Ji Adara 2021’ê heta Adara 2022’yan qetliamên jinan -2

Jinan diyar kirin ku qetliamên jinan ji axaftin û kiryarên hikûmeta AKP'ê cuda nayên hizirandin û diyar kirin ku ew ê li dijî profîla jinan a ku hikûmet hewl dide dîzayn bike dest ji têkoşîna xwe bernedin.

ELÎF AKGUL

Stenbol- Li Tirkiyeyê hema bêje her roj 3 jin ji aliyê mêran ve tên qetilkirin. Tenê daneyên ku di çapemeniyê de tên dayîn jî rewşa welat radixe ber çavan. Hikûmet li şûna ku kuştina jinan bibîne, pêkanîn û axaftinên xwe yên ku newekheviyê kûr dike didomîne. Bi betalkirina Peymana Stenbolê re, jinên ku ji parastinê hatine bêparkirin tên paşguhkirin û ji bo desteserkirina mafên wan ên bi dest xistine jî gav tên avêtin. Me ji nûnerên rêxistinên jinan ên sosyalîst di sala dawîn de xala ku Tirkiye gihîştiye pirsî.

Nûnera Buroya Jinan a Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP) Sevgî Ozlem, Cîgira Seroka Partiya Kedê (EMEP) Selma Gurkan û Berdevka Meclisên Jinên Sosyalîst (SKM) Çîçek Otlu bersiv dan pirsên me.

"Gava ku kiryar bê ceza bimînin jin çawa dikarin xwe di ewlehiyê de hîs bikin?"

Berpirsyara Buroya Jinan a TÎP'ê Sevgî Ozlem jî got: “Em nikarin desthilatdariya AKP-Qesrê ku di nava şevekê de ji peymana navneteweyî ya weke Peymana Stenbolê ku tevî bûyerên cînayetên jinan û tundiyên jinan zêdebûne û rojane 3 jin tên kuştin jî jin berdêla we bi jiyana xwe dan, serbixwe bihizirin” û wiha axivî:

“AKP’ê di nav civaka ku hewl dide dîzayn bike de, profîla jineke bê perwerde ya ku li gorî Îslama siyasî îtaetê dike, lêpirsîn nake dixwaze. Hewl dide çanda bîadê bi cih bike lê qeyrana aborî di her warî de xwe nîşanî jinên ku alîgirên wî ne da. Dema ku polîtîkaya bêcezatiyê kiryarên tundiyê serbest berde û wan serbest bidarizîne dê jin çawa bikarin xwe ewle hîs bikin? Me bang li jinan kir ku li dijî hilweşîna qeyrana aborî, li dijî tundiya dewleta mêr, tacîz û mobîngê derketina qadan kir. Dê jin fatûreya qeyranê nedin û fêrî xizaniyê nebin. Di wekhevî, azadî û jiyanê de dê bi înad bi ser bikevin.”

“AKP ji jinan re dibêje 'cihê we yan mal e yan jî gor e”

Berdevka SKM'ê Çîçek Otlu bi bîr xist ku ji Adara 2021'ê û vir ve 278 jin hatine qetilkirin û diyar kir ku ev wêne nîşan dide ku “tundiya mêr çiqas zêde bûye.” Çîçek Otlu, sedema li pişt vê zêdebûnê bi ban gotinan vegot:

“Yek ji sedemên vê jî divê rayeya ku rejîma AKP’ê daye daraza mêr bê dîtin. Ji ber ku em bi zayenda mêr ku polîtîkayên bêcezatiyê yên li dadgehan, tundiya li ser jinan rewa dike û bi kêmkirina rewşa baş cînayetên jinan hîn zêdetir dide sepandin re rû bi rû ne. Dema em li tundiya li ser jinan dinêrin, em dibînin ku her nakokiya zayendî ya di navbera jin û mêr de kûr dibe, her ku jin dixwazin biryarên xwe bi xwe bidin, her ku li dijî bûyîna jineke maqûl a rejîma AKP’ê îtîraz dikin, îsyan û hêrsa wan mezin dibe, zêdetir rastî tundiya dewleta mêr tên. Ji ber vê yekê jî rejîma AKP’ê ya ku nikare xwesteka xwe ya jina maqûl a di pêkhateya malbatê ya heteroseksîst de were qebûlkirin ava bike, hewl dide hemû maf û destkeftiyên jinan tune bike.”

Çîçek Otlu bi gotinên; "Bi betalkirina Peymana Stenbolê re rastî xwest ji jinan re bêje 'cihê we yan mal e yan jî gor e” wiha axivî: "Ji ber vê jî ji bo ku pêşiya tundiya li ser jinan bê girtin û cînayetên jinan bên rawestandin divê jin bi hev re têbikoşin û divê teqez destkeftiyên jinan ku bi dest xistine bên zêdekirin.”

Dê tundiya nava malê zêde bibe

Çîçek Otlu di mijara ku ji bilî qeyrana siyasî ya di pêvajoya me ya pêş de rejîma AKP'ê ket, wê krîza aborî ya ku tê jiya jî bibe sedem ku jin zêdetir rastî tundiyê bên de hişyarî da û wiha berdewam kir:

“Ji ber ku li hemberî xizanî, bêkarî û buhabûna jiyanê, tundiya li malê dê zêdetir bibe. Li hemberî vê rejîma serdest a mêr ku destwerdana cil û bergên jinan û şêwaza jiyana wan dike dê jin zêdetir rastî komkujiyan bên. Di dema pêşiya me de jî ji bo pêkhateya malbatê ya ku dixwaze ji xwe re çêbike, wê bi girtina mafê nefeqe ya ku jinan bi dest xistiyê, mafê telaqê jî ji destên jinan bigre. Dema mafê telaqê yê jinan ji destên wan digre, tenê jê re dibêje: “Cihê te mala te ye. Dinyaya te mala te ye. Tu neçarî bibî dayikek baş, hevserek baş û jinek baş. Ger tu îtîrazê li van bikî jî dawiya te mirin û qetlîam e.” Ji ber vê yekê divê em di vê pêvajoya ku qeyrana aborî kûrtir dibe de, li dijî xizanî û bêkariyê têbikoşin, di heman demê de li dijî qetlîamên jinan, li dijî polîtîkayên desthilatdariya mêr ên rejîma AKP’ê ku heta îro me bi hev re têkoşîna wê meşandiye di vê heyamê de jî pêwîstiya me bi meşandina têkoşîne heye.”

“Em ê îsyan û îtîraza xwe bilind dikin”

Çîçek Otlu bi gotinên; “Em ê careke din ji bo hevalên xwe yên jin ên li kolanan hatine qetilkirin biqîrin. Em ê îsyan û îtîraza xwe ya li dijî kêmkirina rewşa baş a li dadgehan bilind bikin” axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir:

“Em ê li dijî xizanî û bêkariya ji tundiya ku di malbatê de li ser jinan tê pêkanîn îtîraz bikin. Em ê li dijî cudakariya zayendî ya li kargehan ku pêşî li jinên ji kar tên derxistin, tê pêkanîn têbikoşin. Em ê li dijî nebûna ji karê wekhev re mûçeya wekhev a ji bo jinan li kargehan, atolyeyan û febrîqeyan tê meşandin îtîraz bikin. Em ê li dijî derxistina karkerên jin ên ku ji ber di sendîkayan de birêxistinkirî ne niha li ber xwe didin îtîraz bikin. Em ê di 8'ê Adarê de bi gotina 'Ger xizanî hebe ji dewlemendan re aramî tune ye’ nakokiya ked-sermayeyê mezintir bikin. Em ê di heman demê de li dijî şerê hêzê yê di navbera jin û mêr de mezin dibe, ji bo parastina jinan û rawestandina qetliamên li ser jinan têbikoşin. Yanî em dixwazin bi hemû hêza xwe diyar bikin û biqîrin ku em weke jin û LGBTI+ bi hev re xurt in, em ê bi hev re vê pergala serdest a mêr hilweşînin û cîhanek azadiya zayendî ava bikin. Lewma ji ber van sedeman em ê weke jinên ciwan, LGBTI+’yan, jinên karker û jinên kedkar li qadan bin. Em ê li qadên qedexe bicivin û li dijî hemû desthilatdariya mêr a AKP’ê, bi îsyana xwe û bi rengê xwe yê jinê bi tevgera LGBTI+’yan re, îtîraza xwe bilind bikin.

“Em di rewşeke ku tundiya li ser jinan gihîştiyê asta hovane de dijîn”

Cîgira Seroka Giştî yê EMEP'ê Selma Gurkan jî pirsên me bersivand, bi gotina "Em dikarin vê weke serdemeke ku ji bo jinan careke din şert û mercên gelekî dijwar tên jiyîn binav bikin" dest bi axaftina xwe kir.

Selma Gurkan diyar kir ku barê qeyrana aborî ya li gel pandemiyê bi giranî li ser pişta gel hatiye barkirin û ev bar bi taybetî jî li ser pişta jinan girantir bûye, diyar kir ku bi qeyrana diravî re hêza kirînê gelekî kêm bûye, xizanî û bêkarî zêde bûye û wiha got; "Hilgirtina vî barî ya bi asteke girîng jî dîsa ji jinan re ma.”

Selma Gurkan anî ziman ku di hemû şert û mercan de di heman demê de tundiya li ser jinan jî xwedî dike û wiha axivî: “Em niha di qonaxeke ku tundiya li ser jinan gihîştiyê asteke hovane de dijîn. Bi ser de jî erdnîgariya ku welatê me lê ye, erdnîgariyeke ku tê de nakokî hebûn, erdnîgariyeke ku ji Bakurê Afrîkayê heta Rojhilata Navîn şer û pevçûn lê diqewimin. Niha di encama dagirkeriya Rûsyayê ya li ser Ukraynayê û van polîtîkayên şerker ên DYA û Yekitiya Ewropayê de li bakurê me şerekî vekirî diqewime. Ji ber vê yekê em di 8'ê Adara 2022'an de dibînin ku daxwaza jinan a wekhevî, jiyanek bê tundî, daxwaza jiyaneke bi ewle û her wiha daxwaza aştiyê weke daxwazeke lezgîn di rojevê de cih digre."

Selma Gurkan gi gotinên; "Dema em li van hemû pirsgirêkan dinêrin, dibînin ku pirsgirêk pir zêde ne" û wiha lê zêde kir: “Lê di heman demê de em dibînin ku ji bo çareseriya van pirsgirêkan meylên têkoşînê pir xurt in." Selma Gurkan bi bîr xist ku ji meha Kanûnê û vir ve li zêdetirî 100 kargehan karker ji bo bidestxistina mafên xwe ketine nava çalakiyan û wiha got:

“Em dibînin ku jin di berxwedanên li van fabrîqeyan tên jiyîn de xwedî cihekî girîng in. Her wiha dema ku em têkoşîna li dijî desteserkirina mafên jinan, li dijî bertekên siyasî yên bi giştî ji aliyê hikûmeta AKP’ê ve tên afirandin bixin gel we, jinên ku pêkhateyeke girîng a têkoşîna demokratîkbûna Tirkiyeyê ne, meylên têkoşînê jî hildigirin. Em di wê baweriyê de ne ku di pêvajoya li pêş de em ê bi têkoşînê welatekî azad û demokratîk bi dest bixin. Em bang li hemû jinan dikin ku ji bo jiyana wekhev û azad û her wiha ji bo jiyana bê şer têbikoşin.”

Bi dawî bû