Ji Adara 2021’ê heta Adara 2022’yan qetlîamên jinan -1

Li Tirkiyeyê di salekê de 278 jin ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin. Jin herî zedê li malên xwe yên ku wekî ‘qada bi ewle’ tê binavkirin, ji aliyê mêrên herî nêzî xwe ve hatin qetilkirin.

ELÎF AKGUL

Stenbol- Li gorî daneyên Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin ku der barê cînayetên jinan de çeteleyê amede dike, ji Adara 2021’ê û vir ve 278 jin hatine qetilkirin û 235 jin jî bi awayekî bi guman mirî hatine dîtin.

Ji 278 jinên ku ji Adara 2021’ê û vir ve hatine kuştin, nîvê wan ji aliyê mêrên ku bi wan re zewicî bûn ve hatin qetilkirin. Ji jinan 125 mêrên bi wan re hatibûn zewicandin, ​​29 ji wan mêrên ku bi wan re bûn, 21 ji wan ji aliyê mêrên ku berê bi van re zewicandîbûn, 83 ji wan mêrên berê bi wan re bûn, 12 jê bav, 12 jê kur, 7 jê bira, 17 ji wan ji aliyê xizmên xwe ve, 1 ji wan ji ber teklîfa mêr a zewacê red kir, 1 ji wan ji hêla mêrê ku teklîfa axaftinê red kir, 24 ji hêla kesek ku ew nas dikirin, 1 ji hêla mêrek ku bi israr li pey wê diçû, 1 ji hêla zilamek ku wî nas nedikir ve hatin qetilkirin. Têkiliya kujerên ku 8 jinan qetil kirin jî nayê zanîn. Jin herî zêde li malên xwe yên ku ji aliyê civakê ve weke “qada bi ewle” tê dîtin hatin qetilkirin. 132 jin bi çekên agirber hatin kuştin. Ev dane jî rêjeya çekdarbûyîna civakê nîşan didin.

 

Ji jinan 187 li mala xwe, 33 li nîvê kolanê, 9 li cihekî bêdeng, 22 li zeviyê, 9 di nava wesayîdê de, 2 li parkê, 11 li cihê kar, 4 li otêlan, 1 di holikê de, 2 li ber deriyê apartmanê, 1 li ber dibistanê, 1 di mînîbusê de, 1 li tuwaleta li derveyî malê, 1 li buroya hiqûqê, 1 li otoparkê, 1 li fabrîqayê, 1 li ber deriyê mala xwe, 1 li baxçeyê navenda tenduristiyê û 1 jî li xwaringehê hatin qetilkirin. 9 jê jin li ku derê hatine kuştin nehat tesbîtkirin.”

Herî zêde jin bi çekan agirber hatin kuştin

“Ji jinan 132 bi çekan hatin gulebarankirin, 94 jê amûrên birînê, 26 ji wan hatin xeniqandin, 9 ji wan bi derbkirinê, 3 ji wan bi şewitandinê, 2 ji wan ji bilindahiyê hatin avêtin, 2 ji wan di bin wesayîdê de man, 2 ji wan bi şiva hesin hatin derbkirin, 1 bi çakûçê û 1 jî bi kevira ku li serî hat xistin hat kuştin. Nehat zanîn ku 2 jin çawa hatine qetilkirin.” Daneyên Adara 2022’an ku hê nehatine ragihandin, di nav van daneyan de cih nagrin. Em bi Nûnera Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin Nurşen Înal re daneyên ku ev wêne tê çi wateyê, sedemên li pişt tundiya mêr û jin bi kîjan gotinan derketin qadên 8'ê Adarê berhev dike re axivîn.

"Mirina jinan a bi guman gihîşt hejmara cînayetên jinan”

Nûnera Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin Nurşen Înal, bi bîr xist ku li Tirkiyeyê her roj bi cînayetên jinan şiyar dibin û destnîşan kir ku jin ji ber bi hincetên hevberdan, redkirina lihevhatinê, yan redkirina têkiliyek, ji ber daxwaza biryargirtina der barê jiyana xwe de ji aliyê merên herî nêzî xwe ve tên qetilkirin.

Nurşen Înal anî ziman ku di demên dawî de bertekên civakê yên li hemberî qetilkirina jinan zêde bûne û got; "Kiryarên ku dizanin nikarin qetilkirina jinan rewa bikin û yên ku dibînin têra xwe lêpirsîn nayê kirin, hewl didin qetilkirina jinan weke gumanbar bihêlin. Cînayetên jinan bi hincetên întihar, xwe ji bilindahiyê avêtiye, me henekan bi hev dikir, qeza çêbû, re ser wan tê girtin. Ji ber ku bi têrkerî bi şopandin û lêpirsîn nayê kirin, mirina jinan bi awayekî bi guman dimîne. Mirina jinan a bi guman gihîştiye hejmara cînayetên jinan. Hin mehan ew jî derbas dike.”

Jin di hejmaran de cih nagrin

Nurşen Înal diyar kir ku ji ber newekheviya zayendî herî zêde jin ji qeyrana aborî bi bandor bûne û bal kişand ku pêşî jin ji kar hatine derxistin, bi darê zorê di karên kêm mûçe û bê ewle de dixebitin û keda wan a li malê hê zêdetir bûye.

“12 milyon jin bi karê malê re mijûl in, ji ber ku di warê klasîk de jinên malê ne di nav hejmara bêkaran de jî cih nagirin. Jin li gel vê hemû xizaniyê bi tundiyê re jî têdikoşin. Li hemberî van hemûyan bi hezaran jin ji bo bi awayekî wekhev û azad bijîn ji bo pîrozkirina 8'ê Adarê li kolan û qadan in. Ji ber ku em jî wek Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin û Meclîsên Jinan, em nikarin dev ji Peymana Stenbolê berdin, ji bo pêşî li cîneyatên jinan û her cure tundiya li ser wan bigrin. Qanûna Parastinê ya bi hejmara 6284’an bi çalak were tetbîqkirin, bi bandor pêkanîna lêpirsînan, ji bo ronîkirina mirina bi guman a jinan, ji bo rakirina hemû astengiyên li pêşiya beşdarbûna kar, ji bo rakirina hemû astengiyan, bidawîkirina bêcezabûna dozên îstîsmar û tundiyê, ji bo dabînkirina edaletê, ji bo ji karê wekhev re mûçeya wekhev, ji bo bidawîkirina tacîz, mobîng û zextên li kargehê, ji bo mafê xwe yê sendîkayî û rêxistinbûnê, ji bo mafê me yê nefeqe, ji bo hemû mafên xwe yên di Qanûna Hemwelatî de, li dijî polîtîkayên paşverû, ji bo laîktiyê li kolanan bin.”

SIBÊ: Nûnerên rêxistinên jinan çi dibêjin?