibêje: “Jin! Rabin ser lingan. Zengila mirinê ya eqilê mêr, ji aliyê cîhanê ve tê bihîstin, mafên xwe binase. Împaratoriya bihêz a xwezayê êdî bi pêşdarazî, fanatîzm, xurafe û derewan nayê dorpêçkirin. Agirê rastiyê, tevahî ewrên xesp û bêedeletiyê belav kir. Mêrê kole hêza xwe zêde kir û ji bo zincîrên xwe bişkîne, hêvî ji ya te dike. Mêrê xwe azad dibîne, li hemberî hevjîna xwe bêînsaf bûye. Ax hûn jin! Gelo hûn ê kengê çavên xwe vekin?”
Sibê: Di sedsala 19’emîn de berxwedan û serhildanên jinan