Cara yekem bikaranîna bombeya mîsketê ya li Til Temirê nîşaneya çi ye?

Piştî hevpeymana 17 û 22'ê Cotmeha 2019'an ku di navbera dewleta tirk, Rûsya û Amerîkayê de der barê agirbesta ku li herêma Serêkaniyê û Girê Spî-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de hat ragihandin, bi hezaran car ji aliyê dagirkeriya tirk ve hat binpêkirin.

SORGUL ŞÊXO

Heseke - Piştî hevpeymana 17 û 22'ê Cotmeha 2019'an ku di navbera dewleta tirk, Rûsya û Amerîkayê de der barê agirbesta ku li herêma Serêkaniyê û Girê Spî-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de hat ragihandin, hatibû îmzekirin, bi hezaran car ji aliyê dagirkeriya tirk ve hat binpêkirin. Di heman demê de binpêkirina agirbestê nîşan dide ku dewleta tirk rêz neda û nade zagonên mirovî yên navdewletî û bênavber gundên sivîlan dide ber topan. Bi dehan sivîl şehîd û birîndar bûne her wiha deverên giştî wekî dibistan, Saziyên Xizmetguzarî wekî Şaredariya Gel û Meclisa Bajarokan her wiha deverên olî jî hatine topbarankirin.

Di vê hefteyê de tenê mirov dikare bibêje ku bi rengekî ne eşkere dewleta tirk dixwaze êrîşên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku di nav de Til Temir û gundewarên wê hene îlan bike. Ji ber di vê hefteyê de dewleta tirk a ku xwe xwediyê îslamê dibîne û qaşo mizgeft û dêran diparêze, Dêra Mar Sawa ya li gundê Til Tewîl ku rojavayî navçeya Til Temirê dikeve topbaran kir. Her wiha berî çend mehan jî mizgefta gundê Dirdara ku li bakurî navçeyê dikeve dîsa topbaran kiribû. Bêguman, êrîşên ku îro çêdibin û jiyana sivîlan dixin xeterê ne tiştekî nû ye lê ne tiştekî ji rêzê ye jî. Divê ku cîhan bi vî çavî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê binêre û plana qirkirina gelê herêmê bi hemû neteweyên wê ku bi destên hêzên hegemonîk û navdewletî çêbûne didin meşandin rawestînin. Divê ku bizanibin ên li wir dijîn jî mirov in û mafên wan ên jiyanê hene, nehatine cîhanê ji bo mirinê.

Topbarana Dêra Mar Sawa ya li Til Temir

Çawa ku çeteyên DAIŞ’ê di êrîşa xwe ya 2015'an li ser navçeya Til Temirê de, 8 dêrên Aşûriyan li gundewarên navçeyê teqandin, îro dewleta tirk a dagirker heman tiştî bêyî ferq û cudahî dike û dêra Mar Sawa ya ku bûbû qibleya gelê me yê Aşûrî, tê de rê û resmên xwe pêk dianîn û bi zingilê dêrê şêniyan bi aramiyê hîs dikir, topbaran kir. Divê ku deverên olî di şer de werin parastin lê dewleta tirk bi çavsorî û polîtîkayeke qirêj dêr kir hedef û ev yek jî rastî bêdengiyeke navneteweyî hat. Berê bi şûran Aşûrî, Ermen û Suryanan qetil kirin, niha jî bi topan dixwaze wan qir bike. Gelê Aşûr li cem Kurd û Ereban li vir li ber xwe didin û ev yekitiya wan bi xwe bûye sedem ku dewleta tirk har û dîn bibe û dev biavêje her derê.

Bikaranîna bombeyên mîsketê

Ne tenê ev, di 4'ê Hizîranê de bi giranî ji saet 04:00 berbangê heya 09:00'ê sibehê dewleta tirk û çeteyên wê gundê Um El-Kêf ku bi sedan sivîl lê dijîn, dan ber bombeyan. Lê bombeyên vê carê cuda bûn, ne wekî topên ku her dem dihatin avêtin bûn. Vê carê li ber çavên cîhanê û bi agahiya hêzên navdewletî ku dewleta tirk bi xwe endamê NATO yê ye, bombeyên mîsketê barandin. Yekemîn car e li navçeya Til Temirê bombeyên mîsketê tên avêtin. Dema ku bombeyên mîsketê tên avêtin, hinek caran nateqin û dikevin merheleya mayinan, di nava axê de xwe belav dikin. Bêguman dema ku wisa dibe bi roj, meh û salan dimînin. Ev yek xeteriyeke mezin li ser jin, kal, pîr û zarokan dide avakirin. Bi taybetî li ser zarokên ku bi gogê li nav erdan dilîzin her wiha şivanên pez jî.

Bombeyên mîsketê bi berfirehî di pevçûnên cihêreng ên vê dawiyê ji şerê Kosovayê heya Iraq û başûrê Lubnanê de hatine bikaranîn. Her wiha ji sedî 40 ji van bombeyan nayên teqandin û dibe ku bi sedsalan jî bimînin. Bombeyên mîsketê ku di Şerê Vîetnamê de bi berfirehî hatine bikaranîn, bi sedan guleyên topavêj, bombe û roketên ku wan li deverên mezin belav dikin, hin ji wan jî tavilê nateqin.

Bombeya mîsketê bi salan neteqiyayî wekî marê nîvkuştî dimîne

Bombeyên neteqiyayî bi salan dimînin lê dema ku dest li wan bikeve diteqin. Ev cebilxane bi gelemperî bala zarokan dikşîne ser xwe, yên biçûk bin û rengên geş bala wan dikşîne. Ger destê xwe bidin wan an jî kevirekî li wan bixin diteqin û di encamê de ew zarok dimrin. Ev bombe jî erdhejek e ne normal bi xwe re çêdikin her wiha heya 2 km. bandorê çêdikin.

Ger ku Tirkiyeyê ji bo vê bombeyê erêkirin girtibe dê xwe ji êrîşên nû re amade bike

Bikaranîna vê bombeyê dikeve rêza sûcên şer her wiha bikaranîna vê çekê bi xwe jî di asta navneteweyî de hatiye qedexekirin. Ji lewre divê ku hêzên garantor Rûsya û Amerîka bi rengekî pir cidî li vê bûyerên binêrin û çareseriyê bibînin, ji ber ku dema ev yek berdewam bike dê di rojên pêş de hinek çekên din ên qedexekirî bi kar bîne û tu hêz dengê xwe neke.

Ger ku îro dewleta tirk a dagirker erêkirinê ji bo bikaranîna çekên qedexekirî girtibe, wê demê dûr nîn e ku sibê dê dest bi êrîşeke berfireh li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bike. Em bi êrîş û şerekî pir mezin re rûbirû ne ji lewre divê ku her kes li gorî erk û misyona xwe tevbigere.