Bêrîvan Xalid: Kongra Star derfeta pêşketinê dide jinan

Endama Koordînasyona Kongra Star Bêrîvan Xalid, got: “Kongra Star gelek proje û derfet ji bo jinan bipêş xistine da ku jin bikaribin xwe ji aliyê aborî ve serbixwe bibin, hêza xwe bipêş bixin û di biryardayînê de xwedî roleke çalak bin.”

NEXEM ÇAÇAN

Qamişlo – Her sal di 25’ê Mijdarê de, li gelek welatên cîhanê çalakî û kampanyayên cuda tên li darxistin da ku balê bikşînin ser tundiya li dijî jinan û girîngiya têkoşîna li dijî wê. Ev roj ne tenê roja bîranîna jinên qurbanî yên tundiyê ye, di heman demê de sembola berxwedan, azadî û daxwaza avakirina civakeke wekhev e jî.

Dîroka vê rojê vedigere sala 1960’an, dema ku sê xwişkên Mirabal, Patria, Minerva û María Teresa, li Komara Domînîkê ji ber çalakiyeke siyasî û dijberiya rejîma diktator Rafael Trujillo hatin kuştin. Ew bi navê “Las Mariposas” ango “Perî” dihatin nasîn û di 25’ê Mijdara 1960’an de ji aliyê hêzên girêdayî rejîmê ve hatin kuştin. Kuştina wan, bû sembola têkoşîna li dijî zilm û tundiyê.

Di sala 1981’an de, tevgerên jinan 25’ê Mijdarê wekî roja têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan destnîşan kirin. Paşê, di 17’ê Kanûna 1999’an de Neteweyên Yekbûyî bi biryara 54/134 vê rojê wekî Roja Cîhanî ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan ragihand. Ji wê rojê ve, 25’ê Mijdarê bû derfeteke navneteweyî ji bo bilindkirina dengê jinan, eşkerekirina rastiya tundiyê û bangkirina li hemû civakê ya ji bo têkoşîna li dijî tundiyê.

Tundî li dijî jinan pirsgirêkek mafên mirovan û civakê ye

Tundiya li dijî jinan yek ji pirsgirêkên herî berbiçavin ên civakên cîhanê ye. Ev pirsgirêk bi erdnîgarî, çandî û aborî sînordar nabe, her wiha di awayên cuda de di jiyana rojane ya jinan de jî xwe nîşan dide. Tundî ne tenê bi lêdan û birîndarkirinê sînordar e. Gef, heqaret, kontrolkirina jiyana kesane, zewaca bi zorê, astengkirina mafê perwerdehiyê, îstismara zayendî û bêparhiştina jinan a ji mafên aborî jî, di nava cureyên tundiyê de ne.

Di heman demê de, bi pêşketina teknolojiyê re tundî derbasî qadên dîjîtal jî bûye. Tacîz, gef, şopandina bê destûr, şantaj û belavkirina wêneyên kesane bê razîbûna jinan, ji awayên nû yên tundiyê ne. Ev rewş nîşan dide ku tundî ne pirsgirêkek kesane ye, her wiha pirsgirêkeke civakî ye ku bi newekheviya zayendî, hişmendiya baviksalarî û têkiliyên hêzê ve girêdayî ye.

Rastiya tundiyê bi zimanê hejmaran e

Di van salên dawî de hişmendiya navneteweyî ya li ser tundiya li dijî jinan zêde bûye, lê hejmarên navneteweyî nîşan didin ku ev pirsgirêk hîn jî berfireh e. Li gorî daneyên Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê, nêzî ji sê jinên 15 salî û jortir yek, di jiyana xwe de rastî tundiya laşî an zayendî ya hevjînê xwe an tundiya zayendî ya ji aliyê kesên din ve hatiye. Her wiha, li gorî rapora Neteweyên Yekbûyî ya sala 2024’an, nêzî 50 hezar jin û keç ji aliyê hevjîn û malbatê ve hatine kuştin. Ev hejmar nîşan dide ku bi navînî her roj 137 jin û keç hatine qetilkirin. Lê hejmarên fermî hemû bûyeran nagirin, ji ber ku gelek jin ji ber tirs, zextên malbatî, şerm an nebûna piştgiriyê nikarin tundiya ku dibînin, belge bikin. Ji ber vê yekê, pêdivî bi mekanîzmayên tomarkirin û şopandina bûyeran yên xurt heye, her wiha ji bo jinên ku rastî tundiyê tên, derfetên bi ewle yên daxwazkirina alîkariyê bên peydakirin.

Bandorên tundiyê ku li ser jin û civakê dibin

Bandora tundiyê ne tenê di dema pêkhatina wê de tê nîşandan, di heman demê de encamên wê dikarin demeke dirêj bidomin û bandor li hemû aliyên jiyana jinan bikin. Di warê derûnî de, jinên rastî tundiyê hatine dikarin bi tirs, stres, xemgînî, bêxewî û windakirina baweriyê bi xwe re rû bi rû bimînin. Di warê laşî de jî, tundî dikare bibe sedema birîndarî û pirsgirêkên tenduristiyê.

Her wiha, tundî dikare derfetên jinan di warê perwerdehî, kar û beşdariya civakî de sînordar bike. Hinek jin ji ber zext û kontrolê nikarin jiyana xwe ya kesane bi awayek azad birêve bibin. Zarok jî ji encamên tundiyê bêpar namînin. Dema zarok di hawîrdora tundiyê de mezin dibin, dikarin rastî pirsgirêkên derûnî û civakî bên û ewlehî û baweriya wan bi têkiliyên mirovî zirar dibîne. Ji ber vê yekê, têkoşîna li dijî tundiyê ne tenê parastina jinan e, her wiha parastina zarokan û tenduristiya tevahiya civakê ye jî.

Sedemên bingehîn ên domandina tundiyê

Ji bo çareserkirina tundiya li dijî jinan, pêwîst e sedemên bingehîn ên wê bên nasîn. Yek ji faktorên sereke, hişmendiya baviksalarî û têgihîştinên kevneşopî yên ku jin wekî keseke xwedî mafên serbixwe nabînin. Her wiha, nebûna serbixwebûna aborî, cudakariya zayendî, nebûna yasayên parastinê û bêbandoriya sepandina wan, dikarin şertên domandina tundiyê xurt bikin. Di hinek civakan de, tundî wekî pirsgirêkek navmalbatî tê dîtin û kesên derdorê ji destwerdanê dûr dimînin. Ev bêdengî dikare tundiyê normal bike û kesên ku wê pêk tînin, bê berpirsyarî bihêle.

Ji aliyekî dinê ve, tirs ji şermezarkirin, cudakariyê û nebûna piştgiriyê, dikare jinan ji ragihandina bûyeran dûr bixe. Ji ber vê yekê, guherandina hişmendiya civakê û avakirina mekanîzmayên bi ewle yên parastinê, ji bo bidawîkirina vê pirsgirêkê girîng in.

Kampanyaya 16 Rojên Çalakiyan

Piştî 25’ê Mijdarê, kampanyaya 16 Rojên Çalakiyên li dijî Tundiya li ser Jinan dest pê dike û heta 10’ê Kanûnê, ango Roja Mafên Mirovan didome. Ev kampanya di sala 1991’an de ji aliyê aktîvîstên mafên jinan ve hate destpêkirin û bi demê re bû tevgereke navneteweyî. Di vê kampanyayê de, rêxistin û saziyên cuda bi lidarxistina konferans, civîn, semîner, çalakiyên perwerdehiyê û kampanyayên hişyariyê dixebitin ku hişmendiya civakê li ser tundiyê bilind bikin. Girêdana 25’ê Mijdarê ya bi 10’ê Kanûnê re girîng e, ji ber ku parastina jinan a ji tundiyê, beşek bingehîn a parastina mafên mirovan e.

Armanca kampanyayê ne tenê eşkerekirina tundiyê ye, bê guman teşwîqkirina saziyên fermî û civaka sivîl e ku ji bo pêşîlêgirtina wê, gavên pratîkî bavêjin.

Rola yasa, saziyên fermî û rêxistinên jinan

Yasa û saziyên fermî di parastina mafên jinan û têkoşîna li dijî tundiyê de xwedî roleke bingehîn in. Hebûna yasayên ku tundiyê sûc dihesibînin û mekanîzmayên parastinê ava dikin, dikare şertên ewlehiyê ji bo jinan bipêş bixe. Peymana Îstanbulê ku di sala 2011’an de ji aliyê Konseya Ewropayê ve hate vekirin, ji belgeyên navneteweyî yên girîng ên vê qadê ye. Ev peyman pêdiviyên pêşîlêgirtina tundiyê, parastina qurbanî û şopandina kesên sûcdar destnîşan dike. Lê hebûna yasayê bi tenê têr nake. Pêwîst e ku yasa bi awayekî bi bandor bê sepandin û jin bikaribin bê tirs bighîjin saziyên dadwerî û mekanîzmayên parastinê. Di vê pêvajoyê de, rêxistin û tevgerên jinan jî roleke girîng dilîzin. Ew bi xebatên xwe hişmendiya civakê bilind dikin, mafên jinan diparêzin û destek didin jinên ku rastî tundiyê hatine.

Hevkariya di navbera rêxistinên jinan, saziyên fermî, dezgehên tenduristiyê û civaka sivîl de dikare bingeheke xurt ji bo têkoşînek berdewam ava bike.

Perwerdehî û ragihandin, amûrên guherandina civakê ne

Perwerdehî yek ji amûrên herî girîng e ji bo pêşîlêgirtina tundiyê. Perwerdekirina zarokan a li ser wekhevî, rêzgirtina mafên hevdu û redkirina tundiyê, dikare di avakirina civakek bê tundî de roleke girîng bilîze. Malbat, dibistan û zanîngeh pêwîst e di vê pêvajoyê de berpirsyariya xwe pêk bînin û nirxên wekheviyê di nava nifşên nû de bipêş bixin.

Ragihandin jî di bilindkirina hişmendiya civakê de xwedî roleke girîng e. Rojnamevan dikarin bi rapor, lêkolîn û hevpeyvînan rastiya tundiyê eşkere bikin, dengê jinên ku rastî tundiyê hatine bighînin civakê û balê bikşînin li ser berpirsyariya saziyên pêwendîdar. Lê di ragihandina bûyerên tundiyê de pêwîst e taybetmendî û ewlehiya jinên zirar dîtî, bên parastin. Belavkirina nasname an agahiyên kesane ya bê destûr, dikare careke din zirarê bide wan. Ji ber vê yekê, rojnamevaneke berpirsyar divê maf, rûmet û ewlehiya jinan di navenda xebatên xwe de bigre.

Têkoşîna li dijî tundiyê, berpirsyariya hemû civakê ye

25’ê Mijdarê ne tenê rojeke bîranînê ye, her wiha banga berdewamkirina têkoşînê ye jî. Tundiya li dijî jinan bi çalakiyên demkî û daxuyaniyên sembolîk nayê bidawîkirin; ji bo çareserkirina wê pêdivî bi guherandina hişmendiya civakê, yasayên bi bandor, mekanîzmayên parastinê û beşdariya çalak a jinan heye. Avakirina civakeke bê tundî, tenê dema ku jin xwedî mafên wekhev bin, di hemû qadên jiyanê de beşdar bibin û bê tirs biryarên xwe bidin, pêkan e.

Ji ber vê yekê, têkoşîna li dijî tundiyê pêwîst e ji rojekê û kampanyayekê wêdetir here û bibe berpirsyariyeke rojane ya malbat, perwerdehî, ragihandin, saziyên fermî û tevahiya civakê. Civaka ku maf û azadiya jinan diparêze, ew civakek e ku pêşerojeke wekhev û bê tundî ava dike.

Di vê çarçoveyê de, Endama Koordînasyona Kongra Star Bêrîvan Xalid, li ser rewşa tundiya li dijî jinan û erkên civakî yên ji bo têkoşîna li dijî wê, bersiva pirsên nûçegîhana me da.

*Di vê demê de, herî zêde kîjan cureyên tundiyê li dijî jinan tên dîtin û ev rewş çi bandorê li ser jiyana jinan û civakê dike?
 

       

Bi boneya Roja Cîhanî ya Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinan, em bi rêzdarî hemû jinên kedkar, azadîxwaz û têkoşer ên ku di vê rêyê de xebat kirine û jiyana xwe ji bo azadiya jinê jidestdane, bi bîr tînin. Di vê qonaxa hesas a ku Sûriye, bi taybetî herêmên Rojava tê de derbas dibe de, girîng e ku em vê rojê ne tenê wekî bîranînekê, lê wekî nûkirina soza têkoşînê li dijî hemû cureyên tundiyê bibînin.

Wekî jinên Rojava, em xwedî dîrokeke têkoşînê ne, ku jin tê de bûne pêşeng û di avakirina şoreşa 14 salan de roleke bingehîn lîstine. Jinan bi hebûna xwe di qadên siyasî, civakî, leşkerî û aborî de gelek sînor şikandine û îrade û hêza xwe ji bo avakirina jiyaneke azad û wekhev îspat kirine. Lê tevî van destkeftiyan, îro jinên Sûriyeyê hîn jî bi gelek cureyên tundiyê re rû bi rû dimînin; ji tundiya fizîkî, derûnî û aborî heta qedexekirin û dûrxistina wan ji beşdariya siyasî û civakî.

‘Îsal ev roj di şert û mercên dijwartir de tê pêşwazîkirin’

Di vê çarçoveyê de, dema ku sîstemên desthilatdar rola jinan di avakirina civakê de paşguh dikin û derfetên wan ên beşdarbûna di biryardayînê de sînordar dikin, ev yek bandorek rasterast li ser jiyana jinan û pêşeroja civakê dike. Her wiha, dema ku hikûmeta demkî beşdariya jinan wekî bingeheke bingehîn di avakirina sîstema siyasî û rêveberiyê de esas nagire, maf û destkeftiyên jinan dikeve xeteriyê.

Bi salan em di çarçoveya 25’ê Mijdarê de çalakî û kampanyayên cuda li dijî tundiyê li dar dixin û bi dengekî bilind soza xwe ya têkoşînê nû dikin. Lê îsal ev roj di şert û mercên dijwartir de tê pêşwazîkirin; ji ber ku jin hîn jî di gelek sazî, mekanîzmayên biryardayînê û qadên siyasî de bi awayekî rastîn nayên temsîlkirin. Ji ber vê yekê, têkoşîna li dijî tundiyê divê tenê di çarçoveya şikandina tundiya fizîkî de nemîne, her wiha pêwîst e hemû astengiyên li pêşiya hebûn, maf, azadî û beşdariya jinan jî hedef bigre.

*Ji bo ku şîdet li dijî jinan were astengkirin, erk û berpirsyariya saziyên civakî û malbatê çi ye?

Ji bo astengkirina tundiya li dijî jinan, pêwîst e ku di destpêkê de rol, dîrok û hêza jin di avakirina civakê de bê nasîn û nirxandin. Ev yek tenê bi gotinan pêk nayê, divê di pratîkê de jî mafên jinan bêne parastin û derfetên wan ên beşdarbûna di hemû qadên jiyanê de bên misogerkirin. Di vê mijarê de, saziyên civakî, rêxistinên jinan, dezgehên perwerdehiyê û malbat xwedî berpirsyariyeke girîng in ku hişmendiyeke civakî ya li ser bingeha wekhevî û rêzgirtina mafên jinan ava bikin.

Her wiha, erkê sereke yê hikûmetê ew e ku mafên jinan bi yasayan biparêze û ji bo kesên ku tundiyê li dijî jinan dikin, cezayên yasayî û giran were sepandin. Divê jin bêyî tirs û bê asteng bikaribin dozên tundiyê ragihînin û xwe ji aliyê qanûnî û civakî ve di ewlehiyê de hîs bikin. Ji ber ku şikandina çembera tundiyê tenê bi cezakirina sûcdaran pêk nayê, hewceyî bi perwerde, hişyarkirina civakê û guherîna zihniyeta ku tundiyê rewa dibîne jî heye.

*Kongra Star ji bo bihêzkirina têkoşîna li dijî tundiyê û pêşxistina hişyariya civakê, di çarçoveya 25’ê Mijdarê de çi gavên pratîkî pêşniyar dike?

Kongra Star beriya destpêkirina Şoreşa Rojava jî xwedî mîrateyek û dîrokeke têkoşîna ji bo maf û azadiya jinan bû. Ji destpêka avabûna xwe ve, yek ji armanc û misyonên wê parastina mafên jinan, bihêzkirina rola wan di civakê de û pêşxistina hêza wan di hemû qadên jiyanê de bû. Ev têkoşîn tenê di asta teorîk de nemaye, di pratîkê de bi avakirina saziyên jinan, rêxistinbûn û projeyên cuda yên civakî û aborî jî xwe nîşan daye.

‘Serxwebûna aborî yek ji bingehên azadiya jinê ye’

Di vê çarçoveyê de, Kongra Star gelek proje û derfet ji bo jinan bipêş xistine da ku jin bikaribin xwe ji aliyê aborî ve serbixwe bikin, hêza xwe pêş bixin û di biryardayînê de xwedî roleke çalak bin. Ji ber ku serxwebûna aborî yek ji bingehên azadiya jinê ye û parastina wê li hemberî tundiyê ye. Her wiha bi rêya çalakî, civîn, kampanya û perwerdeyan, hewl hatiye dayîn ku hişmendiya civakê li ser mafên jinan were xurtkirin û tundî wekî pirsgirêkeke kesane neyê dîtin, wekî pirsgirêkeke civakî ku berpirsyariya hemû kesan e jî, bê nirxandin.