Di Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de fakulteyên nû 3

“Pêşeroja me di zanîngehên me de teşe digire” Xwendekarên Zanîngeha Rojava yên ku heya niha di zanîngehê de dixwînin û xwendekarên ku tê de mezin bûne û niha di asta mamosteyan de xebat dikin li ser tevlibûna xwe zanîngehê dibêjin: “Em dixwazim hemû xwendekar werin bi zimanê xwe li zanîngeha xwe bixwînin. Pêşeroja me di zanîngehên me de teşe digire. Em ê bi hev re civakeke xwedî zanist ava bikin.”

“Pêşeroja me di zanîngehên me de teşe digire”
Xwendekarên Zanîngeha Rojava yên ku heya niha di zanîngehê de dixwînin û xwendekarên ku tê de mezin bûne û niha di asta mamosteyan de xebat dikin li ser tevlibûna xwe zanîngehê dibêjin: “Em dixwazim hemû xwendekar werin bi zimanê xwe li zanîngeha xwe bixwînin. Pêşeroja me di zanîngehên me de teşe digire. Em ê bi hev re civakeke xwedî zanist ava bikin.” 
ROJ HOZAN
Qamişlo - Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê weke zanîngehên avaker nifşên pêşerojê perwerde dikin. Xwendekarên ku di vê zanîngehê de dixwînin an jî xwendina xwe qedandine bi nirxdayineke cuda wê pênase dikin. Têkildarî mijarê xwendekarên Zanîngeha Rojava yên ku heya niha di zanîngehê de dixwînin û xwendekarên ku tê de mezin bûne û niha di asta mamosteyan de xebat dikin li ser tevlibûna xwe ji zanîngehê re nirxandin kirin.
Xwendekara bi navê Sîmav Heyder Fakulteya Jineolojî di zanîngeha Rojava de dixwîne û niha jî ber bi dawîkirina wê ve diçe wiha behsa beşdarbûna xwe ji zanîngehê re kir: “Piştî ku min refa amadehî di dibistana rejîmê de bi dawî kir, min dixwest ez tevlî zanîngeha Rojava bibim. Jixwe refa amadehî nû îsal li Herêma Cizîrê bû materyalên Rêveberiya Xwesr, ji bo wê di refa amadehî de min materyalên rejîma Baasê xwend. Li gorî min dixwest ez derbasî beşa Jineolojî bûm û niha jî ez derbasî sala wê ya dawî dibim piştî ku min jê du sal qedandin. Destpêkê min dixwest ez nas bikim bê Zanista Jineolojî çi ye? Ji ber yekem car di cîhanê de beşeke wiha di zanîngehan de tê dayîn. Astengî hebûn ji ber em ji dibistanên Erebî derbasî zanîngeheke Kurdî bûn û zehmetiyên me destpêkê di aliyê fêmkirina têgehan de hebûn. Di navbera herdu salên ku min qedandin de bi rastî zanyariyên pir fireh min girtin, ji ber zanista jin hemû zanistan di nava xwe de dihewîne. Her wekî din jî pir guhertin di kesayet, jiyan û fikrên min de dane çêkirin. Ez hînî maf, dîrok û îradeyê bûm ku jinan di serdemên berê de pêşengî kirine û heya niha jî di nava şoreşa jinan de barê vê pêşengiyê radikin. Di zanîngehê de wekhevî, hevaltî û mafê xwendekar pir li pêş e, desthilatdarî tune ye. Ez dixwazim hemû xwendeka werin bi zimanê xwe li zanîngeha xwe bixwînin. Pêşeroja me di zanîngehên me de ye.”
“Min xeyalên xwe yên şêwekariyê di Fakulteya Hunerên Bedew de bi cîh anî”
Xwendekara bi navê Hêvîn Ebdo ji navçeya Amûdê girêdayî Kantona Qamişlo Fakulteya Hunera Bedew sala duyemîn di zanîngeha Rojava de dixwîne. Hêvîn kêfxweşiya xwe bi pêkanîna xeyalên xwe di Zanîngeha Rojava de anî ziman û ev tişt got: “Ji zarokatiya xwe ve ez ji xêzkirinê hez dikim lê derfetên min tune bûn ez pîşeya xwe bi pêş bixim. Beriya niha min ji xwe re taybet mamoste dianîn da ku alîkariya min bikin di hînbûna pîvanên xêzkirinê de lê bi rengekî akademîk nedidan min. Dema zanîngeha Rojava deriyê xwe ji xwendekaran re vekir, min xwest ez jî di fakulteya ku jê hez dikim de bixwînim. Xeyalên min bû ez vegerim careke din pîşeya xwe di Hunera Bedew de bixwînim û bibim şêwekar. Di nava zanîngehê de min zimanê xwe yê Kurdî jî zêdetir bi pêş xist û rêbazên akademîk di vî beşî de hîn bûm. Min baweriyeke mezin û pêşerojeke bi armanc daniye pêşiya xwe. Derfeteke pir girîng bû ji bo me hemû xwendekaran vebû ku em hezkirinên xwe bînin ziman. Di beşa xwe de ez hemû xweşî û nexweşiyên civaka xwe bi riya xêzkirinê derdixim holê. Ez dixwazim piştî bidawîkirina zanîngehê asta mastr bixwînim û nifşê piştî xwe hîn bikim. Ez weke dayikeke xwendekar ez ê zarokên xwe jî bişînim zanîngeha Rojava, bila pêşeroja wan li vir be.”
“Ez derçuya Fakulteya Ziman û Wêjeya Kurdî me”
Mamosteya Fakulteya Ziman û Wêjeya Kurdî Canda Erefat ku niha ji zanîngeha Rojava derçûye û xebata xwe weke mamoste di vî beşî de berdewam dike wiha nêrîna xwe parve kir: “Di sala 2016’an de ez di nava yekem komê de bûm ku Ziman û Wêjeya Kurdî di zanîngeha Rojava de xwendin. Fakulteya Ziman û Wêjeya Kurdî pêwîst e çar salan bê xwendin lê di dema me de di nava du salan de me ev beş bi dawî kir, ji ber şert û mercên wê demê wisa dihat xwestin. Pêwîstiyên civaka me û dibistanan pir hebûn ku em zû ji zanîngehê derbiçin, ji bo wê me materyalên pir zehemt xwendin heya îro em gihîştin vê astê. Di dawiya sala 2018’an de ez ji zanîngehê dercûm, wê demê hejmara me jî ne ewqas zêde bû. Bi şoreşê re pêleke mezin ji mirovên civaka me berê xwe dan hînbûna zimanê Kurdî, ji bo wê em jî di nav tevgera wê de bûn. Di vê fakulteye de me ew zengîniya zimanê xwe bi rengekî akademîk derxist holê. Pêvajoyeke pir hesas bû û derfet jî pir kêm bûn.”
“Piştî qedandina Zanîngeha Rojava mamostahiyê dikim”
Canda di domandina axaftina xwe de bal kişand ser kûrahiya beşa Wêjeya Kurdî û pergala ku di dema wan di zanîngehê de dihate meşandin û wiha pêde çû: “Wêjeya Kurdî deryayeke berfireh e û tê de çanda civakan tê vegotin lê mixabin desthilatdaran ev derya miçiqandibû. Hemû cureyên wêjeyê peyda dibûn û pêwîst bû werin nivîsandin û hînkirin. Fakulteya Wêjeya Kurdî xwedî pergaleke bingehîn bû û bi xwe re afrîneriyên nû anîn. Di zanîngeha Rojava de em di nav kûrahiya wê zanistê de bûn. Berî niha me di zanîngehên rejîmê de jî xwendiye, em nikaribûn nêzî odeya rêveberiyê bibin û daxwazên xwe bînin ziman, hem ziman cuda bû û ew danûstandin tunebû. Li Zanîngeha Rojava danûstandinên me û xwendekaran li ser esasê hevaltî û rêzdariyê ye û heya niha ev yek berdewam dike. Fakulteya Wêjeya Kurdî di nav xwe de helbest, roman, rêziman û rastnivîsê digre dest û di roja îro de em dikarin lêkolînên xwe li ser wê bingehê berdewam bikin. Piştî derçûna min ji zanîngehê du salan di asta pisporiyê de jî em hîn dibûn û ez niha di beşeke taybet de di nav Wêjeya Kurdî de wekî mamoste xebata xwe didim meşandin. Xwendina ku me di du salan de qedand niha ji bo 4 salan hatiye dabeşkirin, helbet kûrbûn û firehî jî ketiye nava xalan û şîroveyên bi nirx tên kirin. Niha pergal jî hatiye guhertin, ji ber ku êdî derfet ji xwendekar re vekiriye xwendina xwe di asta mastr de berdewam bike. Ez dixwazim hemû xwendekar bi dilekî germ nêzî xwendina xwe bibin û hêviyên xwe di Zanîngeha Rojava de pêk bînin.” 
“Min xwest di Fakulteya Jineolojiyê de bixwînim”
Mamosteya bi navê Sewsen Remo Fakulteya Jineolojî di zanîngeha Rojava de qedandiye û niha jî di Komîteya Rêveberiya Dibistanan de xebata xwe didomîne. Têkidarî beşa xwe û xebatên ku niha tê de cih digre ji me re axivî: “Di sala 2017’an de ez di nava yekem koma Fakulteya Zanista jin Jineolojî de bûm, dema ev fakulte vebû em bi vîneke xurt tevlî wê bûn, ji ber zanisteke pir bi nirx e ji bo me tevahî jinan. Tê de hemû ziraviyên girêdayî dîrok û afirîneyên jinan şîrove dike. Jineolojî zanisteke bala xwe dide lêkolînan û westandin jê re pêwîst e. Di aliyê kesayetî de mirov jê sûdê werdigre û guhertinên bingehîn bi xwe re tîne. Xwendekarên Zanîngeha Rojava hemû derfetên kar ji wan re vekirî ne û dikarin rehet xebata xwe bidomînin. Dema min reklama Jineolojî ser televîzyonê dît ku cara yekem wê fakulteyeke wisa bê vekirin, min xwest ez ji xwendekarên destpêkê bim ku vê zanistê nas bikim. Tiştên em di zanîngehê de hîn bûne niha di karê me de pir alîkariyê didin me û wiha em di xebatên xwe de serkeftî ne. Dewreya me ya yekemîn bû mamosteyên me her tişt bi nîqaş û şîrove em hîn dikin. Ez bi hêvî me hemû xwendekar dema xwe bidin xwendina xwe û bi hezkirin nêz bibin. Dibe ku her dem derfetên wiha bi dest me nekevin, ji ber ku em nizanin pêşerojê ji me re çi tîne lê ya girîng em niha bi ziman, çand û dîroka xwe dixwînin û dixebitin.” 
Qediya…