Ji Şengal heta Reqqayê berxwedana jinan a li ser şopa YPJ’ê
Di pêvajoya ku ji Helebê heta Şengalê, ji Kobanê heta Reqqayê dirêj bû de, YPJ di şerê li dijî DAIŞ’ê de û di veguherîna rolên civakî yên jinan de bû hêzek diyarker. Ezmûna şervanên jin îro bûye yek ji mîrateyên herî girîng ên berxwedana jinan li herêmê.
AVRÎN NAVDAR
Navenda Nûçeyan – Zêdetirî deh salan e, Yekineyên Parastina Jin (YPJ) a ji hêzek jinan a nû ku di şert û mercên awarte de hatiye damezrandin e, li Rojhilata Navîn û cîhanê bûye yek ji ezmûnên leşkerî yên jinan ên herî berbiçav.
Ji 4’ê Nîsana 2013’an a dema damezrandina YPJ’ê ya li Rojava şûnde, dîrokek ku bi rojbûna Rêber Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hemwext hatiye bijartin, wek sembola rewşenbîrî û siyasî ya projeya rizgariya jinan tê dîtin. Navê Yekîneyên Parastina Jinan bûye hevwateya parastina civakên herêmî û şerê li dijî rêxistinên radîkal. Her wiha jin beşdarî qadên cûrbecûr bûn, bi taybetî jî qadên leşkerî û ewlehiyê ku demek dirêj e ji hêla mêran ve têne serdestkirin.
Armanca bijartina vê dîrokê ew bû ku girêdana di navbera YPJ û ramanên Ocalan ên li ser rizgariya jinan, xwerêxistinkirin û parastina rewa de bê nîşandan. Ev nêzîkatî nîşan dide ku azadiya civakê bi azadiya jinan dest pê dike û bêyî beşdariya jinan di pêvajoyên serokatiyê, parastin û biryardanê de projeyek demokratîk nikare bipêş bikeve. Ji ber wê, YPJ’ê ji destpêka damezrandina xwe ve rêgezên ‘konfederalîzma demokratîk’ û ‘rizgariya jinan’ qebûl kiriye. Bi vî awayî, ew ne tenê wek pergalek leşkerî, wek çarçoveyek rêxistinî ku vîzyonek berfirehtir a rola jinan di avakirina civakek nû de temsîl dike, hatiye pênasekirin.
Di seranserê şerê Sûriyeyê de û guhertinên siyasî û leşkerî yên pê re, rola YPJ’ê ji qada leşkerî wêdetir çû, aliyên civakî, rêxistinî, siyasî û rewşenbîrî girt nava xwe. Bi taybet ji bo beşdariya şerê li dijî DAIŞ’ê, beşdariyên di parastina sivîlan de û rola di vegerandina deverên di bin kontrola rêxistinê de bala navneteweyî kişand ser xwe.
Di nîvê krîza Sûriyeyê de hat damezrandin
Damezrandina Yekîneyên Parastina Jinan rastî dema veguherîna bilez a krîza Sûriyeyê ya di sala 2011’an de dest pê kir û li herêmê bi tevgerên gel re wek ‘Bihara Ereb’ dihat bi navkirin teşe girtî hat. Bi belavbûna nakokî û serhildanên li gelek deverên welat, pêwîstiya avakirina hêzên parastina herêm û nifûsa herêmî derket holê. Ev pêvajo di Tîrmeha 2012’an de bû sedema Şoreşa Rojava; wek projeyek siyasî û civakî ya li ser bingeha xwerêveberiyê, demokrasiya bingehîn û rêveberiya rasterast a karûbarên civakê hate pênasekirin.
Di nava vê tevgerê de, şoreşa jinan mîna yek ji hêmanên bingehîn derket holê. Nêzîkatiya Rojava diyar dikir ku rizgariya civakê bi rizgariya jinan dest pê dike û veguherînek demokratîk bêyî beşdariya jinan di pêvajoyên serokatiyê û parêzvaniyê de ne mumkin e.
Ji ber vê yekê, damezrandina YPJ’ê ne tenê wek avakirina hêzek leşkerî, wek derketina holê ya kirdeya jinê ku civakê diparêze û di heman demê de şekil dide pêşerojê, hate pêşkêşkirin.
Armanc ne tenê bi qada leşkerî ve jî sînordar bû; bi vîzyonek berfirehtir ve girêdayî bû ku hewl dida rola jinan di warên cûrbecûr ên jiyana giştî û mekanîzmayên biryardanê de zêde bike. Her ku xebatên yekîneyan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berfireh bûn, bêtir jinan dest bi tevlîbûna van pergalan kir. Sedemên beşdarbûnê, li aliyek xwesteka parastina civakên xwe û li aliyê din jî, xwesteka nîşandana kapasîteya jinan ji bo girtina berpirsyariyên ewlehî û leşkeriyê cih digre.
Ji dorpêçkirina Helebê heta refên yekîneyan
Di nava bi hezaran jinên di dema şer de tevlî YPJ’ê bûn de, yek ji navên ku ji ber şert û mercên şer berê xwe dabû YPJ’ê şervan Destîna Mazlum e. Destîna Mazlum dibêje ku biryara wê ya tevlîbûna YPJ’ê di sala 2016’an de rasterast ji bûyerên taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiye yên Helebê derketiye û got: “Ev tax di dema şer de rastî dorpêçkirin, êrîşên çekdarî û bombebaranê hatine û van şert û mercan wisan kir ku bifikirim ka dikarim çawa hem ewlehiya xwe û hem jî ya civaka xwe biparêzim. Tevlîbûna refên YPJ’ê, asoyên nû ji bo vekir. Ev ezmûn ne tenê bi perwerdeya leşkerî ve sînordar bû; di heman demê de aliyên rewşenbîrî, rêxistinî û siyasî jî digre nava xwe. Ev yek ji bo pêşkeftina min a kesane û baweriya bi xwe gelek bi sûd bû. Di nav refên YPJ’ê de, ez fêr bûm ku îradeya azad tê çi wateyê û jin çawa dikare jiyanek li ser bingeha hişmendî û rûmetê ava bike.”
‘YPJ ji bo jinên Rojava bûye nasname û felsefeyek jiyanê’
Destîna Mazlum anî ziman ku beşdarbûna wê di heman demê de bersivek ji bo tiştê ku ew wek ‘hêzên serdest ên ku li dijî mirovahiyê şer dikin’ bi nav dike û ew di van yekîneyan de hêzek jinan dibîne ku berî her tiştî armanca wê parastina mirovan e û wiha got: “Di nava salan de, YPJ ji rêxistinek leşkerî veguheriye ceribandinek civakî ji bo gelek jinên li Rojava ku parastin, rêxistina civakî, beşdariya siyasî û çalakiyên dîplomatîk tîne cem hev. YPJ ji bo jinên Rojava bûye nasname û felsefeyek a jiyanê. Şervanên jin ji destpêkê ve rastî astengiyên girîng ên civakî û çandî hatin; bi taybetî gumanên kevneperest yên li ser kapasîteya jinan a rêberîkirin an jî girtina erkên leşkerî pir belav bûn. Hebûna jinan li qadê û performansa wan di rolên cûrbecûr de ji bo guhertina van têgihiştinan baş bûye. Şervanên jin karîn feraseta paşverû derbas bikevin û bûn hêza jinê ya herî diyar a ku li dijî koletiya ku DAIŞ'ê li ser civakê ferz kiriye, tevkariyê li azadiya jinê dike.”
Destîna Mezlûm anî ziman ku êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi taybetî jinan hedef digrin û da zanîn ku hin komên çekdar binpêkirin kirine. Wê kiryarên Heyet Tehrîr el-Şam ên li dijî şervanên jin ên Kurd li Şêx Meqsûd û Eşrefiyê kirine, wek mînak nîşan da. Ew axaftina xwe bi gotina “îro, hêza jinan bi ‘wêrekiya jinên ku jiyana xwe ji bo azadiyê winda kirine’ ve tê xurtkirin”, bi dawî dike.
Bilindbûna DAIŞ’ê û veguherîna YPJ’ê ji bo hêzek bibandor
Sala 2014’an hem ji bo pêvajoya giştî ya herêmê û hem jî ji bo YPJ’ê bû qonaxek girîng. Berfirehbûna bilez a DAIŞ’ê li Sûriye û Iraqê roleke diyarker di vê guhertinê de lîst.
Piştî dagirkirina Mûsilê di Hezîrana 2014’an de ji aliyê DAIŞ’ê ve, rêxistinê bandora xwe li ser deverên berfireh ên herdu welatan berfireh kir. Ev yek bû sedema koçberiyeke berfireh û binpêkirinên giran ku bandor li ser bi sed hezaran sivîlan kir.
Di nav van geşedanan de, YPJ wek yek ji hêzên li dijî DAIŞ’ê şer dikin, bi taybetî li Bakurê Sûriyeyê, derket holê. Şerê Kobanê ku di navbera Îlona 2014’an û Çileya 2015’an de pêk hat, bû yek ji qonaxên herî berbiçav ên şerê li dijî rêxistinê. Hebûna şervanên jin di vê têkoşînê de bala cîhanê li ser rola jinan li herêmên şer zêde kir.
Di vê heyamê de, YPJ di asta navneteweyî de xuya bû; dîmenên şervanên jin ên ku beşdarî parastina bajaran di gelek derdoran de wek yek ji sembolên berxwedanê li dijî DAIŞ’ê derketin pêş.
Lê belê rola YPJ’ê bi Kobanê re sînordar nînbû. Yekîne di salên piştre de, beşdarî gelek operasyonên mezin ên li dijî DAIŞ’ê hatin meşandin bûn.
Di Hezîrana 2015’an de di operasyona stratejîk a Grê Spî ku di navbera herêmên Cizîr û Kobanê de girêdanek pêk tîne cih girtin.
Beşdarî operasyona Bendava Tişrînê ya di Kanûna 2015’an de destpê kirin bûn. Yek ji xalên girîng ên li ser Firatê derbas dibe kontrol kirin.
Di navbera Hezîran û Tebaxa 2016’an de, beşdarî operasyona Minbicê bû ku yek ji rêyên sereke yên dabînkirina DAIŞ’ê li ser xeta Sûriye-Tirkiyeyê dike hedef bûn.
Di operasyona Tebqayê de ku di navbera Adar û Gulana 2017’an de pêk hat, bajarê Tebqayê, Bendava Firatê û Baregeha Hewayî ya Tebqayê hatin bidestxistin. Van pêşketinan rê li ber pêşveçûna ber bi Reqqayê ve vekir.
Di van operasyonan de, hin fermandarên jin ên di nav YPJ’'ê de derketin holê û ev pêvajo wek yek ji qonaxên girîng ên şerê li dijî DAIŞ’ê hate nirxandin.
Di 6’ê Hezîrana 2017’an de, operasyona girtina Reqayê ku wek paytexta ‘xelîfeta’ DAIŞ’ê li Sûriyeyê hatiye ragihandin, dest pê kir. Şervanên YPJ’ê li kêleka Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) beşdarî şerên dem dirêj di nav bajêr de bûn. Hat ragihandin ku Reqa di 17’ê Cotmeha 2017’an de hate kontrolkirin. Piştî vê, operasyon ber bi eniya Dêrazorê ve çû. Di navbera salên 2017 û 2018’an de, YPJ beşdarî operasyonên ji bo tunekirina hebûna DAIŞ’ê li rojhilatê Firatê bû. Bi ketina Baxozê di Adara 2019’an de ku wek herêma dawî ya sereke ya kontrolê ya rêxistinê dihat hesibandin, pêvajo ket qonaxek nû.
Piştevaniya herêmî û navneteweyî
Her ku YPJ di warê leşkerî de xuya bû, eleqeya herêmî û navneteweyî jî ji bo vê ezmûnê zêde bû. Gelek kesan beşdarbûna jinan di operasyonên leşkerî yên li dijî DAIŞ’ê de wek ezmûnek neasayî li herêmê nirxandin. Ji ber yekîneyan xwe ne tenê bi rolên xwe di herêma pevçûnê de, di heman demê de wek projeyek ku armanc dike jinan bihêz bike û rolên wan di civakê de zêde bike, pênase kirin.
Li gorî Destina Mazlum, vê ezmûnê bala jinên ji welatên cuda jî kişandiye. Her çend hin ji wan serdana herêmê kirin da ku ji nêz ve bibînin ka yekîne çawa dixebitin û çawa hatine rêxistin kirin, hin rêxistinên navneteweyî û mafên mirovan jî eleqe nîşanî vê ezmûna jinan ku di şert û mercên şer de derketiye holê dan.
Şengal… Komkujiya ku jiyana bi hezaran jinan guherand
Her çiqas Şerê Kobanê wek xalek werçerxê di şerê li dijî DAIŞ’ê de were dîtin jî, bûyerên li Şengalê wek yek ji bûyerên herî sosret ên dîroka nêzîk a herêmê tê hesibandin.
Di 3’yê Tebaxa 2014’an de, DAIŞ’ê êrîşeke berfireh li ser herêma Şengalê li bakurê Iraqê ku nifûsa wê ya mezin Êzidîne da destpêkirin. Ev êrîş di demek kurt de bû sedema kuştinên girseyî, koçberkirina bi darê zorê û revandina bi hezaran jin û keçên Êzidî. Neteweyên Yekbûyî û gelek rêxistinên navneteweyî van êrîşan wekî jenosîda li dijî Êzîdiyan bi nav kirin.
Vekirina korîdorên mirovî û tehliyekirina sivîlan
Piştî ku DAIŞ’ê deverên berfireh ên Şengalê bi dest xist, bi deh hezaran sivîl di bin şert û mercên mirovî yên pir dijwar de li çiyayê Şengalê asê man.
Di vê pêvajoyê de, hate diyarkirin ku YPJ, li gel Yekîneyên Jinên Azad (YJA Star), beşdarî hewldanên vekirina korîdorên derbasbûnê yên ewle ji bo sivîlan û derxistina kesên di bin dorpêçê de bûne.
‘Êrîşan ne tenê herêmek, hebûna civaka Êzidî bi xwe jî hedef girtiye’
Yek ji fermandarên YPJ’ê li Şengalê Axîn Întîkam vê serdemê ne wek şerek leşkerî, wek têkoşînek ji bo rizgarkirina jiyanan, bi nav kir û wiha got: “Bi saya çalakiyên YJA Star û YPJ’ê, bi hezaran sivîl karîn bighîjin deverên bi ewle. Êrîşan ne tenê herêmek, hebûna civaka Êzidî bi xwe hedef girtiye. Kiryarên wek kuştin, kolekirin, revandin û firotina jinan li bazarên koleyan wekî yek ji sûcên herî giran ên sedsala 21’an e. Tiştên hatine jiyîn şopek kûr li ser jinên Êzîdî hişt û gelek kes ji bo rê li ber trajediyên bi vî rengî bigirin ku careke din çênebin, neçar man li rêyan ku xwe û civakên xwe biparêzin bigerin.
‘Kiryarên DAIŞ’ê li dijî Êzidiyan ‘şerê li dijî hebûnê’ ye’
Axîn Întiqam anî ziman ku ew yek ji van jinan e û ezmûnên civaka Êzîdî ya sala 2014’an sedema sereke ya tevlîbûna wê ya YPJ’ê bû. Da zanîn ku ew bi taybet ji şervanên jin ên ku bi biryardarî li dijî DAIŞ’ê şer kirin û ji jinên ku tevî tundiya ku dîtine jî, peyama aştî û azadiyê belav kirin bandor bûye û got: “Ev bûyer ne ji nişka ve qewimîne, encama pêvajoyek navneteweyî ya salane li dijî gelê herêmê ne û kiryarên DAIŞ’ê li dijî Êzidiyan ‘şerê li dijî hebûnê’ ye.”
Rizgarkirina Şengalê û damezrandina Yekîneyên Jinên Şengalê
Di Mijdara 2015’an de, piştî çend mehan ji operasyonên leşkerî, hate ragihandin ku bajarê Şengalê ji destê DAIŞ’ê rizgar bûye. Li gorî Axîn Întiqam, ev yek destpêka serdemek nû ji bo civaka Êzidî bû. Ew dibêje ku pêvajo ne tenê bi vegerandina axê ve sînordar bû; her wiha hewldanên ji bo ji nû ve avakirina civakê piştî wêrankirinê jî digre nava xwe.
Axîn Întiqam da zanîn ku fikrên Abdullah Ocalan, ku ji hêla gelek jinên herêmê ve wekî xalek referansa rewşenbîrî li ser mijarên azadî û xwerêxistinkirinê têne dîtin, di vejandina civaka Êzidî piştî qirkirinê de bi bandor bûn. Axîn Întiqam wiha domand: “Em dikarin bêjin ku felsefeya rêber û nêzîkatiya kesên ku em wek xwendekarên wî dibînin, mirovên ku xwedî nirxên mirovî ne, ji gelê Êzidî re jiyan û ruhek nû daye.”
‘YPJ’ê di rizgarkirina jinên Êzidî de rolek mezin lîst’
Di vê serdemê de, hewldanên jinên Êzidî yên ji bo avakirina rêxistinên xwe derketin pêş. Di encamê de, di sala 2015’an de Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) hate damezrandin. Ev pergal wek hêzek parastinê ya ji jinan pêk tê ku armanca wê parastina civaka Êzidî û parastina jinan e, hate pênasekirin û got ku yek ji çavkaniya îlhamên wê ezmûna YPJ bû. Axîn Întiqam wiha got: “YPJ’ê di rizgarkirina jinên Êzidî ji destê DAIŞ'ê de yek ji rola herî mezin lîst. Ev jî bû sedem ku jin rêxistinên xwe ava bikin û piştre Yekîneya Jinên Şengalê ava bikin ku ev yek bû yek ji hêzên parastina herêmê.”
Axîn Întiqam derketina holê ya vê pergalê, mîna yek ji encamên herî girîng ên ezmûna berxwedana piştî qirkirinê û pêvajoyek ‘ji nû ve jiyanê’ ji bo civaka Êzidî dibîne. Ew bawer dike ku ev yek derfetê dide jinan ku herêmên xwe biparêzin û rasterast beşdarî rêveberiya civakê bibin. Axîn Întiqam her wiha dibêje ku armanca wan a sereke, bi gotina wê, ‘parastina civakê li dijî qirkirinê û pêşîgirtina li dubarebûna sûcên bi vî rengî ye’. Li gorî wê, hevgirtina di navbera şervanên jin ên li Rojava û Şengalê de, di qelskirina bandora DAIŞ’ê li herêmê de faktorek girîng bû.
Rizgarkirina jinên revandî û piştgiriya ji bo kesên rizgarbûyî
Piştî vegerandina gelek deveran ji destê DAIŞ’ê, qonaxeke nû dest pê kiriye: dîtin, rizgarkirin û yekgirtina jinên Êzidî yên revandî dayîna malbatên wan.
Li gorî agahiyan, YPJ beşdarî hewldanên rizgarkirina jinên revandî û piştgiriya psîkolojîk û civakî dide ên rizgar bûyî dibin.
Li gorî Axîn Întiqam, ev mîsyon bi qasî têkoşîna leşkerî girîng bû, ji ber bandorên sûcên DAIŞ’ê piştî rêxistin li ser erdê têk çû jî berdewam kir.
Axîn Întîqam Hêza, fermandarek Êzidî ku ji aliyê DAIŞ’ê ve hatibû girtin, reviyabû û tevlî yekîneyên jinan bûbû, bi bîr dixwe û wê wekî sembola dîtina hêzê di rûbirûbûna trajediyê de dibîne û dibêje: “Ew mînakek ji hêza jinan e ku ji dilê qirkirinê rabûye ser lingan.”
Beşdariya operasyona rizgarkirina Reqayê
Di sala 2017’an de, YPJ’ê di nav hêzên ku beşdarî operasyona rizgarkirina Reqayê ji DAIŞ’ê bûn de cih girt. Operasyon di Cotmeha wê salê de bi guhertina kontrola Reqayê ku yek ji navendên herî girîng ên rêxistinê li Sûriyeyê tê hesibandin, bi encam bû. Axîn Întiqam destnîşan kir ku hin jinên Êzîdî jî beşdarî vê operasyonê bûne û wê wekî berdewamiya pêvajoyek berxwedanê ya berfirehtir piştî bûyerên Şingalê dest pê kir şîrove dike û wiha didomîne: “Ev rizgarî encama hevgirtina jinan a li dora nirxên azadî û berxwedanê bûn yek bû.”
Naskirina fermî û mîraseya tecrubeyê
Tevî ku di ser damezrandinê re 13 salî zêdetir derbas dibe, YPJ hîn jî li herêmê wekî yek ji tecrûbeyên jinan ên herî bi bandor tê dîtin. Li gorî nirxandinên di nûçeyan de cih digre, hin jin û civakên ku dibêjin ew li kêleka YPJ'ê şer dikin, naskirina fermî ya vê rêxistinê wekî qebûlkirina rola şervanan di parastina herêman, şerê li dijî DAIŞ’ê, pêkanîna operasyonên rizgarkirinê û parastina sivîlan de dibînin.
Her wiha tê gotin ku ev naskirin dikare bibe alîkar ji bo temsîliyeta jinan di saziyên ewlehî û parastinê de û bibe alîkar ji bo parastina destkeftiyên di salên şer de hatine bidestxistin.
Axîn Întiqam di peyama xwe de dibêje ku “Rojhilata Navîn deyndarê hêzên jinan ên mîna YPJ'ê ye” û paşguhkirina van pergalan wek înkarkirina nirxên mirovan dibîne. Ew her wiha banga hevgirtinê di navbera jinên herêmê de li dijî pêşketinên ku gefê li pêşeroja jinan dixwe dike.
Destina Mazlum fedekartiyên şervenên jin ên jiyana xwe ji dest dane bi bîr tîne, di heman demê de Axîn Întiqam tekez dike ku jinên Êzidî hewlên xwe yên ji bo parastina civakên xwe didomînin.
Li gorî vê vegotinê, ezmûna YPJ’ê bi pêvajoyên ji parastina bajar û gundan bigre heta azadkirina sivîlan li Şengalê, dabînkirina piştgiriyê ji bo azadbûyan û ji nû ve pênasekirina rola jinan di jiyana giştî de ve girêdayî ye.