Di şerê serxwebûna Cezayirê de rola jinan (3)

Cezayir ji hêla Fransa û Osmaniyan de bi salên dirêj ket bi zilm û neheqiyê de. Her dagirker şêwazê perwerdê, kevneşopî û çanda wê li gorî berjewendiyên xwe didan guhertin. Her wiha jî şêneyên xwe li şûna gel bi cih dikirin.

Fermandar Xaliya li hember dagirkeriya Osmaniyan çeper girtiye   

Navenda Nûçeyan - Di sala 1516’an de dema ku Îspanya êrîşî Cezayirê kir, Cezayirê hem li ber xwe da, hem jî alîkarî ji cîranan xwest. Împeretoriya Osmaniyan a wê demê welatên Deriya Sipî hemû dixist bin hakimiyeta xwe û heta Efrîqa jî diçu, li benda tiştek wihabû. Bi hinceta li hemberî Îspanya alîkariya Cezayirê bike, kete welatê wan û carekdin derneket. Di bakurê Efrîqa de Cezayir welatê despêkêbû ketî dibin mêtîngeriya Osmaniyan. Heta sala 1830’an hemû dewlemendiyên welat talan kir. Bi têkçuna împeratoriyê û vegera dewleta netew re ji Cezayirê vekişiya. Di pêvajoya mêtîngeriya 320 salan de hemû serweriya welat xistibû destê xwe. Mafê rêveberiya ti sazî û dezgehan ji welatiyên Cezayirê re nehêlabû. 
Fermandar Xaliya li hemberî dagirkeriya Osmaniyan şerkiriye
Fermandar Xaliya ya Cezayîrî di şerê li hemberî mêtîngeriya Împeretoriya Osmaniyan a li ser welatê xwe de biserdikeve. Yek ji jinên çeleng ên navê xwe li dîrokê hêlayî Fermandar Xaliya El Beqemiya ya Cezayîri ye. Xaliya fermandariya artêşê kiriye. Pêvajoya ku Xaliya di rêveberiya artêşa Cezîra Ereban de ye di bin fermandariya wê de qebîleya El bedû û El wehabiyan yên ku demdirêj dijberiya hev dikirin tên gel hev û li himberî hikmdariya Osmaniya şar dikin. Dibin fermandariya Xaliya de li hemû Cezîra Ereban şer despêdike. Di şer de artêşa Xaliya biser dikeve.  
Xaliya çeperên parastina Cezîrê bihêz kiriye
Di sala 1811’an ango çaxa 19’an de Xaliya li beramberî Mihemed Alî Paşa wekîlê Împeretoriya Osmanî disekine. Osmanî hevjînê Xaliya qetil dikin. Dema Xaliya dibihîze ku hevjînê wê hatiye qetil kirin pir hêrs dibe û bi wê hersê xwe amade dike ji şerê li himber Osmaniyan re. Hêzên Mihemed Alî di sala 1813’an de digihin ser sînorê welatê Xaliyayê û dixwazin têkevin navê. Beriya wan  Xaliya amadekariyên xwe kiriye, bi hêza xwe ve êrîş dike û nahêle Osmanî axa wan dagir bikin. Çend rojan ser hev êrîş dikin. Xaliya li pêşiya wan kemînê didane û nahêle Osmanî derbazî welatê wê bibin. Bi vî şêwayî Xaliya bi sekna xwe ya biheyîbet serdikeve û bi serketî navê wê derbazî pelên dîrokê dibe.  
Dagirkeriya Fransa
Hê Osmanî paşde dikişiya vêcarê jî dagirkeriya Fransa despêkir. Di pêvajoya dagirkirinê de gelek komkujiyên giran kirin, yek ji wan jî komkujiya Setifê ye. Li gorî belgeyên fermi di wê komkujiyê de 45 hezar welatiyên Cezayirê qetilkirin. 
Di sala 1827’an de Fransa şerê ketina Cezayirê despêkir, heta 1830’an xwe li navenda paytexta wê asê kir û dest bi êrîşên qirkirinê kir. 30 salan şer domand heta hemû deverên welat girt bin destê xwe. Di van 30 salan de gelek qebîle û niştecihên herêmî tine kir û komkujiyên mezin bi ser welatiyan de anî. Bi navê ‘Tîmên Înfazê’ komên nediyar çêkirin, bi destê wan hezaran welatî qetilkirin û di gorên komî de veşartin. Hinek ji wan jî xistin balefirê bi ser Derya Spî ve rakirin çîmento bi lingê wan ve kirin û ji balefirê avêtin binê deriyayê.
5 miliyon mirov qetil kirin
Fransa sala 1830’an Cezayir dagirkir û di cîhanê de komkujiyên herî mezin li ser gelê wê da çêkirin. Di mêtîngeriya 132 salan de 5 miliyon mirov qetil kir û hemû dewlemendiyên wê yên ser erd û bin erd ji xwe re bir. 1954’an şerê serxwebûna welatê xwe dan destpêkirin û sala 1962’an welatê xwe ji  bin destê Fransa azad kirin. Dema ku Fransa ji Cezayirê derket li peyî xwe welatek xirabe, 2 miliyon mirov di kampên komkirinê de û nîv miliyon jî reviyane welatên derdorê hêla.  
Komkujiya 8’ê Gulanê
Di pêvajoya duyemîn Şerê Cîhanê de Fransa bi zorê berê bi deh hezaran Cezayiri yan da eniyên şer û di şerê qet eleqeya wan pê neyî de dan kuştin. Bi dawîbûna duyemîn Şerê Cîhanê de welatiyan bi pankartên ‘Misilman şiyar bibin’ û alayên cezayirê pîrozbahî lidarxistin. 8’ê gulana 1945’an leşkerên Fransa welatiyên di pîrozbahiyêdebûn gulebaran kirin û komkujiyên mezin bi serê wan anîn. Di komkujiyên Setif û Guelma yê de 45 hezar mirov qetilkirin. Di van komkujiyan de leşkerên Fransayê balefirên şer, tang û gelek çekên giran bikaranîn. Di van êrîşan de ji derveyî leşkerên Fransa mirovên ji welatên derdorê yên dibin mêtîngeriya xwe de kom kirî jî dan xebitandin. 
Mizgeft xirakirin li cihê wan dêr avakirin
Mudaxeleyî baweriya wan jî kirin, her kî ji bo nimêjê diçu mizgeftê sax venedigeriya. Dawiyê mizgeftên wan jî hemû xira kirin û di cihê wan de dêr avakirin. Di van guhertinên cihê îbadetê de nerazîbûnên mezin çêbûn. Her ku nerazîbûn nîşan didan rastî êrîşên giran dihatin. Ji bo ku Mizgefta Ketşawayê bikin dêr 4 hezar misilman qetilkirin. Bi qetîamên mezin ew cihên îbadetê hemû xirakirin.
Qedexekirina zimanê Erebî û bişaftin
Di 24'ê Kanûna 1904'an de biryar ji hêla hikûmeta Fransa ve hat dayîn ku bi zimanê Erebî li Cezairê dibistan venebin. Miletê Cezayirê li hemberî siyaseta mêtîngeriyê bêdeng neman û li hemû deveran bi silogana "Islamiyet ola meye, Erebî zimanê meye û Cezayir welatê me ye" li dijî wan sekinîn.
Fransa polîtîkaya bişaftinê di qada perwerdê de jî xist meriyetê, li hinek deveran Erebî bi giştî qedexe kir, li hinek deveran jî bi astengiyan anî rewşa bêderfetiyê. Bi guherîna zimanê perwerdê ji Erberî bo Fransî armanc dikirin ku civaka  Cezayirê cahîl bihêle û bi demê re gihan hedefa xwe. Ji xwe di encama polîtîkaya wan a xwendinê de ji sedî 80’ê welatiyan xwendin û nivîsîn nizanîbûn. Ev rewş jî li hemberî hişmendîkirin û li hemberî dagirkeriyê rabûna gel dida zorê. Di pêvajoya mêtîngeriyê de li welat tenê zanîngehek dihat dîtin, ew jî ji bo gihandina rêveberên mijokdarbû. Destur nedida bi zimanê herêmî rojname jî derkevin.  
Di dibistanên xwe de her beyanî sonda “Dayika min Fransa ye” bi zarokan didan xwarin. Zarokên wê demê hemû tişt li ber çavê wan dihat kirin di ber xwe de wê sondê vedigerandin navê welatê xwe û digotin. Yek ji wan zarokan jî sembola berxwedana Cezayirê Cemile Bouhired wê demê deh salî bû û di wan dibistanan de dixwend. Wê jî weke zarokên hevalên xwe di ber xwe de digot “Dayika min Cezayire…”
Koçberî
Dagirkeran gelek şêwazên siyasetê li ser sivîlan dimeşandin, weke koçberî, xizanî û bihabûna alavên bazaran. Ev jî têr nedikir welatî koçber dikirin, li cihê wan jî biyaniyên ji deverên cuda danîn li ser mal û milkên wan didanîn. Li herêmên bejahî du miliyon gund valakirin. 
Sibê: Li hemberî dagirkeriyê rêxistinkirina berxwedanê.
(Necah Meîş/Hêlîn Gemo)