Di şerê serxwebûna Cezayirê de rola jinan (4)

Serhildana 1’ê Mijdarê Serhildana 1’ê Mijdara 1954’an di heman kêliyê de li 72 deverên cuda yên welêt despêkir û li gel hemû êrîşên giran jî nevemirî heta serxwebûnê…

Serhildana 1’ê Mijdarê
Serhildana 1’ê Mijdara 1954’an di heman kêliyê de li 72 deverên cuda yên welêt despêkir û li gel hemû êrîşên giran jî nevemirî heta serxwebûnê… 
Navenda Nûçeyan - Stêrka Bakurê Efrîqayê di sala 1935’an de vegeriya Partiya Gelê Cezayirê (PPA) û di heman salê de Partiya Komunist a Cezayirê jî hat avakirin. Dema ku dibiniya vê partiyê de şerê serxwebûna welat dihat dayîn Partiya Kominîsta Fransayê di hewayek cuda debû. Xebatên van partiyan hêdî hêdî hişmendiya netewî didan çêkirin. Piştî komkujiya Stifê êdî hêrsa gel weke lêhiyê bi ser mêtîngeran de çu û nema karîn xwe li ber bigirin.
Serhildana 1’ê Mijdarê
1’ê Mijdara 1954’an li 72 deverên cuda yên Cezayirê welatî rabûn serhildanê. Welatiyên hêza leşkerên Fransa ya wê rojê pir derbaskiribûn, çavê artêşa Fransa tirsandin û takviyeyên şandin ser welatiyan. Welatiyên êdî ti êrîşan nedikarî çavê wan bitirsîne Eniya Rizgariya Netewî (FLN) û Komîteya Çalakiyan a Yekîneyên Şoreşger (CRUA) avakirin. Ev cesaret û biriyardariya wan ji şerê serxwebûna welat ê 8 salan dom kirî re bûn bingeh. Di vî şerî de êşên ji demên mêtîngeriyê girantir hatin jiyîn, yek miliyon û nîv Cezayiriyan jiyana xwe ji dest dan. 
Di nava yekîneyên berxwedanê de 11 hezar jin
Bi pêşengiya jinên weke Lala Fatma yê jinan jî berê xwe dan eniyên berxwedanê. Tê gotin ku 11 hezar jinan di nava yekîneyên berxwedanê de cîh girtine, dibe ku ev hejmar mezintir jî be. Piraniya jinên niştecihên bajaran, xwendekar û heta astekê perwerde kirî di nava FLN’ê de cîh girtin. Jinên gundewaran û herêmên bejayî ku ji sedî 80’ê yê wan bê xwendin raste rast berê xwe dan eniyên berxwedanê. Ji yekîneyên sabutajê, heta tenduristî û qada civakî jinan xwe di hemû qadan de birêxistin kirin û ji berxwedanê kêm neman. 
Weke Suheyle îşkenceyên giran pê dan kirin û dibin çavan de winda kirin, weke Zelixayê bi birîndarî îşkence kirin û ji bo wenda bikin birîndar ji balefirê avêtin herêmek nediyar. Cardin jî çavê wan netirsandin û nekarîn berê wan ji eniyên berxwedanê vegerînin, ji ber wekedin ti şansê wan nebû û tir rêyên dinê li pêşiya wan nehêlabûn. 
Ji bo girtina endamên FLN’ê îşkenceyên giran kirin
Ji bo şikandina bandora FLN yê artêşa Fransa ket nava hewildanan, hinek leşker bi paraşutan şandin hinek deverên nikarin xwe bigihîninê. Ji bo ji sînorê Fas û Tunusê ve piştevaniya berxwedanê çê nebe wan sînoran hemû bi têlên çevîk girtin. Bi îşkenceyên giran mirov dixistin û jê dixwestin cihê berxwedêran nîşa wan bikin. Dema teslîmnebana jî îşkenceyên giran li wan dikirin. Ji xwe gundî bi malbatî digirtin û îşkence dikirin, despêkê zilam dibir heta nefes pêre derkeve îşkence dikirin dema tiştek nedigot vêcarê jî zarokên wî danîn ber çavan îşkence dikirin, dîsan jî vînek mezin nîşan didan û tiştek nedigotin.
Serê 24 kesên pêşeng jêkirin û bi xwe re birin
Di navbera salên 1838 û 1865'an de lîderên ku li dijî mêtingeriya Fransayê di berxwedanê de hatin kuştin, serê wan hatibû jêkirin û kiloxên serê 24 kesan birin di depoyek a muzeya bi navê Musee de l'Homme ya Parîsê de danîne. 56 sal piştî serxwebûna Cezayirê Serokkomarê Cezayîrê Abdulmajîd Tebbûne di sala 2018’an de daxwaza girtina wan kiloxan kir. Di 3 yê tîrmeha 2020’an de girt.
Sala 1962’an welatê xwe ji  bin destê Fransa azad kirin. Dema ku Fransa ji Cezayirê derket li peyî xwe welatek xirabe, 2 miliyon mirov di kampên komkirinê de û nîv miliyon jî reviyane welatên derdorê hêla.
Sibê: Fermandara Yekîneyên Berxwedana Cezayirê Lala Fatma
(Necah Meîş/Hêlîn Gemo)