Efrîna ku bajarê jinan bû veguherandin cihê qirkirinê (3)

Dewleta tirk piştî ku Efrînê dagir kir bi riya îstîxbarata xwe û komên çete jinan hedef girt. Dagirkeran çawa ku berhemên dîrokî yên şopa jinan li ser wan bû, jiyana resen û civakîbûna jinan tune kirin, wisa jî êrîşê bedena jinan kirin.

BÊRÎTAN SARYA

Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriyeyê bi belgeyan îsbat kir ku ji 20’ê Çileya 2018’an ve heta niha dagirkeran 96 jin qetil kirine, 8 ji wan ji ber êrîşên zayendî dawî li jiyana xwe anîne û 72 jin jî rastî tecawizê hatine. Her wiha ji 700 kesên ku di bombebarana dewleta Tirk û êrîşên çeteyan de birîndar bûne 335 ji wan zarok, 216 jî jin in. Dagirkeran sala borî jî herî kêm 13 jinan û zarokek qetil kirin, 49 jinan û zarokek jî revandine.

Kiryarên ku piştî dagirkirinê li Efrînê pêk tên, ji yên ku hatine tesbîtkirin gelek zêdetir in. Tiştên ku ji aliyê dewleta tirk û çeteyan ve li şervana YPJ’ê Barîn Kobanê ya di Sibata 2018’an de jiyana xwe ji dest dabû hatibûn kirin di bîra me hemûyan de ne.

Li Efrînê di dema Rêveberiya Xweser de û di zagonên rêveberiya Sûriyeyê de jî zewaca di temenê biçûk de û pirzewaciya mêr hatibû qedexekirin lê bi dagirkirina bajar re zewaca di temenê biçûk de û pirzewacî serbest bû. Zextan li jinên ciwan ên Efrînî kirin ku bi çeteyên girêdayî Tirkiyeyê yên dagirker weke yên duyemîn, sêyemên û çaremîn bizewicin. Dagirkerên ku tu sînor, nirx û pîvanên exlaqî bi wan re tune ye, jinên zewicandî jî ji hevjînên wan veqetandin û bi zorê bi wan re zewicîn.

Jin bi tena serê xwe nikarin derkevin kolanan

Li Efrînê jin rojane di bin gefa dewleta tirk û çeteyên wê de ne. Jinên Efrînê yên bi sekn û îradeya xwe ya azad dihatin nasîn, ji ber tacîz, revandin, îşkence û êrîşa zayendî ya çeteyan êdî bi tena serê xwe nikarin derkevin derve. Wisa ye ku jinên bi hevjînên xwe re jî derdikevin derve rastî êrîşê tên. Girêdayî vê mijarê mirov dikare Nîmet Şêxo ya ku di Cotmeha 2021’ê de bi îşkenceyê hat qetilkirin mînak nîşan bide. Nîmet Şêxo ya 32 salî ji gundê Qûpê yê Recoya Efrînê bû. Nîmet ducanî bû, bi hevjînê xwe Xelîl Nesan re dema çûbû nexweşxaneya Qenber a Efrînê, li ber nexweşxaneyê ji aliyê çeteyên dewleta tirk ve hatibû revandin û ji ber îşkenceya lê hatibû kirin jiyana xwe ji dest dabû. Li gorî agahiyan endamên MÎT’ê gef li malbata Nîmet Şêxo xwaribûn ku sedema mirina keça xwe nebêjin.

Li Efrînê di 5 salan de gelek kesên ku hatin revandin û rastî îşkence û tecawizê hatin, ji Efrînê reviyan, hatin Şehba û herêmên Rêveberiya Xweser lê di serî de jin, gelek ji wan kesan tiştên ku hatine serê wan newêrin ji çepemeniyê re vebêjin û dibêjin ku ger biaxivin dê xizmên wan ên li Efrînê mane ji aliyê dagirkeran ve werin qetilkirin. Gelek ji wan kesan jî îtiraf kirin ku îstîxbarata tirk zextê li wan kiriye ku li dijî gelê xwe û Rêveberiya Xweser ji wan sîxuriyê bikin.

Li Efrînê zindanên îşkenceyê yên MÎT’ê û çeteyan

Bi teşwîq û koordînekirina dewleta tirk çeteyên SMO’yê revandina mirovan, îşkence û fîdyeyê ji xwe re kirine wekî bazara fînansê.  Di 18’ê Çileyê ciwanê bi navê Mihemed Ednan Silêman ê ji gundê Baflûrê yê Cindirêsê ji aliyê MÎT’ê ve hat revandin. Hejmare kesên ku di nava 5 salan de hatine revandin bû 8645. Aqubeta gelek kesên ku hatine revandin nayê zanîn. Ji wan kesan herî kêm 50 kesan birine Tirkiyeyê û ji derveyî zagonên navneteweyî li wê derê hatine darizandin û ceza girtine her wiha dagirkeran li Efrînê bi dehan zindan çêkirine.

Piştî dagirkirina Efrînê, komên çete hema bibêje li hemû gundan zindan çêkirine û kesên direvînin dixin wan deran. Her wiha li Efrînê hinek dibistan û avahî, ji bo MÎT’ê veguherandin cihên îşkenceyê û zindanan.

Çeteyan li Efrînê jinên ku revandin bedena wan teşhîr kirin û di van zindanên veşartî de qetil kirin. Di sala 2021’ê de ji ber nelihevkirina çeteyan di navbera hev de rewşa li zindanan jî derket holê. Gelek ji wan jinên ku ji Efrînê ne di wan girtîgehên veşarî de bi awayê tazî tên îşkencekirin. Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê heta niha 26 ji wan girtîgehên ku navend in belge kiriye.

Cihên îşkenceyê yên ku jin li wan tên girtin

Li gorî daneyên ku di sala 2021’ê de ketine dest çend cihên ku dagirkeran navê “Zindana reş” li wan kirine, jin û zarok li wan tên girtin û îşkencekirin ev in:

*Avahiya ku çapxaneya Ronahî lê bû, ji aliyê artêşa tirk ve bû zindana jinan.

*Zindana Elqela: Vê zindana ku li gundê Basûtê yê Efrinê ye, zêdetir jin, gelek kes lê girtîne. Li vê zindana ku li ser bedena jinan her cureyê îşkenceyê tê kirin, girêdayî Tugaya Hamza ye.

*Zindana Elberad: Ev zindana ku li navenda Efrînê ye, di kontrola çeteyên Cephet Elşamiyê de ye. Gelek ji kesên di zindanê de jin in û kesên ji gundan direvînin jî lê hene. Li jinên ku di zindana Elberad tên girtin her cure îşkenceya fizîkî û derûnî tê kirin.

*Zindana Elkerama: Ev avahiya ku yek ji dibistanên herî dîrokî ya bajar bû, piştî dagirkirinê xistin zindan. Ev zindana ku di destên çeteyên Feylaq El Şam de ye, cihê îşkenceyê ye, ji bo jinan odeyên taybet ên îşkenceyê hatine çêkirin.

*Zindana Mahkeme: Avahiya dadgehî ya dîrokî li navenda Efrînê ye. Ev avahî jî niha veguheriye zindanê. Di destên çeteyên Cephet El Şamiye û MÎT’ê de ye, bi taybetî jinên ku ji bajar û gundan direvînin li wê digrin.

*Zindana El-Îtîhada: Ev avahiya ku berê dibistan bû, piştî dagirkirina Efrînê kirin zindana jinan. Ev zindan niha cihê leşkerî yê girêdayî çeteyan e û jinên lê tên girtin, perwerdeya leşkerî ji bo wan tê dayîn.

*Zindana Mahmudiye: Ev zindanaku li navçeya Efrîn, Mahmudiyeyê ye ji aliyê çeteyên Hamzat ve tê kontrolkirin. Di zindanê de gelek girtî hene û di du beşên wê de jinên girtî hene.

Dawî…