Hîlala Zêrîn bi feraseta çanda resen, çanda nûjen diafrîne – 5
Berdevka Komîna Muzîkê Newroz Silêman girîngiya muzîkê dinirxîne û dibêje ku bi şoreşa Rojavayê Kurdistanê re gelek komên stranê hatine avakirin û li gorî şoreşa xwe mijaran dixin stran û pêşkêşî civaka xwe dikin.
‘Stran divê êş û xweşiya civakê vebêjin’
RONAHÎ NÛDA
Qamişlo – Têkiliya jinan bi stranê re, ji roja ku tê cîhanê ve dest pê dike. Ji dayik û dapîrên xwe lorînan dibihîse û ew bi xwe dibe lorînên jiyanê. Stran ji strandina hestan û bi pratîkê re xweşikirina jiyanê pênase dike. Di nava dîsîplînên hunerê de yek jî muzîk e, heta destpêka civaka xwezayî diçe û çavkaniya xwe ji vê taybetmendiya jinan digre. Stranên ku afirandine, çavkaniyên wê û jiyana wê bi xwe ne. Muzîka Kurdî navê hemû cureyên stranbêjî, dengbêjî û kilamgotina gelê Kurd e. Bingeha wê ji dengbêjiyê, ji çîrok xwendina melodîk pêk tê.
Di nava muzîka Kurdî de sê beşên bingehîn mîna çîrokbêjî, stranbêjî û dengbêjî hene. Dîroka gelê Kurd dîrokek pir kevnar û dewlemend e. Li hemberî êrîşên dagirkeriyê û qirkirinê gelê Kurd her dem li ber xwe daye û çanda xwe parastiye. Di serdema niha de êrîşên giran lê tên kirin lê belê heta niha jî wek çîrokên kevnar dîroka gelê Kurd zindî dihêle. Denbêjî stranên kevneşopiya çanda Kurd e ku bûyerên evînê, lehengî û qehremantiyê bi stranên bêenstrûman ji aliyê hunermendên dengbêj ve hatine gotin û tomarkirin. Bûyerên dîrokî bi gotinên stranên dengbêjî ji aliyê hunermendên dengbêj ve hatine gotin.
Gelê Kurd tu caran dîroka xwe winda nekiriye û bi riya helbestên xwe dikaribûye stranên xwe wek çîrok vebêje. Dengbêj kilam û çîrokên xwe bi alîkariya dûdûk, qernetê, tembûr û enstrumanên din didin xwendin. Li hêla din çand û zimanê Kurdî di aliyê dengbêjiyê de yanî gotin, kilam, stran û çîrokan de pir dewlemend e. Îro jî bi saya dîroka Kurdan, Kurd careke din li xwe vegeriyan û çand û zimanê xwe li her aliyê Kurdistanê zindî dikin. Mînaka wê yekê jî ew e ku gelê Kurd bi şoreşa Rojavayê Kurdistanê re dikaribû xwedî li çand û zimanê xwe derkeve. Îro Hîlala Zêrîn bi avakirina komên stranê re dîroka kevnar a jinan diparêze û careke din dibêje ku ew ê bibin şopdarên dengbêjên jin.
‘Beriya şoreşê kom bi awayekî xwezayî dihatin avakirin’
Newroz Silêman komên stranan wiha şîrove dike: “Beriya şoreşê bi awayekî xwezayî komên stranan dihatin avakirin û wan koman çanda xwe ji çanda kevin û dîrokî ya Kurdan werdigirtin. Beriya şoreşê bi dildariyek mezin kesên ku dengê wan xweş bû xwe berpirsiyar didîtin, wisa beşdarî koma stranan dibûn. Piştî ku şoreş li Rojavayê Kurdistanê pêk hat, di aliyê komên stranan de gav hatin avêtin û bi zanist tevlibûn pêk dihat. Kesên ku cihê xwe di stranan de digirtin, dikaribûn koman ava bikin û pêşengiya koman bikin. Bi şoreşê re gelek komên stranê hatin avakirin ku niha li hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê komên stranan hene. Her wiha mamosteyên muzîkê dihatin girtin da ku koman di aliyê stranê de bi awayekî zanist perwerde bikin. Niha gelek komên muzîkê hene ku şaxên xwe belav kirine. Bi dehan ji wan li Bakur û Rojhilatê Sûriyêey hatine avakirin. Komên sereke yên stranê Koma Agirî, Engîzek, Cûdî, Botan, Berçem, Hêva, Avesta û Stêra Zêrîn e. Di nava van koman de şaxên her komê hebûn.”
‘Li gorî mijarê helbest tên nivîsandin paşê stran derdikeve’
Newroz Silêman têkiliya muzîk û helbestê bi hev re wiha anî ziman: “Li ser mijar, çîrok û bûyeran helbest tên nivîsandin, ji helbestan stran tên çêkirin. Ger bingeha helbestê nebe, nabe stran. Di her stranê de bûyer, wêne û mijar hene. Li gorî mijarê helbest tên nivîsandin, paşê stran tên çêkirin. Her mijar û bûyer dibe stran. Ev 10 sal in em di nava vê karê de ne û li ser mijar û bûreyên heyî em stranan dibêjin. Li dijî êrîşan her dem helwesta me ew e ku bi riya çandê em bersiv didin û êrîşên dijmin vala derxin.”
‘Bi saya dengbêjiyê stranên me dewlemendtir dibin’
Newroz Silêman da zanîn ku Kurd bi salan e êş û kêfxweşiya xwe bi riya stranan tînin ziman û wiha domand: “Di çanda resen a Kurdan de, her dem Kurd bi lêdan, kuştin, qetlîam û talaniyê re rûbirû mane. Netewên ku li ked, erk û çanda xwe geriyane, bi tiliyan tên hejmartin ku yek ji wan pêkhateyên Kurd in. Dîroka Kurdan bi riya dengbêjî û helbestên Kurdî hatiye parastin. Îro em li ser çanda dîrokî ya kevin dimeşin û kar dikin. Gelek mînakên çîrokên kevnar mîna Derwêş û Edûlê, Cebelî û Binevşê, Mem û Zîn hene. Ev çîrok bi riya dengbêjiyê hatine vegotin û heta roja me ya îro tên guhdarîkirin. Dîroka Kurdan her dem resen û zindî ye. Pênasekirina wê dîrokê heta roja îro bi riya dengêjiyê hatiye û îro em dewlemendtir dikin û naxwazin dîroka me were qirkirin. Dê her dem helwesta me li ber dîroka Kurdan bilind be. Di hunerê de xala herî sereke dengbêjî ye û îro em ewqas kar û xebat li ser esasê dengbêjiyê dimeşînin. Komên çandê li ser dengbêjiyê tên avakirin û belavkirin. Bi saya dengbêjiyê her ku diçe stranên me dewlemendtir dibin. Dîroka mirovan nebe, hebûna mirovan jî nîn e. Di stranan de tişta herî bi bandor dengbêjî ye. Dengbêjî xwe îsbat kiriye ku çanda Kurdan ew e. Bingeha me li ser dengbêjiyê dest pê kiriye.”
‘Di dema berê de guhdarkirina li stranên Kurdî qedexe bû’
Newroz Silêman da zanîn ku di dema berê de Kurd nikaribûn li stranên xwe guhdar bikin û wiha vê mijarê şîrove dike: “Di demên kevin de qedexe bû ku Kurd bi zimanê xwe li stranan guhdarî bikin. Her wiha derketina jinan li ser dikê û gotina stranan jî tunebû. Zehmetiyek mezin li cih û welatên ku Kurd lê dijîn ji aliyê desthilatdaran ve hebû. Her wiha welatên ku Kurd lê hebûn qedexe bû bi zimanê xwe yê dayikê biaxivin. Elbet li dijî van kiryaran hunermendên mîna Eyşe Şan, Meryem Xan, Cemîl Horo û weke wan hebûn ku wê zilmê û qedexeyê qebûl nedikirin û li dijî desthilatdariyê serî radikirin. Wan hunermendan dîrok û çanda Kurdan zindî û ji pêşerojê re hiştin. Îro em çanda xwe li ser wê mîrasê ava dikin.”
‘Hîlala Zêrîn derfet da ku jin deng û hestên xwe bînin ziman’
Newroz Silêman diyar kir ku Hîlala Zêrîn hemû jinên xwedî huner hembêz kiriye û wiha pê de çû: “Ev hesret di dilê her Kurd û jinên Kurd de mabû ku hebûna xwe li cihekî bîne ziman. Jinên hunermend ku dengê wan xweş û zelal e nikaribûn derkevin ser dikê û bi çanda xwe bistrên. Lê şoreşê wê derfetê da me ku Tevgera Jinên Hîlala Zêrîn hat avakirin û hemû jinên Kurd dikaribûn deng û hestên xwe bînin ziman. Hîlala Zêrîn dikaribû van jinan hembêz bike û dengê wan bigihîjîne hemû cîhanê. Pir gavên erênî û mezin hatin avêtin û gelek hunermend hatin perwerdekirin. Bi şoreşa Rojavayê Kurdistanê re jin dikaribûn di pîrozbahiyên 8’ê Adarê de bi amûrên di destên xwe de û bi deng û rengê xwe dikê dewlemend bikin. Her hunermendek ku dema pêşiya wan vedibû, xwe di her aliyê de bi pêş dixist. Îro stranbêjên jin dikarin dengê xwe bigihîjînin hemû cîhanê. Koma kevneşopî ya jinan heye li Şehbayê hatiye avakirin. Navê komê şehîd Mizgîn e ji jinên temenê wan mezin pêk tê û li ser dikê dengê xwe digihîjînin hemû jinan.”
‘Divê hunera me xizmeta civakê bike’
Newroz Silêman herî dawî da zanîn ku divê huner bikeve bin xizmeta civakê û wiha bi dawî kir: “Gelek komên stranan hene û li gorî her komê perwerdeya wan tê birêxistinkirin. Gelek komên kesên temenê wan mezin, ciwan û zarokan hene. Peymangeha muzîkê jî heye ku ciwanan ji pêşerojê re amade dike. Komên ku tên avakirin û perwerdekirin ji bo pîrozbahiyan tên amadekirin. Beriya pîrozbahiyan sê mehan prova tên kirin. Elbet perwerde li gorî koman jî tê guhertin ku hin kom hene du roj jî prova têra wan dike. Hunermend jî hene ku dema di kêliyê de şahiyek hebe yekser dikarin hunera xwe pêşkêş bikin. Em tevli hemû şahiyên ku pêk tên dibin. Koma yekem a Hîlala Zêrîn Koma şehîd Berçem e û 10 saliya wê çêbû. Ev kom li Efrînê hatibû avakirin û piştî ku Efrîn ji aliyê dewleta tirk a dagirker ve hat dagirkirin, xwe li Şehbayê bi rêxistin kir, heta niha jî karê xwe berdewam dike. Ez hêrî dawî jî dibêjim ku divê hunera me di xizmeta civakê de be. Hunera me divê ji êş û kêfxweşiyên civakê pêk were. Dema civak li me guhdar bike wê demê em dikarin bibêjin em hunermend in û di asta baş de kar dikin.”
Sibê: Di Tevgera Hîlala Zêrîn de beşa govendê