Hêrsa serketinê ya pêşengên tevgera sofrajetan (1)
Çalakiyên gireva birçîbûnê Tevgera Surfajetan a bidestxistina mafê jinan ê dengdanê li gelek deverên cîhanê belavbûye û gelek jinên bicesaret pêşengî kirine. Ji girva birçîbûnê heta çalakiyên fedayî gelek şêwazên çalakiyên cuda pêşxistine.
Çalakiyên gireva birçîbûnê
Tevgera Surfajetan a bidestxistina mafê jinan ê dengdanê li gelek deverên cîhanê belavbûye û gelek jinên bicesaret pêşengî kirine. Ji girva birçîbûnê heta çalakiyên fedayî gelek şêwazên çalakiyên cuda pêşxistine.
Navenda Nûçeyan - Di dawiya sedsala 19’an û despêka sedsala 20’an de, tevgera Suffrage ango sufrajetan ku tê wateya mafê dengdanê, despêkê bi komek jinan li Îngîltere hemberî zagonên Qiraliyeta Yekbûyî ya Acts’ê despêkiriye. Despêkê sala 1866'an li paytexa Îngîltere Londra yê jinan bi komîteyekê dest bi şerê bidestxistina mafê dengdanê kirin û paşê vegerandin tevgerek mezin a sufrajetan. Bidestxistina mafê dengdanê jî di navê de ji bo gelek mafê jinan ên civakî têkoşîn dan. Bi çalakiyên xwe yên prostesoyî û grevên birçîbûnê li gelek welatan berfirehbûn û hatin nasîn. Weke femînîstên modern ên despêkê jî tên binav kirin.
Çalakiya gerva birçîbûnê
Hikumeta Britanya hikmê siyasî dayîna girtiyên Sufrajet an red kir û ew weke ‘Yên duzena raya giştî xeradikin’ pênase kir. Di heman demê de girtiyên Sufrajetan ji hev dikirin û îskenceya derunî ser wan didan meşandin. Ji ber van pêkutiyan girtiyên ji doza Sufrajetan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Hikumeta li hemberî têkoşîna jinan bêçare mayî, çare di zor xwarindan û bi zorê çalakiya wan şikandinê de dît. Sala 1909’an biriyara bi zorê xwarin dayîna çalakgerên jin dan û ew îskence kirin. Ji ber derveyî vîna girtiyan bi zorê xwarin xistin hinavê wan, gelek organê bedena wan xera kirin. Ji ber wê xwarina bi zorê tenê ne organê bedena wan xirakirin, di heman demê de gelek ji wan bi wê îskenceyê jiyana xwe jidestdan.
Çalakiya greva birçîbûnê ya ku bala cîhanê kişandiye ser xwe û li seranserê cîhanê hatiye bihîstin çalakiya jinên Îngilistanê ya binavê tevgera Sufrajet ye ku ji bo mafê bikaranîna dengê jinan pêk hatiye. Ev çalakî destpêka sedsala 20’emîn li girtîgehê çêbûye. Çalakî ji aliyê Marion Dunlop hatiye destpêkirin. Ji ber ku eleqeya ji bo çalakiyê zêde dibe Marion tê berdan. Desthilatdarên Îngilistanê yên demê paşê mudaxaleyî çalakiyê dikin û bi darê zorê xurekê didin çalakgeran. Ji ber vê yekê Mary Clarke, Jean Hewart, Katherine Fry û gelek jin jiyana xwe ji dest didin. Heman çalakî di heman demê de li Amerîkayê jî pêk hatine.
Di navbera salên 1900’an û 1914’an de bi qasî hezar endamên tevgera sofrajetan ji ber tevlîbûna çalakiyan girtin û ew avêtin girtîgehan. Vêcarê şêwaza çalakiyên wan ên weke greva birçîbûnê li gorî şertên girtîgehan despêkirin. Li gorî guhertina çalakiyan îskencekaran jî şêwazên mudaxeleyê giran kirin.
Zagona ‘pisîk û mişk’
Sala 1913’an hikumetê zagona tahiliye ya girtiyan a demkî ku weke ‘zagona pisîk û mişk’ dihat binavkirin derxistin. Di çarçoveya vê zagonê de girtiyên di greva birçîbûnê de rewşa wan nebaş derxistin, yên rewşa wan baş jî cardin di girtîgehê de hiştin. Ev zagonane polîtîkayek dewletê ya weke lîstika mişk û pisîkê ye. Pêvajoyên paşê ev zagon rakirin û hemû girtî serbest berdan. Li peyî van îskenceyan travmayên anîne serê jinên Sufrajetan, li gel wê jî baweriya wan a bi hêz ku deng vedayî ma.
Pêşenga Sufrajetan Emmeline
Ji jinên pêşengên tevgerê Emmeline Pankhurst sala 1903’an di çarçoveya xebatên giştî de Yekîtiya Jinan a Civakî û Polîtîk (Women’s Social and Political Union/ WSPU) kirin. Diruşma wan jî “Ne gotin çalak” bûye. Piştî salên dirêj ên xebatê keça Emmeline Christabel Pankhurst dibe yek ji pêşengên tevgerê.
Çalakiya fedayî
Emily Davison di 4'ê Hezîrana 1913'an de ji bo balê bikişîne ser mafê jinê yê hilbijartinê, dema pêşbaziya Kraliyetê de bi flamaya tevgera Sufrajetê, xwe avêt pêş hespa 5'emîn a George'yê. Armanca wê ew bû ku mafê jinê yê hilbijartinê bide bihîstindin. Emliy a ku bi awayekî giran birîndar bû di 8'ê Hezîranê de jiyana xwe ji dest da. Çalakiya wê pir bi bandor bû. Çimkî 300 hezar kesî li pêşbaziya hespan temaşe dikirin. Her wiha dîmenê pêşbaziyê jî dihat kişandin. Tenê ji bo di wan dîmenan de çalakiya wê bê dîtin û di serê temanşevanan de nîşanên pirsê yên çima jinek bi zanebûn xwe davêje ber hespan bê pirsin û gera li bersivê çêbibe.
Li hemberî tindiya polîsan û hemû mêran çalakî
Ev jinane ne tenê li hemberî êrîşên polîsan, di heman demê de li hemberî tindiya mêran jî çalakiyan pêşdixin. Di hinek çalakiyan de li polîsan xistine û ewqas serkeftîbûne ku di rojnameyan de nûçeyên weke jinên li polîsan xistine derketin. Wan jinan ser malên ku dizanîn şidetê li jinan dikin de digirtin û li mêran dixistin. Werzîşa jiu-jitsu a ku Jepon weke xweparastinê dibinin jî sofrajetan weke perwerde didan jinan.
Birçî man, canê xwe bexşandin û şer kirin, bi vînek mezin, li gel hemû êrîş û tindiyan jî çalakiyên xwe domandin û bi ser ketin. Di dîrokên cuda de li welatên cuda jinan mafê xwe yê bijartin û hilbijartinê bidest xistin. Sala 1918’an bi nêzbûna Şerê Cîhanê yê yekemîn re ser 30 saliyê jinan êdî karîn dengê xwe bikarbînin. Piştî xebat û têkoşîna deh salan, êdî ji 30 saliyê temenê dengdanê daket 21’an. Vî şerê demdirêj di dîrokê de bi xwe re guherînên herî giring çêkiriye.
Sibê: Emmeline Pankhurst a bi du keçên xwe Sylvia û Christabel ve ji bo bidestxistina mafê dengdana jinan tevgera WSUP ava kiriye.