Bandora krîzên cîhanî û encamên wan ên mezin li ser jinan-2

Krîzên ku li ser aboriya cîhanê bandorê çêkirine hema bêje li tevahî welatên cîhanê xwe dane xuyakirin, di nav de Misir jî heye. Kêmbûna aborî ya hevkarên bazirganî yên Misrê bû sedema kêmbûna hinardekirinê ku ji sedî 20 ji berhema xwecihî ya giştî beşdar dibe. Dahatên ji beşa xizmetguzariyê ku ji sedî 29 ê berhema xwecihî ya Misrê çêdike, bandorê li wan kir ku ji ber kêmbûna dahata geştiyariyê bandorek neyînî li derfetên kar kir.

ASMAA FATHÎ
Qahîre- Lêkolîneke herêmî ya ku ji aliyê Rêxistina Jinên Ereb ve bi hevkariya Rêxistina Jinan a Neteweyên Yekbûyî hat weşandin, piştrast kir ku hejmarek ji kêşeyên li pêşiya jinan li Misrê, encama qeyranên mezin ên cîhanî ne ku bandora wan di serî de li ser jinan heye.
Di beşa duyemîn a dosyayê de, em rewşa Misrê û bandora wê li ser jinan dinirxînin. Li gorî lêkolîna herêmî ya bi navê "Krîzên mezin ên cîhanî û encamên wan li ser jin û keçên ciwan li welatên Ereb" ku ji aliyê Rêxistina Jinên Ereb ve bi hevkariya Komîteya Neteweyên Yekbûyî ya Jinan hatiye weşandin, her çar şaxên wê pêşxistina jinên pispor di rûbirûbûna qeyranên mezin de, ji bo têgihîştina karesatên xwezayî, krîza darayî, şer û pevçûnên çekdarî, şer û bandora wan li ser jinan li cîhana Ereb, a ku me di beşa yekem de nirxand, girt dest. 
"Bazara kar û pîvana kalîteyê li Misrê"
Misir bi 27,6 milyon nifûsê li Bakurê Afrîka û Rojhilata Navîn xwedî hêza herî mezin a kar e. Derçûyên xwendina navîn û bilind ji sedî 59 temsîl dikin û çandinî ji sedî 21 ji jinan digre nava xwe. Lê beşa pîşesaziya hinardekirinê ji sedî 7 hêza kar a jinan û ji sedî 14 di beşa bazirganiya di kirîn û firotinê de pêk tê. Beşa xizmetguzariyê di warê perwerdeyê de ji sedî 24 û di tenduristiyê de ji sedî 12 di karên jinan de herî zêde dibe alîkar. 
Bêkarî di nav jinan de bi qasî sê qat ji ya mêran zêdetir e û di sala 2018'an de ji sedî 21.4 hatiye pêşbînîkirin, beramberî ji sedî 6.8 di nav mêran de her wiha bêkarî bi taybetî di nav koma ciwan de zêde dibe û rêjeya herî mezin a bêkaran jinên ciwan in.
"Pîşesaziya çêkirinê"
Beşa pîşesaziyên çêkirinê ji sedî 15.4 beşdar dibe û ji sedî 13 ji tevahiya hêza kar pêk tîne. Rêjeya wê di wezîfdarkirina jinan de ji sedî 7 ji tevahiya karkerên jin zêde bûye, di heman demê de rêjeya wezîfdarkirina mêran ji sedî 14 ye.
Li gorî lêkolînê, pîşesaziya tevnan ji sedî 26,4 e hilberîna pîşesaziyê, ji sedî 10 îxracatê pêk tîne. Beşa tevnan û cil û berg ji sedî 42 ê tevahî jinên ku di pîşesaziyên hilberînê de dixebitin pêk tîne. 
Pandemiya koronayê ji ber kêmbûna daxwaza cîhanî û kêmbûna firotanê gelek zext li beşê kiriye. Hin kargeh neçar man ku kar rawestînin an kapasîteya hilberînê kêm bikin û bi wê re karker ji kar hatin derxistin an jî betlaneya bê mûçe ji bo wan çêbû.
"Beşa çandiniyê"
Beşa  çandiniyê  ji sedî 11,2 ji berhema xwecihî ya giştî û ji sedî 23,8 tevahiya karkeran temsîl dike û ev beş ji ber bandorên vîrusa koronayê bi bandor bû. Digel kêmbûna daxwazê ji xwaringeh, otêl û pargîdaniyên xwarinên amade û her wiha sînorkirinên ku bazarên heftane qedexe dikin û dijwariya gihandina berheman bo bazaran. Cotkar di hinardekirina berhemên xwe de ji ber astengiyên li ser hewa û barhilgiran rastî pirsgirêkên lojîstîkî tên û daxwaza sebze û fêkî ji sedî 20 kêm bûye.
Beşa  çandiniyê heta sala 2010'an di warê wezîfdarkirina jinan de bi rêjeya ji sedî 42,8, li gorî ji sedî 24,7'ê karkerên mêr, bû şahidê geşbûnek mezin. Zêdebûna rêjeya beşdariya jinan di wê serdemê de ji ber kêmbûna derfetên di beşên din de bû. Lê belê, şiyana beşa çandiniyê ya xebatê ji bo her du zayendan bi berdewamî kêm dibe, ji ber ku rêjeya mêrên tê de dixebitin di heyama 2010-2018'an de ji sedî 2 kêm bûye, di heman demê de rêjeya jinên ku di vê beşê de dixebitin bi rêjeya ji sedî 50 ji bo heman heyamê kêm bûye.
"Beşa geştiyariyê"
Beşa geştiyariyê yek ji wan beşên jinan e ku herî zêde kar dike, bi rêjeya ji sedî 54, ruxmî baldariya piraniya wan di karên kêm şareza de. Beş bi gelek beşên din ên aborî ve girêdayî ye, wekî veguhestin, pîşesaziyên xwarinê, bazirganiya firotanê, xwaringeh û deverên geştiyarî û arkeolojîk. Piştre ev beş ketine bin bandora kêmbûna beşa geştiyariyê û derfetên kar bi bandor bûn. 
"Beşa pêwendiyan û teknolojiya agahiyan"
Gelek lêkolînan girîngî dan analîzkirina şiyana beşa pêwendiyan û teknolojiya agahiyan ku piştî pandemiya koronayê îtîmad li ser zêde bû, ji bo afirandina derfetên kar ji jinan re. Piştî ku gelek sazî di beşên giştî, hukûmetê û taybet de zivirîn, nemaze di qadên perwerde û tenduristiyê de. Her çend ev beş beşeke mezin ji hêza kar temsîl nake û tenê ji sedî 1 ji tevahiya hêza kar pêk tîne lê di warê derfetên kar de yek ji beşên ku bi lez zêde dibe û salane nêzî 270,000 derfetên kar peyda dike, ji wan 81 hezar ji bo jinan û 188 hezar jî ji bo mêran in.
Daneyên berdest zêdebûna rêjeya jinan ji bo înternetê ji sedî 43,4 piştrast dike lê ew ji rêjeya gihîştina mêran a ji sedî 56,6 kêmtir dimîne. Rêjeya herî mezin a jinên ku gihîştine torên agahdarkirinê ji komên herî xwenda ji sedî 74 tê û ew dadikeve ji sedî 21 di nav jinên ku xwendina navîn an kêmtir qedandine. Di warê pîvana erdnîgarî de, jinên li Qahîre û Deltayê ji sedî 42 zêdetir gihîştine Înternetê û li herêmên Misra Jorîn ev rêje digihîje ji sedî 27.3, li herêmên Sîna û Kanala Suweysê bi rêjeya ji sedî 6 dadikeve.
Tevî ku rêjeya beşdariya jinan di beşa pêwendiyan û teknolojiya agahiyan de zêde bûye jî li gorî rêjeya beşdariya jinan a di hêza kar de qels e. Her wiha jin di karên kêm şareza yên wekî ketina daneyan û hilanîna daneyan de asê mane digel ku mêr serdest in li ser beşên ku jêhatîbûnek bilind hewce dike. Wekî mînak çêkirina kompîtorê û jêhatîbûna lênihêrînê, pisporiya şêwirmendiyê. Her wiha piraniya jinên ciwan jî ji ber cewherê karên xwe yên demkî bi  hewceyî hêmana aramiya di nav beşê de ne.