Felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ bû nexşeriya tevgerên jinan – 3

Jinên Kurd ên ku felsefeya "Jin jiyan azadî" ji xwe re kirin nexşerê, ji bo azadiya çar parçeyên Kurdistanê bûn pêşeng, di ronahiya tevgera azadiya jinan de bi jinên cîhanê re têkoşîna hevpar didomînin.

DELAL SARI

Navenda Nûçeyan- Têkoşîna jinan a li dijî helwesta hikûmeta AKP’ê ya ku her diçe qada maf û azadiyê teng dike û azadiya ramanê ji holê radike, roj bi roj li her qadê mezin bû. Jinên ku li Rojavaya Kurdistanê pêşengiya şoreşê kirin, di refên herî pêş ên serhildanên Rojhilatê Kurdistanê de ne. Jinên Kurd ên ku felsefeya "Jin jiyan azadî" ji xwe re kirin nexşerê, di ronahiya vê felsefeyê de bi jinên cîhanê re têkoşîna hevpar didomînin.

Jinan li Geziyê rengê serhildanê guhertin

Hezîrana 2013’an hewldana gel a parastina qada jiyanê ya li Geziya Stenbolê li seranserê Tirkiye û Kurdistanê bersiv girt û veguherî berxwedanek. Jinan wekî her derê li Geziyê jî berxwedana xwe domandin.

Jinan carna bi çetelan bersiv dan êrîşên polîsan û hinek car jî li hemberî ava tazyîkli ya ji TOMA'yan dihat reşandin rawestiyan. Jinên ku gotinên zayendperest û xeberên mêraniyê yên li Parka Geziyê û dîwarên wê dihat nivîsandin bi rengê binefşî nixumandin, bi dirûşm û nivîsên xwe rengê serhildanê guherandin. Lê belê hikûmeta AKP'ê îtîraza ku bi çalakiyên aştiyane yên li kolanan dihatin derxistin wek sûcek nîşanê ji nedîtî ve hat, hewl da bi tundî bitepise.

Jin bûn pêşengên şoreşa Rojava

Bi şerê navxweyî yê ku di sala 2011’an de li Sûriyeyê dest pê kir, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ango navek din Rojava, bi pêşengiya Tevgera Kurd bi paradîgmaya “Demokratîk, ekolojîk, azadiya jinê” li ser bingeha hêza xwe ya xweser dest bi pêvajoya ji nû ve avakirinê kir.

Piştî destpêkirina şoreşê, êrîşên li ser axên Rojava piştî di Çileya 2014’an de ragihandina rêveberiya xweser zêde bûn. Çeteyên DAIŞ’ê ji 15’ê Îlona 2014’an vir ve êrîşî Kantona Kobanê ya ku di nava kantonên Rojava de herî zêde Kurd lê dijîn, kir. Piştî êrîşa çeteyên DAIŞ’ê li Kobanê şerê parastinê ku berxwedana dîrokî ya sedsala 21’ê ya ku nayê jibîrkirin hat jiyîn. Di roja 134’emîn a berxwedanê de, di dîroka 26’ê Çileya 2015’an de navenda bajêr ji çeteyan hate rizgarkirin. Berxwedana bajarê Kobanê li çar aliyên Kurdistanê, Ewropa û cîhanê bi çalakiyên girseyî hat piştgirîkirin. Dagirkeriya çeteyên DAIŞ’ê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî, di 23’ê Adara 2019’an de bi temamî bi dawî bû.

Gava li Rojava hewldana ji nû ve avakirina jiyana civakî berdewam kir, şert û mercên aştî û şer li pey hev hatin jiyîn. Tevgera jinên Kurd di vê atmosferê de ji bo jinûve avakirina jiyanê têkoşîna xwe berdewam dike, hem têkoşîna neteweyî û hem jî zayendî bi hev re didomîne. Tevgera jinên Kurd ku di hemû qadan de xwe birêxistin kir divê bi tecrubeyên xwe yên berê qezençkirine re, pêşengiya şoreşa Rojava dike.

Jin qanûnan dinivîsin!

Bi van guhertin û veguhertinan re jinên ku berê nikaribûn ji malên xwe derbikevin, di qadên aborî, çandî, civakî, siyasî û leşkerî de dest bi cihgirtinê kirin. Li herêmên Efrîn, Kobanê û Cizîrê tabûrên jinan hatin avakirin. Tevgera jinên Kurd, di qada giştî û taybet de polîtîkayên veguherandina têkiliyên civakî jî bi pêş xist, li dijî zîhniyeta mêr têkoşiya.

Jinên ku bi Şoreşa Rojava re rêxistinên xwe yên serbixwe xurt kirin, di hemû kademeya Rêveberiya Xweser de cih girtin. Jinên ku ji bo xeyalên xwe yên azadî û wekheviyê pêk bînin, bi nûnertiya ji sedî 50 beşdarî xebatên nû yên qanûnê bûn, ne tenê mafên xwe parastina demokrasiyê jî kirin. Jinên ku bi pergala hevserokatiyê di her qadê de pêşengiya xwe didomînin, mafên medenî ji bo hemû jinên etnisiyên biewle kir û pirzewacî û zewaca di temenê zarokatiyê de jî qedexe kirin.

Jinên Rojava ku destkeftiyên wan tenê bi mafên rewa re sînordar namîne, di Meclisa Edaletê ya Jinê ya ku ava kirine de ji bo neyîniyên di civakê de ji aliyê jinan ve bên nirxandin û encamdan normên hiqûqî yên guncaw ava dikin. Di jiyana civakî de biryarên der varê jinan de jî tenê saziyên jinan dikin. Jinên Rojava ji bo parvekirina tecrubeyên xwe bi Tirkiye, Kurdistan, Rojhilata Navîn û welatên Ewropayê re jî têkiliyên cuda didomînin.

Jinên Rojavayê, tevî êrîş, ambargo, gefên şer û dagirkeriyê jî, ji bo avakirina jiyanek azad berxwedana xwe mezin dikin. Hin mînakên destkeftî û geşedanên ku di pêvajoya ji nûve avakirinê ya pêşengiya jinan a ku bi şoreşa Rojava ya ku ji bo hemû jinên cîhanê bû bêhn, wiha ne:

* Li Rojava Mala Jin hat avakirin. Li Mala Jin a ku li hemû Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şaxên wê hene, perwerdeyên li ser dîroka jinan, wekheviya zayendî, saziya malbata demokratîk û xweparastinê tên organîzekirin û pirsgirêkên jin tên çareserkirin.

*Tevgera Jinên Ciwan hat avakirin.

*Tevgera jinên Kurd di sala 2005’an de Yekitiya Star ava kir. Yekitiya Star tevgereke jinên Kurd e lê ji bo endambûnê tu sînordarkirin nîne, her kesê ku rêziknameyê qebûl bike dikare tevli bibe.

*Îlham Ehmed wek hevserokatiya meclisê hat hilbijartin.

*Bi pêşniyara Yekitiya Star re Însiyatîfa Jinên Sûriyeyê hat avakirin. Di Însiyatîfê de jinên Kurd, Ereb û Suryanî jî cih digrin. Ne girêdayî tu partiyekê ye.

*Meclisa Qanûnsaz hat avakirin. Ji sedî 40 kotaya jinan tê parastin. Sedema vê yekê ew e ji ciwanan û pêkhateyên din re jî cih bimîne.

*Beşa jinan a Şaredariya Gel a bajarê Dêrikê ya girêdayî parêzgeha Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji bo ku jinên herêmê di jiyana aborî û civakî de bêhtir cih bigirin, gelek proje bi pêş xist. Gelek projeyên wekî xwaringeh, şitil, perwerdeya kompîturê û vekirina dibistanên dayikê hatin pêkanîn.

*Li şaredariya bajarê Qamişlo ya Dêrikê beşa jinan hat avakirin. Her meh hemû jinên şaredariyê tên cem hev û der barê xebatên xwe de biryar didin.

*Li Xwaringeha Çarçêla ya ji aliyê Şaredariya Dêrikê ve hatiye vekirin, tenê jin hatin îstîhdamkirin. Di piraniya xwaringehên bazarê de mêr dixebitin, li xwaringeha Çarçêla jin hem direvin hem jî dixebitin.

*Li Dêrikê projeya kreşa zarokan a bi navê “Kulîlkên Rojava” hat avakirin. Zarokên ji 4 mehan heta 4 salî tên girtin. Dema lênêrîn û pêşketina hişmendî ya zarokan didome, ji bo jinên ku di kreşê de dixebitin jî derfetên kar hatin pêşkêşkirin. Dîsa bi projeya “Hêviyên zarokan” ji bo zarokên 3-6 salî çalakî tên lidarxistin. Bi xebatên ku li kreşên zarokan meşandin re, tê xwestin ku bandora şer a li ser zarokan jî bê kêmkirin.

*Berpirsa Têkiliyên Derve ya Yekitiya Star a rêxistina jinan a Rojava Halîme Yûsif ji bo parvekirina tecrubeyên xwe yên li ser rêbazên têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan hat Tirkiyeyê. Halîme Yusif a ku li Tirkiyeyê bi gelek saziyên jinan re hevdîtin pêk anî, wiha got: "Ev cara ewil bû lê li gorî min têkiliyên me dê ji niha û pê ve jî bidomin." (2013)

*Yekitiya Star bi kongreya ku di sala 2016’an de li dar xist navê xwe weke Kongra Star guhert.

*Platforma Çalakiyên Hevbeş a Rêxistinên Jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat avakirin.

*Akademiya Jineolojiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat avakirin.

*Kongreya Avakirina Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat lidarxistin. Ji kongreya ku bi dirûşma “Yekitiya Jinên Azad, misogeriya Sûriyeya Demokratîk e” hate lidarxistin re, ji bilî 150 delegeyan, nûnerên rêxistinên jinan ên Rojhilat, Başûrê Kurdistanê, Ewropa û DYA’yê beşdar bûn. Di encamnameya kongreyê ku biryara avakirina "Meclisa Jinan" hat girtin de, hat destnîşankirin ku meclis dê bibe pira hevpar a di navbera hemû jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de.

Têkoşîna azadiyê ya ku li Îranê bi Jîna Emînî dest pê kir didome

Hikûmeta Molla piştî şoreşa sala 1979’an a Îranê, got ku cilên jinan ol û civakê dike nava xeteriyê û wek pêkanîna yekem ketina jinan a bêyî ‘hîcab’ a ji bo avahiyên giştî qedexe kir. Jinan demildest li dijî pêkanînê dest bi têkoşînê kirin. Lê hicab di hemû qadan de ji bo jinan hat ferzkirin.

Li kolanan demek dirêj mudaxeleyî cil û bergên jinan kirin û kesên ku guh nedan rêgezên hicabê, bi awayekî keyfî hatin binçavkirin û girtin.

Jinan 44 sal in li dijî polîtîkayên dijminatiya jinan ên rejîma Îranê her dem têdikoşiyan. Jinên ku hicaba ferzkirî qebûl nekirin her dem li ber xwe dan û guh nedan rêgezên hicabe. Li Îranê ku hemû qanûn li ser esasê şerîetê ne, jinan bi girtina xeteriya “mirinê” têkoşîna xwe ya azadiyê ya li dijî pêkanînên cudakar û newekhev domandin.

Herî dawî jî piştî qetilkirina Jîna Emînî (22) di 13’ê Îlona 2022’an de li bajarê Tahranê yê Îranê ji aliyê dewriyeyên Îrşad ên bi navê “polîsên exlaq” ve di binçavkirinê de hat qetilkirin, yekem bertek ji bajarê Seqizê ku Jîna Emînî lê ji dayik bûye hat. Ji ber ku Jîna Emînî Kurd bû, li bajarên Kurdan çalakî hêj zêdetir bûn. Xwepêşandanên ku li bajarên Kurdan dest pê kirin, di demeke kurt de li seranserê Îranê belav bû.

Serhildana ku bi pêşengiya tevgerên jinên Kurd bi dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’, ‘Yên ku xwişka min kuştiye, wê tune bikim’, ‘Ji zaliman re mirin bila yan şah yan jî molla be’ dest pê kir, veguherî têkoşîna azadiyê. Gelê Îranê piştî Jîna Emînî dest bi serhildanek mezin kir.

Dî dîrokê de bû sehneya çalakiyên ku nehatine dîtin

Îran bû sahneya ku awayên çalakiya jinan ên di dîrokê de nehat dîtin. Li Îranê ji ber cezayê negirtinê heye, jin li kolanan bê hîcab çalakiyan li dar dixin, hîcabên xwe şewitandin, dewleta ku ji kuştina mirovan gav paşve nediavêt, jinên Îranê bi cesareta mînak hema bibêje dîrok nivîsandin û dinivîsînin. Rejîma Îranê ku dixwaze vê têkoşînê bitepisîne, zarok jî di nav de bi sedan kes qetil kirin.

Jinên Îranê ku li gora rejîma Îranê agirê ku nayê vegerandin pê xistine, li Tirkiye Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê û jînên lî cîhanê çalakiyên piştgiriyê li dar xistin. Hinek mînakên çalakiyên jinan wiha ne;

*Di pevçûnên li kolanan de jinan ji mêrên ku li alî rawestiyabûn re gotin; ‘axa werin navê, li wê derê ranewestin.’ (2022)

*Di protestoyên li Îranê de jinên ku li dora agirê pêxistin kom bûn bi rêzê xwe nêzî agir kirin hîcaba xwe avêtin nava agir. (2022)

* Ji bo piştgiriya li Îranê li Tirkiye, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, welatên Rojhilata Navîn, Ewropa, Afrîqa jinan porê xwe birîn û hicabê şewitandin. Di çalakiyên ku hatin lidarxistin de dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ berz kirin. (2022)

*Ji bo azadiya îfadeyê Federasyona Rojnamgerên Kanadayê (CJFE) ‘Xelata azadiya ragihandinê’ da rojnamegerên Îranî yên girtî  Nilufer Hamedî û Elaha Mohammadi. Seroka CJFE Carol Off diyar kir ku Nilufer Hamedî û Elaha Mohammadî ji bo îfşakirina nêzîkatiyên tundiyê yên rejîma Îranê li hemberî jinan, azadiya xwe û jiyana xwe xistin metirsiyê xelat dan wan û got: “Ger ev rojnameger ne bi cesaret bûna, me yê rastiya qetilkirina Jîna Emînî nizanibûya.” (2023)

Dawî bû...