Şoreş û jinên ku cîhanê guhertine -2

Piştî şoreşê ji aliyê jinan ve guherînên girîng çêbûn, ji bo dawî anîna li pêkanînên ne wekhev ên li ser jinan xebat hatin kirin. Di beşa duyemîn de em ê cih bidin portreyên jinên ku serkêşiya şoreşê kirine.

Navenda Nûçeyan – Di rojên destpêkê yên Şoreşa Cotmehê de biryarnameyên ku zagonên li ser wekheviya mafan xistin bin temînatê, hatin weşandin. Van biryarnameyan, ji zagonên ji xebata wekî hev re pereyê wekî hev, xebata rojane ya 8 saetan, parastina keda dayikan û ya dayik û zarokan di nava xwe de dihewand. Dayiktî û karên jinan ên nava malê, li gorî hilberîna xebata civakî, wekî fonksiyên civakî hatin naskirin. Di parvekirina erazî de ji bo gundiyan, rêbaza ne li gorî malbatan, ji bo kes perçeya erd hat dayîn. Jinên gundî jî bi vê yekê bûn xwediyên axa xwe.

Ji bo jinan xebatên perwerdeyê

Ji bo jin di warê çandê de xwe bi pêş bixin, dibistan û kursên ji bo pîşeyê yan jî ji bo zanîna xwe zêdetir bikin, xebatên mezin hatin kirin. Di heman demê de ji bo perwerdeya jinan, di heman demê de ji bo zarokên wan tora saziyên perwerdeyê û xwedîkirina zarokan hat avakirin. Gelek ji jinan di nava dewlet, Sovyet û rêxistinên partiyan de, di xizmetên îdarî de, rêxistinkirina belavkirina eşyayên pêwîst di warê îdarî de yan jî di saziyên parastina dê û zarokan de, di kreşan de, metbexên giştî de, malên cilşûştinê yên giştî û hwd. de xebitîn.

Ferzkirina perwerdeyê

Ji bo jinan kampanyayên xwendin û nivîsandinê hatin destpêkirin. Di her cihê kar de, her kulûba çandê de, her çewlika kolektîf de, ji bo jinên kedkar kursên xwendin û nivîsandinê hatin vekirin. Bi taybetî ji bo gihîştina jinên li gundewaran dijîn însiyatîfa “trênên ajîtasyonê”, “wesayîdên ajîtasyonê” “keştiyên ajîtasyonê hat bipêşxistin. Van hewldan û xebatan hemû bi encam bûn. Beriya Şerê Cîhanê yê duyemîn jî li tevahiya welat perwerdeya 7 salan ket meriyetê.

Piştî perwerdeyê jinan dest bi hilberînê kirin

Bi perwerdeya jinan re, di encama girîngiya ku ji kedkariya jinan re hat dayîn, gelek pêşketin çêbûn. Di sala 1937’an de dema ku ber bi Plana Duyemîn a Pênc Salan ve çû, ji %39'ê jinan di sektora senayî û înşaetê de ji %20 di qada perwerde û tendirustiyê de, ji %15 di metbexên giştî yên ragihandin, tîcaret û cihên kar de, ji %7 di Îstasyonên Sovhoz Makîne û Traktorê de ji %7 di saziyên dewletê û rêxistinên civakî de dixebitîn. Piştî vê merheleyê, ji bo jin di rêveberiyan de bixebitin xebat hatin kirin. Di sala 1929'an de bi giştî rojane 7 saet xebat ket meriyetê.

Zagonên têkildarî jinan bi tmamî hatin guhertin

Piştî şoreşê di mehên destpêkê de zagonên têkildarî jinan bi temamî hatin guherandin. Hemû pêkanînên newekhev ên ji bo jinan hatin bi dawîkirin. Zewaca dêrê tune hat hesibandin, li cihê wê mara fermî ket meriyetê. Ji bo jinan mafê berdanê hat dayîn. Zarokên ku ji dê û bavên zewicandî û yên ji derveyî zewacê çêbûn di zagonê de bûn xwedî mafên wekhev. Parastina jin û zarokan di zagonan de esas hat girtin. Ji bo jin hay ji mafên xwe hebin xebatên taybet hatin kirin. Jinên malan ji bo ji hebûna malbata xwe daxwaza mal bikin temînat ji wan re hat dayîn. Nefeqe ji bo jin û mêran û zarokên wan ên ji zewacê çêbûne û yên ji derveyê zewacê çêbûne ket rojevê. Ji bo jinên ducanî yên bi serê xwe zarokên xwe xwedî dikin, biryara alîkariya dewletê hat dayîn.

Piştî şoreşê di hemû warên civakî de, di warê siyasî, mal, cihê kar, perwerde, gund, bajar û her warî de gelek guherînên ku dikarin bibin sernavên mijaran û bi rûpelan li ser wan were nivîsandin çêbûn.

 Kesên ku di avakirina Şoreşa Cotmehê de derketin pêş, bi xebat û keda xwe, ketin rûpelên dîrokê û bûn tîrêjên ronahiyê.

Aleksandra Kollontay

Yek ji van jinan bêguman Aleksandra Kollontay e. Di mijara jinên kedkar de Aleksandra Kollontay ku ji Bebel û hevala wê Clara Zetkîn bi bandor bû, di sala 1909’an de pirtûka bi navê “Bingeha Civakî ya Pirsgirêka Jinan” çap kir. Aleksandra Kollontay, diyar dike ku ji bo jin ji karên malê werin rizgarkirin pêdivî bi saziyên komunal heye û di jiyana jinek de girîngiya cudakirina metbexê ji zewacê çiqas girîng be, veqetandina dêrê ji dewletê jî ewqas girîng e. Aleksandra Kollontay di sala 1917’an de weke jina yekem û bi tenê di Komîteya Navendî de cihê xwe digirt. Aleksandra Kollontay ku yekem komîsera tendirustiyê ya Sovyetê bû di 1918’an de di amadekirina zagonên malbatê de roleke çalak lîstibû. Aleksandra Kollontay di heman demê de li cîhanê wke sefîra yekem a jin di sala 1922’an de cihê xwe di dîrokê de girt. Aleksandra Kollontay piştî şoreşê di pêvajoya avakirina civaka nû, mirovên nû de şopa xwe dihêle.

Nadya Krupskaya

Piştî şoreşê weke yek ji mîmarên pergala perwerdeyê tê bibîranîn. Beriya şoreşê, pênca salan li ser daxwaza patronek fabrîkayê dersa xwendin-nivîsandin û arîtmetîk dide karkeran. Nadya Krupskaya, di heman demê de kesayeta xwe ya şoreşger jî tevî van dersan dike û polên şoreşê saz dike. Ev pol, di fakbrîkaya ku 30 hezar karker tê de dixebitin, ber bi grevek mezin ve diçin. Nadya Krupskaya ji bo avakirina pirtûkxaneyan pêşengiyê dike. Piştî şoreşê dibe Wezîra Perwerdeyê. Di sala 1971’ê meha Tebaxê de stêrnasa bi nav û deng Tamara Mikhailovna Smirnova, asteroitek keşf dike û navê Nadya dide wê.

Inessa Armand

Di sala 1913’an de bi însiyatîfa Lenîn li Petersburgê biryar dide ku kovarek bi navê “Jina Karker" amade bike. Inessa Armand, bi awayê çalak tevli xebatên kovarê dibe, piştî ku kovar dest bi weşanê dike jê re dinivîsîne.  Di sala 1917’an meha Sibatê de nûçeyên têkildarî şoreşê digihîjin Îsvîçreyê.  Inessa Armand a li surgunê dijî bi koma yekem a Bolşevîk re vedigere welatê xwe û hemû hêz û enerjiya xwe ji bo xebatên partiyê bi kar tîne. Inessa Armand, bi kolanên Moskovê re di nava pêwendiyek daîmî de ye. Bi etutên xwe hem di civînên partiyê de, hem jî fabrîkayên Moskovê de, di atolyeyan de diaxive. Di dibistana partiyê ya MK’ê de dersan dide, ji rojnameyan re makaleyan dinivîsîne, dibe endama dûmaya (meclis) bajêr a Moskovê, di nava jinan de xebatên girtîng dike.  Inessa Armand, di bin banê MK’ya partiyê de dibe rêvebera yekem a Şaxa Jinan.

Yekemîn jina ku li Meydana Sor hat definkirin

Inessa Armand ku ji ber nexweşiya kolerayê jiyana xwe ji dest dide, rêhevala wê Nadya Krupskaya ji bo wê wiha dinivîsîne: “Min dixwest Inessa Armand di dilê hemû kesên ku rizgariya karker û kedkaran bi nirx dibînin de be. Di dilê rêhevalên xwe yên partiyê de, di dilê jinên karker û gundiyan de be. doza komunîzmê ku Inessa bi coş û heyecan ji bo wê têdikoşiya dê serkeftinê bi dest bixe qet guman ji vê yekê tune ye.” Yekem jina ku li Meydana Sor hatiye definkirin Inessa Armand e.

Maria Aleksandrovna Ulyanova

Maria Aleksandrovna Ulyanova weke yek ji jinên malbata Ulyanovayan ku jiyana xwe di riya şoreşê de derbas kiriye tê pênasekirin. Ji malbata Ulyanovan, gelek kes di nava şoreşê de bûnHepsi hayatlarının bir dönemini ha hemûyan jiyana xwe yan di girtîgehê de yan jî li surgunê derbas kirin. Maria Aleksandrovna Ulyanova dayika Lenîn bû. Maria zarokên xwe di 5 salî de hînî xwendin û nivîsandinê û zimanên biyanê kir. Xwedî qabiliyeta pedagojîk bû Maria Aleksandrovna Ulyanova. Wê dema xwe ji bo zarokên xwe borand, di salên şoreşgeriyê de jî her dem li ba wan bû lê beriya ku şoreş çêbibe di sala 1916’an di 81 saliya xwe de, li Petrogradê jiyana xwe ji dest da.

Nataşa Bolşevikova

Nataşa Bolşevikova bi gotinên “Rêxistinkara jin” hat naskirin. Keça keşeyek ji Sibiryayê bû, di sala 1876’an de li Irkutskê hat dinyayê. Navê wê yê rastî Concordia Nikolaevna Gramavo ye. Dema ku diçe St. Petersburgê tevli xwendekarên şoreşger dibe. Di pêvajoya zêdebûna grevan de, ji ber çalakiyên xwe tê girtin û wê ji dibistanê davêjin. Di sala 1902’an de dema diçe Parîsê, tevli perwerdeyên Marksîst ên ku Lenîn û hevalên xwe didin dibe. Ji bo tiştên hîn dibe bixe pratîkê vedigere Rûsyayê û dûre tiştên ku hîn bûbû, bi lezgînî dide hînkirin. Dibe yek ji kesên ku di rêxistinkirinên fabrîkayan, kulub, civîn, dersên sosyalîzmê, tekstîl, maden, metal, lîman, karkerên petrolê, jinên karker û nava jinên malan de, dixebite. Yek ji rêxistinkar û propagandakar bû. Weke gelek rêxistinkarên veşarî wê jî navek din bi kar dianî; Nataşa Bolşevikova. Jiyan wê ya ku bi şoreşê derbas bû di 2’yê Hezîrana  1921’ê de bi dawî bû.

Qediya